FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ciwan Nebî
ciwannebi@hotmail.com
Derya kûr bû, ne?
01 Gulan 2010 þemî Saat 04:50

 

 

Ji malbata Mihemd Sedîq Bilê re*

Dema em bi hev re binav bûn…

Derya kûr bû, ne?

Derya tarî bû?

Pîs bû?

Îþev jî bi tena xwe vedigerim malê, kolan dirêj e, bahoz kolanê dimale û helbesteke min li ser zimanê min e, helbest wilo dibêje: Ewte ewta kûçikên bi þev li kolanan beredayî te natirsîne. Ewte ewta kûçikan ji te re dibêje ku mirov razayî ne…

helbesteke din jî li bala min dixe, doza nivîsandinê dike, lê derya kûr e, ez jî binav destê sê zarokên nû piþkivî digrim û bêhna min diçike. Derya min li ber xwe dibe, min tavêje çepî kolanê, kolan kûr e weke deryayê, weke helbestê. Destekî xwe dirêj dikim dîwar, çixareya di destê din de vêketî dike tiliyên min biþewitîne û serê min ji min dikeve, tu li bîra min î nuha, zarokên te li ber çavên min bi min re binav dibin û qîrên xanima te devê helbestê digrin bo zarok tiþtekî nizanî bin, nas nekin çi dibe. Derya kûr e ne? Derya har e?

hewl bide cara dawî destê xanima xwe bigrî, cara dawî riwê zarokên xwe ramûse, bi guharê wan bilîze û kenê dawî bi wan de qena helbest bi qasî êþê derbikeve, qena êþ bedew be weke tolhildanekê ji dîmena dawî re, ji pêlan re dema ez û te cara dawî li hev binihêrin û binav bibin di helbestê de, tu dibînî?

Ev ne lêvên deryayê ne weke ku ji me were?

Ev ne xewn e? 

Kolan weke deryayê sar dibe, weke deryayê min li hev digerîne, weke helbestê û ne deriyê malê, ne jî beravek ji asoyan dibe, bitenê em in, gotinên dawî yên ne bi dilê deryayê dibêjin. Gazinan ji te dikim:Çi te da ser sînga vê deryayê? Ma bi rastî ev wellat nema hêja ye em li wî bimrin? Ev der nema têra me dikin? Têra xewnê me? Þewatê me? Ma bi rastî jiyan li paþ vê deryayê hilandî ye? Dipirsim te çima zarokên xwe bi xwe re birin? Xanima xwe?

Ev kolan tev ji wan re bûn yaw, bera li ser wan bi heftokên xwe bilîsta, ev kolan yên wan bûn, di wan de bibeziya, sixêf kiriba hevalên xwe weke me, weke me bi wan pevçû ba û weke me mezin bûba di nav toz û heriya wan de, zaroktiya me li bîra te tê ne? Xarên me? Gemara me di wa rojên xemilandî de? Ew roj yên van zarokan bûn nuha, ew roj li hêviya wan bûn.  

Xuhdaneke germ te digre û tu bi deryayê dikevî, ne dizanim tu li bersivê digerî, ne yan tu deryayê derbas dikî ber bi jiyanê de, ez mat mayî li te dinihêrim û binav dibim, hevalên min î çûyî li bîra min tên, hevalên min î bi welatan ketî, lo hemî tiþtên çûyî li bîra min tên û ez  çûyînan kom dikim ji helbestê re, tu jî zarokên xwe razî bike ku ev lîstikeke, ku derya hevala me ye, bi me þa dibe, bera nizanî bin.

Kolan tariya xwe har dike weke deryayê û weke deryayê dawî nabe, weke helbestê, em jî li ber xwe didin xwe bigihînîn jiyana li paþ van pêlan, li paþ vê kolanê, li dawiya helbestê û qîrîn bi zarokên te dikeve, bang li diya xwe dikin, bang li min û te dikin û em xwe zer dikin deryayê, li esîman dinhêrin û pêlek radihêje me û me ber bi kenê wan de dibe û pêlek me ji wan dûr dixe, me parçek dike, em dixwazin pêlan bixwin, deryayê gez dikin û dixwazim deryayê têxim tûrikê xwe de û tûrikê min ji min dikeve, ji helbestê û qîjîn û qîrîn û nalîn bi zarokên te dikeve,  bi me û hewarên xanima te helbestê divecniqînin, awirên min û te jî deryayê, lê derya kûr e, derya tarî ye, pîs e, me dide ber xwe em yên ji jiyanê re negerek, ji mirovahiyê re. Esîman çi xweþik in îro_ ji te re dibêjim_ û derya har wêneya esîmanan wêran dike, derya serê xwe bixwe. 

Dîmena dawî ye, hîna em bi hewara hev ve tên û pêl me parçe dikin, hîna em qîr dikin û aso dûr in bi qasî jiyanê û bi qasî jiyanê aso xwe ji me cuda dikin, li derdora me tev derya ye, har e, li jor me, li jêr me_ divê em nas bikin_ ne kevokek li esîman heye ku nameyekê bigihîne bendewarên me, ne jî nameyek, bitenê derya  nameya me yî dawî ye, wê ji kesên mayî re dihêlin, hewl didin bigihêjin hev, careke din hev ramûsin, careke din destên hev bigrin û pêl me belav dikin, em hewl didin, lê derya kûr e, kûr e ha, derya tarî ye, derya pîs e. Wilo tu ji min re dibêjî weke bersiveke dawî ji gazinên min re û berê xwe didî aliyekî din: Em hev nebînin çêtir e. Û derya devê xwe vedike, kolan jî bi helbestê re û em binav dibin, li wir hûn di deryayê de, li vir ez di helbestê de û derya hêsirên we radiwestîne û helbest hêsirên min weke kolanê berdewam dike: helbest kûr e ha, helbest tarî ye, helbest pîs e….

 ____________________________________________________________

*Mihemed Sedîq Bilê yê ku û xanima xwe û her sê zarokên xwe berî çend rojan di deryayê de, li Yûnanê binav bûyî.

Þahîn Bekir Soreklî
Trajêdiyeke bêhûde ye
Trajêdiyeke bêhûde ye birêz Ciwan Nebî. Xwedê Sebrê bide te û endamên malbata te. Mirov nedizane bi rêya çi peyvîn di zimanekî de agirê di dilê te de zindî vemirîne. Tenê dikarim li vir dibêjim, mirin li pêþ me hemiyan e; hewl bide rojên xweþ yên li paþ manî bi xêzan û zaroyên xwe re bîr wînî. Þûna wan behuþt bêt.
Þahîn Bekir Soreklî
11 Gulan 2010 Sêþem Saat 06:56

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere