|
|---|
|
Rojnameyeke Çandî Hunerî û Wêjeyî
Chefredaktuer: Dilbixwîn Dara |
|
|
ECÊBEK JI ECÊBAN: POLÎSEK SWÊDÎ BANKEYA BAJARÊ XWE ŞELAND… Dr.Cuwan Batû, Swêd (19.04.2005)
Dixweye ku polîs Jean ji xwe re fikirîbû ”gelo çira pereyên wî têra wi nakin! Û ya herî qenc ew bû ku ew bi rêya rêkurtkê re dewlemend bibûya!”. Rêya ”herî baş” jî ew bû ku ew bankeyekê bişelîne- ji ber ku li bankeyan bi ”çuwalan” pere hene… Wî jî ”nemerdî” nekir û bankeya bajarê ku ew lê kar dike, nîvê rojê, di nava sûka bajarê biçûk Söderhamn de şeland. Û ji xwe kesekî fikra mirina xwe dikir lê ya şupheya şelandina vî polîsî nekir. Bêgoman polîsek ku bankeyekê bişelînê ecêbeke. Lê ya herî ecêbtir ew ê ku ew polîs bi polîsên hevalên xwe yên kar re pey kesê ”şelanker”, ango pey xwe bixwe, ketibû! Û dinya jî xerab bibûya tu kesî wê nekariya wî ”şelankerî” bigire ger Jean xeletiyek nekiribûya. Xeletiya Jean jî ew bû ku wî piştî şelandina bankê, di cih de erebeyek bi 600 hezar kronên swêdî (nêzîkî 70 hezar dolar) kirîbû û wî di nava sûka bajarê Söderhamn de forsa xwe tavêt. Vê yekê di cih de bala hevalên wî yên kar kişand:
Hevalên wî jî takîba Jean kirin û ew êxistin bin çavan. Û herçî diçû gelek îsbatên teknîkî û yên dî jî li ba hevalên wî ser Jean û şelandina wî kom û qelew dibûn. Li gor hevalên wî, wan li ser kar, di çaxê taştê de, ser vê şelandinê, henek-menek li hevalê xwe Jean dikirin da ku ew vê yekê ” ji bin wî derêxin”. Û di dawiyê de ew şelandin ser polîs Jean Norrby bi hemû îsbatên xwe ve cemidî. Jean di dadgehê de weha got: - Hemû aqil û têgihiştinî winda bûbû. Min karekî li gor fikrek aqilane (rasyonel) nekir. (rojnameya Expressen, 18/4-05) Duh (18/4-05) daweya Jean di dadgehê de hate tewakirin û wî polîsî 5 sal ceza girt. Dixweye ku xwedîkirina pereyên ku polisê swêdî Jean Norrby bi rêya ”rêkurtkê” re bi destxistî ji şelandina bankê zehmettir hat. Gotinek ya pêşiyên me kurdan heye: ”Malê bi tirrê tê bi fissê jî diçe!”. Veca mesela Jean jî welê çêbû.
ECÊBEK JI NORWECÊ: POLÎSÊ NORWECÎ ŞIKAYETA QANÛNA CEZAKIRINA TRAFÎKÊ DIKIN… Polîsên trafîkê yên Norwecê şikayeta giranbûna cezayên trafîkê dikin. Li gor polîsan, pereyên cezakirina trafîkê gelek giran û zêdene. Mesele, ger kesek di lampeya sor de bi erebeyê bajo, wê 5200 kronên norwecî (kn) (nêzîkî 800 dolar) ceza bide. Herweha, ger kesek bi bîsikleta xwe ya ku bê lampe pêketî be bajo wê 3200 kn bide. Li gor polîsê Norwecî, ji ber giranbûna pereyên trafîkê, ew mecbûr dimînin ku gelek caran guftugoyên (munaqeşeyên) dûv û dirêj li ser cezayê pereyan bi kesên ku xeletiyan di trafîkê de dikin re bikin. Ev yeke gelek wextê polîsan digire. Li aliyê dî jî, polîs dibêjin ku cezakirina narkotîkê (titina spî) ji yê trafîkê gelek kêmtire. Mesele kesek ku narkotîka bi wî re were dîtin ew dikare xwe bi 3000 kn ji cezayê polîsan xilas bike. Li gor polîsan, ev yeke newekheviyeke di qanûna Norwecê de tîne holê. Berpirsiyarên sazkirina qanûnên dewletê di cih de bersiva polîsan dan û gotin: -Polîs divê pêkanîna qanûnan ve mijûl bibin. Çênabê ku ew protestoya qanûnên ku ji aliyê rêvebirina dewletê ve hatina danîn munaqeşe bikin. Ev yeke ne karê wan e. Karên wan ew e ku ew bes qanûnan pêkbînin û hew! Vêca kî heq û kî ne heq e, Xwedê zane!
|
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2005 |