FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna Kategorî: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto

Hevpeyvînek digel helbestvan Arþevê Oskan

30 Tîrmeh 2010 În Saat 00:01

AVESTA... Demhat Dêrikî

Her ku mirov fêrî zimanekî dibe, teknîka zimanî jî pêre dewlemend dibe, ji aliyê hest û bestan de jî xerîbî bi xwe ji helbestê re dibe wek ardû û êþên hest, bêrîkirin, qedexekirin, hesret û bîranîn di mirov de dikelîne û gûr dike. Lê gotinek din jî dikare rast be, helbestvan li kûderê be wê biafirîne û wê berhemdar be.

Aþrevê Oskan li sala 1967 an de li gundê Bîrkinêsê ku dikeve di navbera Dirbêsiyê û Serêkaniyê de, tê diniyayê. Ji salên heþtiyan were di nava deriyaya nivîsandina kurdî de melevaniyê dike. Bavê sê zarokan(Eyaz, Neyaz û Amed)nivîskar Arþevê Oskan wek gelek nivîskaran li sala 2003ê koçberî welatê xeribîyê dibe. Berhema wî ya yekê(Hêviyên Birîndar)li sala 1995ê de tê çapkirin. Berhema duyê( Kê Gul Çînî?)di sala 1999ê de çap dibe. Û Berbang Qedexeye li sala  2001ê tê çapkirin.

 

Hevpyevîn: Demhat Dêrikî

War: Kekê Arþev, berî demekê jiber egerê nexweþiyekê hûn ji nexweþxanê derketin û hêjî ev nexweþîberdewame. Ez bi navê rojname War þifayê ji were dixwazim û hêvî dikin ku zûtirîn demê hûn ji vê nexweþiyê rizgar bibin û gelek û sipas ku we di nava vê nexweþiya xwe de bersivê rojname War da?

 B:sipas ku we jî wek hevalkî dilsoz alîkariya min kirin.

War: Kekê Arþev, çi bû eger, çi hiþt ku we berê xwe da helbestê û helbest jibo te, tê çi wateyê?

B:Belkî ji destpêka guhdana min ya bi zimanê kurdî, min helbest nehilbijartibe, lê di wan salan de, ango salên heþtêyî di nav destê me de bêhtir helbest û stranên kurdî hebûn. Bê guman mirov di bin bandora wan de dimîne. Heger ne þaþ bim piraniya nivîskarên ku bi kurdî dinivîsin ji helbestê dest pê kirin û piþt re berê xwe dane þêweyên din ji nivîsa wêjeyî. Bi gotinek din mirov dikare bêje ku helbest dan û standineke rasterast e, bi jiyan û nîrên ku jiyana rojane tê re derbas dibe. Gelek dikevin vê riya wek ezmûneyekê didin pêþiya xwe hin biser dikevin û hin jî piþtî çend salan ji berdewamiya nivîsê dikevin rêka xwe ya rast. Û gelek kes jî hene piþtî çend sala ji vê meydana nivîsandinê xatir dixwazin û wenda dibin.

War: Bi nivîsandina helbestê re, yan jî em bibêjin bi derbasbûna we di nava cîhana helbestê de, helbestê çi guhartin di jiyana we de kir, anko Arþevê berî helbestê û yê piþtî helbestê, cudahiya di navbera van her duyan de?

B:Nizanim ew Arþevê berê helbestê nayê bîra min, dibe ku ew zaroktiya birçî bûbe encama afirandina helbestan, dibe ku hîn jî ez di helbestê de li xwe digerim, heta çi radeyê min xwe dîtibe ez wê jî nizanim û nikarim bêjim, dibe ku xwendevanekî baþ ji min bêhtir wê yekê destnîþan bike. Carna hin pirs tê kirin dibêjin; helbesta te ya yekemîn kîjan e? Ma ji helbesta yekemîn ya ku hewildanek be, mirovê zanibe ku tê rojekê bibe helbestvan? Gelek hewildanên pêþîn hatin qetandin û þewitandin, mebesta min ew e ku mirov nizane wê di pêþerojê de bibe çi, lê ji ber xwe ve mirov diherike rêyekê û berdewam dike.

War: Ev demeke dirêje hûn li welatên biyaniyê, çêj û hest û giyana helbesta li ser xaka welat û ya li ser xaka biyaniyê, çi cudahî di navbera van her du cîhana de heye di warê helbestê de?

B: Her ku mirov fêrî zimanekî dibe, teknîka zimanî jî pêre dewlemend dibe, ji aliyê hest û bestan de jî xerîbî bi xwe ji helbestê re dibe wek ardû û êþên hest, bêrîkirin, qedexekirin, hesret û bîranîn di mirov de dikelîne û gûr dike. Lê gotinek din jî dikare rast be, helbestvan li kûderê be wê biafirîne û wê berhemdar be. Belkî aliyên din jî rola xwe dilîzin, wek mijûlbûna bi nanê jiyanê û malbatê, li Europa derfeta nivîsandinê bêhtir e.

War: Di roja me ya îro de, hûn astê helbestê li rojavayê kurdistanê çawa dibînin?

B:Rewþa helbestê li rojava ne dûrî perçeyên din in. Ji ber ku helbest afirandieke hundirîn e, sînoran nas nake. Lê bi tevayî hin nemûneyên baþ hene û hin nemûneyên ku mirov nikare ne tenê helbest, ziman jî bixîne hene. Hin helbestvanên me hene, heta niha bi kurdiyek þaþ dinivîsin, haya wan ji rêzimanê nîne, geramêra Celadet jî nexwendine mixabin hema bi zimanê gundên xwe helbestan dinivîsin û pozbilind in jî, gotin û rexne li wan nabim. Bawer dikim hûn jî li ser rûpelên malperan dibînin. Rewþa me ev e keko.

War: Heta îro we gelek helbest(berhemên çapkirî û yên li ber çapkirinê)nivîsandin, nêrîna te di derbarê helbesta nûjen(azad)de çi ye, tu vê þaxa wêjeyê ku her diçe di nava kurdan de belav dibe çawa dibînê?

B:Tenîka ku helbest pê tê nivîsandin divê nû bibe. Min bi xwe jî li dor 300 helbestên kêþesaz nivîsîne û hîn jî dinivîsim û her diçe asta wan baþtir dibe. Du berhemên min î çapkirî hene û niha jî di nav destê min de pirtûkek ji helbestên ”kilasîk” amade ye. Ev helbest tenê min ew ji bo strana kurdî nivîsandine. Lê giranî û hêza helbesta xwe wek wêje, ez di helbesta nûjen yan jî serbest de dibînim. Di baweriya min de helbesta ku niha em dinivîsin jî piþtî 50 salên din dê bê guhertin û nûtir bibe, lê roja îro ev þêwe giring e.

War: Kar û xebatên we yê nû(di warê wêjeyê de)gihane çi astê?

 B:piþtî hersê pirtûkên min yên helbestan, niha du pirtûkên min li ser çapê ne. Yek jê helbestên serbest in û ya din jî roman e. dê nêzîk di nav destê xwendevanan debe. Wekî din jî sê pirtûk wek piroje hene, wana bihêle ji dema wan re.

Gotina dawî:

B:Berî mirov xwe nivîskar bibîne divê guh bide ziman, nayê wê wateyê ku kî fêrî zimanê kurdî bibe gerek nivîskar be. Mirov kare xwendevanekî baþ e, an jî mamosteyekî ziman be. Di baweriya min de xwendevanekî baþ ji nivîskarekî têkçûyî baþtir e. spas ji bo pirsên we, bibûrin ku min pirs bi kurtî bersivandin, ji ber rewþa

xwe ya tenduristî.

 

W:Spas

B: Sipas xweþtir


Jêder

www.rojnamawar.com(jimara 202, rûpela 7) 

Hîna ev nivîs nehatiye þîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere