FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Qadir Egîd
mamostakurd@hotmail.com
Bavê min bê edeb e
27 Gulan 2010 Pênþem Saat 23:29

Ez di deryaya malperan de noq bûbûm , dema ku dengekî nizm û tirsok di ber guhê min re bezya, xirecir û qîjeqîja van malperan serê me di teqereqeke bêhempa de werkiriye, jiyana me kiriye mîna yê ku pêxwas li ser berfê dibeze. Tu ji navnîþanekê xelas nabî ta ku yeke din bi guhê te digre û destê te bêhaydarî miþk diajo ser tikandinê,  çavên mirov bi kerb êrîþê dibe ser rêzên rûpela ku nû li ber te vedibe, ta ku tu  binêrî bê vî nivîskarî çi afirandin di derbarê vê wêjeya talankirî de kiriye, lê þkestî û polîpoþman roniya çavên te di þkeftên xwe de vedimirin…!

Îro, wek her roj, hejmara  rûpelên vekirî panzdeh derbas kiribûn, û ji ber ku pirên wan  rûpelan  - wek yê ku qûna xwe bi paçikan mezin bike- pûç bûn, min yeko- yeko ew difetisandin, û dawiya wan dianî. Metelo dibêje " naveke giran li ser gundekî xerabe ye" herwiha gotarin bi navnîþanin mezin  û naverokin vala ne. Di  encama moxilkirina van rûpelan de, sê gotarên hilbijartî bi ser ketin, û min jî yeko- yeko dest bi xwendina wan kir.

Ji ber ku dê, bav, civak, ol, dibistan û  kolan tev de, ji zaroktiya me ya mezin de û ta meznaya me ya biçûk- em fêrî qedexekirinê kirine - nemaze ku em di welatê qedexeyan de dijîn – lewra, di serê me de meyiyaye û me jî di serê zarokên xwe de meyandiye ku por, deng, ken, bihn  û laþê pîrekê tev de qedexe ne.

Rûpela dawîn min xwend, li ser tabloyên hunermenda kurd  Semer Dirêî,  û bi pênûsa  mamoste Hesen Dirêî bû.  Ji niþkav ve keça min î 8 salî derbas bû, min tiþt li xwe çênekir û xwendina xwe berdewam kir, keç bêdeng bi þûn de vegeriya. Kêlîkek derbas bû, bi destê birayê xwe girt û her du, ta ku dengê wan nekim , li ser tiliyên xwe derbsa bûn.  Bi mixabinî ji birayê xwe re digot:

- Tu dibînî,  qaþo baba nimêj dike û ji me re dibêje telefizyonê nebin ser kenalên filman tiþtên tazî di wan de derdikevin, ew jî guneh in, çi bav û çi hal, ez ê niha bi telephonê bi pîrê re biaxivim, jê re bibêjim kurê te bêedeb bûye…!

Birayê wê lê vegerand:

-  na, na wê pîrê  aciz bibe, em  ê ji kalo re bibêjin çêtir e,  ji bo bi kopalan pêkeve,  û bes careke din li wêneyên FELTAN temaþe bike….!

Çavên min li kombyûter e, lê guhên min miç li wan e, di cihê xwe de matmayî mame, ger  xwe nebihîstî bikim,  ew nerîna feltan di serê wan de li ser min ma, ger haydar bikim divê ez wan di derbarê vê hunermendiya biyanî bighînim baweriyekê  li gor temenê wan, û her du jî zor in.

- Yaho, vê hunermenda belengaz dixwst ku cilin xweþik li vê keçikê bike, lê beriya ku tabloya xwe bi dawî bike qutîka wê a rengan vala bû, ji bo wilo ev keçika han tazî maye. Bi sistî min ji wan re got.

Bê ku encama sedema min rola xwe li wan bike li hev nerîn,  keçikê got: cil ji gulê giringtir bû,ma ev çi gul e? Bera jê re kiriba kirasekî dirêj.

Lawik got:  Ma nikarîbû keçik bixistai paþ perdeyê de, çima li pêþiya perdeyê ye?

Karê wê çêbû , ger vegere wê wan bi cil bike, û porê wan jî þeh bike, bê guhdan min bersiva xwe û hunermenda me da, rûpela malperê nîvco girt,  karek ji xwe re derxist, pehniya pêlavê þikand, û bi lez laþê xwe ji qamçiyên nerîna wan  rizgar kir…! 

Têbînî: 
Tablo ji malpera Welatê me ne.

Hîn ev nivîs nehatiye şîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere