22 Şibat 2017 Çarşem

Îsra û Mîhrac

30 Kanûn 2014, 20:26
Îsra û Mîhrac

 

 

WERGERA NIVÎSA
ÎSRA Û MIHRACÊ

YA IBIN EBBAS

Werger ji erebî: Salih Bozan

 

BI NAVÊ XWEDÊ YÊ

MIHRÎBAN Û DILOVAN

Pesin û spasî ji Xwedê re, selawet û silav ji pêxemberê wî re. Xwedê yê bilindtirîn got: Sibhane ji yê ku rebenê xwe bi şev ji mizgefta Heram bire mizgefta Eqsa, me hawirdora wî mubarek kir, ji bo em ayetên xwe raberî wî bikin, Xwedê yê  dibihîse û dibîne.

Ibin Ebbas (Xwedê ji wan razî be) li ser zimanê pêxember got: Şeva  duşemê, di bîst û heftê meha Recebê, di sala heştan piştî pêxembertiya min, ez li mala dêya Hanî  keça Ebû Talib bûm (Xwedê jê razî be) , navê wê Faxteh bû, û Fatma El-Zehra jî (Xwedê jê razî be)  li wir bû. Wê çaxê salên Fatmê neh bûn, hîn bi Elî re (Xwedê jê razî be) ne zewicî bû, ji ber ku Elî li Medînê bi wê re zewicî.

Ji nişkave Kesekî li derî xis Fatme derket ji bo binihêre ka kî li ber derî ye.Wê yekî şepal, û xemlandî, bi du baskên kesk dî, baskan rojava ta rojhilat girtibû. Li ser serê wî tacek hebû, bi mirar û gewherê neqşandî bû. Li ser eniyê hatibû nivîsîn (Ji wî pê ve tu Xwedê nîne, û Muhemmed şandoxê Xwedê ye). Fatmê got: "Tu çi dixwazî?". Wî got: "Ez Muhemmed dixwazim". Fatme vegeriya cem pêxemberê Xwedê (Selawet û slava Xwedê lê be) û got: "Bavo, li ber derî kesek sekiniye, ez lê ecêmayî bûm, û jê tirsiyam. Min weke wî hîn kesek nedîtiye, bi min re got: "Ez Muhemmed dixwazim". Fatmê got: "Pêxember derket ta bibîne". Gava Cebrahîl (Slav lê be) ew dî, bangkir: "Selawet û silav li te be dilyarê Xwedê, mîrzayê xelkê gişkî". Pêxember got: "Biraderê Cebrahîl, ma  sirûşî (wehî) daketiye, lê sozek heye, yan bûyerek bûye?". Cebrahîl got: "Dilyarê min, rabe, cilê xwe li xwe ke, dilê xwe vehesîne, tu yê vê şevê bane Xwedê kî, ew Xwedê yê ku ne xulmaş dibe û ne radikeve". Pêxember (Selawet û slava Xwedê lê be) got: Gava min axaftina biraderê xwe Cebrahîl bihîst (Slav lê be), ez bextewer û kêfxweş rabûm, min cilên xwe li xwe şidandin. Pêxember(Selawet û slava Xwedê lê be) got: Ez derketim beyabanê, min hew dî ku Buraq li ser nigan e, û Cebrahîl serê wê dikişîniye. Ew lawireke weke hemû lawiran e, ji kerê mezintir e, û ji qantirê çûktir e, rûyê wê rûyê mirovan e, gewde jî gewdeyê hespan ne. Ew lawireke ji cihanê û ji hemû tiştên tê de çêtir e. Kumikî li ser eniya wê ye ji mirwariya şil e, bi têlên yaqûtê ristiye, bi ronahiyê diçûrise. Guhê wê ji zamrûdê keske, çavên wê mîna du stêrkên ji mirariyê ne, tîrêjên weke yên royê jê derdikevin. Ew boz e, belek e, li ser sê nigan sekinî bû, û nigê rastê jor de rakiri bû. Li ser pişta wê cileke bi mirarê û gewherê neqşandî hebû, xeyne Xwedêyê Bilindtirîn kes nikare wesfa wê bike. Nefesa wê weke nefesa ademiyan bû. Pêxember (Selawet û slava Xwedê lê be) got: Gava min Buraq dî, ez li ber pir  ecêamayî bûm. Cebrahîl got: "Fermo dilyarê Xwedê, siwar be". Ez pêş de hatim ku lê siwar bim, lê Bûraq veciniqî, weke masî di dehfan de vediciniqe. Cebrahîl jê re got: " Buraqê bisekine, tu fedî nakî ji ber destê mîrzayê xelkê giş, ji ber dilyarê Xwedê vediciniqî, bi navê yê ku ez aferandime, kesek li cem Xwedê yê Bilindtirîn ji vî çêtir li te siwar nebûye". Buraqê got: "Adem; hilbijartiyê Xwedê, û Ibrahîm hogirê Xwedê li min siwar bûn". Cebrahîl got: "Ev dilyarê Xwedê ye, şandoxê Xwedê yê aferîdeyan(alemîn) gişkan e, ev ji şêniyê Ezmên û Zemînan baştir e, başûra wî Kehbe ye ola wî Îslam e, xelk giş Roja Rabûna Mezin (Qiyametê) mehdera wî dixwaze, Bihuşt li aliyê wî yê rastê ye, û agir li yê çepê ye, kî wî rast bibîne wê di Buhiştê keve, kî wî derewîn bihesibîne wê di êgir keve". Buraqê bi Cebrahîl re got: "Tu bi yê rû ronahîtir, enî açix, û hinar sor re bibêje, bira xwedî yê Kewser û mehdera mezin min di mehdera xwe ke, ta ez wî li pişta xwe kim, û bihêlim pêle istiyê min bike. Bi vî hawî, ez ê payedar bibim, û ji bo di Roja Rabûna Mezin de bibe alîkarê min ". Pêxember (Selawet û slava Xwedê lê be) got:Tu di mehdera min de yî, tu ya ku di Roja Rabûna Mezin de ez ê lê siwar bim. Pêxember (Selawet û slava Xwedê lê be) got:Boraq berve min hat, ez lê siwar bûm, û di navbera Ezmên û Zemîn de em çûn. Cebrahîl bang li min kir, û got: "Dilyarê Xwedê, li vir dakeve, du rikhet nimêj bike". Pêxember got: Ez peya bûm, min du rikhet nimêj kirin, min ji biraderê xwe yê Cebrahîl pirs kir: Çima te ez daxistim ji bo li vir du rikhet nimêj bikim?. Got: "Dilyarê Xwedê, va newala Eqîqê ye. Pişt re, ez siwar bûm, çiqas ku Xwedê xwest em çûn. Min dengek ji aliyê xwe yê rastê bihîst. Wî dengî digot: "Muhemmedo, çîşkî li min bisekine, ez ê tembeyekê li te û li miletê (ummet) te bikim". Muhemmed got: Ez lê nezîvirîm, û çûm, ew jî qenciyeke Xwedê yê Bilindtirîn ji bo min bû, ku ez lê nezîvirîm. Dîsa çiqas Xwedê xwest em çûn. Min hîcar ji aliyê xwe yê çepê dengek bihîst. Wî dengî digot: "Muhemmedo, bisekine, ez ê tembeyekê li te û miletê te bikim". Pêxember got: Ez lê nezîvirîm, û çûm,  ew jî qenciyeke Xwedê ji bo min bû, ku ez lê nezîvirîm. Dîsa çiqas Xwedê xwest em çûn. Min hîcar jinek dî, porê wê berdayî bû, çi xişir û xemlên Xwedê yê Bilindtirîn çêkirine bi xwe de kiri bû; çi ji gewheran, çi ji miraweran, û çi jî ji yaqûtan. Çelengî û bedewtiya wê hilatibû. Wê  bang li min kir û got: "Muhemmedo, hele bisekine, ji bo ez bi te re baxifim, ez ê tembeyekê li te û li miletê te bikim". Ez çûm û lê nesekinîm, ew jî qenciyeke Xwedê yê bilindtirîn ji bo min bû. Dîsa em çûn. Min qîrîneke bilind bihîst, ez jê tirsiyam, lê em çûn. Min dî ku em li Mala Meqdisê ne (Beytil Meqdis). Li aliyê xwe yê rastê min xortekî rû bedew, bi cilên çeleng, bi bîneke xweş dî. Gava wî  ez dîtim, berve min hat, û slav li min kir. Min ew ramûsa, û wenda bû. Min ji biraderê Cebrahîl pirsî: Ji min re bibêje, ew kî bûn, yên bi rêve bang li min kirin?. Got: "Ê pêşîn vexwendê Xirîstiyanan bû. Ku te lê vegeranda, wê miletê te li pey te giş bibûya Xirîstan. Bangewazê din jî vexwendê Cuhiyan bû, ku te lê vegeranda, wê miletê te li pey te giş bibûya Cuhî. A jina por berdayî, ya xişir û xemil bi xwe de kiribû, ew ev cihana bû, ku te lê vegeranda, wê miletê te bi vê cihanê bigirta, a ne bi cihana din. Û ew qîrîna ku te bihîst, ew hîmek bû, ev pênc sed sal in dadikeviye, û wê çaxê kete Dojehê". Min ji biraderê xwe Cebrahîl pirsî: Lê ew xortê slav li min da kî bû? Cebrahîl got: "Dilyarê Xwedê ew ola Xwedê ya hêzdar û heydedar bû, dê miletê te bawermend bijî". Cebrahîl berî min gîşte Mala Meqdisê, ez li pey wî çûm. Min dî, ew vegeriya, di dest de sê peyal in. Di ya siftehîn de dew bû, di ya duyem de mey bû, û di ya sêyem de av bû. Got: "Ji kîjanê tu dixwazî vexwe". Min a dêw bir û vexwar, û hinek tê de hîşt. Cebrahîl got: "Te serkeftin giş bir, ku te ya meyê bibira, wê miletê te li pey te bata xapandin, ku te ya avê bibira, wê miletê te li pey te noq bibûya, ku te ya dêw jî ta dawiyê vexwera, kesek ji miletê te nediket êgir". Min got: Birader ka peyalê li min vegerîne. Got: "Xaziya Muhemmed.! ferman bi dawî bû, û çi bû..êdî bû, pênûs li ser hebûnê hişk bû". Min got: Dêmek ev di pirtûkê de rêz bûye. Paşê Cebrahîl (Slav lê be), ez anîm hinda Zinêr, min dî ku Mihrac ji Zinêr ta dawiya Ezmên çikiya ye. Min tiştek ji Mihracê çêtir ne dî. Ew weke silimekê bû (Mîrqat), nêrdewaneke xwe ji zêr bû, yeke ji zîv bû, yeke ji zebercidê bû, û yeke ji yaqûtê sor bû. Cebrahîl ez hembêz kirim, baskê xwe li min pêça, navbera herdu çavên min ramûsa, û got: "Muhemmed hilkişe". Ez hilkişiyam. Bi rê ve, ez li babetên perestvanan ên ku perestî (Îbadet) ji Xwedê re dikirin ecêmayî bûm, firîşteyên ku xeyne Xwedê kes nikare wan bijmêre, ji Xwedê yê bilindtirîn re bê derew perestî dikirin. Min stêrkin dîtin, weke çirayên bi mizgeftan de daliqandî bûn, a tewre çûk qasî çiyayekî mezin bû. Paşê Cebrahîl qasî çavkutkekê ez gîhandim Ezmanê cihanê. Di navbera wî û Zemîn de pênc sed sal in, û wiqas jî qalindiya wî bû. Cebrahîl li derî xist, gotin: "Ew kî ye?". Cebrahîl got: "Ez im". Gotin: "Kî bi te re ye?" Cebrahîl got: "Muhemmed e". Gotin: "Ma şandine pey wî ye ?" Got: "Belê". Gotin: "Slav li te û li yê bi te re be, hatina xêrê be". Derî li me vekirin, em derbas bûn. Min dî ew Ezmanekî ji dûmanê ye, jê re dibêjin Refîha (Tenik).Li her cihekî qasî pêgekê firîşteyek hebû, yan li ser çûngan bû, yan jî li ser sicdeyê bû. Min mêze kir, du çemên mezin hebûn, ava wan dibeziya. Min got: Biraderê Cebrahîl ev çi çemin? Got: "Ev Ferat û Nîl e, çavkaniya wan ji Bihuştê derdibe". Min çemekî din dî, li ser wî qonaxeke ji mirawerî û zebercidê hebû. Min destê xwe lêxist, ava wê misk bû, bi bîneke pir xweş bû. Min got: Ev çiye? Got: "Ev Kewser e, ya ku Xwedê ji te re veşartiye". Min dîsa mêze kir, min firîşteyekî bi qilafetekî mezin dî, li hespeke ji ronahiyê siwar bûbû, cileke ji ronahiyê lê bû. Ew berpirsiyarê heftê hezar firîşteyên bi cilên bedew bûn. Di destê her yekî de sungiyeke ji ronahiyê hebû. Ew leşkerên Xwedê yê bilindtirîn in. Ku kesek li ser Zemîn li ber Xwedê derdikeve, ew bang dikin ku Xwedê li filên kurê filên xeyîdiye, wê çaxê ew jî li wî dixeyîdin. Ku reben bexşînê ji Xwedê dixwaze, û tobe dike, ew bang dikin: Xwedê ji filên kurê filên razî bûye, û ew firîşte jî, wê çaxê jê razî dibin. Min got: Biraderê Cebrahîl, ev qiralê mezin kî ye? Got: "Ev Simahîl e, xeznedarê Ezmanê cihanê ye, bervê here û slavê lê bide". Ez bervê çûm, min slav lê da, wî jî slav li min vegerand. Wî bi şehnaziya (kerameta) ku Perwerdîgarê min ê hêzdar û heydedar da ye min, ez pîroz kirim. Got: "Muhemmed, mizgîna min li te, xêr giş ta Roja Rabûna Mezin di te û miletê te deye". Min spas û spasî ji Perwerdîgarê xwe re kir. Ez dîsa pêş de çûm, min firîşteyek dî, nîvi berf bû û nîvi agir bû. Ne êgir berf dibişaft (diheland) û ne berfê agir vedimirand. Hezar seriyên wî hebûn, di her seriyekî de hezar û hezar rû hebûn, di her rûyekî de, hezar û hezar ziman hebûn, navê Xwedê bi hezar û hezar şêweyan dikişandin, şêweyek ne wekî şêweyekê bû. Ji gotinên wî: "Spas ji yê ku berf û agir li hev baniye. Xwedêwo, tu yê ku berf û êgir li hev dibanînî, weha jî rebenên xwe yên bawermend li hev bibanîne". Û firîşteyan jî digot: "Amîn". Min bi biraderê xwe yî Cebrahîl re got: Lê ev kî ye? Got: "Ev berpirsiyarê Ezmanan e, firîşteyê tewrî mezin e, tembeyan li zaroyê Adem dike". Firîşte giş rêz û rêz sekinîn, Cebrahîl ez pêşkêşî wan kirim. Min du rikhet nimêj li ser yasegeriya Ibrahîm bi wan re kir. Bi qasî çavkutkekê em rabûn Ezmanê duyem. Di navbera wî û yê yekem de pênc sed sal in, û  wiqas jî qalindiya wî bû. Cebrahîl li derî xist. Gotin: "Ew ki ye?" Got: "Cebrahîl e". Gotin: "Kî bi te re ye?" Got: "Muhemmed e". Gotin: "Ma şandine pey wî?" Got: "Belê". Gotin: "Slav li te û li yê bi te re be". Derî ji me re vekirin, em derbas bûn. Min dî ew Ezmanekî ji hêsin e, bê tiştek bi hevduda ye, jê re dibêjin Mahûn (Biroş). Min di wî Ezmanî de firîşteyên li hespên xemlandî dîtin, şûr bi kêlekê wan de bûn, û sungî di destan de bûn. Min got: Biraderê Cebrahîl, evana kî ne? Got: "Ev frîştena leşker in, Xwedê yê bilindtirîn ew aferandine ji bo Îslamê ta roja Rabûna Mezin serfiraz bikin. Min di wî Ezmanî de du xortên weke hev dîtin. Min got: Biraderê Cebrahîl ev herdu xortana kî ne? Got: "Yek Yehya kurê Zekeriya ye, û yê din jî Îsa kurê Meryemê ye (Slava Xwedê li wan be), berve wan here û slavê li wan bide". Ez berve wan çûm, min slav li wan da, wan jî slav li min vegerand. Îsa bi porekî dirêjî berday bû, bi rûyekî bedew yê gewr î sorahî bû. Min li ser rûyê Yehya nîşana zelûltiyê dî (Nizmatiya li hember Xwedê). Min slav li wan da, wan jî slav li min vegerand, bi şehnaziya (Kerameta) Perwerdîgarê min a ku da ye min, ez pîroz kirim, û bi min re gotin: "Muhemmed, mizgîna me li te, xêr giş ta roja Rabûna Mezin di te û miletê te de ye". Min jî got: Spas û spasî ji  Perwerdîgarê min re. Paşê Cebrahîl (Slava Xwedê lê be) ez pêşkêşî wan kirim, min bi wan re du rikhet nimêj li ser yasegeriya Ibrahîm (Slava Xwedê lê be) kir. Em dîsa qasî çavkutkekê rabûn Ezmanê sisiyan, di navbera wî û yê duyem de pênc sed sal in, û wiqas jî qalindiya wî bû. Cebrahîl deriyê wî kuta, gotin: "Ew kî ye"?. Got: "Cebrahîl e". Gotin: "Kî bi te re ye?" Got: "Muhemmed e". Gotin: "Slav li te û li yê bi te re be". Derî ji me re vekirin, em derbas bûn. Min dî ew Ezmanekî ji pêxirê ye, jê re dibêjin Mûzeyen (Xemlandî). Min di wî Ezmanî de firîştena dîtin bi alên kesk bûn. Min got: Biraderê Cebrahîl evana kî ne? Got: "Evana firîşteyên Şeva Qedrê û meha rojiyê ne. Ew civînên zikrê ji Xwedê re dixwazin (Kişandina navê Xwedê), civînên şehîd û komcivatan dixwazin. Evana slavê li nimêjgerê şevê dikin". Di nav wan de min kalek û xortek dîtin. Min got: Biraderê Cebrahîl, ev kî ne? Got: "Dawûd û Slêman e ( Slava Xwedê li wan be), berve wan here û slavê li wan bide. Ez berve wan çûm, min slav li wan da, wan jî slav li min vegerand, bi şehnaziya (Kerameta) Perwerdîgarê min a ku da ye min, ez pîroz kirim. Bi min re gotin: "Mizgîna me li te, xêr giş ta Roja Rabûna Mezin di te û miletê te de ye ". Min li ber destê wan, li ser kursiyeke ji ronahiyê xolamek dî (Xortek). Ronahî ji rûyê wî diçûrisî, bergeha wî weke hîva çardeşevîn bû. Min got: Biraderê Cebrahîl ev xorta kî ye? Got: "Ev Yûsif  kurê Yakûb e, Xwedê ew bi spahî û çelengiyê bêlikiriye. Ew weke hîva di nav stêrkan de bêlidike. Ez nêzikê çûm, min slav lê da, wî jî slav li min vegerand, û bi şehnaziya (Kerameta) Perwerdîgarê min ê hêzdar û heydedar ya ku da ye min, ez pîroz kirim, û got:"Merheba biraderê dizgûn, pêxemberê tembekar". Firîşte rêz bi rêz sekinîn, Cebrahîl ez pêşkêşî wan kirim, min bi wan re du rikhet nimêj li ser yasegeriya Ibrahîm (Slava Xwedê lê be) kir. Em disa weke çavkutkekê rabûn Ezmanê çaran. Di navbera wî û yê sisiyan de qasî pênc sed sal in, û wiqasî jî qalindiya wî bû. Cebrahîl li deriyê wî Ezmanî xist. Gotin: "Ew kî ye?" Got: "Cebrahîl e". Gotin: "Kî bi te re ye?" Got: "Muhemmed e". Gotin: "Slav li te û li yê bi te re be". Derî ji me re vekirin, em derbas bûn. Min dî ew Ezmanekî ji zîvê gewr e, jê re dibêjin Zahîra (Ronî). Min di wî Ezmanî de, ji ecêbên Perwerdîgarê xwe yê hêzdar û heydedar cûreyên firîşteyan dîtin. Min peyak dî, li ser rûyê wî ronahiyeke açix hebû, û bi dilekî zelûl bû. Min got: Biraderê Cebrahîl ev kî ye? Got: "Ev biraderê te Idrîs e, Xwedê rakiriye cihekî bilind, bervê here û slavê lê bide". Ez bervê çûm, min slav lê da, wî jî slav li min vegerand, û ji bo min û miletê min bexşîn ji Xwedê xwest. Paşê min firîşteyekî qilafet û berge mezin dî, nigên wî gîştibûn sînorê Zemînê heftan, û serî gîştibû bin Kulîna Xwedê(Erşê). Li ser kursiyeke ji ronahiyê rûniştîbû, firîşte li ber destê wî, li aliyê wî yê rastê, û li yê çepê hebûn, li benda fermanê Xwedê yê hêzdar û heydedar bûn. Li aliyê wî yê rastê depreşek hebû, li aliyê çepê dareke mezin hebû. Ew tu carî ne dikeniya. Min got: Biraderê Cebrahîl, ev kî ye? Got: "Ev ê xweşiyê hildiweşîne, civatê ji hev piring piringî dike, malan û xaniyan xerab dike, goran ava dike, zaroyan sêwî dike, jinan jinebî dike, dilê xoşevîstan dişewitîne, deriyan digire, derîzanan tarî dike, xortan direvîne. Ev Ezrahîl e(Cangirteke). Ew û firîşte Malik; xeznedarê êgir tu carî nakenin, bervê here û slavê lê bide". Ez bervê çûm, min slav lê da, lê wî slav li min venegerand. Cebrahîl jê re got: "Çima te slav li mîrzayê xelkan, li dilyarê Xwedê venegerand?". Gava gotina Cebrahîl bihîst, rabû ser xwe, û slav li min vegerand, bi şehnaziya (Kerameta) Perwerdîgarê min ya ku da ye min, ez pîroz kirim, û bi min re got: "Mizgîna min li te be Muhemmed, xêr giş ta Roja Rabûna Mezin di te û miletê te de ye". Min got: Biraderê Ezrahîl ev meqamê te ye? Got: "Belê.., ji dema ku Xwedê ez aferandim û ta roja Rabûna Mezin ev meqamê min e". Min got: Tu li vê derêyî, de çawa tu giyanan distînî? Got: "Xwedê ev hêza (Îmkana) daye min e. Pênc hezar firîşte kiriye bin destê min, ez wan li ser Zemîn belav dikim. Gava mirina rebenekî Xwedê tê, nanê wî radibe (Xelas dibe), jiyana wî bi dawî dibe, ez çel ferîşteyan dişînim ser, ji bo giyanê wî ji tamar, rih, goşt, û xûna wî bikişinin. Va firîşteyana giyanê wî ji dirnaxê pêçiyên nigan ta çûngên wî dikişînin û qasî katijmêrekê vêsê didine wî. Careke din dikişînin ta navikê, dîsa qasî katijmêrekê vêsê didinê. Careke din ta gewriyê kaş dikin, û xirexir bi qirika wî dikeve. Wê çaxê ez bi wî giyanî digrim û kaşdikim, weke mûyek ji nav hêvîr tê kişkirin. Gava giyan ji gewde diqete, çavê wî disekinin, ji ber ku li pey giyan dinihêre. Ez bi sungiyekê ji van herdu sungiyên xwe wî  digirim". Di destê wî de rimeke ji ronahiyê hebû, û yeke ji xezebê. Got: "Giyanê baş ez bi sungiya ronahiyê digirim, û dişînim jor, û giyanê mirdar ez bi sungiya xezebê digirim û dişînim Sic-cînê". Siccîn jî lateke reştariye, di bin Zemînê heftan ê jêrîn de ye, ew ciyê giyanê gawir û mirdaran e". Min got: Çawa tu dizanî ku mirina rebenekî Xwedê hatiye? Got: "Mihemmed, li Ezmanan ji her rebenekî re du derî hene. deriyek nanê wî(Rizq) tê re dadikeve, û deriyek kiryarên wî yên li cihanê dike tê re hildikişin. Ev dara li aliyê min ê çepêye. Li ser her pelgeke wê navê mirovekî ji zaroyên Adem hatiye nivîsîn; çî nêr e û çi mê ye. Gava mirina kesekî tê, pelga ku navê wî li ser e zer dibe, û li ber deriyê nanê wî tê re dadikeve diweşe, û navê wî jî li ser depreşê reş dibe. Wê çaxê ez dizanim ku mirina wî hatiye. Ez nêrînekê lê dinihêrim, pê re gewdeyê wî diheje, dilê wî ji sama min dicivile, û ew dikeve ciyan. Ez çel firîşteyan dişînim ji bo giyanê wî bistînin". Ev tê wateya gotina Xwedê yê bilindtirîn (Gava mirina we yekî tê, şandoxên me xwe digihêjinê, û wî bernadin). Mebesta Xwedê di vir de Ezrahîl e. Min got: Biraderê Ezrahîl, hele wêneya xwe ya ku Xwedê te dikêkê ji bo tu giyanan bistînî raberî min bike?. Got: "Dilyarê min tu nikarî li wê wêneya min binihêrî". Min jê re got: Sonda min li ser te, ji bo tu wê wêneyê îllem raberî min bikî. Wê çaxê me bangewaziyek ji jor de bihîst: "Li ber dilyarê min Muhemmed dermekeve". Wê çaxê Ezrahîl xwe kire wêneya ku pê giyanan distîne. Pêxember (Selawet û slava Xwedê lê be) got: Gava Ezrahîl li min nihêrî, min hew dî ku cihan bi tevahî di destê wî de weke derhemekiye, çawa dixwest weha teqle dikir. Dilê min ji tirsa re hejiya, sîngê min ricifî, Cebrahîl destê xwe da ser sîngê min, hînga giyan û aqilê min li min vegeriya. Cebrahîl bi min re got: "Muhemmed, a tewr çetin di paş gorê de ye, tarîtiya wê ya îsiz, û pirsa Enker û Nekîr e". Pêxember (Selawet û slava Xwedê lê be) got: Min xatir ji Ezrahîl xwest, û pêş de çûm. Min peyakî rû açix û mejûdar dî, gava wî jî ez dîtim keniya. Min got: Biraderê Cebrahîl ev kî ye? Got: "Ev Îbrahîm Xelîl e, bervê here, û slavê lê bide". Ez bervê çûm, min slav lê da, wî jî slav li min vegerand, bi şehnaziya (Kerameta) Perwerdîgarê min a ku da ye min, ez pîroz kirim, û bi min re got: "Merheba hey kurê dizgûn, mizgîna min li te, xêr giş ta roja Rabûna Mezin di te û miletê te de ye, biraderê te Cebrahîl dê te rake hinda Perwerdîgarê te, ji bo te hilbijêre û dayînê bi te de". Min got: Çima tu li vir rûniştiye? Got: "Ez li kiryarên zaroyên Adem dinihêrim. Min xeyne yên ku dibêjin: (Ji wî pê ve tu Xwedê nîne û Muhemmed şandoxê Xwedê ye) bedewtirîn, tekûztirîn, ronahîtirîn, çêtirîn, xweştirîn, û paktirîn kes ne dî". Dilê min rûnişt, min spasiya Perwerdîgarê xwe kir. Cebrahîl ji min re got: "De pêş de here ji bo tu bi wî û firîşteyan re nimêjê bikî". Ez pêş de çûm, min bi wan re du rikhet nimêj kirin. Bi qasî çavkutkekê em hilkişiya Ezmanê pêncan. Di navbera wî û yê çaran de pênc sed sal in, û wiqas jî qalindiya wî bû. Cebrahîl derî kuta. Gotin: "Ew kî ye?" Got: "Cebrahîl e". Gotin: "Kî bi te re ye?" Got: "Muhemmed e". Gotin: "Slav li te û li yê bi te re be". Derî ji me re vekirin. Min dî ku ew Ezmanekî ji zêrê sor e, navê wî Mûnîre (Rewşen). Min tê de ji xelkê Xwedê yê hêzdar û heydedar çêşît çêşît firîtşe dîtin. Min firîşteyek dî di qilafetekî mezin de bû, ku Xwedê fermanê xwe pê de, ji bo heft Ezman û heft Zemînan bi carekê de daqurtîne li wî hêsan e. Wî bang dikir: "Mîrzayê min, mewlayê min, kî li ber te derdikeve, ew qedra te nizane, çendîn tu li afirîdeyan milahîmî". Min deriyek dî, li ser du rêz nivîs rondikirin û diçûrisîn: (Ji wî pê ve tu Xwedê nîne û Muhemmed şandoxê Xwedê ye) . Gava min ew herdu rêz nivîs xwendin qufil jê ket, û derî vebû. Min tê de nihêrî, ronahî ji Ezmanê pêncan ta sînorê Zemînê heftan ê jêrîn hebû. Min Dojeh dî. Tarî bû, bi xişma Xwedê tevlihev bû, û dûmana xwe şewq dida. Min firîşteyekî qilafet mezin, bi nêrînên samdar dî, xeydîtiya wî lê diyar bû, hêzdar bû, girêkek di navbera çavan de bû, ku raberî xelkê Zemîn bike, wê giş di cida bimirin, dê derya wenda bibin, çiya hilweşin. Daner got (Mihra Xwedê lê be): "Xwedêwo, bi mafê te yê mezin, bi rastîna navê te yê comerd (kerîm), em ji te dixwazin tu rûyê Malik, xeznedarê êgir raberî me nekî". Pêxember (Selawet û slava Xwedê lê be) got: Biraderê Cebrahîl  ev kî ye ku ji tirsa wî re gurzî ketin canê min, dilê min ricifî? Got: "Dilyarê Xwedê ev Malik e, xeznedarê êgir e. Xwedê ew ji xezeb û tengijandina xwe aferandî ye. Ji dema ku Xwedê ew aferandiye, ew kirîye berpirsyarê êgir, û xeydîtiya wî dijî dijminên Xwedê zêde dibe. Ev û Ezrahîl tu carî nakenin, bervê here, û slavê lê bide". Ez bervê çûm, min slav lê da, lê wî slav li min venegerand. Cebrahîl jê re got: "Çima te slav li dilyarê Xwedê venegerand? Ev mîrzayê hemû aferîdeyan e, ew li cem Xwedê ji xelkê giş qîmettir e, ew pêxemberê mihirvanê ye". Gava Malik ev gotinana bihîstin, rabû ser xwe û got: "Ji bo te, ez lêborînê ji Xwedê dixwazim". Min got: Hele Dojehê raberî min bike. Malik got: "Ferman ne di destê min de ye". Ji nişkave me bangewaziyek ji jor ve bihîst, got: "Li ber dilyarê min Muhemmed dermekeve". Wê çaxê Malik devikê Dojehê rakir. Min dî, ewe reş e tariye, bi xezeba Xwedê hatiye strandin. Dibêjin arê cihanê ron e, ji ber ku di deryaya qudretê de (Hêza Xwedê) heftê carî hatiye şiştin, ta ku tîrêj û ronahiya wî li me diyar bû, ji bo em berjewendiyê jê wergirin. Min heftê hezar deryayên ji Xisilînê dîtin, heftê hezar deryayên ji Xesaqê(Qaq), heftê hezar ji qetranê, û heftê hezar ji qurşîna bişaftî (Hilandî). Li peravê her deryayekî, hezar bajarên ji êgir, di her bajarekî de hezar koşkên ji êgir, di her koşkekî de heftê hezar tabûtên ji êgir, di her tabûtekî de heftê hezar sandiqên ji êgir, di her sandiqekê de heftê hezar çêşît êşkence. Min tê de mar dîtin, her yek weke dareke xurmê dirêj bû, duwîşk weke qantiran bûn. Min tê de heftê hezar bîrên pûkê dîtin. Min jinin dîtin digiriyan, xemgîn bûn, bang dikirin, lavelav bûn, lê ne kesekî guh dida wan, û ne mihrivanî (Rehim) li wan dikirin. Min got: Biraderê Cebrahîl evana kî ne? Got: " Evana jinên ku ne ji mêrên xwe re xwe çêdikirin". Min jinin dîtin, derpeyên ji qetranê  ser wan berdayîbûn, zincîr û kelapçe di istiyê wan de bûn. Min got: Biraderê Cebrahîl evana kî ne? Got: "Evana yên xwe bi ser mêrê xwe re digirtin, wan ji mêrê xwe re digotin: Çiqas rûyê te pîs e, berga te kirêt e, çiqas bîhna te geniye. Ma ew nizanin yê ku ew herdu aferandine yek Xwedêye". Min jinin dîtin rûyê wan şewitî bûn, zimanê wan bi ser sîngê wan de berdayî bûn. Min got: Biraderê Cebrahîl evana kî ne? Got: "Evana yên ku bê sedem bi mêrê xwe re digotin: Min berde". Min jinin dîtin bi porê xwe dardakirî bûn, mejiyê wan di serê wan de weke di biroşan de dikeliya. Min got: Biraderê Cebrahîl evana kî ne? Got "Evana yên ku porê xwe li ber peyayên biyanî venedişartin". Min jinin dîtin bi porê xwe dardakirîbûn, çenxelên êgir di pêsîrên wan de çikiyabûn. Min got: Biraderê Cebrahîl evana kî ne? Got: "Evana yên ku zaroyên xelkê bê destûra mêrê xwe dimêjandin". Min jinin dîtin nigên wan bi zimanê wan de bûn, û dest bi eniyan de bûn. Min got: Biraderê Cebrahîl evana kî ne? Got: "Evana yên ku nizanibûn hogirî(suhbet) bi mêrê xwe re bikirana, baş avdas nedikirin, bi cil û canê gemarî bûn, ji mehxûna xwe û ji cinabetê xwe nedişiştin, xwe li ber nimêja xwe ker dikirin ta wext derbas dibû". Min jinin dîtin ker bûn, lal bûn, kor bûn, di tabûtên êgir de bûn, mejiyê seriyê wan weke don ji bêvilê wan derdiket, gewdeyên wan genî bûn, bi belekiya gewdeyê xwe letemletemî bûn. Min got: Biraderê Cebrahîl evana kî ne? Got: "Evana yên ku zaroyên wan pînc bûn, ne ji mêrê wan bûn, û dikirin istiyê mêrên xwe". Min jinin dîtin di tendûrên êgir de bi nigan dardakirî bûn. Min got: Biraderê Cebrahîl evana kî ne? Got: "Evana yên ziman dirêj bûn, xeber bi mêrên xwe re digotin". Min jinin dîtin, rû reş bûn, hurên xwe dixwarin. Min got: Biraderê Cebrahîl evana kî ne? Got: "Evana Gewad (Kerxançî)bûn, jin û peya ne bi yasagerî(Helalî) li hev dicivandin". Min jinek dî seriyê wê weke seriyê berazan bû, qilafet weke qilafetê kerê bû, bi hezar û hezar êşkenceyan êşkence dibû. Min got: Biraderê Cebrahîl ev jina kî ye? Got: "Vê paşgotin dikirin, derew dikirin, dijminahî di navbera mêrê xwe û cîranan de çêdikir". Min jinek dî, di babetî kûçkekî de bû, agir dikete devî wê, û di bin re derdiket, firîşteyan bi kulingên ji êgir li serê wê dixistin. Min got: Biraderê Cebrahîl ev kî ye? Got: "Vê dijminahî dikire navbera xelkê". Min peyana dîtin, li ser rûyên xwe veketî bûn, zinarekî ji êgir li ser pişta wan bû, û firîşteyan tajangên êgir li wan dixistin. Min got: Biraderê Cebrahîl evana kî ne? Got: "Evana yên ku diçûn peyan, a ne jinan (Lûtîbûn). Min peya û jinin dîtin bi merbendê êgir de girêdayî bûn, eniyên wan reş bûn, maran xwe li istiyên wan gerandibûn, bi wan digirtin, goştê wan diriziya, û careke din vedigeriyan weke berê. Min got: Biraderê Cebrahîl evana kî ne? Got : "Evana yên zêr û zîv vedişartin, ji bo Xwedê mal (zika)ne didan". Min hinek dîtin di nav destê wan de goştê xweş û yê pîs hebû, goştê pîs dixwarin û yê xweş dihîştin. Min got: Biraderê Cebrahîl evana kî ne? Got: "Evana ji miletê te ne, bi jin bûn, lê bê yasagerî(Bi heramî) diçûn jinên din, û jinên bi mêr bûn, lê ne bi yasagerî (Bi heramî) dicûn cem mêrên din". Min peya û jinin dîtin, pêşiyê wan bûne paşî û paşiyên wan bûne pêşî, kulingên êgir li wan diketin, firîşteyan ew li ser rûyê wan dikişandin, her ku lêdanek li wan diket, agir ji canê wan radibû. Min got: Biraderê Cebrahîl evana kî ne? Got: "Evana yên xwe ser xelkê re bê heq digirtin. Ma wan nedî, gava Iblîs xwe ser Adem re girt, û got ez ji wî çêtir im, baskên wî hatin qutkirin, û nifira Xwedê lê bû". Min peya û jinin dîtin sîxên di êgir de sor bûbûn diketin kûnê wan û di  devî wan re derdiketin. Min got: Biraderê Cebrahîl evana kî ne? Got: "Evana yên xelk bi xerabiyê dihêvotin, paşgotin dikirin". Min peyana dîtin tîrêjên êgir lêdiketin, di dev û çavên wan re, di paş qafî wan re derdiketin. Min got: Biraderê Cebrahîl evana kî ne? Got: "Evana yên xelk dixapandin, tevlokî(Fîtne) di nav wan de dikirin". Min jinin dîtin bi porê xwe bi dara zilinderê de (Ziqûmê) dardakirîbûn, pizotên êgir ser de dirijandin, goştê wan diriziya. Min got: Biraderê Cebrahîl evana kî ne? Got: "Evana yên ku derman dixarin ji bo zaroyên xwe di zikî xwe de bikujin, ji tirsa xarin û vexarina wan, û nikarbûna perwerdekiriya wan. Ma ew nizanin ku Xwedê zarokan bi xarin û vexarina dide, Xwedê gotiye hemû zindiyên li ser Zemîn nanê (Rizq) wan li ser Xwedê ye". Min jinin dîtin bi merbendên êgir girêdayî bûn, devê wan vekirî bûn, û alewiyên êgir ji zikê wan derdiket. Min got: Biraderê Cebrahîl evana kî ne? Got: "Evana stranbêjin, berî ku tobe bikin mirin". Min jinin dîtin, serê wan di qetranê de bûn, maran goştê wan dixwarin. Min got: Biraderê Cebrahîl evana kî ne? Got: "Evana jinên bi kirê li ser miriyan dîlok digotin, tiştên ku Xwedê qedexekirî mezin dikirin, ew ber ku tobe bikin mirin". Min peya û jinin dîtin di alavê êgir de bûn, êgir di zikî wan de hûvehûv bû, dikete kûnê wan û di devê wan re derdiket. Min got: Biraderê Cebrahîl evana kî ne? Got: "Evana yên malê sêwiyan dixwarin, ew di zikî xwe de êgir dixwin, û di êgir de dê bişewitin". Min peya û jinin dîtin kêm û xûn bi wan vexarin didan, û herku tiştek di hundirî wan de çêdibû, cermê wan li ser canê wan diçiriya, û ji nû ve vedigeriya weke xwe yê berê. Min got: Biraderê Cebrahîl evana kî ne? Got: "Evana yên ku fayîz dixwarin". Min peya û jinin dîtin serê wan di agirê Dojehê de bû, pizotê êgir û sermaya qişê li wan dixistin, goştê wan diriziya. Min got: Biraderê Cebrahîl evana kî ne? Got: "Evana yên dijminahî di nav xelkê de belav dikirin". Min jinin dîtin bergeyên wan hatibûn guhartina babetekî pîs, canê wan weke qetranê reş bû. Min got: Biraderê Cebrahîl evana kî ne? Got: "Evana yên porê xwe dirêj dikirin, xilqetê ku Xwedê daye wan diguhartin". Min hemû babetên êgir dîtin, cûre cûr sezaya bi êgir, hemû babetên sezayên ku kevir û hesin nikare tehmûl bike dîtin. Min di Dojehê de êşkenceyên pir giran dîtin, sam kete hundirê min, ji ber ku miletê min lawaz e, û piraniya wî jinin. Paşê deriyê Dojehê hat girtin, û vegeriya weke berê. Min li Ezmanê pêncan û li ecêbên tê de mêze kir. Dîsa firîşteyan rêz girtin, ez jî pêş de çûm, min bi wan re du rikhet nimêj kirin, û em rabûn Ezmanê şeşan. Di navebera wî û yê pêncan de pênc sed sal in, û wiqas jî qalindiya wî bû. Cebrahîl derî kuta, xeznedarên Ezmanê şeşan gotin: "Ew kî ye? Got: "Cebrahîl e". Gotin: "Kî bi te re ye?" Got: "Muhemmed e". Gotin: "Slva li te û li yê bi te re be". Derî ji me re vekirin, em derbas bûn. Min dî ku ew Ezmanekî ji yaqûtê keske, navê xwe Xalîseye(Pakî zelal). Min tê de ji aferîdeyên Xwedê firîşteyekî mezin dî, li ser kursiyeke ji ronahiyê rûniştîbû. Nîvî wî agir bû û nîvî berf bû. Ne êgir berf dibişaft (Diheland), û ne berfê agir vedimirand. Wî bangewazî li Xwedê dikir: "Hey hêzdarê ku berf û agir li hev baniye (Hebandiye), Xwedêwo dilê rebenê xwe yên bawermend li ser rêya rûnermiya bi te re li hev bibanîne", firîşteyan jî li pey wî digotin: "Amîn". Min got: Biraderê Cebrahîl ev kî ye? Got: "Ev firîşteyeke, Xwedê ew bi ecêbekê aferandiye, û kiriye berpirsiyarê Ezmanan, ew ji firîşteyan giş bîtir temban li miletê te dike, û vê bangawaziya xwe ta Roja Rabûna Mezin wê bike". Ez bervê çûm, min slav lê da, wî jî slav li min vegerand, û got: "Merheba dilyarê Xwedêyê hemû aferîdeyan (Alemîn)". Min peyakî kal û dirêj dî, bi porekî six bû, qutikekî ji hevirmêşê lê bû, bi gopal bû, hema porê wî canê wî veşartibû. Ew rîsipî bû. Riyên wî bi ser sîngê wî de berdayî bû. Min got: Biraderê Cebrahîl ev kî ye? Got: "Ev biraderê te Mûsa kurê Omran e, Xwedê ew hilbijart ji bo pê re baxife. Nêzikê here û slavê lê bide". Ez bervê çûm, min slav lê da. Gava ez bervê çûm, wî li min nihêrî, û got: "Zaroyê Îsrahîl texmîn dikin ku ez aferîdeyê Xwedê yê tewrî baş im, lê ev li cem Xwedê ji min baştir e. Ev Pêxembrê qureyşî, haşimî û erebî ye, ev dilyar e, kerîm e, mezin e, ev Muhemmedê hîmen e(Emîn e), kurê Ebdillahê kurê Ebdil Muttelibe". Got: "Merheba biraderê dizgûn, Pêxemberê tembekar". Ji min û ji miletê min re xêr û bereket xwest. Firîşte rêz bi rêz sekinîn, min bi wan re du rikhet nimêj li ser yasegeriya Îbrahîm Xelîl kir. Em dîsa di çavkutkekê de hilkişiyan Ezmanê heftan. Di navbera wî û yê şeşan de pênc sed sal in, û wiqas jî qalindiya wî bû. Cebrahîl derî kuta. Gotin: "Ew kî ye?" Got: "Cebrahîl e". Gotin: "Kî bi te re ye?". Got: "Muhemmed e". Gotin: "Slav li te û li yê bi te re be". Derî ji me re vekirin, em derbas bûn. Min dî ew Ezmanekî ji mirariya (durre) sipî ye, jê re dibêjin Ecîbe (Sosret). Ew Ezmanê tewrî bilindtirîn e. Min tê de xîzexîza pênûsan ne bihîst. Min ji firîşteyên Perwerdîgarê xwe yê hêzdar û heydedar firîştena dîtin, jê re digotin: Giyanperwerîn. Pêxember (Selawet û slava Xwedê lê be) got: Min li aliyê xwe yê rastê nihêrî, min kalekî rûxweş, cilxweş dî. Li ser kursiyeke ji ronahiyê rûniştîbû, pişta xwe dabû Mala Avakirî, ya di bergeha Kehbê de bû, Kehba ku Xwedê yê bilindtirîn şehnaz kirîye. Min got: Biraderê Cebrahîl ev kî ye? Got: "Ev bavê te Adem e (Selawet Xwedê lê be), nêzikê here û slavê lê bide". Ez bervê çûm, min slav lê de, wî jî slav li min vegerand, bi şehnaziya (Kerameta) ku Perwerdîgarê min ê hêzdar û heydedar ya ku daye min, ez pîroz kirim. Got: "Merheba lawê dizgûn û tembekar, mizgîna min li te, xêr giş ta Roja Rabûna Mezin di te û miletê te de ye. Xwedê tu jor de rakirîye ji bo payedara te (Meqam) bilind bike". Min li wê Mala Avakirî ya li paş pişta wî mêze kir. Min tê de çirayên ji gewheran dîtin, ronahiyê li hawirdora wê xelek girtibû, hinek ji yaqûtê zer bû, hinek ji zebercidê kesk bû, û hinek ji miraweriya teze bû. Firîşte li dor wê malê re dizîvirin, ez jî çûm bi wan re heft caran zîvirîm. Min bi firîşteyan re got: Ji kîçax ve hûn serdana vê malê dikin? Gotin: "Ji berî ku Xwedê bavê te Adem baferîne bi du hezar salan. Di her rojekê hezar û hezar û heftê hezar û hezar firîşte serdana wê dikin, dora yê siftehîn ta Roja Rabûna Mezin venagere". Pêxember (Sselawet û slava Xwedê lê be) got: Ez pêş de çûm, lê min biraderê xwe Cebrahîl ne dî. Min got: Biraderê Cebrahîl, li ciyekî weke vî cî, hogir hogirê xwe nahêle, û birader biraderê xwe. Çima te ez tenê hîştim, û tu paş de mayî? Cebrahîl bang li min kir: "Li min çetin e ez li pey te bimînim, sond bi yê ku tu bi rastiyê Pêxember şandiye, her kes ji me paydareke (Meqamek) xwe heye, ku yek ji me payedariya xwe derbas bike, wê bişewite". Got: Gava ev tişta bi min re got, min destê xwe danî ser rûyê xwe, û sam û tirs kete zikê min. Wê çaxê Cebrahîl ez kirim hembêza xwe, baskên xwe li min pêça, û got: "Metirse, xemgîn me be, Xwedê tu jor de rakiriye, ji bo te îkram bike, te hilbijêre, û dayînê bi te de". Pêxember got: Gava weha bi min re got, hemû tiştên ku min didîtin, li min sivik bûn. Ji nişkave bangek ji Xwedê hat: "Dilyarê min di ronahiyê kin". Firîşte hatin, çaran refrefkekî keskî (Xalîçeyek) bi qasî ciyê rûniştinekê rakiribûn, li ber min danîn, û gotin: "Muhemmed, rabe ser. Ez rabûm ser, û weke ku tîr ji kevanê derdikeve, ez bi wê lezgînê birim, ta gîştim deryayeke ji ronahiya sipî. Min firîşteyê li hunda wê deryayê dî, ku balende (teyr) yê lezok ji gurmikekî wî bifire piyê din, di pênc sed sal de nagihêjê. Ez kirim deryayeke bi ronahiya keskîn dibiriqî. Min firîşteyek li ser wê deryayê dî, ku Xwedê rê (îznê) bidê, ji bo heft Ezman û heft Zemînana bi carekê de daqurtîne lê hêsan e. Ji ber ku wiqas mezin bû. Ez ji wê deryayê derketim, ketim deryayeke ji ronahiyeke zer. Min li ser wê deryayê firîşteyek dî, ku hemû aferîdeyên Xwedê yê bilindtirîn, ên li heft Ezman û heft Zemînan çêkiriye deynin ser destê wî, dê weke xerdelekê li beyebanê bixewinin. Ez ji wê deryayê derketim deryayeke reş. Gava min ev derya dî, ez ji Xwedê yê bilindtirîn re daketim sicdeyê,  min bi dengê xwe yê jihevketî bangkir: Lo alîkarê feryadan, Xwedê yê aferîdeyan giş (Alemîn), dilroniyê şêlûyan, Perwerdîgarê Kulîna (Erş) mezin, Xwedê yê min, mîrza û mewlayê min,  di vê katijmêrê de, tenahiya min bi rebenekî ji rebenên xwe ron bike, ji bo bi min re baxife, min dilşa bike. Min bang ji perava deryayê bihîst, got: "Muhemmed were cem min". Ez çûm cem. Min firîşteyekî qilafet mezin li ser wê deryayê dî, av bi qabanekê qaban dikir, bi terazûyekê dipîva. Min bangkir: Lo rebenê Xwedê, slav li te, dilovanî û bereketa Xwedê jî. Got:"Slava Xwedê li te be jî dilyarê Xwedê". Min got: Ji bo Xwedê, ji min re bibêje çima navê Mîkahîl li te bû ye, çima Cebrahîl, Îsrafîl, û Ezrahîl weha bi nav bûn? Got: "Dilyarê Xwedê, ma te çi ecêb dîtîye, ta ku tu li ser van firîşteyan ji min dipirsî?". Min got: Ji bo rûyê Xwedê yê min, spas jê re, biraderê min Mîkahîl, ez dixwazim, gava vegerim ser Zemîn, kî ku tiştê Ezmanan ji min bipirse, ez karibim jê re li ser hêza Xwedê yê bilindtirîn baxifim. Got: "Te rast got dilyarê Xwedê. Bizanibe, navê Mîkahîl li min bûye, ji ber ku ez berbirsiyarê dilopê avê û rewzan im (Mitan), ez avê bi qabanê qaban dikim, bi terazû dipîvim, û didim ewrên ku Xwedê yê bilindtirîn kuda dixwaze dişîne". Min got: Lê tav û birûsk çine?. Got: "Dilyarê Xwedê. Gava ewr avê radikin, Xwedê firîşteyekî ji wan re dişîne ji bo wan bajo derê ku Xwedê dixwaze. Himînî û reqereq bi wan ewran dikeve, firîşte jî bi tajangekî li wan dixe, pê re ronahî ji wan derdikeve, ew jî birûsk in. A navê Cebrahîl lê bû ye, ji ber ku Xwedê zorbazî dayê ye, ew yê ku hemû kesî kare nizim bike, xulqetê wî pîs bike, erdhejê bike, birûskan bavêje. Bi destê wî Xwedê miletên kevnar winda kirin. Israfîl jî, ji ber ku ew firîşteyeke ji firîşteyan giş bask pir e, ew borîzan e. Ezrahîl jî, weha bi nav bû ye, ji ber ku berpirsiyarê standina giyanan e. Em giş jê ditirsin, ji ber ku ew berpirsiyarê standina giyanê hemû giyandaran e". Pêxember got: Min slav lê da, û ji ber çûm. Gava wî jî selawet û slav li min kir, û ji min û miletê min re xêr û bereket xast. Ez çûm, min firîşte rêz bi rêz derbas kirin, ta gihîştim biraderê xwe Israfîl (Slava Xwedê lê be). Min dî baskên wî vekirine, bi baskên xwe rojhilat ta rojava girtiye. Hezar û hezar baskên wî hene, hezar û hezar serî, di her seriyekî de hezar û hezar rû, di her rûyekî de hezar û hezar dev, di her devekî de hezar û hezar ziman. Spasiya Xwedê bi hezar û hezar şêweyan dikir, şêweyek ne weke şêweyekêye. Nigên wî li sînorê Zemîn ê heftan bû, Kulîna (Erş) Xwedê jî li ser milan bû, û borîjen (Bûq) di devê wî de bûn, hijmarên xwe qandî hijmara aferîdeyan bû. Nigê xwe yê rastê kiribû nav destê xwe, û yê çepê dabû paş xwe, xwe xûz kiribû, û dinihêrî ka kîçax wê ferman jê re were ku pif bike. Depreşa Parastî di navbera herdu çavan de dardakirîbû. Pehniya Depreşê weke dirêjiya ji rojhilat ta rojava bû. Min careke din li borîjenan nihêrî, min dî ku Ezman û Zemîn giş û hemû tiştên tê de, ku di wan borîjenan kin, wê weke xelekeke di beyabanê de xuya bibe. Pêxember (Selawet û slava Xwedê lê be) got: Min bangkir, slav û mihrevan û bereketa Xwedê li te be biraderê Israfîl. Got: "Slav û mihrevan û bereketa Xwedê li te be jî dilyarê Xwedê". Min got: Biraderê Israfîl, ez te li vir dibînim e?. Got: "Ji çaxa ku Xwedê yê bilindtirîn ez aferandim û ta Roja Rabûna Mezin ev warê min e, ez peyvên Xwedêyê bilindtirîn dibihîsim". Min got: Birader, çawa tu peyvên Xwedêyê bilindtirîn dibihîsî? Got: " Ji dengê bahozê bîtir e, ji yê birûskên çavan direvînin leztir dibihîsim". Min got: Xwedêyê bilindtirîn çi dibêje? Got: "Bi tiştan re dibêje: bibe, hîn dengê tîpa pêşîn negihîştî ya din, ew tişta weke Xwedêyê bilindtirîn dixwaze dibe". Min got: Biraderê Îsrafîl, ez niha li kê derê me? Got: "Dilyarê Xwedê hele serê xwe jor de rake". Min serê xwe jor de rakir, min dî ku, ez li hinda Kulînê me. Hemû tiştên di heft Ezman û heft Zemînan de, li ber Kulîna Xwedê weke xelekeke li beyabanê ye. Pêxember (Selawet û slava Xwedê lê be) got: Min mêze kir, min firîşteyek dî di qilafetekî dîkekî de bû, qirika wî di bin Kulîn de bû, û nig li sînorê Zemîn bû, kumikê wî bi herdu aliyan de vereşiyayî bû, zer û kesk bû. Ew li ser sicdeyê bû, di sicdeya xwe de digot: "Sibhana Xwedê yê mezin". Gava vî dîkî weha banga Xwedê dikir, dîkên li ser Zemîn giş weha jî li wî vedigerand. Got: "Gava dîkên li ser Zemîn dengê vî dîkî dibihîsin, stiyê xwe bi vî alî û bi wî alî de dihejînin, li wî dengî guhdardikin, bi wê lavêjê şa dibin, baskên xwe lihev dixin, bi wateya ku ew Xwedê yê Tenha û Zorbaz spas û pîroz dikin. Ku ev dîka his dike, ên jêr jî his dikin". Pêxember got: Ez hîn di vê rewşê de bûm, min firîştena dîtin, li ser nigan bûn. Min got: Biraderê Israfîl evana kî ne? Got: "Evana Giyandar û Kirobîn in. Evana yên Kulîn rakirine, nêzike wan here, û slavê li wan bide". Ez nêzike wan çûm, min slav li wan da, wan jî slav li min vegerand, bi şehnaziya (Kerameta) ku Perwerdîgarê min ê hêzdar û heydedar daye min, ez pîroz kirim. Got: Ez hîn bi firîşteyan re daxifîm, min bangek di ser  serê xwe re bihîst: "Slav li te Muhemmed, selawet û slav li te Ehmed". Got: Min serê xwe rakir, min firêşteyekî bi qilafetekî mezin dî, ji berfê sipîtir bû, ketibû pêş heftê hezar firîşteyên di perg û wêne yê wî de bûn. Ez hembêz kirim, ez ramûsam, û bi min re got: "Bimeş dilyarê Xwedê, yê li cem Xwedê ji aferîdeyan giş çêtir". Ez bi van firîşteyan re meşiyam, ew jî li aliyê min ê rastê, li yê çepê, li pêş min û li paş min bûn, û wan pesna min dikirin. Em weha meşiyan, me heftê hezar perdeyên ji mirarî û istebriqê derbas kirin, heftê hezar perdeyên ji sundisê, heftê hezar perdeyên ji ronahiyê, heftê hezar perdeyên ji tarîtiyê, heftê hezar perdeyên ji miskê, heftê hezar perdeyên ji enberê, heftê hezar perdeyên ji serweriyê, heftê hezar perdeyên ji zorbazîyê. Di navbera her perde û perdeyekê de pênc sed sal bû. Got: Ez gîhandim perdeya dûmanê, ji wir ez gîhandim perdeya ronahiyê, ji wir ez gîhandim perdeya hêzdariyê, ji wir ez gîhandim perdeya tekûziyê, ji wir ez gîhandim perdeya altkirinê, ji wir ez gîhandim perdeya mezinahiyê, ji wir ez gîhandim perdeya tenêtiyê, ji wir ez gîhandim perdeya xwegirtinê, ji wir ez gîhandim perdeya mayînê, ji wir ez gîhandim perdeya bilindahiyê, ji wir ez gîhandim perdeya payedariyê, ji wir jî ez gîhandim perdeya pêşwazîtiya (Hizûra) xwedêtiyê. Pêxember (Selawet û slava Xwedê lê be) got: Gava ez gihîştim perdeya tenêtiyê, min lê  nihêrî, heftê hezar rêzên firîşteyan li ser nigan sekinîbûn. Ji nişkave bang ji Xwedê yê bilindtirîn hat: "Perdeyan di navbera min û dilyarê min Muhemmed de rakin". Perde rabûn, xeyne Xwedê yê bilindtirîn kes nizane çiqas perde rabûn. Min sed hezar rêzên firîşteyên sekinî dîtin danediketin ser çongan, sed hezar rêzên firîşteyên li ser çongan bûn nedicûn sicdeyê, sed hezar rêzên firîşteyên