FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna Kategorî: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto

Serok Barzanî: Kurdistan dibe xwedî yek leþker

04 Adar 2010 Pênþem Saat 16:26

Avesta - Bi amadebûna Serokê‌ Herêma‌ Kurdistanê û bi ‌diruþma‌ "Pêþmerge garantiya mayîna destkeftên gelê Kurdistanê ye"...

Avesta - Bi amadebûna Serokê‌ Herêma‌ Kurdistanê û bi ‌diruþma‌ Pêþmerge zamnî‌ manewey‌ deskeftên gelê Kurdistane, ahenga‌ derçûna‌ xula raperîn ji bo hêzên fermandeya‌ Pêþmergeyên‌ Zêrevanî‌ li qezaya deþta Hewlêr hate saz kirin.

Li vê rêwresmê da ku li fêrgeha‌ meþqê‌ Pilingên Zêrevanî‌ û bi amadebûna hejmarek ji berpirsên hikumî‌ û Pêþmerge û kesukarê derçûyan birêveçû, piþtî rêzgirtina li giyanê‌ pîrozê‌ þehîdên gelê‌ Kurdistan‌ û pêþkêþ kirina‌ sirûda‌ nîþtîmanî‌ Iraqî û Ey‌ Reqîb, rêwresma‌ hatine derçûyên xulê birêveçû û paþê çend çalakiyeke‌ serbazî hate pîþandan.

Her li vê merasîmê da, piþtî axaftina Lîwa Ezîz Weysî, Fermandeyê‌ Pêþmergeyê‌ Zêrevanî‌ li ser çawayiya birêveçûna xulê, birêz Mesûd Barzanî,‌ Serokê‌ Kurdistanê gotarekî pêþkêþ kir. Eve jî naveroka gotarê ye:Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Amadebûyên Birêz!

Pêþmergeyên Qehreman!

Silaweke germ pêþkêþî we dikim û beranber vê nimayîþê, ku hate nîþan dan Pêþmergeyên qehreman gihiþtine çi asteke bilind, bi vê yekê jî xweþhaliya xwe derdibirim.

Bêguman karubarê serbazî jî zanisteke, rojek ku Pêþmerge dest daye çek bi bîr û baweriyê ve dest daye çek, bi tifengê kevin û kêm fîþekî û bê îmkaniyetî þerê mezintirîn artêþ û tazetirîn çekan kir.

Pêþmerge ezmûneke serkeftiye ji bo hemû gelên azadîxwaz û pîþan da îradeya mîlletêk gelek ji çek û teqemeniya dîktatorek bi hêztire. Felsefeya tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê ewe buye ku em divê bergiriyê li xwe bikîn ne ku destdirêjiyê bikîn li ser mafê keseke din û her wiha baweriyeke tevahî bi wê axaftinê hebuye ku dibêje (Amade be ji bo þer, ji bo ku tûþî þer nebî).

Ezîzan...

Em hê jî li dem û cihek da dijîn ku hê jî gelek ji þovenî û faþîstan tîhna xwîna Kurdin. Ji bo wê yekê divê hêzeke pir çek û bi ezmûn herdem amadebê, bo ku gelê Kurd careke din tûþî êþ û azaran nebê.

Em naxwazin me hêz hebê bo ku te'edayî li kesek bikîn, em dixwazîn gelê Kurdistanê ew hêza xwe hebê bo ku kes newêrê te'edayiyê lê bike.

Bi dirêjahiya dîrokê xebata gelê me xebateke paqij buye û bi þahidiya hemû cîhanê bi dirêjahiya Þoreþa Eylûlê û heta îro bi tenê carek jî Pêþmergeyên qehreman û hemû têkoþerên gelê Kurdistanê çi li hundir û çi li derve hêviya xwe nebirin li ser wê yekê ku karên neyasayî an jî karê terorîstî bikin, berevajiya wê herdem xebata xwe bi paqijî kirine bi merdane bergiriyê li ax û gelê me kirine û divê herdem li ser wê rêbazê biçîn û eve ferhenge divê ferhengek hebê herdem li nav dil û derûniya hemû Pêþmergeyek da bê.

Her wiha dixwazim bi hemû gelê Kurdistanê rabigihînim ku ji bo ku Kurdistan xwedî yek leþker bê, me bernameyeke gelek gelek rêk û pêk daniye û em bi bername kar dikîn. Her wiha dixwazim rabigihînim ku cenabê Serok Mam Celal jî bi tevahî piþtevanî li vê bernameyê kiriye û rênimayiyeke gelek bi ronahî û eþkere bi wan Pêþmergeyên ku ser bi Yekîtiya Nîþtîmaniya Kurdistanê daye û da ku hemû bêne ser fermana Wezareta Pêþmerge û Fermandehiya Giþtî ya Leþkerê Kurdistanê. Me heta niha bernameyeke rêk û pêk daniye û xweþbextane dikarim bibêjim gelek bi rêk û pêkî berev pêþve diçîn.

Niha heykelê Wezareta Pêþmerge rêkxistiye û 4 lîwa wekî ezmûn hatiye dirustkirin ji bo ku bizanîn karên wan çawa dibe çi kêmasiyên wan dibe. Eger bi tevahî û bi serkeftiyane birêve çû, êdî lîwayên din jî dirust dikîn.

Eger me kêmasiyan dît û me destnîþan kirin baþ dikîn û ji wir berdewam dibîn. Li gor bername yek leþker bo Kurdistanê dirust dikîn û ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe.

Eve biryara me buye û heza me buye ji bo wê yekê ez daxwaz ji hemû hizban dikim muzayede li ser vê meseleyê nekin, kes nîne li ber wê yekê rêgir bibe ku Herêma Kurdistanê yek leþkerê xwe hebe. Lê belê eve karê Wezareta Pêþmergeye û her wekî ku min behs jî kir ev bername bi rêk û pêkî birêve diçe û îro Kurdistan yek Wezareta Navxoya xwe heye, yek Wezareta Pêþmerge heye û bernameyeke rêk û pêk li ber dest bo ku xwedî yek leþkerê Pêþmerge û yek polîs û yek asayîþ bin.

Hêvîdarim li îsal da em vê bernameyê bi tevahî bi cîh bikîn û min di dema xwe de soz bi xelkê Kurdistanê da û niha jî dûpat dikim, her dema ku min bihîst, her demek ku min pirsgirêk heye ez bi xwe têm û bi gelê Kurdistanê radigihînim ku pirsgirêk heye û hebûna wê jî eveye, lê belê bi rastî tu pirsgirêk tûne tenê eweye em bi bername kar dikîn û bi hêviya xwedê li gor bername jî vî karî digihînîn encameke baþ.

Nabê meseleya Pêþmerge têkilî gengeþeya hizbayetiyê bê kirin, Pêþmerge mulkê hemû Kurdistane, mulkê hemû hizbane, mulkê hemû malbateke Kurdistaniye û ji bo vê meseleyê piþtî wê biçûkkirina bi navê Pêþmerge hatibû kirin, min daxwaz ji Parlemena Kurdistanê kiriye lêkolîna li wê meseleyê bikin ji ber ku em naxwazin kes bi xorayî bê sizadan lê belê li gor yasa divê sizaya her kesek bê dayîn ku navê Pêþmerge biçûk bike, ji ber ku careke din jî ez dibêjim meseleya biçûkkirina bi Pêþmerge ji hêla sor jî sortire.

Babeteke din meseleya hilbijartine. Ez daxwaz ji gelê Kurdistanê dikim ku hîmmet bikin beþdarbin li dengdanê û biçin ser sindûqa dengdanê. Ji ber ku li vê hilbijartinê da pêwîstiyeke zêde bi beþdarbûna gelê Kurdistanê heye, bo ku em li Bexda li wê sengerê, li sengera Parlemena Federalda nûnerên gelê Kurdistanê bergiriyê li mafê gelê me bikin û li wir bi erkê xwe ve rabin.

Em niha behsa hevpeymaniyê nakîn, piþtî hilbijartinê emê bîr li hevpeymaniyê bikîn û bêguman hevpeymaniya me li gel wan aliyan de dibe ku hevxebat û hevpeyman buyîn û pêkve me xebat kiriye û nêzîkî hevîn û dîtinên me nêzîkî hevdû ne. Ji hemûyan jî girîngtir girêdayîbûna bi destûr û bi cîh kirina maddeya 140.

Xaleke din ku ez dixwazim li vir da balê bikþînim li ser ew jî ew tawanin ku li Musil di der barê birayên mesîhiyan tê kirin.

Me daxwaz ji Hikûmeta Herêmê kiriye hemû hêsankariyek bikin ji bo wan birayan li parastin û hewandinê de bikin û her wiha pirsgirêkekê wanê din jî hebuye ku pirsgirêka xwendina xwendekarane li zanîngeha Mûsilê.

Bi heman awayî me daxwaz ji Hikûmeta Herêmê kiriye hêsankariyê ji bo wan bikin eger bixwazin li zanîngehên Herêm her çawa be bêne wergirtin ji bo ku ev feqîr ji þera vê teror û terorîstan rizgar bibin.

Li dawiyê de ez dixwazim balê bikþînim li ser xaleke din ku gelek bala min kiþandiye, ew çalakiyên tekwando gelek gelek balkiþandî bû ez destxweþiyê li wan gencan dikim. Lê belê ji hemuyan girîngtir ewe bû ku çawa wan kirþ û gilêþan komkirin, hêvîdarim xelkê Kurdistanê jî dema diçine seyranê wiha bi hêsanî wan qirþ û gilêþan li wir bi cîh nehêlin û kombikin. Ji ber ku eve jî derseke gelek baþ bû ji bo me hemûyan.

Gelek spasiya we dikim her bijîn. Spasiya we dikim Qehremanên Zêrevanî û hemû Pêþmergeyên Kurdistanê, spas ji bo Fermandeyê Zêrevanî û wan hemû kesên ku van çalakiyan encam didin. Bi hêviya xwedê hîç pêwîstiya me bi þer nabe û tûþî þer nabîn. Lê belê ez bawerim ku hun herdem amadene her desteke dirêj ji bo te'eddayikirina li xelkê Kurdistanê de hebe hun amadene wî destî bibirin.

Gelek spas

Hîna ev nivîs nehatiye þîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Arþevê Oskan
Spasname

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere