|
|---|
|
Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî
Çefredaktuer:
Dilbixwîn Dara
|
|
|
Min bi wan derewan nexapîne Dilbixwîn Dara
Hema li kêleka xwe binêre, bêku tu xwe biwestînî û serê xwe virde wirde dirêj bikî, ka binêre çend ehmaqên weke min li te guhdarî dikin. Em baş dizanin tiştên tu dibêjî derew in, ez bi xwe, baweriya min bi yek gotina te jî nayê, berî ku tu devê xwe vekî ezê bizanibim wê çi gotin jê derkevin. Em çi însanên ecayîbin ne wisa!? Dema ku tu diaxifî devê me ji hev vekirî dimîne, weke ku tu ji Quranê biaxifî, weke ku tu pêxemberek bî, yan jî eflatonek bî… di rastiyê de tu tenê derewan dikî, qet tiştekî jî nabêjî, lê em ev in, derewên te, te bi me didin hezkirin. Heyfa me, em ewqas li ber gotinên te biçûk dibin, ewqas biçûk dibin, hema bêje ji biçûkbûnê em li ber çavên xwe jî naxuyên. Tu ecêbekî min got. Di cihê xwe de dikarî nod û neh caran derewan bikî, kesek cesaret nake ji te re bibêje bese… Ka ! Te ji min re digot dema ku Newroz were emê bi hev re derkevin ser kaşê Miştenûr û agir berdin tegeran. Qet nayê bîra te, dema berî pazde bîst salan me tegerên erbane û trektoran di hewşa malê de vedişartin û em bêsebir li benda şeva Newrozê diman. Me şûşe tijî benzîn, qazaxî û mazût dikir, em zarok weke kerwanên qereçiyan bi pey hev diketin û me ziqaq bi ziqaq dida hev, wê şevê ne xew dikete çavên me ne jî me guh dida dengê dayîkan ku ji tirsa polîsan gazî me dikirin û bi zorê dixwestin me têxin hundir. Lê di wan şevan de em dibûn weke birûskê, kê dikaribû me bigire! Dengê kê dikete guhê me! Ji xwe me ji xwedê dixwest ku erebeyên polîsan derkevin û bidin şopa me, daweta diya me bû, weke ku dibjin. Gava ku dengê erebeyên wan dihat jî, me xwe di quncikan de vedişart û bêdeng me ji xwe re li wan temaşe dikir, çawa tegerên me vedimirînin û xeber û dijûnan ji me re dibêjin. Kêfa me dihat, me destê xwe dida ser devê xwe, hem bi tirs hem jî bi kêf em bi dizî bi lêvan dikeniyan. Lê dema ku bi rê diketin û diçûn jî, em weke mûriyên ku ji qulên xwe derkevin, careke din li kolanan belav dibûn û dibû qîjewîja me… Te çi zû ji bîr kirin ew roj! Niha di vê şeva Newrozê de, tu dixwazî min bi çi bixapînî?! Ne derewên ku tu dikî, ne jî vê “xweşiya” ku tu xwe di nav de dibînî, tu caran nikarin bêhna mazota wan tekerên di nava agirê Newrozê de bedena min paqij bikin. Kanî ew roj, li ku man?! Rojên ku me sebir nedikir em kincên xwe ji cem Terzî Hesen bînin û di roja Newrozê de li xwekin, rojên ku keçikên Beraza xwe têde dixemilanin, û bi rûkî fedokî di ber me re derbas dibin û kezeb li me dihelandin… Tu hîn bi çi xweşiya vê derê dijî?! Kanî ew dost, dostên ku me bi hev re berê xwe dida Miştenûrê û me Newroz pîroz dikir… Te ew xweşî tev wenda kir, bawer neke ku tu careke din bibînî, qedera tebû belkî, tu rojên dawiya jiyana xwe Newrozê li ber mûman û di salonên dawetan de pîroz bikî. De tu bi çi û ji bo çi xwe ji min mezintir dibînî… Ez kurê wê axê, wê gemarê, wan kolan û ziqaqan im. Ez kurê wî bajarî me, ku şefaqan rojê li eniya me dixist û em ji xew hişyar dikirin, tu çi xwe mezin dibînî?! Tu ji çi, ji kê mezintirî?! Nayê bîra te, dema ku berî pazde salan te ji min re digot: Xwezî min rojekê Newroz li Qamişlo pîroz bikira, xwezî ez bi hevalên xwe biçûma Eyndîwerê… dîtina Serê Kaniyê Amûdê, Efrînê ji te re bûbû hesretek. Îşev ew Newrozê pîroz dikin, lê ne weke te bi mûman û di salonên dawetan de, ew pêle pişta felekê dikin û însanên xwe yên herî şêrîn diyarî wê rpjê dikin… De bese xwe mezin nebîne, rabe û çavên wan şehîdan, çavên Bajarê Evînê, heya bi Efrînê, Kobanî, Dêrîk, Amûd û Serê Kanî ramûse, bila ez ji te hez bikim.
|
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2004 |