li ser sicdeyê bûn rûnediniştin, û serê xwe ta Roja Rabûna Mezin ranakin. Pêxember (Selawet û slava Xwedê lê be) got: Ez hîn di vê ramyariya xwe de bûm, samek ji tiştên ku min dîtin kete huhdirê min, ji heydedanê, ji bedewtiyê, ji tekûziyê, ji spehiyê, û ji xişma Xwedê yê bilintîrîn. Bang li min bû: "Ehmed berve min pêş de were". Got: Min gavek gav kir, dirêjiya pênc sed sal bû. Bi min re hat gotin: "Ehmed netirs e, xemgîn mebe". Wê çaxê dilê min ji tiştên ku min didîtin rûnişt. Her weha ew Refrefka(Xaliçeya) ku ez li ser bûm, ez bilind rakirim, ez nêzike hizûra mîrza û mewlayê min kirim. Min dîtinek dî, di xapînokê de nayê dîtin, û ne di endîşeya de. Sibhana wî yê bilindtirîn, ne çavan berê ew dîtiye, ne guhiyan bihîstiye. Ez berve Perwerdîgarê xwe çûm, heta navbera min û wî de qasî du kevanan ma, berkî hîn nêziktir jî. Bêguman Pêxember (Selawet û slava Xwedê lê be), ew dilyarê Xwedê yê mezintirîn û şehnaztirîn e(Kerîmtirîn), dilyar gellek nêzikî dilyar e. Pêxember (Selawet û slava Xwedê lê be) got: Xwedê yê bilindtirîn destê xwe danî ser navbera herdu gurmikên min, destekî  ne wek destê aferîdeyan bû, belam destê hêzdariyê û vînê bû. Ez bi honikiya wî destî li ser kezeba xwe hest bûm, û wê çaxê hemû tiştên ecêb yên min dîtin ji ber min çûn. Xwedê yê bilindtirîn zanistiya pêşiyan û ya paşiyan da min. Ez bi bexteweriyê û kêfxweşiyê tijî bûm. Ez ketim rewşeke  aramî û bêdengî, ji min be xeyne min, hemû yên li Ezman û Zemîn mirin. Min ne dengek dibihîst, ne tevgerek. Paşê hişên min vegeriyan serê min. Ez li ser vê rûmeta ku ez tê de ramiyam. Bang li min bû: "Ehmed nêzike min were". Min got: Xwedêyê min, mîrza û mewlayê min, Tu slavî û ji Te slav tê. Careke din bang li min kir: "Nêzike min were". Ez nêzikê çûm. Got: "Slav li te jî". Min awazeke weke dengê Abû Bekir El-Seddik (Xwedê jê razî be) bihîst. Min got: Xwedê û mîrza yê min, ma Abû Bekir bi me re ye? Got: "Muhemmed tu li ciyekî , ne Abû Bekir digihêjê û ne kesekî din, lê bi min hat zanîn ku, ji xelkê gişkî kesekî li ber dilê te giran weke Abû Bekir nîne, min weke dengê wî bi te bihîstin da, ji bo tu ne tirsî, û bi vî dengî dilê te rûne". Pêxember got: Perwerdîgarê min ê hêzdar û heydedar behrewerî da min, û min got: slav ji Xwedê re, selawet û xweşî jî. Xwedê yê bilintirîn got: "Slav li te hey Pêxember, mihr û bereketa min jî". Min got: Slav li me, li rebenên Xwedê yên pak. Firîşteyan got: " Em bawerdikin, ji wî pê ve ti Xwedê û hevkarê wî nîne". Xwedê yê bilindtirîn jî got: "Ez jî radigihînim ku Muhemmed reben û şandoxê min e". Xwedê yê bilindtirîn got: "Muhemmed kî ji te hez bike, ez ê jê hez bikim, kî te derewîn derxîne, wê xişma min bi ser de were". Sibhana Xwedê yê hêzdar û bilindtirîn got: "Çi ji Perwerdîgarê şandox bi ser de hat bawer kir, û bawermendan giş bi Xwedê bawer kirin, bi firîşteyên wî, bi pirtûk û şandoxên wî, Tu cîwazî di navbera şandoxên Xwedê de nînin". Wan jî got: "Xwedêwo, me bihîst, û me gulle te kir, Tu me bibexşîne, çarenûsa me ya dawîn li cem te ye". Min got: Perwerdîgarê me, me bibexşîne ku me tiştek ji bîr kir, yan çewtiyek kir, me ji bo bîrkirinê seza meke". Gava zaroyê Israhîl tiştek ji fermanên Xwedê ji bîr dikirin, yan çewtiyeke gunehî dikirin, bi lez seza ji wan re dihat, tiştek ji xarin û vexarina wan qasî sûcê bîrkirinê yan çewtiya ku kirine kêm dibû. Ev babetê sezayê ji ser vî miletî rabû, bi xêra mîrzayê me Muhemmed (Selawet û slava Xwedê lê be). Daner(Mihra Xwedê yê bilindtirîn lê be) got: " Ku sezaya gor kêmasiya jibîrkirinê weha be, dê çawa be seza tiştên ku Xwedê qedexe dike werin kirin, pîsî û nerindiya li xelkê giş belav dibe, wê çaxê baran tê girtin,fêkî kêm dibin, û perjeng gor gunehan ser de tên. Em ji Xwedê yê bilindtirîn bexşîn û nazdariyê dixwazin". Pêxember (Selawet û slava Xwedê lê be) got: Perwerdîgarê me, me weke wan negire, yanî weke miletên berî miletê min. Xwedê yê bilindtirîn got: "Dilyarê min, ez we weke wan nagirim". Min got: Perwerdîgarê me, Tu sond û peymanê giran ên ku em nikarin rakin, ser me de neyînî, û paşê bi kêmasiyê me êşkence nekî, weke barên te li yên berî me barkirin, yanî li Cuhiyan, û te ji wan hinek kirin meymûn, hinek kirin beraz. Zariyê Israhîl, herku yekî gunehek dikir, gunehê wî li derîzana mala wî dihat nivîsîn, tê gotin ku li ser eniya wî dihat nivîsîn. Min got: Perwerdîgarê me, barê ku em nikarin rakin li me bar neke. Xwedê yê bilindtirîn got: "Min hemû bêtar ji ser te rakirin". Min got: Me efû bike. Xwedê yê bilindtirîn got: "Me hûn efû kirin. Û em derbasbûn". Min got: Me bibexşîne, mihrê li me bike. Xwedê yê bilindtirîn got: "Min win bexşandin, û parastin". Min got: Tu mewlayê me yî. Got: " Muhemmed, te rast got, Ez mewlayê we me". Min got: Me li hember miletê gawir serfiraz bike. Xwedê yê bilindtirîn got: "Min ta Roja Rabûna Mezin wun li hember miletê gawir serfiraz kirin. Sibhana Xwedê yê bilindtirîn, bi min re got: "Ma tu bi çavên xwe min dibînî?" Min got: Sibhaneke, çav nagihêjin te, û war te sînor nakin, şev û roj Te naguhêrin, Tu tenhayê hêzbazî. Paşê min got: Xwedê yê min, mîrza û mewlayê min, ronahî û şewq û heydedana Te çavên min korkirin, lê ez bi dilê xwe Te dibînim. Xwedê yê bilindtirîn got: "Muhemmd, wesfa min bide". Min got: Sibhaneke, kes nikare Te wesif bike, ne zana karin Te bidin nasîn, û ne Tu dikevî gumanan, Tu zindiyê cawîdanî. Xwedê yê bilindtirîn got: " Ehmed, şanê min mezin e, serhilatiya min hêzdar e, cihê min bilind bûye, xeyne min tu Xwedê nîne, Ez şahê şahan im, xastekan bi cihtînim, kî banga min bike, Ez bersiva wî didim, kî xwe li min bigire, Ez didimê, kî pişta xwe bide min, Ez wî razî dikim, kî li ber deriyê me biseke, Em ê wî qebûl bikin, û ji nexweşî û kêmasiyê dûr bixînin. Muhemmed, li ciyê ku Ez bi te re daxifim binihêre, di navbera min û te de ne şandoxek heye, ne wergêrek". Şandoxê Xwedê (Selawet û slava Xwedê lê be) got: Min serê xwe rakir, min got: Perwerdîgar, ez li ku me? Got: "Tu li ser xalîçeya Unsê yî". Ez paş de vegeriyam, ji bo solê xwe deynim. Perwerdîgarê min ê hêzdar û bilindtirîn bang li min kir: "Pêle xalîçeya me bike, me tu hilbijartiye, tu mîrzayê baştirînî". Min li aliyê xwe yî rastê nihêrî, min şûrê tolhildanê dî, xûn jê dilop dibû, bi çaqên Kulînê de dardakirîbû. Min got: Xwedê yê min, mîrza û mewlayê min, vî şûrî ji ser miletê min rake. Got: "Muhemmed, fermanê min hat dayîn, û wext derbas bû, piraniya miletê te bi şûr dê bidawî bibe". "Di gotineke din de, wê piraniya miletê te bi birîn û bayê zer bidawî bibe". Min got: Xwedê yê min, mîrza û mewlayê min, ez dixwazim tiştekî ji te bipirsim. Xwedê yê bilindtirîn got: "Berî ku Ez Adem bafirînim bi du hezar salan, min bi hêzdarî û heydedana xwe sond xarîye, ku tu çi ji min bixwazî, Ez ê bi te dim". Min got: Xwedê yê min, mîrza û mewlayê min, Te Adem bi destê xwe afirand, Te ji giyana xwe pifê kir, Te ferman da firîşteyan ji bo jê re sicdê bikin.Te Ibrahîm ji xwe re kir hogir. Tu bi Mûsa re axifî. Te Idrîs rakire paydara (Mertebe) bilind. Te Zebûr da Dawûd, û gunehekî wî yê mezen bexşand. Te malkanekî (Mulkekî) mezin da Sulêman, Te ins, cin, teyr, lawir, û ba giş kir bin destê wî. Te Isa ji peyva xwe afirand. Te evana viqas paydar kirin. Lê Te ez bi çi paydar kirim?. Xwedê yê bilindtirîn got: "Ehmed, ku min Adem bi destê xwe afirand, min ew ji axê çêkir, a tu ji ronahiya rûyê xwe min afirandî, ku min Ibrahîm ji xwe re kir hogir, a min tu ji xwe re kirî dilyar, û dilyar ji hogir çêtir e. Ez bi Mûsa re di paş perdê de, li çiyayê Tûr-Sînayê axifîm, lê bi te re Ez li ser xalîçeya nêzik, bê perde axivîm. Ne Mûsa û ne kesekî din gihîşte vê payedarê. Ku min Idrîs rakire payeke bilind, min ew rakir Ezmanê çaran, a min tu rakirî cihekî, kesek xeyne te negihîştê. Ku min malkanekî mezin da Sulêman, a min Zemîn ji te re kir mizgeft, ax kir pakîtî. Ku min Zebûr dat Dawud, a min heft ayet û KURANA Ezîmşa da te, min sûreta Despêkê (Fatîhe), sûreta Beqerê (Çêlekê), û sûreta Alî-Omran da te. Kî ji miletê te van sûretan bixwîne, Ez ê gunehê wan bibexşînim, dixwezî bira qasî kefa deryayê bin, qasî hijmara remlê bin. Ku min Isa bi peyva xwe afirand, min navê te ji navê xwe dîlimkir, û min navê te bi navê xwe de girêda, her ku rebenek bibêje: Ji Xwedê pêve tu Xwedê nîne, wê mecbûr bibêje, Muhemmed şandoxê Xwedê ye. Ku kesek bi nama (peyam) te bawer neke, Ez xebatê wî qebûl nakim, û li cihana din ew yê ji ziyandaran be". Xwedê yê bilindtirîn got: "Min Kewser da te, û çemekî şijikên wî ji mirarî û gewherê ne, ava wî ji berfê sipî tir e, ji hingiv şîrintir e, axa wî ji miskê ye, mitên wî zaferan e, pehniya wî heftê hezar mîl e. Min avzêleke sorgulîn da te, mehdera mezin, payedariyeke (Mertebek) bilindtirîn. Min mehek rojî da te, ev meha ku KURAN tê de ji te re hat. Min talanên cengê ji te re yasa (helal) kir. Min berî te ji kesekî re yasa nekir". Min got: Perwerdîgarê min, Ev Te da min, lê te çi da miletê min? Got: "Muhemmed, heftê hezar ji miletê te yê ku dê têketa êgir, min bexşandin". Min got: Perwerdîgarê min, ji min re zêde bike. Got: "Ji miletê te, yê gunehkar û serkêş, ku ber mirinê bi salekê tobe bike, em ê tobeya wî bipejirînin (Qebûlbikin)". Min got: Perwerdîgarê min salek pir e. Got: "Ku ber mirinê bi mehekê tobe bike, em ê tobeya wî bipejirînin". Min got: Perwerdîgarê min mehek pir e. Got: "Ku ber mirinê bi hefteyekê tobe bike, em ê tobeya wî bipejirînin". Min got: Perwerdîgarê min hefteyek pir e. Got: "Ku ber mirinê bi rojekê tobe bike, em ê tobeya wî bipejirînin". Min got: Perwerdîgarê min rojek pir e. Got: "Ku ber mirinê bi katijmêrekê tobe bike, em ê tobeya wî bipejirînin". Min got: Perwerdîgarê min, katijmêrek pir e. Got: "Ku xirexir mirinê bi gewriya wî keve û tobe bike, em ê tobeya wî bipejirînin". Min got: Perwerdîgarê min hîn sivik bike. Got: " Di her şeveke înê de, em ê sed hezar kes ji miletê te, ji êgir serbest bikin". Min got: Perwerdîgarê min hîn. Got: "Di şevê rojiyê yê dawiyê tenê de, em ê ji êgir hinekan ji miletê te serbest bikin, qasî ku em di tevahiya meha rojiyê de ji roja siftehîn ta roja dawiyê serbest dikin, ". Min got: Perwerdîgarê min hîn ji  min re zêde bike. Sê tişt çekirin min, û ji min re got: "Bibe, bibe, û bibe". Min got: Perwerdîgarê min ev çine?. Got: "Ev bexşîn, milahîm û mihra min e". Min got: Ji rûyê te re spas, û spasî û ikram, heydedanî, û qencî. Pêxember (Selawet û slava Xwedê lê be) got: Ez rabûm ku dakevim, lê Perwerdîgarê min ê hêzdar û heydedan bang li min kir: "Mûhemmed, hele melezîne, min li ser te û li ser miletê te ferzek daniye, kî vê ferzê bike, wê here Buhiştê, kî kêm bike, ku bixwezim Ez wî bibexşînim, û bixwezim Ez ê wî êşkence bikim. Min li te û li miletê te pênce car nimêj di roj û şevê de ferzkiriye". Min got: Me bihîst û em ê bicihbînin. Gava ez daketim, Xwedê selawet û spasiya xwe li min dikir. Ez daketim ta gihîştim biraderê xwe Mûsa kurê Omran (Slava Xwedê lê be). Dema ku wî ez dîtim, rabû ser xwe, û got: "Merheba dilyar, tu ji cem Perwerdîgarê xwe tê yî?" Min got: Belê. Got: "Çi da te?" Min got: Da min û ez razî kirim. Got: "Çi da miletê te?" Min got: Da wî û ew razî kir, û pênce car nimêj di ro û şevê de li miletê min feriz kir. Mûsa got: "Muhemmed ji Perwerdîgarê xwe bixwaze bira ji te re sivik bike. Li dawiya zemên wê miletê te, bi gewdeyê lawaz be, û bi saljiyanên hindik be, viqas nimêj nikare bike". Min got: Birader, kî kare wan perdeyên min derbaskirin derbasbike. Mûsa got: "Hema li vir ji Perwerdîgarê xwe bixweze, ew nêzikî pirsdara ne". Me hew bihîst deng ji jor de hat: "Çi dixwezî bipirs e, Ez ê bicihbînim". Min got: Perwerdîgarê min, miletê min lawaz e, nikare pênce nimêjê bike. Muhemmed (Selawet û slava Xwedê lê be) got: Pêncan li ser min û miletê min rake. Herweha min ji Perwerdîgarê xwe yê hêzdar ê heydedar dixwest, û Mûsa bi min re daxifî, ta çel û pênc nimêj bexşîne min kir, û pênc nimêj li ser min û miletê min feriz man. Mûsa got: "Jê bixweze bira sivik bike". Min got: Biraderê min, ez ji Perwerdîgarê xwe fedî dikim. Perwerdîgarê min bang li min kir: "Muhemmed, me nimêj kirin pênc di piratîkê de, û pênce di terazû yê de. Yanî her nimêjek bi dehan e, gotina baş li cem min bi dehên weke wan e, lê kê nerindiyek kir, li ser wî neridiyek tenê tê nivîsîn". Got: Min xatir ji biraderê xwe Mûsa xwest, û ez hatim hinda biraderê xwe Cebrahîl (Slav lê be). Min dî, ew hîn le ser nigan e, ne pêş de hatiye û ne paş de çûye. Dema ku ez dîtim, ez ramûsam, û got: "Merheba dilyarê Perwerdîgarê hemû eferîdeyan(Alemîn), te çi ji cem Perwerdîgarê xwe hanî?" Min got: Xwedê qenciyeke mezin da min, çakî û rûmet û gelek dayîn, û pir comerdî ser min de barand. Got: "Ji min ve hat zanîn ku tu li cem Xwedê yê bilindtirîn ji xelkê giş rûmetir î". Bi destê min girt, û em hatin gihîştin Buhiştê. Min li wir firîşteyekî bi qilafetekî mezin dî, bergeyeke çak bû, bi rûyekî spehî bû, û ronahî ji rûyê wî dibariya. Li ser kursiyeke ji ronahiyê rûniştîbû, xişr û xemil bi ser de berdayî bûn. Min got: Biraderê Cebrahîl ev kî ye? Got: "Ev Ridwan e, xeznedarê buhiştê ye, ez pêş de çûm, min slav lê da. Gava ez dîtim, bi rûken rabû ser xwe, slav li min vegerand, ez ramûsam, destê xwe da min, û got: "Merheba Pêxemberê tembekar, biraderê dizgûn". Cebrahîl got: "Ridwano, bi destî dilyarê Xwedê bigire, û Buhiştê raberê bike". Min li zemînê Buhiştê nihêrî, weke berfê sipî bû, şijikên wê ji mirarî û mircanan bû, axa wê misk bû, mêweyên wê zehferan bû, bi darên pelgdar bû, pelgek ji zîv û yek ji zêr bû. Fêkiyên wê weke stêrkan diçûrisîn, û Kulîn binbana wê bû, sîsikî (Îçî) fêkiyan ji mihrê bû, firîşte şêniyê wê bûn, û çîran yezdan bû. Ridwên bi destê min girt, û em di nav darê Buhiştê re meşiyan. Çi hebû çi tinebû, nevîn hebûn , kanî, jinên çavbelek, keçîndar, koşkên bilind û xulam hebûn. Ew gîş weke hîvan bûn, xizmetkar hebûn û darûdest,  rez û dewar, xêr, war, sermed, bextewerî, berdewamî, ev giş li kêleka şahê zanyar hebû. Min kumbetekî (Qubeyek) ji miraweriya gewr dî, bê tiştek bi dardakirbû, hezar deriyên wê yên ji zêrê sor hebûn, li ber her deriyekî hezar berbûk hebûn, di hundirî kumbet de hezar şaneşîn hebûn, di her şaneşînekê de hezar ode hebûn, di her odeyekê de hezar text, li ser her textekî hezar nivînên ji stebriqê hebûn, di navbera nevîn û nevînê de çem dimişiya, û li ser her nevînekê sorperiyek hebû, ku mirov lê dinihêre çav şaş dibe, bal şerpeze dibe. Ez ecêmayî sekinîm. Min dengek ji bilindiya jorîn bihîst: "Muhemmed tu ji van giş ecêmayî dibî, hele li pêşiya kumbet binihêre, tu yî hîn tiştên ecêbtirîn bibînî". Min mêze kir, dirêjiyeke qasî ku çavên te dibînin dirêj e, tê de kumbetekî ji zemrûdê kesk hebû, textekî ji enberê gewr, bi mirarî û gewherê neqşandî bû. Li ser têxt cariyeke çav reşbelek, gewr, esmer, nazenîn hebû, ma ji ro û hîvê  çêtir heye? Tew ro û hîv nagihêje çelengî û spehiya wê. Ji niga ta çongan, Xwedê ji kafûrê gewr çêkiribû, ji çongan ta sîng ji miskê Adefer, û ji sîng ta rûyê wê ji ronahiya dibirûsî çêkiribû. Bi poz û şeş sed biskan bû, ku li ber şêniyê Zemîn derkeve, wê pêçiya wê ya biçûk tenê rojhilat û rojava ron bike, ku tife deryaya şor bike, wê şîrin bibe. Min got: Biraderê Cebrahîl ev hebûna pir, û dayîna bê hempa ji kê re ye? Got: "Dilyarê Xwedê, ev ji kesê ku ber mirinê dibêje: Ji wî pê ve tu Xwedê nîne, û tu şandoxê Xwedê yê rastî". Got: Min hebûn û malkanên pir di Buhiştê de dîtin. Min tê de heft çem dîtin, yek ji avê bû, yek ji şîr bû, yek ji meyê bû, yek ji hingiv bû, yek ji ava şîrin  bû, yek ji şîlavê bû, yek ji Tesnîmê bû, û yeke ji kewserê bû. Pêxember (Selawet û slava Xwedê lê be) got: Ez ji Ezmanekî daketim Ezmanekî, her ku ez di Ezmanekî re derbas dibûm, hemû tiştên tê de digotin: "Ji wî pê ve Xwedê nîne û Muhemmed şandoxê Xwedê ye". Gava ez gihîştim Ezmanê cihanê, şev hîn weke berê bû, ne pêş de çûbû, ne jî paş de hatibû. Ez siwar bûm û hatim Mekka Xwedê yê bilindtirîn şehnazî lê kiriye. Ez ji ser Buraqê peya bûm, Cebrahîl xatir ji min xwest, û got: "Muhemmed ku siba li te ronbû, bi miletê xwe re çi ecêb te di vê şevê de dîtin bibêje, û mizgîniya mihra Xwedê yê bilindtirîn bi wan de". Min got: Biraderê Cebrahîl, ez ditirsim bibêjim ku vê şevê ez çûm Ezmanan, min derewîn derxînin. Cebrahîl got: "Guh mede kesekî, ku te derewîn derxînin, dê Abû Bekir te rast derxîne". Pêxember(Selawet û slava Xwedê lê be) got: Ez di nevîna xwe de ta sibeyê raketim. Min nimêja sibê kir, û derketim ber deriyê mizgeftê. Ji gerdîşeyê (Edet) Abû Cehil ê mirdar, her ku ber min re derbas dibû, digot: "Muhemmed te duhinî çi pêşbînî dîtin". Ew ber min re derbas bû û weke her carî ji min pirs kir. Min got: Ez bi şev birim. Got: "Tu kuda birî?" Min got: Ez birim Mala Meqdisê, paşê ez birim Ezmanan, birim ta Kulînê. Ez bi Xwedê re axifîm, ew bi min re axifî, dayîn da min, min Buhişt dî, û Xwedê çi ji şêniyê wê re amedekirîye. Min Dojeh dî, û Xwedê çi ziqqûm û alavê êgir ji şêniyê wê re amadekirîye. Abû Cehel got: "Muhemmed vê gotina xwe veşêre, bi kesekî re mebêje, dê xelk te derewîn derxîne". Min got: Çawa ez ê tiştê ku Xwedê dane min, û ez pê kirim deyîndarê xwe, ez ê veşêrim?. Xwedê yê bilindtirîn gotiye bi dayîna min baxife. Abû Cehil, Xwedê nifira xwe lê bike, got: " Ev çi ecêba gotina te ye, tu karî ji miletê xwe re, çi te ji min re got, bibêjî?". Min got: Belê. Abû Cehilê mirdar bang li şêniyê Mekka kir, Mekka ku Xwedê yê bilindtirîn şehnazkirî ye: "Hêêê..şêniyê Mekkê, werin cem min". Şêniyê Mekkê giş civiyan. Pêxemberê Xwedê (Selawet û slava Xwedê lê be) rabû û got: Gelê Qûreyş, bizanibin, ku Xwedê, sibhana wî, ez bi şev birim Mala Meqdisê, û ji wir ez hilkişiyam Ezmanê heftan. Min li wir Pêxember (selawet û slava li wan be) giş dîtin. Ez rabûm hinda Kulînê: Min pêle xalîçeya ronahiyê kir. Ez bi Xwedê re axifîm, ew bi min re axifî. Min Buhişt û Dojeh dî. Min ji wan re hemû tiştên min dîtîn wesif kirin, û Abû Bekir digot: "Rast e hilbijarê Xwedê, tu rast dibêjî, dilyarê Xwedê". Abû Cehilê mirdar got: "Te ji me re her tişt xweş got, em xeberên Ezmên ji te naxwazin, em xeberê Mala Meqdisê ji te dixwezin, de ji me re bibêje, ta em bizanibin ka gotinên te rastin". Pêxember (Selawet û slava Xwedê lê be) serê xwe jêr de berda. Ew bi şev kete Mala Meqdisê, û bi şev jê vegeriya, wî ne tiştek dî, û ne nîşanek. Xwedê ferman da Cebrahîl: "Dakeve Mala Meqdisê, zemîn, gir, newal, kolan, çarşî, mizgeft û deştê wê hilkişîne, û bide ber çavê dilyarê min Muhemmed". Cebrahîl daket cem Pêxember (Selawet û slava Xwedê lê be), Mala Meqdisê li ber destê şandoxê Xwedê (Selawet û slava Xwedê lê be) rêxist. Pêxember li Mala Meqdisê mêze kir, û cih cih ji milet re wesif kir. Wê çaxê gişkan serê xwe jêr de berdan, û Abû Bekirê Seddiq digot: "Tu rast dibêjî dilyarê Xwedê". Paşê Pêxember (Selawet û slava Xwedê lê be) got: Gava ez û biraderê xwe Cebrahîl difiriyan, min li hinda çiyayê Arak ji zaroyê Mexzûm filan û filan û hinek siwar dîtin, deveyekî wan ê reng sor wenda bûbû. Min ji jor ve, gazî li wan kir, ku devê we li newala Nexlê ye. Siba, gava ro hiltê, dê ew bigihêjin we. Dema ku tên cem we, hûn karin ji wan bipirs in. Sibeya roja din, karwan di rohilat de negihîşte Mekkê. Tê gotin ku Xwedê wê rojê ro girt ta karwan di wextê de gihîşte Mekkê, ji bu gotinê mîrzayê xelkê giş, dilyarê Xwedê Muhemmed rast derkeve. Got :Gava ro derket, karwan kete Mekkê, û xeber dan ku deveyekî wan wenda bû. Gotin, em lê digeriyan, me hew bihîst ku kesek ji jor ve bang li me dikir, ku deve li newala Nexlê ye. Em hatin wê newalê, û weke ji me re hat gotin, me deveyê xwe dî. Dema ku milet ev tişta bihîst, kêfxweşiyeke mezin hat wan, gengeşî, zilxet bi wan ket, bi navê Xwedê kirin lavelav. Şandoxê Xwedê (Selawet û slava Xwedê lê be) derket, li hawirdora wî misilman civiyan. Ew di nav wan de weke hîveke di nav stêrkan de xuya dibû. Di wê rojê de, çar hezar peya îslam bûn, û li Ezmanan gengeşî bi firîşteyan ket, wan bi navê Xwedê dikirin lîlelî, û bang dikirin, ji bo rûmeta Muhemmed ê mizgîngo û heydedar. Abû Cehilê ku dijminahî bi Pêxember re dikir, bawerî bi pêxembertiya wî nedikir, jê zikreşî (hasûdî) û digirt û got: "Ev efsaneke ecêbe ji te derdikeve Muhemmed". Pêxember (Selawet û slava Xwedê lê be) bi hogirê xwe re axifî, çi tiştên ecêb li Ezmanan, li hinda Kulînê dîtin, û çi xweşiya berdewam a ku di Buhiştê de dî ji evîndarê re got. Û çi êşkenceyên bi jan, ji dijminê wî re di agirê Dojehê de dî.

