Rojnameyeke Çandî  Hunerî û Wêjeyî      Kurdish Online Magazine   Chefredaktuer: Dilbixwîn Dara    avesta@avestakurd.net  

 

 

 

Fermandarê Giştî yê Pêşmergeyên Zêrevan General Ezîz Weysî:

  • Barzaniyê nemir ji bo min serleşkerekî nimûne ye

  • Serok Barzanî û Nêçîrvan mil bi mil li gel me bûne 

  • General Babekir ji bo min dibistaneke mezin e

  • Em ne di wê baweriyê de ne ku careke din Kurdistan rastî xetereke cidî were

  • Em ji bo parastina Kurdistanê amade ne

 

Ji Hewlêr-Başûrê Kurdistanê

Hêvîdar Zana

Dilbixwîn Dara  

foto: Hesen Alî

 

Em bûne mêvanê Serleşkerê Giştî yê Pêşmergeyên Zêrevan General Ezîz Weysî Banî. Ew ji gundê Baniyê ye. Di 20 saliya xwe de çek hilgirtiye. Di gelek pêvajoyan re derbasbûye û ew niha di temenekî ciwan de bûye general. Ew fermandariya 23 hezar Pêşmergeyên Zêrevan dike. Ezîz Weysî ne leşker û generalekî hişk e. Jiyana wî rengîn e. Ew di zemanê xwe yê vala de, bi zarokên xwe û geşkirina gundê xwe re mijûl e. Pêwendiyên wî, ji leşker û generalan bêhtir, li gel rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanan hene. Ew dixwaze gundê xwe Baniyê, yê ku gelek caran hatiye şewitandin, careke din şîn bike. Keda bav û bapîrên wî di wê axê de heye, jiber vê yekê jî ew bi hezkirineke mezin, weke zarokeke xwe li Baniyê dinere.Her kesê ku dibe mêvanê wî, di gundê Baniyê re derbas dike, zevî û darên ku nû hatine çandin, gav bi gav bi wan dide nasandin. Lewma jî ew bi navê Ezîz Weysiyê Banî tê binavkirin.

 

Kak Ezîz generalekî nefisbiçûk, dilsoz, ciwan û mêvanperwer e.

 

Wî bi kêfxweşî pêşwaziya me kir û bi wê nefisbiçûkiya xwe diyar kir ku ew amade ye bersiva hemû pirsên me bide.

 

Ew bi xwe kurê pêşmergeyê navdar Weysiyê Banî ye. Weysiyê Banî, li herêma Behdînanê pir tê naskirin û hezkirin. Ew li navçeya Garê şehîd ketiye û cihê cenazeyê wî heya niha ne diyar e.

 

Pêşmergeyên Zêrevan piraniya herêma Kurdistanê û hinek bajarên Iraqê diparêzin. Me di derbarê Hêzên Zêrevan û hinek pirsên din yên taybetî de ev hevpeyvîna jêrîn ligel General Ezîz Weysî çêkir:

 

Me xwest em destpêkê bizanibin, tu çawa gihiştî vê astê, tu bi xwe kurê şehîdekî yî, şehîd Weysî, gelo bandora bavê te di vê yekê de heye?

 

Ez bersiva vê pirsê bi du beşan didim, ez ji malbateke şoreşger têm, malbateke her dem di nava xebatê de. Ez ji zaroktiya xwe de di nava şoreşê de me. Ez di nava şoreşê de çêbm, perwerde bûm, di vir de tesîra bavê min rehmetî gelekî mezin e.

 

Ya din, dema ku hûn dipirsin, ez ji bo xatirê bavê xwe bûme fermandarekî leşkerî, ez bawer nakim, tiştekî wisa nîne ku ez ji bo xatirê bavê xwe bûme serleşkerek. Ez bi xebat, ked û têkoşîna xwe gihiştim vê astê. her wiha baweriya min bi xebat û berpirsiyariyê rê ji min re vekir ku ez xwe bigihînim cihekî wiha.

 

Qet te û bavê xwe we bi hev re pêşmergetî kir, dema ku ew pêşmerge bû tu çend salî bû yî?

 

Dema ku bavê min şehîd ket ez 12 salî bûm. Min bavê xwe gelekî kêm dît. Bavê min ji min re weke sembolekê bû. Kesên ew dîtibûn û bi wî re jiya bûn, her dem ji min re behsa wî dikirin. Malbata me bi xwe pir behsa wî dikirin. Bêguman tesîra vê yekê li ser avakirina şexsiyeta min hebû. Belkî ev tesîr ne yekser be, lê ji ber ku pir bi başî behsa wî dihate kirin, min her demê weke kurê wî dixwest xwe bigihînim kesayetiya wî.

 

Bavê te di kîjan şerî de û li kuderê şehîd ket?

 

Ew li devera Garê, li gundê Misiran şehîd ketiye. Li wê herêmê bavê min û pêşmergeyên din, hizr û bîrên Kurdayetiyê belav dikirin. Gundî fêr dikirin çawa li gel şoreşê alîkar bin, dijmin bi gundiyan didan naskirin. Li ser xweşiya azadiyê û mafên mirovan ji bo wan diaxivîn, Kurdistan welateke û mafê Kurdan heye ku bibin xwediyê welatekî serbixwe û li ser gelek mijarên din ji gundiyan re diaxivîn. Li wî gundî ku dikeve bakurê Etrûşê û başûrê Garê, leşker dikevin gund û şer derdikeve. Ji bo ku pêşmergeyan biparêze bavê min heya dawiyê li ber xwe da û şehîd ket. Pêşmergeyên mayî xwestibûn cenazeyê bavê min bi xwe re bibin, lê ji ber ku hejmara hindik bû, nikaribûn bibin, ew li wir veşartibûn. Di wî şerî de gelek leşker hatibûn kuştin. Ew ketibûn nava gundiyan, gundî girtibûn, bi pey erebeyan de kişandibûn û bi dara ve kiribûn. Êşkenceyeke mezin li wan kiribûn. Piştî ku wan cenazeyê bavê min dîtibûn, matmayî mabûn û bawer nekiribûn ku bavê min şehîd bûbe. Cenazeyê bavê min tevî kurê muxtar bixwe re biribûn, ji ber ku şer li mala muxtar dest pê kiribû. Piştre ew jî kuştin. Li gora ku min bihîst cenazeyê bavê min birine Şêxan, lê heta niha em nizanin ew li ku veşartiye. Me gelekî hewl da em cenaze bibînin lê mixabin heta niha me nedîtiye. Piştî me Şêxan rizgarkir em gelekî lê geriyan lê me nedît.

 

Tu pir hez dikî cihê cenaze bizanibî?

 

Ew hisreteke ji bo min. Min pir ji bavê xwe hezkiribû lê min ew nedîtibû. Ez ji hezkirina bavekî dûr bûm. Min pir hez dikir ez li gel wî bim. Heta niha jî di xewn û xeyalê min da bavê min zindî ye û weke ku ew herdem nêzîkî min be.

 

Pêşmergetî û şehadeta bavê te bûn sebeb ku tu bibî serleşkerekî pêşmergeyan?

 

Dema ku min dest bi pêşmergetiyê kir, min nizanibû ku ezê bibim serleşkerek. Serleşkerî tucaran ji bo min nebûye armanc. Herdemê min hezkiriye ez pêşmerge bim û ji gel û welatê xwe re xizmetê bikim. Tucaran ji bo ku ez bibim berpirsyarekî bilind ez nexebitîme. Lê min xwestiye ez di rêza pêş de cî bigrim û fedekariyê bikim. Ne tenê di warê pêşmergetiyê de, di hemû waran de.

 

Tu di çend saliya xwe de bûyî pêşmerge?

