FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Dilbixwîn Dara
dil_dara@hotmail.com
Hewlêr gelekî germ e
15 Tîrmeh 2010 Pênþem Saat 11:09

Ev çend rojin Ji bo hinek karên medyayî li Kurdistanê me. Min hinek hevdîtinên ku encamên wan baþ bûn, pêk anîn.

Di vê havînê de her kes hewl dide xwe bigihîne cihekî sar, lê belê min jî berê xwe daye bin vê roja ku erdê bi xwe re diþewitîne.

Dinya gelekî germ e.

Gelek kesên ku nas dikim ji ber vê kele kela germa havînê reviyane Ewropa.

Min li Bonnê kak Elî Qazî dît, solên sporê di lingên wî de bûn û ber bi kuafêr ve diçû, got: „zor germe kak Dilbixwîn, dilê min tehemula wê yekê nake…“

Wê rojê min dostê xwe Yaþar Kaya li bajarê Kolnê dît, bi dest xanima xwe Yurda Kaya girtibû û ber bi navenda bajêr ve dihat, got: „Germ e, tehemul nakim, wê ji ber wê germayîyê dilê min, ku min çend caran emeliyat kiriye, raweste…“

Ji germaya zêde, hinek rojan heta serê sibê hiþyar dimînim, ev du rojin xew nakeve çavên min.

Tevî ku pir ji germayê hez dikim jî, lê germaya ku niha li Kurdistanê heye nayê tehemulkirin. Hinek caran pileya germayiyê radibe 51 dereceyan.

Sala 2005  dema ku em cara yekemîn hatin Kurdistanê, dîsa meha Tîrmehê bû, rojekê pileya germayiyê rabû 57’an.

Wê demê min di Avesta de gotarek bi navê “Ji Hewlêrê merheba“ nivîsandibû. Cara yekemîn bû û heyecaneke gelekî cuda.

Li ber wê germayîyî tu nemabû hestiyên me bihelin.

Me cara yekemîn germayiyeke wiha didît. Jixwe me nikaribû em ji hundir derkevin, dema ku em derdiketin jî me nikaribû em nefesa xwe bikiþînin.

Wê salê, ji ber ku balafir yekser ji Almanya nedihatin Kurdistanê, em di ser Iranê re, di deriyê Hecî Umran re derbasî baþûrê welêt bûn. Em bi seetan li ser sînor man. Ji ber toz û gemara kamyonên ku ji baþûr diçûn Iranê û ji Iranê derbasî baþûr dibûn, me nikaribû em çavên xwe vekin.

Van rojan ew roj anîn bîra min.

Her çiqas dema ku dibe nîvro hema hema jiyan radiweste jî, lê Kurdistan xweþ e. Germaya xelkê vî welatî, mêvanperwerî û dilsoziya wan, germaya vê havînê derbas dike.

Malpera AVESTAKURD

Çiqas kêfa min tê dema ku dibînim, di medyaya baþûr de, nûçeyên malpera me Avestakurd têne weþandin. Hema hema her çend rojan carekê ez navê Avestakurd di rojname û malperên ku li baþûr bi soranî derdikevin de dibînin, êdî ferqa soranî û kurmancî nemaye. Soran medyaya kurmancî diþopînin, kurmanc jî her wiha. Di rojname, televîzyon, kovar, malper û dezgehên ragihandinê de, Kurmanc û Soran li kêleka xwe kar dikin û hev ji bûyerên cuda agahdar dikin.

Min gelek dezgehên medyayê ziyaret kirin, ez bûme þahidên van gotinên xwe.

Malpera me Avestakurd, weke li Ewropa, li welatên rojava, heta bi Asya û rojhilata navîn û beþên din yên Kurdistanê, li baþûr jî malpereke naskirî ye û bi prestîj e. Kesên ku derbasî internetê dibin, baþ bi kurmancî nizanibin jî, rojê çend caran dibin mêvanê Avesta. Ev cihê þanaziyê ye.

Emê jî ji aliyê xwe ve her demê hewl bidin bibin pirek di navbera her du zaravayan de û kualîte û þêwaza Avesta biparêzin.

Ji nava vê germayîya Kurdistanê silavê germ ji bo we hemûyan.

welat idris
germe bele xwese
raste welate me gelek germ dibe li havine bele havina welate me xwese,ji ber sirosta kurdistane gelek cudaye , ciya ,seyrangehen hinik,zuzanen heta havina berf le dimint.welate me germe grme wek germiya dile me bu azadiye sexwebune ,Hinke weki daxwaziya me bu A$tiye u biratiya gelan.
Idris,duisburg 21/07/2010
21 Tîrmeh 2010 Çarþem Saat 09:36
Ramanek Azad
ji germahiya Cezayêrê silavên germ ....
Zor spas ji bo gotina te, bi rastî jî ez pê kêf xweþ bûm.
pir Wêneyên herêma Kurdistanê li ser medyaya Kurdî dibînim û çiyên Kurdistanê pir derdixin ... lê ew tiþtî ku dilê min pê diþewite ku çiyên Kurdistanê bi pirekiya xwe vê dare (dar ew nîþana keskayê ye) ...
18 Tîrmeh 2010 Yekþem Saat 03:40
dilkuc
sewat
li zaxo xuya dike cawa ku ciya bexir bexir dagi te sewitandin
17 Tîrmeh 2010 þemî Saat 19:52

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere