|
|---|
|
Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî
Çefredaktuer:
Dilbixwîn Dara
|
|
|
NA,
EZ XEMGÎN IM
Nikarim
biaxifim lewra zimanê
xwe nizanim
Min
dixwast di derheqê
xwe de vebêjim , lê
dîroka xwe nizanim
Perwerde
û zanîna min nîn e,lewra dibistan
tunebûn
Birayê
min nîn e,ew siyasetmedar bû,hate
kuştin
Na
,ez xemgîn im,hevalên min jî
tunin ,hemû di zindanê de
ne
Gundekî
min jî tune ,lewra hate
şewitandin
Xanîyekî
min jî tune , lewra bi tanq û topan xerakirin
Nikaribûm
di welatê xwe de bisekinîyama lewra bi mayînan dorpeç kirîbû
Xwişkeke
min jî nîn e,ew rojnamevan bû ,lê nayê xuyakirin
Na,ez
xemgîn im,lêzimên min jî tunin ,ji ber şer revîyan
Stranan
jî qet nizanim,ew hatine qedexekirin
Nikarim
reqs û dîlan jî bikim ,qedexe ne
Qet
nikarim çîrokek jî ji we re vebêjim lewra tu kesî ji min re negotîye
Dê
û bavê min jî tunin ,ew
hatin dardakirin
Na,
ez xemgîn im ,welatê min jî tune ,hatîye dagirkirin…….. Nîşe:Vê helbestê min ji malpera orîjînala
wî ji Ingilîzî wergirt Kurdî.
Ji
Ingilîzî:Yaşar Başûr
yasarbasur@yahoo.com
|
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2004 |