|
|---|
|
Rojnameyeke Çandî Hunerî û Wêjeyî
Chefredaktuer:
Dilbixwîn Dara
|
|
|
Perdeya Guh
(roman) Daner lêkolînvan: Berhîm Mehmûd Mihemedê
Seyid Husên Qamişlo
Ev
romana (( Perdeya Guh )) weşana kurdî yekemîne lêkol Mamosta Birahîm
Mehmûd di nivisîne, helbetî piştî (30) pirtûkên dîtir, yên ku
bi zimanê Erebî hatine weşandin, û ji wan (7) pirtûk, li ser gireft
û kêşeya gelê kurd, rûdan û bûyerên bedkor, nemaze ku êrîş
û pilanên şevnivistî dihatin ser kurd, tuxm û nîjadên wî
armancdikrin, bê derengî bi ramanên xwe, pênûsa xwe rexneyên xwe, yên
zanava, bergiriya miletê xwe dikir. Û ew pirtûk bi nav nîşanên
xweve.. evin.
1-
wêneyê kurdan di çavên erebande, piştî cenga giravê
-1992 2-
Kurd li ber bayê dîrokê….rexne û ramaniye-1995 3-
Bi xwe hişyariya kurdî…. rexnevaniye 4-
Ji Qamişlo ta bigihê Hewlêrê -2004 5-
Ji Hewlêrê ta bigihê Qamişlo -2005 6-
Kurd revendiyên dîrokêne. 7-
Pêwendariya Kurd û Ereban, ya dîrokî…. dîroknasin û
peligdariye.
Mixabin
hersiyên dawî ji sala /2004/ an de, li ber çapêne, bê gûman ne cihê
pesne,nemaze ku, lêkol M.Berhîm Mehmûd, di navkutka çanda Erebî, û ya
Kurdistanîde, bi berhemên xwe, pirnas û navgirane, çunkî gelek hêlekarên,zanistî,
ramanî, pedagojî, bi fêrisî di hingivîne,sazî, çapenî û weşanxaneyên,
binav û deng di rojhilata navînde, mîna ya ( Riyad el Reyis ) li beyrûtê,
jêre çapkirye û di weşîne. Û bêtirin pirtûkên wî, di pêşengên
paytextên Erebîde, xweş firoşin, her wiha romana mijarê, ya
berdestê me((Perdeya Guh)) cûreyekî yekta nimûnedike, di şêwazekî
hunerî teybet de hatiye ristin her wekî xwêner, dikare navristên wê, ji
pêş û dawîde bi xwîne, bêyî ku ber û paş bibe, ango di
mijar û ramana romanêde, pêrgî tu pirobleman nabe. Bi
rastî lêkol nîviserê romanê, bi şêweyekî yekser û hem jî
tewandî, li ser zemîneke jîwarte, bûgîn û pirsgirêkên hemreng
ravekiriye, destekî xêvzanî heyber peladiye, simbol û veşartok, bi zanevanî xebitandine, axêver di hundirê
romanê de rola xwe çalak leyiztiye, embazên jîndar, mîna şerbest
kirina kûçikan, û kalemêrê şîrtevan, guft û goyeke şanogerî,
hevguhêz bi hevre qûn derzdikin, li vir hêjayî gotinê ye ku, mirov bêje
roman nivîs, bedewiya cih û xweristê pêve kildan û nimûş nekiriye,
tenha mijara ramanê, bala wî kişandiye, lê hema form û hîletê
kesanetiya şanogeran, xweş nehatiye pesinandin, zimanekî civakî,
gelêrî hûnandiye, gelek pendên berya û peyvên ji bîrbûyî, sax û
dirûst hatine derbirîn.
Pêl
û şapaz û girînekên giravî ser û binî hev dibin, pênc bira di pênc
wêneyên cîwazde, rewş û pergala civaka gelê Kurd, yaku ji gelek pêdiviyên
jiyaneke xweza û xwerû bê pare, zor û sitemî, jar û perîşanî,
jidestê bindestî û nezaniyê û, kêfrat, berxwedan, kefteleft, têkçûn,
derûnşikestî, perçebûn, di gel arezû, armancên gewre, û mebestên
ku dûr û kûr dixwînin, ezweriyên milet di xwede di civînin.
Bê
ewarte cara yektaye ku romaneke wa ji rengê çîrokî (serpêhatî) govdaye
hêleke nûjen, herwekî raman û felsefe, ronakbîr, derbasî pênc dîmenên
cuda, di rencekêşana miletê Kurd ya dîrokî de kiriye, ge ji destê
zordaran, û ge jî ji destê gêl û kewdaniyê, mîna wê dayika reben û
xweliser, rêzikên gelêrî yên êl û hozitî paşdemayî, çand
ziman û gelepora talanbûyî, ew zirbavên zînatkar, xwede nenas, sirgûn
û mişextî, bê kar ,bê ar, bê nasname di penagehên gerdûnîde, li
pariyê nanê xwe digerîin, destûrên rêzgirtî û şaristaniya
Ewropa, mafê mirovan di rêjîmên dîmûqratî paraztîde, çanda zor û
kotekî toş û talanê hember dike, ji aş û baş pênc bira
diaxivin.
Pizika
ser ziamnin, bersiva windane, pirsa dîrokêne, zimanekî bê devin, di rewşa
nav xweyîde, di tayê tevgera kurdî de, ji dest xwe çûyîne, hîna bîr
û baweriyên zavên hozane gewde dikin, vacekî ne yekgirtî, mendehoş
roj li dû rojê îş giran dikin.
Lê
di pêş encamande, dibe ku xwendevan nemaze, ziman nas, hindek têbîn
dest nîşan bike, nemaze di hêla rêzimanî, xalbendî û rast nivîsî
û berhevkirina avakirina hevokê,
û paş û pêşxistina bêjeyê, herwekî zimanê Kurdî ji lema
latînî zaye, û her cihê gotinêye ku xwêner, hindek reşbînî di
nerîn û awir, hest û handerên roman nivîsde bi pelîne, ango bi
wateyeke dîtir, asoyên hêvyan, di guft û goyên pênc birande kêm
peydane.
Li
ber dawî, ya pêwîst ewe ku roman nivîs, lêkol Mamosta Berhîm Mehmûd
li gor jêweriya şîrovekirina xwe, jiyan û pêhatiyên, her pênc
bira, di rewişt û rêpîvanên nijinandina, Romana (( Perdeya Guh))
de, weke nimûne û bi taybetî mîna ezmûne nasekî şareza û
ferehzanîn di hemû babet û dabaşande, pirsa civaka kurdî ya siyasî
rewşenbîrî civakî, perwerdeyî, di dîmenekî çandewrîde, çak û
dirust li ber xwendevanê kurd
raxistiye.
Birastî
ji bo min xweşbextî û şanaziye, derçûna romana ((Perdeya
Guh) ya Mamosta Berhîm Mehmûd herwekî
ziman, çand û pirtûkxana Kurdî dewlemend kiriye û pir sezaye ku bête
xwendin. 5
/ 2/ 2005
|
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2004 |