|
|---|
|
Rojnameyeke Çandî Hunerî û Wêjeyî
Chefredaktuer:
Dilbixwîn Dara
|
|
|
Şehîdê
Qamişlo (Kurte
çîrok) Rêşand
binxetî / Qamişlo
Roj
baş dayê, roj baş Rojîn Jibo
çê tu zû ji xew rabû ye keça min?
Rojîn
got ji ber kû dengekî nexwş kete guhê min, bivan gotina Rojîn
bersiv da û Roja malbata Temo destpêkir
Temo
peyakê kurd e li bajarê Qamişlo dijî ew û qîza xwe û kurê xwe
Azad û pîreka xwe ne, Temo kar dike li bazarê, şînî di firoşê,
parîka nanê zarokê xwe jê derdixînê û hertim raman dikir wê çawa va
zaroka mezin bike û wan dê xwendin, û ji xwe re digot ez çawa van zaroka
mezin bi kim, ji alîkîve bajarvanîya Qamişlo (beledî) nahêle em
karbikin, û ji aliyê din ve, em di welatê xwe de beyanî ne, û her Temo
ji ramanan di westiye di got: debere li benda xwedê be.
Carekê
pîreke Temo piştî kû zarok razandin, jê pirsî: ti paşeroja
van zaroka çawa dîbîne qey ti lê raman nakê, Temo kesrek kûr berda û
got Eyşo ezê çibkim, ezê çibkim, em di welatê xwe de girêdayî
ne, bê nasname ne bê zimanin bê cihin bê xakin, malên me li ser navê
me nayên tabo kirin, ez çibkim Eyşo bihêle li ser xudê.
Her
în piştî nîvro Azad û hevalên xwe diçin yarîgeha yana Cîhad ya
werzişî, wek hemû caran Azad cardî berê xwe da yarîgehê. ro çû
ber ava Temo ji kar vegeriye mal, dî kû Eyşo bi navê Azad bandikê
û cîran lê kom bûne û pêre
hawar dikin û digrîn. Rojîn ji wêde hat û bankir: xêre dayê xêre çi
bi Azad hatiya qey ew jî çûye yarîgehê.
Eyşo
qîrek da û got: Rojîn Azad kuştin, polîsan Azad li yrîgehê kuştin,
Temo ji ziman ket û çogên wî lerizîn, û Rojîn xwe avêt hembêza wî,
û bankir yabo kanî Azad? çima kuştin? ma Azad çi kir ye? qey Azad
çûbû cengê!! qey terrorist bû!!! qey tivinga wî li milî wî bû!!! çima
kuştin? Haaa… jê di tirsiyan çima navî wî Azad bû!!
Temo
got: bese Rojîn, ew kuştin ji ber kû navê wî Azad bû, û silogan
bi kurdî di didan: (biner û meyzê Cîhad çilo dileyzê, va hatin pêşmergên
me, Ciwan destê xwe hilde) ji ber vê yekê hatin kuştin.
Rojîn
li bavê xwe vegerand: na yabo ne, (Dêriyên Sedamî) ji diho ve di celdan
Qamişlo de bang dikrin: bimrin kurd û bimrin serokên wan, bijî Felûce
bijî Sedam, û Polîsan çavên xwe ji wan digrtin.
Rojin
berdwam kir û got: dayê ma min vê sibehê ji tere ne got kû dengekî
nexweş ket guhê min.
Temo bi mêranî bersiva teve da: Azad şehîdê kurdîniyê ye, Azad şehîdê hebûnê ye, Azad şehîdê Qamişlo ye, derabe Eyşo em şehîdê xwe bi karkin, sibe meşa li pey şehîda ye.
|
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2004 |