Rojnameyeke Çandî,  Hunerî û Wêjeyî      Kurdish Online Magazine   

Chefredaktuer: Dilbixwîn Dara    avesta@avestakurd.net  

 

 

 

Kulmek Ax …

 

                     Ronî Elî

 

Nede ber biskên kuzirî,

Mijgulên ku, bi ser lêvan de

Dilopên xwînê dadiweşîn in,

Dêmên ku, bi serê sibehan re,

Pirtewên mêyikê di gerden û sîng û ber de

Dixemlî in,

Wê reşa

ku, te ji ser çavên nemirên evînê,

Siwarên deşta Siroc û Cûmê û Wanê

Rahiştî …

 

Nede ser çavên jikestî

Ku, bi dehan

Nav û nîşanên ciwanên bêbext,

Bi dûrketina Memê,

Di golên mirina gezik û maçikan

Werkirin,

Wê perda

Ku, ji gotin û çêrokên

Dayika ku, di wefedariyê de

Serî danî,

Hatî dizîn …

 

De bihûn .. Û birêse ..

Bigrî û bikene

Dîwaran sazke

Lavan bi baz ke

Sawiran bi jor xe

Xweşiyê bi dor xe

Di sîngê bazirgana de

Mest be

Di çav û berîkên maldaran de,

Daholan lêxe

Û dîlanê bigerîne

Çi dibî bibe …!

Li ber serê xwekujeran bibêje:

«Yên ku ji bona Xwedê xwe

dane kujtinê,

Cihê wan Buhişta ferdose »..

Li ber deriyê zarokên nemiran,

Biqîre û bêje :

« Tiştê li eniyê yazmîş bî,

bozmîş nabe » ..

kuzota agirê dojehê,

Di tûrikê mila bindestan ke

Zihêr û morfînê

Di devê mendalên jinebiyan ke

Û di tûrikê destê xwe de,

Navê Vîyagra biparêze..!

 

Çi dibî, bibe ..!

Çi dikî, bike .. !

Di nîvê şevan de

Guhdarî kustepista mêr û jinan be..

Bi bahozê re, saloxên nemiran,

Di destê Sultananxe..

Pirojeyên belengazan,

Bide ber diranên karbidestan,

Û xetîra serhildanê jî hilde..

Ji ber di destê tevan de namîne,

Ji bilî,

Kulmek Ax …

 

 

Wê demê …!

 

Ronî Elî

 

 

Wê demê … !

 

Piştî ku, landika dilê min

Di sirûda çavên te de

Hilweşî

Û

Fîxanên cerga min

Di nav

Sîng û berê

Buhişt û dojehê de

Vemirîn

Min nizanî

Ku, bejna sinbilan

Hîn berberiya bayê

Reş û bakur

Dikin ..!

Û

Bihna adark û nêrgizan

Zora Xerdel û Siyanîdê

Dibin…!

 

Wê demê..!

Piştî ku, kerwanên evînê

Pişta xwe dane

Tîrêjên royê

Û bi niviştên Laleşê

Sînga xwe dixemilandin

Min nizanî

Ku, biskên Ferat û Dejle

Ji evîna cotyar û sosinan

Hatibûn hûnandin..!

Û belbûn û bilndbûna

Sîpanê, Xelatê

Li ser sînga

Min û te

Hatibûn barkirin .. !


Wê demê..!

Piştî ku, cîgeha Şaloran,

Xunçeyên berê keçikan

Hatibûn şewitandin

Û wargehên koçeran

Ji Mişk, Dupişk û Maran

Mişt bûbûn Û

Tengijîn

Min nizanî

Ku, di gerden û sînga te de

Pizotên serhildanê

Peşwaziya sozên nemiran,

Dikin … ! Û

Omîd û lavlavên

Hem viyan û hem jiyanê

Guhdarî hebûn û heyîna

Xetîra girgîniya dilê min

Û kewên Gozel dikin …!

 

Wê demê .. !

 

Piştî ku, di nîvê şevan de

Girtîngeh û Mizgeftan

Mêr ji hembêza jinan

Direvan din

Û

( Selawet ) û îşkenceyê

Şûrê wêranê

li ser çavan

dihejandin

min nizanî

ku, wê

qamşlo û Efrîn

di kembera

helbçe û Hewlêrê de

di kavilkên

Mihabad û Amedê de

kevirên sor

Û

Hêstrên şor

Bi ser hev din

 

Wê demê…!

Piştî qirkirina mendalan

Ji pêsîrên dayikan

Qedexekirina ramûsanên lêvên

Keçikan

Û

kujtina xalxalokên çeman,

Çivîk û Zerçikên çavan

Min nizanî

Ku, Kewên Gozel

Nayên kirîn

Bi erzanî..,

Dilkê yarê

Nayê girtin

Bi hêsanî…

Min nizanî..,

Belê yarê,

Min nizanî

Ku, tu dizanî

Û

Min jî

Nedizanî …?!.

 

 

VEGERE

 

 

 

©www.avestakurd.net 2001-2004