 

Min çavên xwe vekirin min dît ez di nava pêşmergeyan de me. Min çavên xwe di nava şkeftan de, di nava top û teyaran de vekirine. Di sala 1982 de min dest bi karê rêxistinî kir. Di sala 1986 de temenê 20 sal bûn, grupa me eşkere bû, hinek hatine girtin, hinek îdam bûn, wê demê di nava xwendekaran de berpirsiyariyeke min jî hebû, ez di wê salê de tevlî pêşmergeyan bûm.

 

Tiştekî bala min kişand, tu bi xwe serleşkerekî pêşmergeyan î, lê tu bi pir piştgiriya xebatên edebî, rewşenbîr û hunerî dikî, gelek dostên te yên nivîskar, hunermend û rewşenbîr hene, ev ji leşkeriyê bêhtir ji bo te balkêş tê?

 

Eger ku ez ne pêşmerge bama, ezê edebiyatzan bama. Ezê bi edebiyatê re mijûl bibama. Lê zilm û zora li ser welat û gelê me, nehîşt ji min wêjevanek derkeve. Min pêşmergetî hilbijart. Eger ku ez di welatekî azad de bijiyama, minê di warê edebiyatê de xizmet bikira. Lê min nikaribû. Ji ber vê yekê ez wê daxwaza di dilê xwe de bi rewşenbîr, hunermend û nivîskaran ve parve dikim. Yanî dixwazim daxwaza xwe bi riya kesên din bînim cih.

 

Em werin ser Pêşmergeyên Zêrevan, ev hêz kengî û ji bo çi hate avakirin?

 

Hêzên Zêrevanî berî rizgarkirina Îrqê jî hebû. Wê demê karê Hêzên Zêrevan parastina hinek cihê stratejîk bû. Ji Îbrahîm Xelîl heya Hewlêrê, Mesîf û hinek deverên din ji aliyê hêzên Zêrevan ve dihate parastin.

 

Hêzên Zêrevan ku hûn niha dibînin di sala 2003 de hate damezirandin. Di encama gotûbêjkirina mayîn û nemana pêşmergeyan de û wê rewşa wan di pêşerojê de çi be, di wê encamê de hêza Pêşmergeyên Zêrevan hate damezirandin. 

 

Pêşmerge ne tenê hêzeke şer e, ew hêzeke avakirinê ye, hêzeke parastina mirove ji bin destê rêjîmeke dîktator... her wiha rola pêşmergeyan di rizgarkirina Îraqê de gelekî mezin e. Pêşmerge ji bo azadiya welatekî û rozgariya miletekî hate avakirin. Ji bo wan kesan bû ewê ku tedayî li wan dihate kirin. Ji bo wan kesan bû ku bêpar bûn ji edaletê.

 

Pêşmerge ne bê sîstem bû. Rêxistina pêşmerge li gora xwe bi sîstemeke xurt bû. Partiyeke xurt û bi tecrub rêberiya hêza pêşmerge dikir. Gelek efser û serleşkerên mezin di nava pêşmergeyan de hebûn.

 

Piştî azadiya Îraqê şêwazê pêşmergeyan cuda bû. Ji 1991 û vir ve şêwaza pêşmergetiyê ciha bû. Berê pêşmerge şerekî partîzanî dikir. Berê dem û dezgehên dewletê xerab dikirin, niiha wan dem û dezgehan ava dike. Berê li dijî destelatiyê bû, niha destelatiyê diparêze. Jiber ku ev destelatî ya miletekî ye. Berî li dijî dîktatoriyetê kar dikir, niha avakirina sîstemeke demokratîk diparêze. Jiber vê yekê ev hêzên ku nû çêdibûn, ji hêz û sîstema berê cidatir bûn. Pêşmergeyên Zêrevan di şertên anî de hatine çêkirin.

