FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna Kategorî: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto

Cezayê derxistina çavê însnan li Ewropa çi ye?

05 Adar 2010 În Saat 06:47

Kawa Þêxê

Îro, 4 ê Adara 2010 an, ez ji xew rabûm, min Tv vêxist, û nizanim çima destê min li ser dilê min bû. Gelo Adar e û ji ber wê jî tu nizane bê wê çi nûçê bi xwere bîne?

Gelo Dinya ber bi beharê ve diçe û em ditirsin ku dîsa serme û berf veger?

 

Ez jî nizanim lê bi tirseke mezin min Tv vêxist, weþan tunebû. ROJ TV û MMC herdû jî girtî bûm. Min karê xwe kir ku ez rabim herim serîkî li sênîka (Sêla) xwe bidim û bigerînim, lê min carekê dît ku Newroz Tv heye, min naskir ku mersele ne girêdayî sênîka min e.

 

Min ji nû1eyên Newroz Tv naskir ku ROj TV rastî êrîþek polîsan hatiye. û piþtre jî hêdî hêdî di riya telefonên hevalan re min rewþ naskir.

Brîndar hene, zirara madî heye, hevalên girtî hene. kî bawer dike ku ev dîmen li Ewropa çêdibin di mafê çapemeniyê de çêdibin?

 

Ma gelo heger em li Ewropa rastî van tiþtan werin, naxwe emê hêviya çi ji welatên rojhilata navîn bikin ku di bin destê leþker û dîktatoran dene?

 

Roj tv, berdewamiya yekemîn kenala kurdî ye ji Ewropa weþana xwe dike.

Roj Tv yek ji wan hêviyên kurda ne ku vejîna ziman û hêviyên kurdan li hemû dinyayê kirin.

 

Roj tv çavê kurdan e li hemû dinyayê û îro jî Polîsan hewil da ku çavê me derxînin? Ma gelo derxistina çavê însanan li Ewropa cezayê wê çiye?

 

Roj Tv çav û guhê me ye, em li dora ROJ TV dicivin wek çawa em li dora agirê zivistanê bicivin û ew agir hezkirinê di nava me de zêde dike, û me gerim jî dike!

 

Roj TV sembola medya kurdî ye, tevî ku kenalê kurdî bi dehan jî hene, lê heya ku em li nûçe û mûzîka Roj Tv guhdarî nekin, dilê me rehet nabe.

 

Em vê êrîþa hovan e þermezar dikin. pir eyb û þrmeke mezine ji Belçîka re, ku tiþtekî wisa bi destê polîsan de berde, ew gelek poþmaniya xwe nîþan bide yana emê wana bispêrin dîrokê, û wekû çawa rojek hat me qatilên Helepçe poþman derxistin, ewê rojek were ku emê vî hesabî bi Ewropiyan re jî bibînin.

 

Kawa Þêxê

kawa142@hotmail.com

 

kurdperwer
Mixabin
helbet ... mixabin û sed mixabin ku ewrupiyên demokratîk karekî wiha bike . bi rastî yekem ev tiþtek þerme û nesezaye ji ewrupiya re , ên ku bi navê mafê mirovan û demoqrasiyê bang dikin .
Lê ya pêwist ko ez dixwazim bibêjim û bînim ser ziman ewe ko ev bûyer bibe fêrek ji me re , û tucarî mirov piþta xwe bi kesekî ve girêmede , û baweriya xwe medê ye ( naxurîne piþta te , ji bilî nenûkên te ). cîhan li ser bingeha berjewediyê ava bû ye û divê mirov vê ramanê di mêjiyê xwe de bipejirîne .
05 Adar 2010 În Saat 12:04

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Arþevê Oskan
Spasname

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere