![]() Barzanî û sefîrê DYAyê behsa avakirina hikûmeta nû a Îraqê kir
![]() 10 Adar 2010 Çarþem Saat 04:04
![]()
Avesta - Duhî sêþemiyê 09.03.2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selaheddînê pêþwazî li Cristopher Hell balyozê dewletên Yekgirityên Amerîkayê yê li Iraqê û...
þanda li gel kir ku ji Alen Mayzin Haward þêwirmendê balyozxaneya Amerîkayê û hejmarek ji berpirsan pêkhatibû kir. Di hevdîtinê de ku Nêçîrvan Barzanî amade bû balyozê Amerîkayê pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên parlamentoya Iraqê li serok Barzanî kir û behs li rewþa hilbijartina li herêma Kurdistanê kir ku li hewayeke aram û pir bi ewlehî û bi awayeke rêkûpêk birêveçû. Di mijareke dina hevdîtinê de pêwendiyên di navbera Iraq û herêma Kurdistanê li aliyek û Amerîkayê yên di hemû waran da hate nîqaþ kirin li gel çawayiya xurtkirin û berfirehkirina van pêwendiyan. Envamên serdana fermîya dawiyê a serokê herêma Kurdistanê ya bo Amerîkayê bi baþî hate nirxandin. Her wiha her du aliyan behsa rûdawa meha derbasbûyî ya Wankê kir ( Di mehda derbasbûyî de waliyê Mûsilê mihawile kir serdana Wankê û Têlkêfê bike, lê xelkê deverê waliyê Mûsilê tematebaran kir û rê nedayê bikeve nav Wankê, paþî bi alîkariya hêzên amerîkî çû nav bajêr) û dûpat kirin ku rûdawên bi vî awayî nebe careke din dûbare nebin. Di beþeke dinê hevdîtinê da bîr û ra di der barê çawayiya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqa Federal hate nîqaþ kirin. Krg |