|
|---|
|
Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî
Chefredaktuer:
Dilbixwîn Dara
|
|
|
Kurdekî din li Ingiltere keça
xwe ya 16 salî bi kêran kuşt London
– Avesta
Bavê
bi navê Abdullah Yonus (48) ku tevî malbata xwe berî 10 salan ji Iraqê
ji ber rêjîma Sedam reviyabû Ingiltere, pejirand ku wî ji bo "parastina"
namûsa xwe keça xwe ya 16 salî kuştiye. Yonus
di dadgehê de ji dadger re diyar kir ku ew sûcdare û layûqû idamê ye. Li
gora ku tê gotin keça Abdullah Yonus ya bi navê Hêşo plan kiribû
ku bi xortekî Libnanî re (18) bireve. Hêşo
li dibistanekê rojavayê Londonê xortê Libnanî nas kiribû, û berî
niha nameyek ji bavê xwe re wiha nivîsandibû: "Biborînin ku min
gelek problem ji we re peyda kirin, weke diyare me heya niha ji hev fêm
nekiribû, hinek tişt hene mirov nikare biguhere… " Piştî kuştina keça xwe, Abdullah Yonus carekê helw dabû ku xwe intîhar bike, xwe ji qatê sisiyan avêtibû, lê tiştek pê nehatibû.
*
Suretê keçika kuştî Hêşo ji malpera kurdishmedia hatiye
girtin.
|
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2003 |