FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Mehmûd Badilî
mbadili3@hotmail.com
Dê heta kengî girtin û devgemkirin li Sûriyê berdewam be?!
14 Hezîran 2010 Duþem Saat 20:27

Bê guman, Sûriya weke welat ji demek dirêj ve di rewþeke ne xweristî de dijî, ku alozî û nakokî wê ji der û hindir ve dixwin û hidinr bêtirî derve. Çima hindir bêtirî derve..? ev jî ligorî destûr û yasayên jiyanê yên herî þaristanî û pêþketî ta li ser asta bûneweran bi tevayî çi ajel, nebat, mirov û tiþtên dîtir jî, ji her kesî re hatiye çespandin, ku hindir ne saxlem be, ku hindir tev nexweþî û girêk û alozî be, tucarî ruwê derve yê tiþtan xweþik nabe, ew tiþt çiqasî xwe xweþik bike, çiqasî li hawîr xwe her û bê, herdem dê ruwê wî tiþtî çelmisî bimîne, lê dema bi bîrwerî û bi hiþekî vekirî û dilekî rast li ser xwe raweste û bi rewþa hindirê xwe ve mijûl bibe, dê ewê karibe hemî nexweþî û aloziyên xwe çareser bike, nemaze ku di dema îro de alav û amêrên xweþkirin û xweþikbûna jiyanê li ser asta kes û civak û welatan ji yên demên berê bêhtirin.

Sûriya weke welat, ji hindir ve welatekî nexweþe, ji serî ta binî di alozî û nexweþiyan de maye, nexweþiyê xwe berdaye kûrahiya hestîyên wê jî, hêdî hêdî li ser agirekî bê deng giyanê wê diþewite, kezeba wê ber bi reþbûnê ve dipiþive, her em dikarin bêjin, welatekî kezeb reþî bûye, ji ber gendeliya ku ji demek dirêj ve di hindirê dezgehên wê de diçêre, jibilî konevaniyên kirêtbûn, gendelî, birçîbûn, bêkarî, girtin, devgemkirin, lêxistin, kuþtin û çandina tirsê ku di rêya regezên ewledojeh re li ser miletê sûriya bi tevayî û miletê kurd bi taybet tê sepandin. Ji hêlek dî ve, ji ber ku rêjîmê, þêlûbêl û ajawe di karê xwe yî konevanî de hilbijartiye û siyaseteke çewt û ciyawaz û þovînî dijberî hemwelatiyên xwe diþopîne û bi taybet dijberî miletê kurd.

Bê guman, girtin û devgemkirin yek ji wan nexweþiyên herî dijawre, ku li çi deverê be û di çi çax û demê de be, diyardeyeke pirr xerab û bêhûdeye, çiku diyardeyeke dijî azadiya kesayetî û giþtiyê ye, di rêya wê re, dengê dadî, maf, wekhevî, azadî û mirovatiyê bin pê dibe.Ev diyarde bêhtir li welatên ku di bin desthelata rêjîmên zordest û diktatorî dene tê bikaranîn, ew rêjîmên ku baweriya xwe bi hebûna fireregeziyê di heman welatî de nînin, û rêjîma sûrî ya Be'es vê siyasetê bi rengekî rojane derbarî miletê xwe diþopîne, li gor nerîn û baweriyên wê ku çi miletên di çarçewa welatê Ereban de dijîn ji xwe ew erebin, û çi kesên di çarçewa dewleta Sûrya de dijîn ew be'esî ne, hemî karker û çotkar, hemî mamosta, nûjdar û endazyar ta kevok û çivîkên li asîmanê wê jî difirin..td, tev be'esîne, ev herdû nerîn ji xwe peyv û guftûgo li ser çê nabe, û çi kesên jiderveyî çarçewa vê nerînê dijminê welatin.

Îca, ev helwest rê li ber hemî nerînên dî digire, ango ev helwest dijî azadiya derbirrîna nerînê ye, û dijî rêbîrên mafên mirovatiyê ye, ji xwe mîna va mafan li Sûriyê peyda nabin, çiku hemî girtiyên siyasî di zindanên Sûriyê de (kurd û ereb) yek ji sedemên girtina wan helwest û nerîn bi xwe ye, tevku nerîna wan ne nerîneke kesayetiye jî, belê nerîna parçeyekî mezin ji civaka Sûriya destnîþan dike, ku ev parçeyê civakê bêpare ji hemî mafên xwe yên netewî û demoqratî û bêpare ji mafê azadiyê. ji alîkî dî ve, nerîna kesên girtî, nerîna civaka Sûriya bi giþtiye, ji ber miletê Sûriya bi tevayî ji mafên demoqratî û azadiyê bêparin.

Ligorî vê yekê, kurdên di zindanên Sûriya de, ne di ber nerînên xwe yên kesayetî de têne girtin, mîna Mehmûd Sefo endamê mekteba siyasî ya partiya çepê kurd, helbestvan Hefîz Ebdirehman, xebatkar Miþ'el Temo, û bi dehan weke wan endamê partiyên tevgera kurdî li Sûriyê, dema em wisa dibêjin, em vê yekê bi azadî û berpirsyariyê ve girêdidin ligorî nerîna felsefî ji van herdu wateyan re, ji alîkî dî ve, em wê bi daxuyaniya cîhanî ya mafên mirovatiyê ve girê didin, ku desthilata Sûriya çi bayexdan û rêzgirtinê nade hebûn û rûmeta hemwelatiyên xwe, û hemî mafên azadiyên giþtî yên bi kesan û civakê ve girêdayîne di sergoyê zordestî û kirêtiyê de dikuje.

 Pirsa herî giring yaku bi rengekî rojane hiþê miletê Sûriya bi tevayî û miletê kurd bi taybet mandû dike : Gelo ta kengî dê girtin û devgemkirin berdewam bike.. û ta kengî dê desthilata Sûriya ji siyasetên xwe yên çewt û kirêt vegere, û guhdan û rêzgirtinê ji daxuyaniya cîhanî ya mafên mirovatoyê re bigire..?!.

Rewþa vê pirsê û gelek pirsên dîtir, rewþa miletekî di nav agir de dijîn destnîþan dike, rewþa miletekî ku kêr gihiþtiye hestiyê wî berçav dike.

Bê guman li hember vê þewitandinê, ji rêjîma Sûriya tê xwestin ku  li rewþa hindirê xwe bizîvire, taku karibe hemî êþ û aloziyên xwe li ser maseya çareserkirinê raxîne, û bi hiþekî vekirî regezê guhertinê hilbijêre bo bicîkirina azadî û demoqratiyê ji hemwelatiyên Sûriya bi tevayî re. Her em di wê baweriyê dene ku rengê vê guhertinê, guhertineke aþtiyane û demoqratî daxwaza dilê hemî miletê sûriyê ye, ku hemî regezên vî welatî bi hebûna xwe hest bibin, û mafên xwe yên netewî û demoqratî di çarçewa welatekî serbest û hevgirtî de bikarbînin.

 

Hîn ev nivîs nehatiye şîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere