|
Hejmar 38, 01 çile 2003 |
![]() |
|---|
|
Rojnameyeke
Çandî, Hunerî û Wêjeyî
|
|
|
Zanyarî li beşine cîhanê gihîştiye radeyeke wisa bilind ku pirsên xwe bi olan, morala mirovî û xweristê ve peywendîgir dikin dihêne holêye. Pisporên di derbarê DNA û cînan (geans) de di kar de dikarin êdî ne tenê berhemên ji bo xwarinê, lê her weha lawiran (heyweanan) jî bidin guherandin; wek nimûne: wan mezintir û xweşiktir bikin. Zanyarine nuha wê bizavê dikine ku lawirine wenda bûnî ji nû ve li cîhanê vegerînin, bi rêya derhanîna beşekî ji mêjiyê hestiyên wan yên li şûnên wek Alaska di bin berfê de manî. Heke mirov li bajarekî wek Sydney be û amade be 13 000
dolarên australî (dora 7000 dolarên emerikî) bide, ew ê bikaribe
biryarê bigire ka zarokê di zikê diya xwe de bila law be yan keç. Bi gotineke din, ew peyayên li hinek welatan jineke 2yem bo
xwe dihînin, yan bi hesreta ku xwedê li wan bihête rehmetê û lawekî
bide wan dijîn, dikarin nuha, heke xwedan pere bin, ji destpêkê de
lawan bi dest xin (Bêyî guman teknolojî nikare egerên din yên hanîna
du jinan ji holê rake!). Tiştê
seyr, ecêb, ew e ku hejmarên di dest de diyar dikin:
Kesên li Sydney va teknolojiya bo amancên xwe ta nuha bi kar hanîne,
ji %60ê wan ne law, lê keç daxwaz kirine. Tiştê hîn tehlûketir ew e ku zanyarên di vî warî
de pispor dikarin êdî mirovan jî kopî bikin.
Bi gotineke din, heke mêrek yan jinek weqa ji xwe razî be dikare
zarokê xwe yan zaroka xwe eynî di qilafet û rengê xwe de bi dest xe (Gelo
hin rêxistin vê teknolojiyê bo kopîkirina mirîdên robotî bi kar nehînin?!!!). Hejmareke ji şirket û dezgehên li walatên pêşkeftî
ev çend sal in gellek berhemên xwarinê dane guherandine. Amanc bêyî guman bêtir xwe bi qezenca aborî ve girêdide.
Van berheman di bin navê GENETICALLY MODIFIED FOOD de dihên nasîn.
Lê lawirên hatinî guherandin jî hene ku wek GENETICALLY
MODIFIED ANIMALS dihên binavkirin. Sharezayên
di vî warî de pispor bawer in ku zanyarî û teknolojiya di dest de
dikarin bi rêya tevlihevkirina cînên ji du lawiran yekî derxin, wek
nimûne: lawirekî ku nîvşêr û nîvpiling be.
Li milê din, heye ku mirov bikaribe
organine giyanî, gurçik wek nimûne, bide “çandin.”
Gelo kiryarên wisa xwetêkilîkirina bi karê xwedê re
bin? Gelo divêt rê ji bo
wan bihête dayîn, yan pêwîst e hukûmet wan qedexe bikin?
Bikarhanîna vê teknolojiyê ne 100% serbest e, lê sal li dû salê
bêtir hukûmet rê didin ku ew ta radeyeke bi sînor têkeve kar.
Lê gellek kes û dezgeh her li dij bikarhanîna vê zanyariyê û
teknolojiyê dimînin û dibêjin ew rêyên xweristî diguherin; yan dibêjin
ku bikarhanîna wan li dij olê û morala mirovî ye. Li
gel wê jî zanyarî û teknolojiya di vî warî de sal bi sal pêşvetir
diçin û bêtir dihên bikarhanîn. Hukûmeta emerikî di van salên dawîn de gellek kel û
pelên xwarinê bêpere, wek alîkariya mirovî, rêkirin welatine
hewcedar. Berê şirketine
ew li Emerîka bi xwe jî firotin, wek bikarhanîna garisê hatî
guherandin bo xwarinê, lê li gor hin lêkoleran van şêwe berheman
dikarin bibin egera afirandina nexweşiyê li cem hin mirovan.
Ber çend rojan welatekî afrîkayî, li dû gihîştina alîkariya
emerikî, ragîhand ku ew vê alîkariyê naxwaze çimkî berhemên hatinî
rêkirin bi rêya teknîka guherandina cînî, GENETIC MODIFICATION,
hatine guhertine. Munaqeşeyeke germ nuha li Emerîka, Ewropa, Australya
û gellek aliyên din yên cîhanê di derbarê teknlojiya cînan û DNA
de û di derheqê bikarhanîna wan bo guherandina proseyên xweristî de
dest pê kiriye. Gelo dîtina
te di derbarê van pirsan de çi be, xwendevanê hêja?!
(3/11/2002)
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2003 |