FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna Kategorî: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto

"Emê bi Ocalan re hevdîtinê çêkin"

29 Tîrmeh 2010 Pênþem Saat 23:35

Avestakurd- Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, serokê TÎHV'a Amedê Sezgîn Tanrikulu serokê Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Amedê (DTSO) Galîp Ensarîoglu ku di nav sekreteryaya bangdar...

Avestakurd- Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, serokê TÎHV'a Amedê Sezgîn Tanrikulu serokê Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Amedê (DTSO) Galîp Ensarîoglu ku di nav sekreteryaya bangdar ya 649 saziyên a li Amedê civîn pêkanîn de cih digirin diyarkirin ku 649 saziyan peywira navbeynîkariyê jî girtiye ser xwe û di bernameya saziyan de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin jî cih digire.

649 saziyên sivîl yên civakî ku yên 20 bajaran pêk tê di 20'ê tîrmehê de li Amedê civînek pêkanîn û di encama civînê de ji PKK'ê û artêþe re banga bêdengkirina çekan hat kirin. Her wiha sekreteryaya ku ji 5 kesan pêk tê hate amadekirin. Di sekreteryayê de Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, serokê TÎHV'a Amedê Sezgîn Tanrikulu serokê Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Amedê (DTSO) Galîp Ensarîoglu cih digirin.

Aktar: Saziyên civakî dê peywira hevdîtin û diyalogê bigirin ser xwe

Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar anî ziman ku piþtî ku pevçûn zêde bûn hikumet, muhalefet û saziyên dewletê yên din pirsgirêka kurd wekî pirsgirêka ewlehiyê dinirxînin û ji ber vê yekê wekî saziyên sivîl ketine nav hewldanan û Aktar wiha axivî: "Çima ketin nav hewldanan? Ji ber ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke polîtîk e. Wê demê çareserî jî divê polîtîk be." Aktar diyar kir ku ji ber ku aktorên polîtîk çareseriyan naafirînin saziyên civakî ketine nav hewldanan û ji bo pêþiya xitimandina çareseriya pirsgirêka kurd bê vekirin û di encama nîqaþan de biryara însiyatîfê bigirin derketiye holê.

Aktar da zanîn ku pirsgirêka kurd dê bi diyalog û muzakereyan bê çareserkirin û Akta wiha pê de çû: "Ji bo ku diyalog û hevdîtin pêk bê girtina însiyatîfê mimkun e. Dibe ku tam navbeynkarî nebe lê gelo em jî dikarin bi aktoran re hevdîtinan çêbikin û nêrînên wan ji raya giþtî re parve bikin. Me di nav xwe de nîqaþ kir. Piþtî van nîqaþan saziyên civakî yên herêmê dê însiyatîf bigirin û bi awayekî be aliyan re hevdîtinê çêbikin û vê peywirê bigirin ser xwe."

'Bi Ocalan re hevdîtin'

Aktar diyar kir ku sekreteryaya bangê ku ji 5 kesan pêk tê hatiye avakirin û wiha got: "Ger ev yek pêk bê emê bi saziyên civakî yên herêmê re, hikumet, muhalefet û derdorên civakî yên din re û her wiha kesên ku di çareseriyê de rol bigire ser xwe kesekî wekî Lîderê PKK'ê Ocalan re hevdîtinê çêbikin." Aktar civîna baroyên herêmî ya li Xelatê pêk hatibû bibîrxist û wiha got: "Me di deklerasyona civêna Xelatê de gotibû ji bo çareseriyê giraveke hebe emê biçinê û çiyayek hebe emê derkevin wî çiyayî. Em bi awayekî vekirî dibêjin ku ji bo zêdetir xwîn nerije, xwîna ku dirije raweste, çek bên bêdengkirin û diyalog û muzakere destpê bikin çi destê me tê emê bikin."


Tanrikulu: Helwesteke aktîf dê bê girtin

Serokê TÎHV'a Amedê Sezgîn Tanrikulu anî ziman ku berê jî saziyên civakî bangên çareseriyê kiribûn lê banga 649 saziyên civakî ji bo nîþandina helwesteke aktîf ji yêndin cûdatir e û Tanrikulu wiha axivî: "Ji bo çeraseriyê çi ji destê wan tê dê bikin, hevdîtin, muzakere bi aliyan re girtina randevûyê û ji bon êrînên xwe derdorên cûda re vebêjin dê roleke aktîf bigirin ser xwe."
Tanrikulu anî ziman ku ji bo rawestandina pevçûnan ketiye nav hewldanên girîng û Tanrikulu ev tiþt gotin: "Baþ tê zanîn ku ji bo ku pevçûn bi dawî bibin Ocalan ketiye nav hewldanên girîng. Dîsa çend roj berê dîsa aþkera kir. Bilêv kir ku divê bê pêþdarazî nêzî mijarê bibin. Wateya vê ev e 'Bi dawîkirina pevçûnan de kî rol digire bila bigire divê bi pêþdarazî nêz nebin û nêrînên wan bê girtin'. Ango ne hewceye ku ev muzakere bi her avahî li pêþ raya giþtî bê kirin.

'Ger îrade hebe rêbaza çareseriyê dê bê dîtin'

Tanrikulu diyar kir ku ger dewlet û hikumet ji bo çareseriyê xwedî îrade bin rêbaza çareseriyê dê bê dîtin û Tanrikulu wiha axivî: "Ger di mijara çareseriyê de hikumet û dewlet xwedî îrade bin rêbaza çareseriyê dê bê dîtin. Lê heta îro dewlet nebû xwedî îradeyeke bi vî rengî. Dewletê ji bo çareseriyê pêvajoya diyalog û aþtiyê nekiriye mijar û roleke wiha negirtiye ser xwe."

Ensarîoglu: Bawer dikim ku encamê bê girtin

Galîp Ensarîoglu anî ziman ku ji bo çareseriyê kî dibe bila bibe dikarin hevdîtin çêbikin û nav neda lê balkiþande hevdîtan ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk bê. Ensarîoglu wiha axivî: "Wekî saziyê sivîl tu pêþdaraza me nîn e. Daxwaza me ew e ku pirsgirêk bê çareserkirin. Li cîhanê jî mînakên bi vî rengî hene û mînakên ku saziyên civakî ketine devreyê û rol girtine ser xwe hene."

Dîha

Avestakurd

Hîna ev nivîs nehatiye þîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere