Serok Barzanî spasiya gelê Kurdistanê kir
08 Adar 2010 Duþem Saat 12:30
Avesta - Peyama serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo encamdana hilbijartinan:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan!

Silavên birayetiyê!

Ji bo serkeftina proseya hilbijartina Encumena Nîþtîmaniya Iraqê ve, ji bo min xweþe germtirîn pîrozbahiyê pêþkêþî hemû gelê Iraqê û bi taybetî jî li gelê Kurdistanê bikim.

Spasiyên bê‌ payan ji bo gelê Kurdistanê û hemû birayên delalên Pêþmerge û Polîs û Asayîþ û hemû dezgehên pêwendîdar bi parastina ewlehî û asayîþa li Herêmê ku karîn hewayeke aram ji bo hemwelatiyan dabîn bikin da ku bi azadî û dilniyayiyê ve dengên xwe bidin.

Spas ji bo hemû Kurdistaniyên derveyê welat ku li ser dirust kirina astengiya li ber beþdariya wan ji aliyê hinek‌ ji regezperestan ve lê belê wekî ku me dît bi coþ û xweþiyeke baþ serî li sindoqên dengdanê dikirin.

Spasî hemû qewareyên siyasiyên beþdarbuyiya hilbijartinê dikim ku bi hîmeta hemû aliyek rê nedan ku tu rûdaweke nexweþ rû bide û bi vê yekê jî hilbijartin bi awayeke asayî birêveçû.

Her wiha spasî hemû medyayan dikim û her ji niha ve jî pîrozbahiya li wan hemû xuþk û birayan dikim ku baweriya gel bi dest dixin.

Ji bo me Kurdistaniyan jî dûpat dikim ku divê‌ beramber bi pirsên netewayetiyên me yek helwest bîn û nûnerên gelê Kurdistanê pêkve ji bo cih bi cih kirina destûrê û bi taybetî jî maddeya 140 de kar bikin.

Li ser asta Iraqê jî hêvîdarim ku em hemû bi xwe ve biçîn û bi birayetî hevkariya hevdû bikîn û pêkve Iraqeke federal û demokrat pêk bînîn û girêdayî destûrê bîn û yasa jî serwer bê li Iraqê da û em hemû jî pêkve hewl bidîn þerê terorê ji Iraqê dûr bixîn û berjewendiyên bilindên welat jî ji aliyê hemû aliyek ve li ber çav bigrîn.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
08/03/2010