 

Ez tiştekî din jî bibêjim, pêşmerge bû kelem ku hêzên Tirkiyê derbasî Kurdistanê nebe. Eger ku ne ji hêzên pêşmerge ba, kê bixwesta wê ji xwe re derbasî Kurdistanê biba û bi kêfa xwe dagîr bikira. Ne tenê pêşmerge, gelek teşkîlatên din jî hatine çêkirin. Di avakirina artêşa Iraqê ya nû de jî rola pêşmerge gelekî mezin e.

 

Bi kurtî hêzên Zêrevan beşekî ji hêzên pêşmergeyan e, ev hêza ku ne tenê şer dike, ew êdî bi karê parastina jîngehê û sînor jî radibe, bûye beşek ji  avakirina dewlet û civakê. Hêzên Zêrevan jî ji wan teşkîlatan e.

 

Eger xetereke cidî were ser Kurdistanê, pêşmerge xwediyê wê hêzê ye ku biparêze?

 

Em ne di wê baweriyê de ne ku careke din Kurdistan rastî xetereke cidî were.

 

Eger çêbû?

 

Eger çêbû, belê pêşmerge xwediyê wê hêzê ye. Baweriya me bi me tê, emê bikaribin Kurdistanê biparêzin.

 

Hûn girêdayî wezareta parastinê ya Îraqê ne, yan jî hikûmeta Kurdistanê?

 

Li gora destûra katî ya hikûmeta Iraqê, mafê Kurdistanê heye bi hêzên xwe, xwe biparêze, ev li gora ittîfaqa di navbera me û hikûmeta Îraqê de pêk hatiye.

Em ji aliyê îdarî ve girêdayî wezareta hundir ya hikûmeta Kurdistanê ne. 

 

Li gora em dibihîsin û dixwînin gelek hêzên pêşmergeyan çûne Îraqê jî, ew heya bi Fellûce û gelek deverên din çûne, rastiya vê yekê çiqas e?

 

Raste, di nava artêşa Îraqê de hêzên me jî hene, ew perçeyek ji artêşa Îraqê ne. Bi navê hêzên kurdî tu pêşmergeyek neçûye Îraqê. Pêşmergeyên me di nava teşkîlatên Îraqî de cihê xwe girtine.

 

Baş e, ew pêşmergeyên di nava artêşa Îraqê de talîmatên xwe ji we distînin lê ji serleşkeriya artêşa îraqî?

 

Her pêşmergeyekî di nava artêşa Îraqê de kar dike emir talîmatên xwe ji artêşa Îraqê distîne.

 

Têkiliya di navbera we û hêzên Îraqê û hêzên Hevpeyman de çawa ye?

 

Bi giştî têkiliyeke baş de navbera me de heye. Hêzên Zêrevan bi xwe di çerçeveya siyaseta hikûmeta herêmê de kar dike, siyaseta hikûmetê beramber wan hêzan çi be, em jî li gora wê têkiliyên xwe birêve dibin.

 

Qet pirsgirêk di navbera we û hêzên Hevpeyman de derketine?

 

Car caran tiştên biçûk derketine. Hinek cara şaşiyên teknîkî derketine, lê problemên kûr derneketine. Pêwendiyên me gelekî baş in.

 

Çi ferq di navbera Pêşmergeyên Zêrevan û Pêşmergeyên din de heye?

 

Pêşmergeyên Zêrevan ji aliyê Fermandariya Leşkeriya Kurdistanê ve hatiye wezîfedarkirin ku alîkariya hêzên ewlekariyê bike. Em di gelek waran de bi karê parastin û ewlekariyê radibin. Em beşekî leşkerên Kurdistanê ne.

 

Di warê perwerdekirina leşkerî de qet ji derve tu aliyan alîkariya we kiriye, weke Hêzên Hevpeyman?

 

Heya niha kesekî di warê perwerdekirinê de alîkariya Pêşmergeyên Zêrevan nekiriye. Lê di nava me de gelek kesên xwedan dîplomayên bilind hene, hinek hene du zanîngeh qedandine, hinek hene demeke dirêj ligel Hêzên Hevpeyman kar kirine. Lê em hewl didin di vî warî de hinek têkiliyan çêbikin. Belkî di warê teknolojî de tecrûbeyên me zeîf bin, lê ji aliyên din ve tecrûbeyên Pêşmergeyên Zêrevan gelek e. Jiyanê em fêrî gelek tecrubeyan kirin. Pêşmergeyên me di gelek waran de şareza ne, têgihîştî ne.

 

Hêzên zêrevan perwerdeyeke Akademîk dibînin gelo?

 

Belê. Akademiya Zaxo ya leşkerî bi karê perwerdeya leşkeran radibe. Wekî din jî gelek pêşmergeyên me hene ji 30 salî zêdetir leşkerî kirine. Tecrubeyeke mezin li pey me heye.

 

Diyare hûn amadekariyên avakirina artêşekê dikin...

 

Em ji berê de artêş in. Parastina Herêma Kurdistanê barê ser milê me ye. Dema ku xeterek li ser Kurdistanê hebe, emê bi hemû hêza xwe ve parastina wê bikin.

 

Tu bixwe tucaran rastî sûikast an jî êrîşên bi armanc hatiye?

 

Gelek caran hewla kuştina min hatiye kirin. Ew kesên ku nexwestine Kurd azadiyê bibînin û îstîqrar li vir çêbibe, xwestine tiştên wiha bikin, lê biser neketine û hatine girtin. Lê bi awayekî giştî jiyana me her di xeterê de ye. Ez li gel pêşmergeyên xwe gelek caran rastî xeterê hatime.

 

Kurdên ji beşên din yê Kurdistanê jî dikarin bibin endamê hêzên zêrevan?

 

Eger ew ji ber hinek sedeman hatibe vir û bûbe hemwelatiyê vir, dikare bibe zêrevan.

 

 

Li gora tecrûbeya te ya şexsî, şertên serkeftineke leşkerî çi ne?

 

Bawerî, têgihîştina armancê û girêdana bi armancê ve, dilovaniya li hember gel bingehên serkeftinê ne. Her wiha leşkerê serkeftî, xwediyê çand û kultûreke berferehe jî. Zanebûna dîroka şeran, dîroka gelan, şarezabûna di warê civakî de, naskirina psîkolojiya civakê û gelek taybetmendiyên din pêwîst in. Fedekarî pir girîng e.

 

Em dixwazin derbasî beşê diwemîn yê hevpeyvînê bibin. Ji bo me derfet çêbû ku em çavdêriya jiyana te ya malbatî jî bikin. Diyare te mêzêneke baş di navbera jiyana leşkerî û medenî de çêkiriye. Ne zehmete ku tu di nava leşkeran de leşker û di nava zarokên xwe de jî bavekî dilovan bî?

 

Eger mirovek psîkolojiya leşkeran baş nas bike, ew di ruhê xwe de pir dilovan e. Mirovê leşker ne ew e ku di aliyê xwe yê hisî de qels be. Ev yek ji aliyê zanistî ve hatiye îsbat kirin.

 

Dema ku tu li mal dimînî, tu zemanê xwe bi çi awahî li gel zarokên xwe derbas dikî?

 

Ez ji wan hez dikim. Hewl didim ku heyfa wan rojên ku ez ne li mal im, hilînim. Ez pir bi wan re mijûl dibim. Ew bixwe pir muhtac in ku ez li gel wan bim. Ez gelekî ji wan dûr mame, niha dema ku ez diçim malê ez dixwazim baca wê demê jî bidim. Ez dixwazim zarokên min çavvekirî bin, xwedan biryar bin. Divê ew baweriya xwe ne tenê bi serleşkeriya min, lê bêhtir bixwe bînin. Ez wan fêrî vê yekê dikim. Belkî îmkanên min têra jiyana wan bikin, lê ez herdemê ji wan re behsa zorî û zehmetiyên jiyanê dikim. Ez wan fêrî xizmeta gel û welat dikim.

 

Tu hez dikî ku zarokên te jî bidin pey şopa te û bibin pêşmerge?

 

Ez dixwazim ew bixwe vê biryarê bidin. Ew di pîlankirina pêşeroja xwe de azad in. Hêviya min ew e ku bixwînin. Eger ku şertên welatê me ne wiha bana, dibe ku ez jî nebûma pêşmerge. Lê em mecbûr in.

 

Tu ne poşmanî ku tu bûyî pêşmerge?

 

Nexêr. Ez kêfxweş im ku me sîstemeke leşkerî ya baş danî, me bingeha artêşekê danî û me pêşmergeyekî wiha afirand ku niha nimûneye. Min bixwe ev hêza leşkerî ji binî ve bi awayekî modern ava kir. Gelek caran dema ku leşkerên Emerîkî têne cem me, li fedekarî û sîstema me ya leşkerî ecêb dimînin.

 

Dema ku jiyana te ketiye xeterê, berî hertiştî çi hatiye bîra te?

 

Di wê kêliyê de ez bi tenê li reaksiyonê fikirî me. Pirsa ka çi lazime were kirin, ketiye serê min. Ez ji vê pê ve li tiştekî din nefikirî me. Ne malbat û ne jî zarok hatine bîra min. Ez vê jî bibêjim ku ez tucaran ji mirinê netirsiya me. Di şerê azadkirina Iraqê de, ji bo azadiya gelê xwe ez bi eşq çûme ser mirinê, lê şehadet nebû para min. Lê herdemê çavên min li pêş bûne, ne li paş bûne. Ez mirineke normal naxwazim, mirov her dimre, lê ez hez dikim ku şehadet para min be. Ezê qet ne razî bim ku ez bi hêsanî bimrim.

 

Tu kîjan serleşkerê navdar ji xwe re weke nimûne dibînî?

 

Barzaniyê nemir ji bo min serleşkerekî nimûne ye. Li dinyayê tevî kêm serleşkerên wekî wî hene. Eger mirov bikaribe hinek ji taybetmendiyên wî nas bike û pêk bîne, wê mirov bibe serleşkerekî baş. Her wiha Serok Barzanî û Kak Nêçîrvan jî, ne bi tenê di karûbarê siyasî de, lê ew di karê leşkerî de jî serleşkerên jêhatî ne. Gelek caran di rojên pir teng de, Serok Barzanî û Nêçîrvan mil bi mil li gel me bûne û ji me re bûne nimûneyên fedekariyê. Her wiha Serokerkanê Artêşa Îraqa Federal, General Babekir ji bo min dibistaneke mezin e. Ez ji wî fêrî gelek tiştan bûm. Demeke dirêj ez pir nêzîkî wî bûm û me gelek rojên teng li gel hev derbas kirin.

 

Tu dizanî xwarinê çêbikî?

 

Dema kes li malê nebe ez xwarina xwe bixwe çêdikim.

 

Tu çi çêdikî?

 

Şorbê çêdikim.

 

Em hêvî dikin, xwarina zêrevanan ne bi tenê şorbe be...(Em bi hev re dikenin)

 

Tu li kîjan hunermendî/ê guhdarî dikî?

 

Ez li gelekan guhdarî dikim, lê pir ji Şivan hez dikim. Ew bixwe dostê min e. Lê bi giştî ez li gelek hunermendan guhdarî dikim.

 

Em spas dikin ku we zemanê xwe da me û em hêvî dikin ku hûn her serkeftî bin.

 

Ez jî spasiya we dikim û hêvî dikim hûn demeke xweş li Kurdistanê derbas kin.

 

 

   

VEGERE

 

 

©www.avestakurd.net 2001-2005