FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna Kategorî: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto

Dr. Adem Avcikiran agirbestê dixwaze

08 Sibat 2010 Duþem Saat 12:27

Avesta -Di bernameya Bergeh a ASOsat bi birêvebiriya rojnamevan Cemal Batun û panela Bergeh - nivîskar Keya Îzol û siyasetmedar Dara Bilek de...

Di bernameya Bergeh a ASOsat bi birêvebiriya rojnamevan Cemal Batun û panela Bergeh - nivîskar Keya Îzol û siyasetmedar Dara Bilek de, ji Diyarbekrê herweha Serokê berê yê Odeya Bijiþkan û endamê birêvebiriya Rêxistina gûherandina Destûra Tirkiye Dr. Adem Avcikiran beþdarî kir û bang li hêza çekdar a Kurd û Artêþa Tirkiye kir: "dengê çekan rawestînin!"

Dr. Adem Avcikiran qala  armanca Kampanya ya sazûmanên siwîl ên Diyarbekrê ku 8ê meha sibatê destpêdike kir û da diyarkirin ku hêvîdar in dengê wan bigihe raya giþtî ya cîhanî, Tirkiye û Kurd ku gelê Kurd daxwaza jiyanek birûmet dike. Dixwaze ne di bin dengên çekan de, lê bi rêya diyalogê pirsgîrêk bikevin rêya çareseriyê. Avcikiran rexne li siyaseta hukimeta AK Partî jî kir ku bi cesaret pêngavan navêje. Herweha anî zimên ku herçend destpêkirina pêvajoya Vebûna Kurd gelek erênî hate dîtin û hêviyên mezin dan jî, gava aliyên statukoparêz bi ser AK Partî ve çûn wan gav bipaþve avêtin.

Li gor nirxandin û daxûyaniyên dr. Avcikiran ji xwe li herêmên Kurd ji dervî BDP û AK Partî tu partiyên din neman e. Dengên AK partî ji wê yekê tên ku hîn jî xelk bawer dike ku ew dikarin di pirsa Kurd de hin gavan bavêjin, ger ev hêvî nemîne AK Partî jî nikare di herêmê de dengan bigre û bimîne. Wekî partiyên berî xwe yên sistemê dê wenda bibe. Avcikiran rewþa girtina siyasetmedarên BDP û destên wan kelepçe kirin jî rexne kir, di vê babetê de jî hesta pasîv a AK Partî tewanbar kir.

Di dawiya hevpeyvïna xwe di Bergeh de Dr. Adem Avcikiran got ku:  ne CHP ne MHP nikarin di herêmê de xwedî tu bandorek bin, ew li herêmê qediyan e.

Rojnamevan Cemal Batun, nivîskar Keya Îzol û siyasetmedar Dara Bilek herweha li ser gelek pirsên din a rojeva Tirkiye û bakurê Kurdistanê rawestiyan û nirxandin. Di Bergeh de hate ziman ku di 12ê meha sibatê de esker dê ji Birca Belek derkevin û dibe ku teslîmî Wezareta Turizmê ya Tirkiye yan jî teslîmî xwediyên wê yên rasteqîn malbata Bedirxaniyan bibe. Rojnamevan Batun diyarkir ku di yek ji bernameyên pêþ ê Bergeh de li ser babetê dê hevpeyvîn li gel Sînem Bedirxan lidar bikeve.

Hîna ev nivîs nehatiye þîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Arþevê Oskan
Spasname

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere