FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna karekter: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Evdila Dirêj
evdiladirej@hotmail.de
Kîjan biratî?
20 Tîrmeh 2010 Sêþem Saat 14:20

Heta di malbatek da jî, ji du birayên ji dê û bavek, yek li ser yê din zulmê bike, meriv dibê ev çi biratiyê? Heqê wî jê bistîne bide jin û zarên xwe, mala wî dabigire û di ser da jî dar bigire here lê bixe, dunya alem dipirse: Ev çi birati ye?

Ji vî jî girantir; mafê axaftinê nediyê, li wî û li malbata wî her rojên xwedê heqaretê bike, wan biçûk bixe, wan mîna beniyan bide xebatê, bizêrîne helbet cîranê bêjin; ev çawa biratî ye?

Birayê li bin zulmê, ji birayê zalim neqete, mala xwe jê cihê neke û jin û zarên xwe negihîne azadiyê, rewþa tê da wek qeder bipejirîne û hîn ji vî jî ecêbtir rabe û rûnê bibêje; „birayê min ê mezin e, çi bike mafê wî ye! Di malbatekê da dibin tiþtên wisa..!“

Bêguman derûdor dê bibêje ev çi ehmeqtî ye?

Maf, huqûq, dad, hezkirin, wekhevî divê ji bo biratiyê, ji bo biratiya ji dê û bavek.

Îcar ê me û tirkan kîjan biratî ye?

Tirkên ku ne ji dê û bavên me, tirkên ku ji warên dûr hatine, bi hezar zor û hîleyê welatê me dagirtine û li ser mal û milkên me rûniþtine û bi sedan salan e ji bilî kûþtin û xirabiyê tiþtek neanîne vî welatî, dikeve kîjan kategoriya biratiyê?

Biratiya þêr û rovî?

Em têkiliya xwe û wan, ne hemû tenê; me çawa wan pêþwazî kiriye û wan bi çi çavê li me nihêrîne ji Alpaslan heta îro binirxînin,  gelo em dê çi navê li vê tikiliyê bikin?

.....

Germ e.

Min nedixwest divê kelekela havînê de li ser vê mijara  „biratiyê“ ku di devan da bûye mîna benîþt rabiwestim.

Pir germ e!

Hem tava rojê û hem jî agirê þer Kurdistanê diþewitîne. Hem însanên wê, hem jî dar û ber û çiyayên wê. Her du jî, ji jor va tên:

Hem tava rojê û hem jî bombeyên F16an.

Kî dest bi þer kir? Sebeb kî ye? Nizanim.

Qelemþoriya min têr nake ji bo analîzên kûr ku hun jî pê serwext bibin.

Tiþtê ji dîrokê dizanim û heta vê jiyê xwe min bihîstiye:

Her mîna xezebekî þer û kuþtin hebûye li ser wan erdan. Riyê rihetiyê nediye ew welat.

Aþtî, biratî, dad, maf, tenê mîna beniþt tên cûtin li wî welatî.

Dîsa notekî biçûk ji dîrokê: Dr. Mengeleyê nazî ku ji çermên însên abajûran çêdikir, bi þevê vêdixist û bi zewqeke sadîst lê dinihêrî, bi salan xwe veþart lê nekarî xwe ji edaletê xilas bike.

Mengeleyên li Kurdistanê jî, ji poz û guhan tizbiyan çêdikin û hîn li ser kar in.

Xwedê hebîna, hun behsa kîjan biratiyê dikin?

shvan_Guli
dest xash
silav rez bo hevali hija dest xash bo te bijet sekeftiby
01 Tebax 2010 Yekþem Saat 01:57

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere