FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna Kategorî: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto

Ji Serokatîya Cezaya Giran ya 11. re

30 Tîrmeh 2010 În Saat 21:06

Xweparastina Îsmail Beþikçi

Hejmara bingehî: 2010/179

Hakimên Birêz

Ez jiber nivîsa xwe ya bi navê “Mafê Netewan yê Tayînkirina Pêþeroja Xwe bi Xwe û Kurd” ku di kovara Çaðýmýzda Hukuk ve Toplum Dergisi’nde[1] (zivistan 2010, 59/6) hatiye weþandin, ez têm dadgehkirin.

Di doznameyê de, beyaneke dozger heye. Dozger dibêje ”… û jiber ku xwedîyê nivîsê Ismail Beþikçi li Ankara dijî, paraztina wî ne hatîye girtin, jiber ku kiryara wî di hundirê ketina pêvajoya dozê ya dema kurt de ye, hatîye famkirin bêyî ku ev kêmasî were temamkirin, di derbarê wî de ev doz hate vekirin” (r.2)

Min dozname di 15 yê Hezîranê de girt. Di rojnameya Milliyetê, ya heman rojê de nûçeyeke wiha hebû. ”Uzanên ku revîyane, ji hefsê xelas bûn. Birayên firar Kemal Uzan û Yavuz Uzan ku bi muxalefeta Ûsûla Qanûna Bacê[2] tên mahkemekirin, ji ber ku dema wê tije bû, doza wan ket. Sê heb mahkûmên ku ji heman dozê dihatin mahkemekirin jî, nêzîkî 4.5 sal cezayên hefsê girtin.

Dema ku bahsa Uzanan dibe, bi bêrêtîyan zirar dayîna dewletê ya bi bi trîlyonan, xwarina pereyên bankan û hwd tê bîra mirov. Lê dewlet, organên dadgehîyê di vê mijarê de ne hiþyarin. Dema ku jîyana raman, weke mînak dema ku rexneyek dikeve meselê hiþyarbûneke pir mezin heye. Jibo ku raman di bin zordestîyê de were girtin, helwesteke mezin heye. Ev yek, alîyekî girîng yê jîyana Sîyaseta Tirk, ya hiqûqê Tirk e.

Xala 8’an ya qanûna 3713 bi navê Terörle Mücadele Yasasý[3] ku di roja 12.4.1991’ê de derketîye, hebû. Vê xalê, gotin û îfadeyên di derbarê Kurdan û pirsgirêka Kurdan de weke sûc dipejirand. Sucê progaxanda. Ev qanûn di 15.7.2003’an de û bi qanûna 4926 hat rakirin. Lê di doznameyê de tê famkirin ku hîna jî ev madde heye.

Ez dixwazim bi kurtayî, li derbasbûna cezayên berê ku ji bo îfade û axaftinên di derbarê pirsgirêka Kurdan de hatine dayîn, binerim.

1. Heta salên 1990’î, maddeyên Zagona Bingehî yên 141-142 dihat pêkanîn. Nivîskar, rojnameger, yên ku bahsa Kurdan û zimanê Kurdî dikirin, bi îddîaya ku hestên netewî qels dikirin bo wan ceza dihat dayîn.

2. Weke ku min li jor bahs kir, xala 8’an ya qanûna 3713 bi navê Terörle Mücadele Yasasý, maddeyên 141-142 ji holê hatin rakirin. Xala 8 ya vê qanûnê, yên ku bahsa Kurdan dikirin, bahsa Kurdistanê dikirin, bahsa zimanê Kurdî dikirin weke suc dinirxandin û ew ceza dikirin. Di salên 1990’î de ev madde pir hat pêkanîn.

3. Di xala 8’an de tiþtê ku tê bahs kirin di 2003’an de bi qanûna 4928 ji hilê hat rakirin. Lê nuha, li helwestên wiha bi maddeyê 7/2 yê Qanûna Tekoþîna li Dijî Terorê dawe tê vekirin. 

Dozgerên Birêz,

Pirsgirêka Kurdan, pirsgirêkeke gelekî girîng ku jîyana Tirkiyê ya civakî, sîyasî, aborî û ewlekarîyê gelekî ji nêzîk de eleqeder dike. Ev yek di serê pirsgirêkên wiha de tê. Ev rewþ di hin daxuyanîyên Serokwezîr de jî dîyar dibe. Di Cotmeha 1991’ê de, Serokwezîrê wê demê Suleyman Demirel got ”em realîteya Kurd nas dikin”. Lê li ser hiþyarkirin û rexneyên der û dorên desthilat, li vê gotina xwe xwedî derneket, pêwistîyên vê gotinê pêk neanî.

Di navbêna salên 1990’î de, Tansu Çiller ku wê demê serokwezîr bû, bahsa modela Baskê kir, lê li ser hiþyarkirina der û dorên desthilat got ”ez þaþ hatim famkirin”. Di pê re Mesut Yýlmaz li koltixa serokwezîrîyê rûniþt û got ”rêya Yekîtîya Ewrûpa di Dîyarbekirê re derbas dibe”, wî jî li ser hiþyarkirin û rexneyan li gotina xwe xwedî derneket, pêwistîya gotinên xwe pêk neanî.

Îro jî Serokkomar Abdullah Gül dibêje ”Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Tirkîyê ya herî girîng e”. Recep Tayyip Erdoðan jî gotinên wiha dibêje û dibêje ”me  pêþî li polîtîkayên înkarê girt”.

Hin caran di derbarê pirsgirêka Kurd de gotinên Serokwezîran bi vî awayî, lê li ser hiþyarkirin û rexneyan gav avêtina biþûnde, xwedî derneketina li gotinên xwe, dîmenek ji jîyana sîyaseta Tirk e.

Îro di çapemenîyê de, di derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de, pir nîqaþ tên kirin. Di rojname, telewîzyon, radyo û malperên înternetê de mirov dikare van nîqaþan biþopîne. Lêbelê axaftina pirsgirêkê bixwe bêtir girîng e. Di vê derê de azadîya ramanê weke pêwistîyeke girîng derdikeve holê. Berfirehkirina îfadeya ramanê, divê alîyekî girîng yê rêvekirina Kurd be. Di vê xalê de di derbarê pirsgirêka Kurd de, divê rexnekirina jîyana sîyaseta Tirk wezîfeyeke girîng be. Di vê mijarê de, divê nîzamên navnetewî, weke mînak Cemîyeta Gelan û di pê re Netewên Yekbûyî were rexnekirin. Nivîsa ku di kovara Çaðýmýzda Toplum ve Hukuk de hatiye weþandin, herweha ketîye doznameyê jî, divê bi vê nerînê were nirxandin.

Tirkîye li Rojhilata Navîn, li Kafkasya û Balkanan dixwaze bibe hêza herêmî.  Li Gazze hewildana têkilîyên bi Hamasê re, li Bosna-Hersek, di îxtîlafa Azerî-Ermenîyan de daxwaza xwedîtîya gotinê, bi vê yekê ve girêdayî ye. Tirkîye bêyî ku di pirsgirêka Kurd de pêþveçûnên demokratîk pêk bîne, ne mumkune vê nêt û fikra xwe pêk bîne. Yên ku pêþîya mala xwe paqij nekin, lê herin pêþîya malên hin din paqij bikin, di qada navnetewî de tenê pê tê kenîn.

Di nivîsa ” Mafê Netewan yê Tayînkirina Pêþeroja Xwe bi Xwe û Kurd” de, di derbarê beþê ku ketîye doznameyê de dixwazim çend gotinan bêjim. Perçekirin û parvekirina Kurd û Kurdistanê, di dîroka Rojhilata Navîn de bûyera herî mezin e. Yê ku divê di vê mijarê de biaxivin zanîngeh in, çapemenî ye, nýviskar in, bi kurtayî jîyana ramana Tirk e. Vekirina dozgerîyê ya di derbarê mijarên wiha de jî, weke pêþîgirgina afirandina zanyarîyê tê nirxandin. Ev jî jîyana ramana Tirk zuha dike, dike çol, mejîyan seqet dike. Ramana azad, rexneya azad, hem þertê zanyarîyê, hem jî yê demokrasîyê, yê herî girîng e.

Silav û Rêz

28 Tîrmeh 2010

Ýsmail Beþikçi

Werger: Salih Agir Qoserî

 

 

salihagirqoseri@hotmail.com

Hîna ev nivîs nehatiye þîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Evdila Dirêj
Hîlekarîzm

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere