|
|---|
|
Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî
Chefredaktuer:
Dilbixwîn Dara
|
|
|
Giringiya Ramana Bedewiyê û Çanda Hunerî Ragib Sosanî
Hrewekî pêwistiya zanista bedewiyê û çanda hunerî û rexneya hunerî ji bo ramandar û rexnevan û hunermend û afrandyar û her mirovên ku dixwaze di jiyaneke xweş de bjî, û yên ku agehdarin bi rola pêkanîna armancên netewî, û karên mirovatiyê ...herwekî nivîskarê Rûsî Gorkî dibêje ; Bedewî Afrandina Pêşerojê ye ..... Huner bedewiyê gava ku bi wezîfeya xwe rabe, wê berovajî vê yekê be gava ku dûrî kar û barê xwe be, helbet bedewî bi belavkirina zanistiya mirovatî radibe û bilindbûna ramana bedewiye, lewra zanista bedewiyê li xweşkbûnê digere, ya ku divê li gorî hêviyê be, ew kemala ku xwe di hest û şaristaniyê de diyar dibe, her xweşkbûn têgihaneke ji pêvajoya bedewiyê re . Ne tim mijara bedewiyê armancên xwe pêk tîne, lê belê carnan jî bi mirûzî diyar dibe . Rola hunermend li vir guhertina dîmenên mirûze, ji bo tabloyeke bedewe, bi derbaskirina hestê xwe li mijarê wezîfedar dike, vêca ew tablo di çavê temaşevan de dewlemend dibe, piştî serastkirina wê bedewiyê . Bedewî cihekî bilind di felsefeyê de girtiyê, wekî ku Elksender Bomcartin dibêje ; Bedewî zanistiya zanîna hestevaniya hunerî ye . Ew zanistiya ku dîmena mirûz ji ya bedew cûda dike, ya ku pêwindiya jîwarî li nik mirovan lêkolîn dike, di astên herî bilind de, li cîhana hunerî û Wildiyorand jî tîben kiriye ku her dilek li xweşikbûnê digere û dibîne, lê kêm mejî dizanin ku ev xweşkbûn ji kû hatiye, bi vê pirsê mijûl dibin, ango pênasîna wê bi awireke zanistî, di vî warî de Ocîn Dolakirwa dibêje ; Bewdewî mijareke berfirehe, jiyana gelek navdaran daqurtandiye... Herwekî Iflaton û Eresto jî dîtina ku ew mîna ronahiya ku derbas dibe tabloyê di çavên temaşevan de bi hev girê dide, û dest datîne ser hest û mebestên wan .. wekî nemûne ; rojdana li rûyê mirov, ronahiya li ser dêman, bedewiya poz û şêraniya çavan û herweha ziraviya bejnê ... wekî ku ramanzanên Elman Kant û Şobinhor di pênasîna bedewiyê de, ku ew sîfeta şahî û şadûmaniyê diyarî dil û hestên mirov dike, bêyî ku zanibe çendî sûdegire, ku çawa ew hêvi û armanc di hinavê mirov de dilivîne, helbet mijar bê bedewî dimîne, lê ku şahî û xweşiyê derbasî dilê temaşevan neke . Bedewî tenê li dervî hestên mirov, ji mirovan drtê û dîsa lê vedigere, dibe ku ev dîmen nîşana wê bedewîyê be, lê çalakiyeke hundirîne û awirekî ji mijarê digre . Ji pêwistiyên hîmên bedewîyê ; lihevhatin û tenasiq û zelalî û yekbûn û rengvedan, heger hunermend di hişê xwe de kûr û dûr neçe û çavên xwe çavên xwe li mijarê baş venekiribe, tucarî nikare hunereke nirixdar biafirîne, ew hêza ku dide hunermend ; yekbûna mijarê û pêkanîna alavên bikaranîna berhemeke nûye di hişmendiyê de, heçî ku hêvîdar be dikare ji cîgehên kevnetor û şopxêzên dîrokî û mûzexanên dewlemend, li dîroka hunerê vedinêre û encam digre, çawa ku mirov ji hezarên salan bi hunerê re mijûlbûn, di riya şêwe û xêz û reng û gotin û tevgerê de,herwekî tê zanîn ji bedewtirînên evsaneyan destana (Gelgamiş) û lêgerîna wê ji raza hebûnê re, ya ku navdarbû bi xwedanê rojê Nemûneyên hunerî û ji şîretên herî nirixdar ewin ; li kolanê neaxive, paşgotina mirovan neke, û ji pesindariya xweşkbûnê ewe ; Lêvên şêrîn wek libên tirî... û ji matmayên nirxdar jî ; ji xwe re keçekê di şahiyê de nebînin, wekî ku tê zanîn keçka ne xweşik jî bi dermana xwe di şahiyê de bedew dike da ku çavên xortan bixapîne . Ji bo mirov herdem 8 hez û hestevsnî hene ; evîn û bilindahiya giyan, tengijandin, şahî, şînî, dil tenkbûn û aşîtî û ne razîbûn ........ herweha ji şêwekar tê xwestin ku van mijaran bi şêweyên xwe di hundirê temaşevan de bilivîne ku bikaribin mijarên hunerî bi hev re girê bidin ji ber van bendan : Bingeha şêwiya pûtî girêdayi ye bi bingeha şêwekariyê re . Bingeha şêwekariyê girêdayî bi şêweyên dîlanê . Dîlan girêdaye bi mûzîka têlê ve . Mûzîka têlî jî girêdaye bi hunera stranê ve . Encam dertê ku hemû şêweyên hunerî bi hev re tên girêdan, li ser bingeha dahinana hunerî û berhendan jî di sê qunaxan re derbas dibe ; 1 – qunaxa pakirina hunerê ji bo hunermend . 2- qunaxa afirandina şêwe di warê sihnî de . 3 – qunaxa wênesaziya hunerî bi alîkariya alavên pêdiviyê . Bedewiya jinê wekî ku wesfdana yek ji raman nivîsê cîhanî : piştî ku çavên te bi kulîlkên şîn hatibûn rengîn kirin, û diranên te bi yasmînê û lêvên te bi bişkovên gulan ... çawa xwedan dikarîbû dilê te ji kevir bibiriya ey dilbera min. Ev gotina helbestî jî , nirxê hestekî hunerî dike, di afrandina gotin û sazkirina tabloyeke hunerî de . Wekî ku Konfoşyos ji mezintirîn torevanên Çînê divê ku mirov li ber xwe keve, berî bimre ku şêweyekî hunerî ne afirandibe, lewra ku kar û barê hunerê ewe ku şahî û şadûmaniyê ji temaşevanê xwe re pêşkêş bike, . Berî her tiştî mirov bedewiyê ji siruştê qezenc dike, û tabloya mezin ya ku dawî jê re tuneye û mîna kaniyeke dewlemend bi huner û bedewîyê diherike, ji ber ku mirov bi xwe perçakî giringe ji siruştê ye, ji wisa ku hezkirina bedewiyê di hestên mirov de hatiye kolan . Ev taybetî bi xwe bi kurdan re mezin bûye, wekî ku dayikên kurdan bi destê zarokên xwe digrin û diçin serê çiyan bi rengên Newrozan di himêza kurdistanê de pê şadibin, ew reng di hestê zarokan de têne çandin, ji wan rengan hestên wan têne avdan, piştî ku mezin dibin dîmenên hunermendî dikelin, di encamê de, em dikarin bibêjin ; Bedewî bê sînore em nikarin wê di navbera du kevanan de asê bikin .
|
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2004 |