![]() Goran PDKê tawanbar kir
![]() 08 Adar 2010 Duþem Saat 10:00
![]()
Avesta - Tevgera Guhertinê (Goran), îdia kir ku li navçeya Sîncara girêdayî Musilê di hilbijartinan de hîle hatiye kirin.
Ji rêveberên Goran û Berpirsê Herêma Misûl û Behdînanê Xeyrî Þengalî daxuyaniyeke da AKnewsê û got, di hilbijartinên Sîncarê de dek hatine gerandin û encam biguman in. Þengalî got, di gelek navêndên hilbijartinan de çavdêrên Lîsteya Goran hatine dûrxistin û serbazên asayîþê yên Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) jî berpirsên navendên hilbijartinê bûn. Þengalî got, Hilbijêrên sempatîzanê PDK’yê qilifên naylon li tiliyên xwe gerandine û bi caran deng bikaranîne û hinekan jî boyaxa tiliya xwe bi asetonê paqij kirine û herî kêm jî 3 car deng bi kar anîne. Berpirsê Pêwendiyên Misûlê yê Hevpeymaniya Kurdistanê Gazî Ferman jî got, “Lîsteya Goran bi awayek xerakirî xebitiye û li deverên Sîncarê û deverên dîtir de pêþmerge û asayîþê tu mudaxeleya hilbijartinan nekiriye.” Ferman ji AKnewsê re got, “Ger Lîstiya Goran bawer e îdiayên wan rast in, divê þûna ku daxuyaniyan bide medyayê bile werin rû bi rû biaxivin. Di navendên hilbijartinan de polîsê Iraqê û hêzên peþmergeyan bi awayek hevbeþ diman.” ym AKnews |