|
|---|
|
Rojnameyeke Çandî Hunerî û Wêjeyî
Chefredaktuer:
Dilbixwîn Dara |
|
|
MELLACE
(BEŞA
EVÎNÊ: SIRÛD) MUHEMED
OMRAN (1934-1996) WERGÊR: SALIH
BOZAN
(1) Neynik di mala min de tine Tî
çawa porê xweyî reşî dirêj şekî? |eveke
bêbû..
neynika ezmên şkest
û xûn
di neynika zemîn de hilkişiya Tî
çawa porê xweyî reşî dirêj şekî? Di
pencereyên min de cam şkestin Hêsran
neynika dilê min derbaskirin Tî
çawa porê xweyî reşî dirêj şekî? (2) Ava
ji rihanan rewzabûyî
di nav sixuran de dixuşiya Va herdu çavên te ne Ez, ê di royê de rêwîme,
bi tîbûnê dişewitim
dadikevim ser herdu çongên xwe
û vedixwim Hê
.. kaniya camî ya keskîn
ji
tirsa simê hespan
ez dilê xwe ser te de digrim BERBER
di rêdane. (3) Ji bo herdu çavên te kanînin Ez fêrî elfebêya cubaran dibim Ez bi kerasî peyvekê digrim Vedige herdu
çavên te ?
kernevala avdana tîbûna xwe
bi darddkim. (4) Ez hîn dihatim çavên te
darekê rê li min birî
„- hê evîndaro nîşana te çî ye@“
„- deqin di xûna min de,
du cengên mezin neqişandin,
û keçên wan cenganin,
ez hêjmarên wan nizanim
ji ber wan gişkan ez riviyam“
„- ê.. kî
bi serket?“
„- hesin, û jimarokê mirinê“ Darê
got: „ nîşaneke din bi min de !“ Ez kelegirîbûm Darê xwe xware nav sixuran kir
û mistek av bi min weşand Min vexwar, min xwe şuşt û di xew ve çûm Di xewnê de min dît ku tirs qedya Lê gurmînakê ez hişyar kirim Gewdê min bi gewdê zemîn de qemitî ?
gupegupa herdu dilê me yên bizdayî
hevdu hembêzkirin. (5) Herdu lêvên min difetisîn Lê min berde
ez bîna ramûsanên herdu binçengên te bikşînim Li vir gîha şile
û bîn hîn di despêka wextê de ye Hê laleyên di bin herdu binçengê
yara
min de vekirî,
lê telên jalê, rihanê, û bîhokê
win
penahiya minin.
(6) Weke jalê dengê min tale Kenî te weke rihaneke keske ~awa masiyên çem
penaberî qelşên jalê dibin Bi dizî diçin rihanên dûr De bişkûrina xwe,
weke cubareke avê dirêjbike. (7) Dilê min bêzariya kelake dagirkirîye Xema
subayekî riviyayî Lê
bilora dengê wê bibare, li
paş dîwarên mine hilweşyayî li
nav hûrmûrên mine bîrkirî di
kortik û kendalan de bibare Lê mûzîka zayînê, lê dengê yara min. (8) Refek hîv li ser kajeke çolîn distirê Va dengê te ye, ez pê de hildikşim,
di xemên xwe de hildiperikim ?
dilî min weke pencerekê vedibe Weke
deşteke herdu nigên xwe
di deryayê de be û piyên xwe li
dereke çolîn be A, stiyên gîhayê min radibûn ?
xwe li nava bê dipêçandin. (9) Ruyê yara min nîşan dat min „ lê şengbiya
wexta xemgîn
telên xwe di dilê mi de dirêjbike“ Ez xwarbûm ta telên min şkestin ?
negihiştim avê Li ser camekê min
siya pelên xwe yên diketin didît ?
ruyê yara min dimeşiya (10) Kolanên dilê min vala man Bînkêşa
nigên xwe pê de yarê Peyar
û darên min hebûn
bi xûna koçer re ez koçerbûm Stranên min hebûn, ken û ringîniya
ramûsanên di
penahiya çeman de fetisîn Daristaneke mine lingan hebû
bomban hilkişand Bînkêşa lingên xwe bi min de Dilî min li dawiya şevê weke peravane. (11) Wê kîçax ji zengilokê peyvên min
masiyê awazan bi rêkevin Ax..
!
gulî peytin û xewnên min sistdibin Destê xwe bi min de yarê Yara min destê xwe dat min A masî şemitîn avê ?
min bihîst
gîhayê li dor çavên wê
ji zayîna çeman re distira. (12) Lê parçeyên gewdê minî zengarî
vebin Ba
bi kembera xwe ya şîn dorpêçkirî tê
Ewr,
bi fîstanê xweyî pempe
rêçikê derbasdike
û diçe çeperên hişyarbûnê Di nav pêçiyên mirwarî de
weke
asokî xwe dişo ?
di sola wî de bajarên weke gîhêne. (13) Tê ye..
çaxa ku gewdê te ezmên tê de
li xwe dike Tê
ye.. çaxa
gewdê te bi nimêjê
kemberdike
û weke bûkekê ji lavelava zemîn re
derdixe Ez xefzanê gewdê te me Mizgîna pirçîtiyê bi wî tînim ?
stêrên
min,
min derewçîn dernaxin.
(14) „ Ax, va ewe, bi pistepist
ji şewatan derdikevê“ Va taya, taya te ye yarê..
û taya stêra ku bi tayê diweşe Mitêl gişkî şewitîn ?
stêr dilipite, lipandina mirinê Bi evînê bipêçe
belkî cankêşiya stêrê çîşkî dirêjbibe Na,
bi evînê bipêçe
berkî nemre. * *
*
|
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2004 |