Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî      Kurdish Online Magazine   

Chefredaktuer: Dilbixwîn Dara    avesta@avestakurd.net  

 

 

 

Şahînê Bekirê Soreklî 

di çend rêzan de

 

Av. Hesen Nabo (Kobanî)

 

Li gundê Mezrê ku li rojavayê Kobanî dikeve û li ser sînorê di navbera Suriyê û Tirkiyê de ye, zarokê ku bavê wî Soreklî û diya wî Naylê, piştre nav lê kirin Şahîn ji dayîk bû.

 

Hêviya xwediyan ew bû ku zarok li gora navê xwe be, serbilind, jîr serkevtî be di jiyana xwe de.

 

Ev zarokê nûhatî di sala 1946 cara yekemîn dinya dît.

 

Şahîh, hêviya xwediyan têk nebir. Heya rojên îro jî, ku temenê wî bûye 58 sal jî, ew weke ciwanekî di jiyanê de bi hêrs û enî bilind dixebite.

 

Ew di dibistanên Kobanî de ku nû hatibûne avakirin, dest avête pênûs, defter û pirtûkê, heya ku dîplomaya dibistana navîn stand.

 

Piştre bavê wî ew şande Heleb, ji bo xwendina bekelorya. Wê demê xwendina li helebê ji bo xwendevaên Kobanî xewnek bû. Li wir bi serkevtin bekelorya qezenc kir (1965).

 

Di dawiya heman salê de, Şahîn berê xwe da welatên Ewropa, bi armanca berdewamkirina xwendina xwe. Bi xemgînî, wî xatirê xwe ji malbata xwe xwest û berê xwe da Almanya. Lê belê ji ber sedemên jiyanê yên dijwar nikaribû zêde li wir bimîne, piştî 3 salan ji wir berê xwe da Australya.

 

Li wî welatê dûr Şahîn li gelek zor û zehmetiyên nû rast hat. Lê belê bi baweriya xwe ya xurt dikaribû xwe li ser piyan bihêle. Li zanîngehekê xwe bicih kir û dîplomaya Nekaliryor di edebiyatê de qezenc kir. Piştre jî dîplomaya di warê Perwerde û kulturê de li Sidny bi dest xist.

 

Li wir wî destpêkê weke maosteyekî zimanê Inglîzî dest bi kar kir. Ew ji 8 9 salan û vir de di wezareta perwerdeyê mîna çavdêr dixebite.

 

Şahîn tu caran nedixwest ew tenê weke penaberekî bijî û peran kom bike yan jî tenê li xweşiya jiyanê bigere. Li kêleka xebata xwe ya şexsî ew ji tevgera netewî bi dûrneket, tevî ku bi hezaran kîlometran ji welatê xwe dûr bû jî, wî her hewl dida ku di dilê gelê xwe de be.

 

Di beşê ziman û edebiyata kurdî de dest bi xebateke tund kir. Di radyoya Sidney de bû moderatorê programeke kurdî-înglîzî (1982), piştî çend salan jî bû berpirsiyarê beşê kurdî yê radyoya SBS, heya niha ew berpirsiyar e.

 

Li aliyê din di avakirina komela kurdî li Australya de ich girt, ew 7 salan serokê wê bû.

 

Ligel van karan, Şahîn di hemû beşên edebiyarê de berhem pêşkêş kirine, çîrok. Roman, şano, helbest û hwd. Heya niha berhemê derxistine ev in:

 

Jana 7 salan (helbest Bruksel)

Namûsa Êmo (çîrok Stokholm 1994)

Mehkemekirina Selahedînê Eyûbî (Şano)

Em û Doza me (gotarên siyasî, ziman)  

 

Ligel van berheman Şahînê Soreklî gelek çîrok û gotarên cuda ji kurdî wergerandin zimanê înglîzî û ji înglîzî bo kurdî wergerandin. Gelek gotarên wî di gelek kovar û rojnameyan de hatine weşandin, weke kovara Nûden ku li Swêdê Firat Cewerî derdixist, û rojnameya AVESTA ku Dilbixwîn Dara li Almanya li ser înternetê derdixîne… û gelekên din.

 

Romana "Şerefa Wendabûyî ya Katharina Blum" ya romannivîsê Alman Heinrich Böll ya ji mezintirîn berhemane ku Şahînê Soreklî wergerandiye zimanê kurdî.

 

Şahîn, tevî ku ew baş dikare bi înglîzî, almanî û erebî binivisîne jî, piraniya berhemên xwe bi zimanê dê, bi kurdî nivîsandine. 

 

Di destpêka 90. de, û piştî xurbeteke ji 25 salan zêdetir, nivîskar û edebiyatzan Şahînê Soreklî biryara xwe da ku welat ziyaret bike, ew welatê ku bi salan bi hesreta dîtina wî bû. Ji wê demê ew di her fersetê de welat ziyaret dike. Di serdana dawiyê de, bi germayî ji aliyê miletê Kobanî ve hate pêşwazîkirin, Komîteya Çandî û Medyayê ya Hevbediya Demokratîk ya kurdî li Suriyê ew li Efrîya bedew xelat kir. Di merasîma xelatdayînê de gelek şexsiyet û nûnerên partî, rêxistin û medyayê beşdar bûn.

 

Heyf ku li welat kêm berhemên vî nivîskarê me yê mezin peyda dibin, ew berhemên ku rexnegir wan weke berhemên pir bi nirx û hêjayî xwendinê ne, destnîşan didin.

 

(Kobanî)

 

VEGERE

 

 

©www.avestakurd.net 2001-2003