 

--------------

Ji pirtûka min: (ÇÎROKA ÎSRA Û MINHRACÊ. HEWLÊR 2014).

*  *  *

 

 

HINEK ŞÎROVE

Mizgefta Heram li Mekkê ye. Mizgefta Eqsa li Qudsê ye(Felestîn).

Navê wî Ebdullah kurê Ebbas e, hevoka "Xwedê ji wan razî be" yanî ji Ebbas û ji kurê wî.

Di peyva erebî "Alemîn" de, du wate hene, yek yanî cihanan, û ya din bi wateya aferîdeyan. Di nivîsê de bi wateya hemû aferîdeyên Xwedê hatiye; mirov, lawir, cin, û h. w.

Kehbe: Mala Xwedê ya li Mekkê ye, ya ku Misilman sal bi sal diçin serdana wê. Ev serdana jê re dibêjin Hec.

Bi vî zinarî re bi erebî dibêjin "Elsexre". Pêxember ji ser wî zinarî çû Mihracê.

Mihrac: Yanî sillem, bi ingilîzî jê re dibêjin "Escalator".

Ezmanê siftehîn e, yanî Ezmanê vê cihana me.

Di ferhengên erebî de, wateya vê peyvê "tenik" tê.

Siccîn: Gor şîrovekarên Quranê newaleke di Dojehê de ye.

Ayeteke di Quranê de ye.

Derhem: Navê pereyekî kevin e.

Bêkesiya di gorê de.

Du firîşte ne bi navê Enker û Nekîr in, ew pirsan ji mirovê mirî dikin. Wek: "kî Xwedê yê te ye, kî pêxemberê teye?"

Girêka li ser eniyê, nîşana xeyîdandinê ye. Gava mirov dixeyîde, çermê eniya xwe dişidîne, çixîs li hev komdibin weke girêkekê xuyadibe.

Em li vir nizanin daner kî ye?. Di çavkaniyan de navê wî ne diyare. Dibe ku ew yê nivîsa Îsra û Mihracê cara yekem çapkiriye.

Xisilîn: Kêma ji çermê mirovên di Dojehê de dişewitin derdibe.

Nexweşîyeke çermîye, ku cih bi cih belek dibe. Ereban keçên weha nedixwestin û yên xwe jî nedidan peyayê weha. Ev girûpê jinan belek bûne, û gor vê belekiyê parçeparçe dibin.

Mala Avakirî: Gor zanyarên îslamî ew Kehba li Ezmên e, û Kehba li Mekkê nemûna wê ye.

Xerdel: fêkiyeke, weke ku li Mekkê wê çaxê hebû.

Depreşa Parastî, li ser vê depreşê çarenûsa mirovan ji despêkê ta dawiya cihanê li ser nivîsiye, ne tiştek li ser zêde dibe û ne kêm dibe.

Di zimanê erebî de peyva "Bibe" ji du tîpan avadibe, ji "k" û "n" yanî "kun", û tîpa "u" di erebî de natê nivîsîn. Gava Xwedê bi tiştekî re dibêje " kn" berî ku dengê peyva "k" bigihêje peyva "n" muradê xwedê bi cih dibe.

Kirobî: Girupeke firîşteyan e. Dibêjin ew ji dema ku Adem û Hewa ji Buhiştê hatin qewtandin  li ber deriyê Buhiştê radiwestin. Vegere ferehenga "Pirtûka Pîroz" yanî "Tewratê". Weşana heftemîn, çapxana "Dar el- seqafe" Qahîra. 1991.

Mebest ew e, ku pir nêzike Xwedê bû, weke nêzikiya di navbera kevan û têlên wê, yên tîrê pê davêjin.

Zanistiya hemû xelkên berî Muhemmed çûn, û hemû yên dê ta dawiya cihanê li pey wî biçin.

Va sonda, yanî fermanê xwe li me zor meke, weke ku te li yên berî me zor kir.

Yanî mirov li ser bi bêkesiyê hest nabe, û bextewer dibe.

 Aveke ji jor de tê.

 

 

ANKÊT Encam Hemû

?Dixwazî Pêşmergeyên Rojava vegerin?

HERÎ ZÊDE HATINE XWENDIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

PIR HATINE ŞÎROVEKIRIN

ÎRO

VÊ HEFTEYÊ

VÊ MEHÊ

MALPER

ARŞÎV