Hejmar 83

 

Celal Talabanî: 

„Ji min re bibêjin Mam Celal“

berdewam

 

75 saliya Prof. Dr. 

Şakiroyê Xudo Mihoyî

Eskerê BOYÎK >>>

Rojnameyeke Çandî,  Hunerî û Wêjeyî Kurdish Daily News

Chefredakteur: Dilbixwîn Dara avesta@avestakurd. net P.  O.  BOX: 1403,  53004 BONN-GERMANY

Medya

KURDî

Partiyên

kurdan

Saziyên

çandî

Malperên

Kesan

Medya 

Tirkî

Medya

Farisî

Medya

Erebî

arşîv


Hejmar 83

Nîsan(2005)


Hevgirtina Rewşenbîran 

salvegera rojnamegeriya

kurdî bi bîr tîne...


Li Bajarê Bonn bi beşdarbûna 

gelek rewşenbîr, şexsiyet û 

welatparêzên Kurd civînek ji bo 

bîranîna Kemal Şahîn hate li 

darxistin


Rêzdar Mamosta

Birahîm Elyûsif

Mihemedê Seyid Husên 

  >>>


Li ber sêdarê

Receb Dildar

  >>>


PERDEYA GUH

ji perdeya guhê kurdî re

nameyekê dişîne

Kerem Yûsiv

 <<<


Ev çi hale PENa KURD?!

SERKEFT BOTAN weke serokê PENa KURD li ser afîşê hate nivîsandin 

>>>


Celal Talabanî

kî ye?


Guhertin

di Partiya Be’is ya

sûrî de


Li Diyarbekirê Polîsan avêtin ser Komela Kurd (KURD-KOM) Roja 04-04-2005 Saat 16.45 polîsên Tirk bi zora sîlehan avêtine ser Komela Kurdan ya bi navê KURD-KOM...>>>


DEHAP malbatan tehdîd dike:

"Yan wê ji her malekê jinek 

biçe gundê serok, yan jî hûnê peran bidin">>>


Piştî KADEK, KONGRA GEL

jî êdî tune ye

PKK li navê xwe yê berê vegeriya >>>

Gelo wê halê Zubêr Aydar çi be?!

 

 

PAPA Jean Paul 2. mir


Li Suriyê di nava girtiyên

Kurd yên serbest de nivîskar

û rojnamevan

Ebdulselam Darî hebû (foto-tîrêj)


Dîmenên şahiya azadkirina 

girtiyên Kurd li Suriyê

(ji Qamişlo)


Rojnameyeke nû li Tehranê

bi kurdî û farisî

Aş


15 sal ceza ji bo parêzerên

Abdullah Ocalan têne xwestin

Bi sûcê ku kuryetiyê di navbera Ocalan û berpirsiyarên rêxistinê de dikin,  dozgeriya Diyarbekirê cezayê 15 salan ji bo İrfan Dündar û Mahmut Şakar dixwaze


GULBIHAR

hate bi bîranîn

 


Britney Spears

hamîle ye

 Stêrka Pop Britney Spears, di malpera xwe ya internetê de idîaya ku bi hefteyane li ser tê nivîsandin û dibêje "ew hamîle ye", piştrast kir û got: Belê ez hamîle me.

 

Britney Spears di meha Îlonê de ligel Kevin Federline zewicî bû û ew niha li benda zarokê xwe yê yekemîn e.

 

Britney Spears got: ''Di dawiya vê hefteyê de ez li nexweşxaneyê bûm, her tişt di riya xwe de ye, tu problem tune ne, em ji her kesî dixwazin ku bizanibin, ez hamîle me û bebekê di zikê min de 4 mehîn e”

 

Britney Spears 23 salî ye.


Kurdan bi hêkan êrîşî serokwezîrê Tirkiyê kirin

 


Şahînê Bekirê Soreklî: 

Romanivîs, Rojnamevan û nivîskarekî

qet nizane biweste

 

Dilbixwîn Dara-Bonn

„Pisîk jî Xewnan Dibînin“ berhema dawiyê ya Şahînê Bekirê Soreklî bû. Di van rojên dawiyê de ew ji aliyê weşanên LÎS ve li bakurê Kurdistanê li Diyarbekirê hate weşandin... berdewam


REMZÊN MUŞTEREK                                                             

 

HASAN KAYA

STENBOL

 

Dema miliyetek ber bi netewebûnê ve gavê diavêje, gelek caran nîşanek, remzek, îşaretek, gotinek, alayek girîng dibe ji bo wî. Neteweyên modern, di destpêka avakirina neteweya xwe de, efsaneyên xwe yên berê, dîrok, sosyolojî, ziman û gelek nirxên manewî ji nû ve şirove kirine, wateyên nû li wan bar kirine. Wisa kirine ku hestekî neteweyî derêxin holê.

berdewam


75 saliya Prof. Dr. 

Şakiroyê Xudo Mihoyî

Eskerê BOYÎK

Zanyarê bi nav û deng, akadêmîkê akadêmya Ermenistanê, serokê Navenda Lêkolînên Kurdî li bajarê Moskivayê, pirofêsor Şekroyê Xudo Mihoyî êdî 75 salîye. Ew sala 1930 î li gundê Elegezê, nehya Aparanê, komara Ermenistanê ji dayka xwe bûye. Kal-bavên wî nîvê sedsala 19 an ji dest zulm-zor, ferman, qir û birra dewleta Osmanyê, çawa Kurdên Ermenistanê nav dikin Roma reş, ji Bakûrê Kurdistanê revyane Împêratorya Rûsyayê, qeza Ermenistanê, berpala çîyayê Elegezê... berdewam


Roja Nû Pîroz

Seyid Feysel Moctevî

(Senendec)

 

Paşî qernan lêmiştên metirsî, mij û dûmanên sar û reş, evrê nexweşiyê li esmanê Kurdistanê, Roja germe xweş li hemî zarûk û mezinên bajar û gundê vîwelatî tev deste gulê nevroza rengîn Pîroz û mimbarek be.mimbarek be siba serbilindiya me li Rojhilata Navîn. ... berdewam


   A ji we re Qatilên Kemal Şahîn!


Di Torena tayînkirina serokwezîrê Iraqê de navê serokwezîr ji bîra Talabanî çû

 

Li gora rojnameya ingîlîzî The Independent, di dema torena tayînkirina serokwezîr Ibrahim El Caferi de serokomarê Iraqê Celal Talabanî bi dizî derketiye derve.

Rojname sebeba vê yekê wiha şîrove dike: "Talabanî derketiye derve û ji şêwirmendekî xwe pirs kiriye gelo navê serokwezîr çî ye..." The Independent dinivisîne, li vegerê Talabanî gotiye "min navê serokwezîr di wê kêliyê de ji bîr kir, min çû navê wî pirs kir..."

Hinek çavdêr dibêjin Mam Celal bi zanebûn wiha kiriye, ev islûbekî wî yê taybetî ye.


Li Reqqayê 15 xaniyên kurdan hatine hilweşandin

AVESTA-Netkurd
Li gor daxuyaniya komîteya mafê mirovan a kurdî li Sûriyê (MAF), hêzên dewletê li bajarê Reqqayê 15 xaniyên malbatên kurd bi behaneya ku ew li ser milkê xezîneyê hatine avakirin, hilweşandine...
berdewam


 

Serokê belediya Heskîfê bîroya

xwe bar kir şikeftekê

 

Heskîf-AVESTA

Serokê Belediya bajarê Kurdan yê dîrokê Heskîf, Abdulwehap Kusen ji bo ku balê bikişîne ser Heskîfa dîrokî bîroya xwe bar kire Şikefta ser bi çemê Dicle ve.

Serokê Belediyê wê di bîroya xwe ya di şikeftê de pêşwaziya turîstan bike.

Di daxuyaniyekê de Kusen got: „Em dixwazin bi vî awahî dîroka vê herêmê pêşkêş bikin. Emê li vir wê fersendê bibînin ku Heskîfê binasînin...“


Li Qamişlo vegerî kerwan

Gurgan (Bihrî)

Qamişlokê paxil germê      

Singê  veke va ez hatim

Mizgîn bide xwîn û kermê

 Bide Eyşê bi de Fatim

ٍSer bilindim bo te hermê

 Hebs û zindan û kelatim ...  berdewam


 

 

Enqere-AVESTA 

Di encama êrîşeke çekdarî de parêzerê berê yê Abdullah Ocalan Medenî Ayhan, li Enqerê bi rê ve ji otomobîke spî sîleh li wî hatin reşandin. Tê ragihandin ku tendurustiya Ayhan di xeterê de ye.

Heya niha kesek xwedî li wê êrîşê derneketiye..berdewam


Ji Şahînê B. Soreklî du mijarên cuda:

 

- TALEBANÎ WEK SEROKKOMARÊ ÎRAQÊ

SERKEFTINEKE BO HEMÎ KURDAN

Û ÎRAQA NÛ YE: Pîroz Be..! berdewam

 

- GUHERTINA SIYASETA DERBARÊ KURDAN

DE LI BERJEWENDIYA SÛRIYEYÊ YE... berdewam


 Kurd rojeke dîrokî dijîn

Silêmanî-AVESTA

Başûrê Kurdistanê û Kurdistan bi tevahî xwe ji bo şahiya

Celal Talabanî amade dikin, ew îro dibe serokkomarê Iraqê. Ev cara yekemîne di dîroka gelê Kurd de piştî Qazî Mohemed Kurdek dibe serokkomar... >>>


Mam Celal! Pîroz be belê berwext.

Sebrî Silêvanî

   

Di rojhelata xwîn, dagêrkirin, çewsandin û mirinê de tu bibêjî ku Mam Celal bibe serok komarek nimûne?

Lê, kesê nimûne, wek ku Hîgil dibêje, ne ew e yê ku bi alavên berdest kar bike belê ew e yê ku bikare. .. berdewam


Gelo  musulmanî me ji

kurdeyatîyê bi dûr naxe?

Têmûrê Xelîl

 

Di salên 30î da li Azirbêcanê 42 hezar kurd hebûn, lê li Ermenîstanê 6 hezar kurd hebûn. Îcar îro gerekê jimara kurdên Azirbêcanê 10 qet bibûya û bigihîşta weke nîv mîlyonî, lê li wir hema bêje kurd ne man, ji ber ku musulman bûn, lê jimara kurdên Ermenîstanê deh qat zêde bû û gihîşte 60 hezarî, ji ber ku êzdî bûn. Sebebê vê yekê musulmanî ye. Eger sebebeke din jî bigerin, berdewam


Ez im!

(Zekeriya-Kobanî)

Ezim li ser sîngê Te

sînorên welatekî nenas

Ezim di herdû çavên te de

dînbûna pêlên derya

Di rehên dilê te de

bêdengiya şevên tarî

>>>


JI ORÎJÎNÊN HERÊMÊN ÇANDINIYÊN

KURDISTAN Û SÊ ZANYAR:

James Breasted, Robert J. Braidwood ve Jack R. Harlan

 

Eyûbê Milî*

 1. Destpêk

Xebat û lêkolînên zanyariyên arkeolojik û antropolijik ta nuha bûne, diyar dikin ku Kurdistan ji heremên orîjînên çandiniyê û ji cîhên şaristanî zayi  û ji heremên pircûneyî(bio-diversity) de dewlemend herêmek e. Ev herêma heman demê de ji aliyên zanyaran de  bi zimanê Îngilîzî Fertile Crescent tê navkirin û êdî tê naskirin... berdewam


Çend notên li ser konferansa PENa KURD li Diyarbekirê

Hasan Kaya


Li Zanîngeha Duhokê Pêşangehek

hate vekirin

BARAN SUMBUL/DUHOK, taybetî ji bo AVESTA

Li zanîngeha Duholê beşê Aborî Pêşangeha Bîranîna Adarê hate li darxistin.

Ji bo bibîranîna êş û xweşiya meha Adarê ku di dîroka Kurdistanê cihekî wê yê taybetî heye, roja 29 Adarê Pêşangehek hate li darxistin.

Pêşangeh ji aliyê Serleşkerê Hêzên Taybetî yên Zawîte General Azîz Weysî ve hate vekirin. .. berdewam


Li Almanya bêhtir 

telefonên Kurdan 

têne guhdarî kirin

 

Bonn (AVESTA-MHA) Li gora daxuyaniyeke berpirsiyarê daîreya parastina mafên agahdariyên şexsî Peter Schaar li Almanya guhdarkirina telefonan li aliyê dewletê ve ji salên buhurî zêdetir bû ye.

 

Peter Schaar li Bonn daxuyaniyek da çapemeniyê got hejmara kesên ku telefonnen wan bi biryara Dadgeran têne guhdarî kirin bi awayekî ku nayê texmînkirin zêdetir bûne... berdewam


Hevpeyvînek bi Tosinê Reşîd re

“Li welatekî azad

rûmeta meriv heye”

 

Hevpeyvîn: Receb Dildar

 

-Tosinê Reşîd kî ye, hûn dikarin hinek qala wî bikin?

-Tosinê Reşîd kurdekî êzidî yê Ermenistanê ye. Li gundekî kurdan hatiye dinyayê û paşê xwendiye. Di temamî jiyana xwe de bi ermenî xwendiye, lê li hawîrdorekê ûsa mezin bûye ku rûmeta ziman û çanda kurdî hebûye. Min li ünîversîteyê fîzîk û matematîkê xwendiye paşê min doktora xwe li ser kîmyayê kiriye. Lê di salên xwendakariyê de min dest bi nivîsariyê û godaran kiriye, dest bi karê rojnamegeriyê kiriye û dîsa dest bi nivîsariya şar û çîrokan kiriye. Şarên min di sala 1962’an de çap bûne...berdewam


Nivîskar û rojnamevan Şahînê Bekirê Soreklî

li Australya hate xelatkirin

 

Sydney-AVESTA:

Wezîrê australî yê hemwelatiyê û çandpirriyê Peter MacGauran roja pêncşemê
di kombûneke li Dezgeha Radyo û Televizyona SBS, Sydney, cîh girtî de xelat
li hinek rojnamevan û karmendên SBS belav kirin...
berdewam


EM XWE LI BER CEGERDARIYA CIWANÊN KURDISTANA

BAŞÛRÊ  BIÇÛK  SERÇOK BIKIN !

MERVANÊ  KELEŞ

Wek li her derê ciwan ew in ên ku bi cegerdariya xwe û bi xwîn, nerîn û xwendina xwe a  cûda ji serdma xwe re dibin pira guhertinên nû nemaze dema rewş digihê astên ku riyên kevin êdî çirûk dibin û pêwistî bi desgehên guherî xwe dide pêş !

  

Wek me dît û bihîst çi di roja  yekemîn salvegera  serhildana  12ê Avdarê û çi di þeva Newrozaççç berdewam


Partiyên başûrê rojava, hîn jî bê perspektîv, bê helwest û bêdeng in. Ne rojnameyek, ne kovarek, ne tevgereke xurt ku mirov pişta xwe pê xurt bike, heya bi malperên wan jî li ber sekeratê ne. Çi bibêjim!

 

De ka bibêjin, 13-14 partiyên Kurdên Suriyê li ku derê ne? Çend kes dengê wan dibîsin? Em bibêjin li welat pir derfet peyda nabin, lê li derve? Hemû îmkan û...  berdewam


 

Efûyeke giştî ji bo girtiyên

bûyera Qamişlo derxist

 

AFP-AVESTA

Li gora Ajansa SANA ya Sûrî, serokê Suriyê Beşar Esed  roja 30.03.05 efûyeke giştî ji bo girtiyên bûyera Qamişlo derxist.

 

Ajansa frensî AFP radigihîne ku ji wê bûyerê 312 Kurd di zindanê de bûn.

 

Berpirsiyarekî partiyeke kurdî ji bo AFP diyar kir ku 139 girtî serbest bûn.

Berpirsiyarê Partiya Pêşverû ya Demokrat ya Kurd li Suriyê Dawûd Ezîd got:

„Ev gaveke baş e, hêvî dikim efû berferehtir bibe û hemû girtiyên siyasî û yên bîr û baweriyê azad bibin...“


General Babekir Zêbarî ev hevpeyvîna

teybetî da AVESTA:

"Pêşmergetî ji bo me

serbilindiyek e"

 

- Pêşmerge di nava artêşa Îraqê de

cî digre û sînorên Îraqê diparêz e

- çend gav man e, emê wan jî di 

demeke kin de bavêjin

- Yên ku êrîşên terorîstî dikin, ji sedî 

99ê wan ji rêkxistina

El Qaîdê û Ensar El Sunne ne...hevpeyvîn


 

Hevpeyvîneke derengmayî ligel 

hunermenda navdar GULBIHAR

 

Festîvaleke rêzgirtinê ji bo Gulbihar li Duhokê hate çêkirin

 

Gulbihar:

- Li radyoya Bexdayê 270 stranê min hene

- Her keçeke Kurd, xwediya dengê xweş be bila xwe veneşêre

Hevpeyvîn: Simahîlê Badî û Ebdulezîz Muhsin Barzanî      hevpeyvîn


 


Bizava Bakurê Kurdistanê

Celal Talabanî pîroz dike


REKLAM


Can Bapîr

Û romaneke nû 

(GORISTAN-ŞÊL Û BÊL)


di salvegera îdamkirinê de 

şewa Qazî Mohemmed

her di bîr de ye


Albuma nû ya 

SUZANA Barmanî derket


©www. avestakurd. net 2001-2005