Rojnameyeke Çandî,  Hunerî û Wêjeyî      Kurdish Online Magazine   

Chefredaktuer: Dilbixwîn Dara    avesta@avestakurd.net  

 

 

Sloganan derbe li konsera Ciwan Haco xistin

 

Istenbul - AVESTA

 

Roja 18 mehê Konsera Ciwan Haco li Istenbulê hebû.

 

Reklameke baş ji konserê re hate kirin, medyaya Tirk jî bi ferehî behsa Ciwan kirin. Di demeke kin de jî bilêt xelas bûn û tenê dikaribû li borsaya reş duqat sêqat  (50-150 milyon) werin kirîn, bilêt bûne efyon û wenda bûn.

 

Salon ji mêvanan re teng hat. Hesabê sûkê û malê jî li hev nehat.

 

Piştî ku Ciwan bi xêrhatina mêvanan, bi kurdî, inglîzî û tirkî kir, dest bi stranan kir, lê stranên wî bi sloganan hatine qut kirin. Sloganên ku dihatine avêtin ne ji bo Ciwan bûn, sloganên weke Bijî Serok Apo, Bijî Kongra Gel, Bê serok jiyan nabe..! bilind bûn. Ciwan mecbûr bû wana hêdî bike, lê kesekî guh nedida wî, ew bêdeng li ser sehneyê sekinî.

 

Ji nişkê ve migrofona Ciwan deng ji ser hate birrîn, elektriî jî bi ser de qut bû.

 

Û Ciwan bi acizbûn ji bê ku xatirê xwe bixwaze û konsera xwe temam bike ji ser sehneyê daket.

VEGERE

 

 

 

©www.avestakurd.net 2001-2004