FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna Kategorî: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto

Nivîskar Rezo Osê îþev koça dawî kir

04 Adar 2010 Pênþem Saat 22:44

Me bi dilekî xemgîn nûçeya mirina nivîskar Rezo Osê bihîst, bi navê Avestakurd sersaxiyê ji malbata wî re dixwazin

Rezo Osê kî bû?

Kurtenasnameya Rezo

Navê wî Ebdulrezaqê Eliyê Îsayê Osê ye . Roja 10.10.1950 li gundê Deksûrî /Cizîrê -parêzgeha Hisiça,herêma Qamislo / hatiye jiyanê. Xwendina xwe ya seretayî, li gundê Tenûrî / gundê sînordasê Deksûrî / kuta kiriye. Ya navendî û lîse jî li bajarê Qamislo bi dest xistine. Bi navên: Aro; Rezo; Stêr; Azad; Pirs; Ebdulrezaq Osê û Rezoyê Osê di gelek kovar û rojnaman de nivîsiye / wilo jî di malperan de /, ji wan: Stêr; Armanc; Dugir; Pirs; Metîn; Dengê Azadî; Zanîn.


Ji havîna sala 1970 de dest bi nivîsandinê kiriye . Gelek gotar û lêkolîn belav kirine . Wilo jî ,helbest / kevesop û nûjen / nivîsiye,sano di kovaran de belav kirine,folklor daye hev û belav kiriye,kurteçîrok nivîsîne,çîrokên zarokan dane hev û pênc pirtûk bi navê Dîk-Dîko ; Libhinarê ;Bavê Hepûn;Sengê û Pengê ; Finda Semal çap kirine /Wî bi Kurdî nivîsîne û Dr.M.Nejarî guhertine zimanê Erebî û bi hev re di bin navê danehev û pêskêskirina herdu navan
hatine çapkirin/.Bi kurtî:


1. 1972 - 1974 Endamê komîta berpirsiyariya kovara "Soresgêr", ko li bajarê Berlîna Rojava derdiçû, maye.


2.Di van salan de jî bûye endamê komîta çapderîn,ko sê pirtûk li Berlîna Rojava çap kirin / Dîwana S. Hêzanî, bi Kurdî. Helperkên Kurdî, yên folklorî, bi zimanê Elemanî. Miletek berxwedanê di ber hebûna xwe de dike , bi zimanê Elemanî /.


3. 1977 kursê fêrbûna zimanê Kurdî li bajarê Mosko, ji grûpek xortên Kurd / yên zanîngehê / re vekiriye.


4. 1977 Bûye endamê komcivîna damezrandina "Hevbenda Kawa bo wêjeya Kurdî" / dameznerên vê hevbendê : Bavê Nazê ; Dr.M.E.Najarî ; Dr.S.Mulla û Rezo bûn / ko li Mosko pêk hat. Vê hevbendê gelek pirtûk / bi zimanê Erebî ,çi wergerandin,çi jî afirandin/ dane wesandin.


5. 1978 – 1980 Bûye endamê " komîta amadekar " bo pêkanîna yekbûna komeleyên xwendevanênKurd li Ewropa, ko di bin çavnihêriya mamoste Ezîz Mihemed de kar dikir.


6. 1980 – 1981 Berpirsiyariya belavoka " Ronakbîr ", li
Sûriya, kiriye.

7. 1982 – 1984 Bi Bilûrvan re serkêsiya fêrbûna "Kursên zimanê Kurdî" li binekova Cizîrê kiriye.


8. 1983 – 1993 Berpirsiyariya kovara "Stêr",bi Bilûrvan re / weku damezrêner / , pasê bi Dilovan û hin rewsenbîrên din re kiriye.


9. 1993 - … Endamê komîta berpirsiyar e di kovara "Pirs" de.


10. 2002 - … Endam û yek ji damezrênerên " Komîta xelata Cegerxwîn" e.


11. 2003 - … Bûye endamê komîta sêwirdarên kovara "Pêl" ko li Elmaniya der tê.Vê salê jî bûye endamê "PENa" Kurd.


12. 2003 – Vexwendî çalakiyên sedsalaliya Cegerxwîn, li Amedê û Izmîrê,bûye.Li wir " Xwendinek di berhemên Cegerxwîn de" pêskês kiriye.


13. 2004 – Endam û çalakdarê komcivîna duwemîn ya "rojên wêjeyê li Amedê" bûye û besdarî kiriye.


14. 2005 – Endamê konferansa PENa Kurd û PENa Tirk bû,ko di bin çavdêriya PENa Navnetewî û UNESCO de li Amedê pêk hat.


15. 2005 – Vexwendiyê festîvala rewsenbîrî ya yekemîn li Duhokê bû , da lîkolînekê li ser " hevoksaziya Kurdî " . pêskês bike . Lê ji ber sedemên rewsa navwelatî / di navbera Sûriya û Îraqê de/ nikarîbû amade bibe,tenha lêkolîna xwe rê kir.


16. 2006 – Endam û çalakdarê festîvala rewsenbîrî ya duhemîn li Duhokê bû.


17.2008 – Endam û çalakdarê festîvala Cegerxwîn li Hewlêrê bû.


18.2008 – wergêrê xelata yekemîn ya fablê li Wanê bû.

 

* * *

Nav û Naveroka Pirtûkan

 

Di destpêka miha êlûna sala 2005 an de, pênc pirtûkên çîrokên zarokan,li Sûriyê,bi rêdaneke fermî / çapkirin û belavkirin / di bin sernavê " Çîrokên Kurdî gelêrî yên zarokan " bi zimanê Kurdî û Erebî,hatine çapkirin.

 

1. Dîk-Dîko / çapa didiwa / çar çîrokan himbêz dike / Çapa yekê sala 1991/:
a. Rovî – beranê kovî .
b. Kerê pistkurmî .
c. Kêça kezîkur .
d. Dîk-Dîko .

2. Libhinarê / çapa didiwa / çar çîrokan himbêz dike/Çapa yekê sala 1991/:
a. Destbiratiya Rovî û Melê .
b. Libhinarê .
c. Gurê tirsonek .
d. Pîrê û Rovî .

3.Bavê Hepûn / Çapa yekê / :
a. Bavê Hepûn .
b. Hirçê û Mihemedoko .
c. Kero hevsarzero .
d. Kêza Kêzxatûn .

4. Sengê û Pengê /Çapa yekê / :
a. Sengê û Pengê .
b. Gurê har .
c. Keçên Pîrê .
d. Beq û Tûpisk .

5. Finda Semal / Çapa yekê / :
a. Finda Semal .
b. Gavan û Gur .
c. Mih û Gur .
d. Fatika Gavan .

Ev çîrokên zarokan yên gelêrî danehev û wergerandin im.Li ser qapê hundir jî, ev informasiyon hatine nivîsîn :

Qap û wêne : Hunermend endizyar , Necah Osman .
Deqên Kurdî : A.Ossi / Rezo / .
Deqên Erebî : M. Najarî .
Lêvegera deqên Erebî : Sêx Tawfîq El-Huseynî .

" Dar All-Hassad "
Sam , Sûrîya 2005
Hêjayî gotinê ye,ko rêdana çapê ,bo pirtûkên 1;2 û 3 sala 1991 hatibû wergirtin, lê bo hin sedeman , di dema xwe de,nehatin çapkirin,da nû îsal roniyê bibînin.Bo vê yekê hin cudahî di navbera deqên Erebî / wergerandina sala 1991 ê / û yên Kurdî / sererastkirin , pistî bidestxistiona hin formên nû ji çîrokan / de têne pelandin.

Avestakurd/Aro

Reþîd Xelîl
Koçkirina mamoste Rizo Osê...
Ji welatê miþextiyê ber bi Qamiþlokê ve, di vê Avdara bêguneh de, silav ji bo giyanê mamoste Rizo Osê bavê Salar, mêvanê Xwedayê dilovan. Ji bo gelê Kurd, malbat, dost û hogiran sersaxiyê dixwazim.
09 Adar 2010 Sêþem Saat 23:07
ako mahmûd Ahwara
vehesîna giyanê nemir
jibo peyva rastî û rewan, jibo jiyana xurû û bê hempa, sersaxî jibo malbata kek rezo Osê.diyarî ya buharê jibo giyanê te kekê Rezo helbestek bê navnîshani. tê di dilê her xwendevanekî di bi rêz û silav bimîni. em ticarî nivîs û nivîskarên rêka azadî ya gelê xwe jibîr nakin. bi chûna te me sitêrek ji ezmanê wêjeya xwe winda kir. lê dîsa jî tu bi me re yi di her dem û gavê bi hest û helbest nivîs û nerînên xwe ve. em ti carî te jibîr nakin. spasî jibo malbate we. bera hun sax û bexte wer bin.
07 Adar 2010 Yekþem Saat 18:11
Çiya Mazî
Sersaxi
Xebat û hewla Rezo Osê ji bo ziman û çanda kurdî wê di bîra me de be. ji malbata wî, hezkiriyên wî û gelê kurd re sersaxiyê dixwazim.
Çiya Mazî - Mêrdîn
07 Adar 2010 Yekþem Saat 10:38
Hemû þîroveyan nîşan bide(9)

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Arþevê Oskan
Spasname

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere