Federasyon: "Di hilbijartinê de dengdayîn erkekî netewayetî ye"
04 Adar 2010 Pênþem Saat 12:02
Daxuyaniya Federasyona Kurd li Swêdê: Hilbijartin proseyekî demokrasiyê ye û li welatên demokratîk dimeþe...

Hilbijartina li Iraqê cûda ye, ji ber ku Iraq hin di destpêka demokrasiyê de ye û li ser mezheb û layegirên wê ava bûye. Þovenîstên Baxdayê îro ji berê zêdetir dijminayetiya Kurd û Kurdistanê û baþûrê Kurdistanê dikin û hewildidin bi riya hilbijartinê plan û projeyên ku di xêra kurdan de ne bê encam bimînin.

Em wek Federasyona Komeleyên li Kurdistanê li Swêdê dawa li hevwelatiyan dikin ku ew di 7ê Adarê de herin ser sandoqan dengê xwe bidin. Divê lîsteyên cûda yên Kurdistanê nebin sebeba helwestên cûda ji bona hilbijartina parlamentoya Iraqê. Helwesteka weha dê bi kêrê dijminên gelê kurd bê ku ew planên xwe di Parlamnetoya Iraqê de li ser wan navçeyên ku hin di bin îdareya hukmeta herêma Kurdistanê de nînin cî bi cî bikin.

Îro bi taybet Kurdistana baþûr û bi giþtî beþên din yên Kurdistanê di prosesekî hessas de ne û dijminê gelê kurd ji bona ku tesîra baþûrê Kurdistanê li ser parçayên din çênebe di nav hewildanê de ne û dixwazin dubendî têxin navbera hêzên kurd û Kurdistanî û hewrweha dixwazin tesîra wan li Parlamentiya Iraqê de kêmtir bibe da ku maddeya 140 di jiyanê de bi cî nebe.  Ji bona vê yekê divê hemû partî û lîsteyên Kurdistanê li ser pirsegirêkên ku heta nuha nehatina çareserkirin di Parlamentoya Iraqê de xwediyê yek helwestî bin û hewilbidin ev pirs çareser bibin û sinorê Kurdistanê diyar bibe.

Divê xebata miletê me li Kurdistana baþûr serkewtî be, çunkî îro ew hêviya kurdan e!

1.03.2010

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

www.fkss.se