Rojnameyeke Çandî  Hunerî û Wêjeyî      Kurdish Online Magazine   

Chefredaktuer: Dilbixwîn Dara    avesta@avestakurd.net  

 

 

Encûmena Kurdên Sûriyê

li Swêdê- EKSS damezirî

  

Uppsala- AVESTA

Roja 07.05.2005 an seet 10.00 li bajarê Uppsala kongireya duwem ya Inisyativa Kurdên Sûrî li Swêd bi deqîqeyeke bêdengiyê li ser canê şehîdên Kurdistanê vebû.

Bi amadebûna mêvanên swêdi ji:

1-   partiya sosyaldemokrat

2-   modorat

3-   partiya çep

name û mesacên pîrozbahiyê hatin, ji encûmena parêzgeha Uppsala, kenîseya Swêdî, ji hinek partiyên swêdî, û ji dilxwaza gelê kurd Sîsîlya Vîkstrom ko nikarîbû amade bibe.

Ji rêxistin û dezgehên Kurdistanî:

1-   Nûnerê Hukûmeta Herêma Kurdistanê (Hewlêr)

2-   Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li swêd.

3-   Nûnerê hevkariya hêzên Kurdistanî.

4-   Nûnerê Partiya Sosyalîst aKurdistan.

5-   Nûnerê komela swêdî-kurdî li Uppsala.

6-   Nûnerê Komela Karkerên kurdistaê li Swêdê

 

Herweha name hatin ji:

1-   Komela Nivîskarên kurd li Swêdê.

2-   Hevgirtina Rewşenbîrên Rojava li Derve.

3-   Hizbî Rêzgarî Kurdistan.

4-   Înîsyatîfa Kurdên Bakûr li Swêdê.

5-   Partiya Hevgirtina Gel li Sûrya.

6-   Partiya Çepê Kurd li Sûrya.

7-   Partiya Yekîtiya Kurd li Sûrya.

Fîlmeke kin li ser Serhildana 12ê Adarê û çalakî û buyerên girêdayî wê, û çalakiyên kurdan li Swêdê hatê pêşandan.

 

   Nûnenerên kongireyê karên xwe ligora rojevê birêve birin û komîteyeke nû hilbijartin. Yek ji wan guhertinên destûrî ew bû ko, navê IKSS bibe Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêdê- EKSS. Li ser ronahiya axavtinên nûneran, gotinên mêvanan û nameyên wan, gelek biryar û pêşniyar jibo pêşvebirina Encûmenê û baştirkirina xebat û çalakiyên wê yên pêşerojê, hatin wergirtin.

 

Roja din, 08-05-2005, komîteya Encûmenê civîna xwe ya yekem pêk anî û komîteyên çalakiyan hilbijartin. Armanc her ew e ko, Encûmen, bi xebat û çalakiyên xwe yên aktîv û kêrhatî, bibe dengê piraniya revenda kurd li Swêdê.

 

Li ser navê hemû endaman, em dixwazin spasiya hemû beşdaran, gotinên mêvanan û nameyên pîrozbahiyê bikin û serkevtinê ji wan re bixwazin.

 

Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêdê

 

Komîteya birêvebir  

08-05-2005

 VEGERE

 

 

©www.avestakurd.net 2001-2005