|



Musteşarê
N. Barzanî yê
rewşenbîrî û
berpir.
Dezgeha Aras
Bedran
E. Hebîb

Hevpeyvînek
ligel Serokê
Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok
Hesen
Silîvanî:

Fermandarê
Giştî yê Pêşmergeyên
Zêrevan General Ezîz Weysî:

Ji
bo kesên ku di sînorê
Hecî Omran re derbasî başûrê
Kurdistanê dibin:

Wezîrê
Rewşenbîrî yê
Hikûmeta
Kurdistanê-Hewlêr
Samî
Şoreş ji bo Avesta:

Berpirsiyarê
Komelgeha Sînorê
Îbrahîm Xelîl Hemîd Elî ji
bo AVESTA
axifî:
Li
Iranê Serhildana
Kurd

Rojnameya
Aştî

Rojnameya
Aştî
ku
li Tehranê derdiket
hate
girtin

HIKÛMETA
AKP
Û
HUKMÊ
GENERALAN
Lokman
Polat
Jînê
Perîşanê
kurd
berdewam
Ji
Hewlêrê merheba
Dilbixwîn
Dara

Hewcîyên
Jîyana Mirov
Hesen
Polat
>>>

Ev
sûret Azad Houramî ji
Amerîka
-Detroit-
ji Avesta
re diyarî
kiriye

"Penaber"
|
|
|
Li
bajarê Kobanî polîsan milet dan ber lêdanê: 50-100 girtî
hene |
|

AVESTA
– Kobanî
Di
roja duşemê 15-8-2005 an de, katjimêr 18:00 û dema ku
cemawerê Partiya Hevgirtina Demoqrat ( PYD ) xwestin di
boneya 15 tebaxê de xwepêşdanekê di bajarê Kobanî de
li darxin, hêzên ewlekariyê û polîsan bi bombeyên deranîna
hêsiran û av û lêdanê êrîşî millet kirin, cemawer
jî kevir diavêtin wan, derdora 2 katjimêran cemawerê kurd
û polîsan êrîşî hev dikirin, û piştî ku
millet belav bû, hêzên ewlekariyê û polîsan ranewestiyan
û bi nav bajar ketin û bi qamçî û ço berdewam |
|
NAMEYEKE
VEKIRÎ BO SEROKÊ HERÊMA KURDISTAN
BIRÊZ
MESÛD BARZANÎ
|
|

Şahînê
Bekirê
Soreklî
Brayê
gellekî hêja Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê.
Slavên
germ ji cenabê we re rêdikim û hêvîdar im hûn di nav rewşeke
şad de bin.
Biryara
ku wêneyên we ji ser dîwaran rabin biryareke şaristaniye
li gor dem û dewrana welatên pêşkeftî ye.
Girtina vê biryarê pîroz dikim û ji we re spas
dikim ji bo vê yekê. Daliqandina
wêneyan bi şêweyeke ji usûlê der ne layiqe serokên
hemdemî û xwedan prensîpên pesindanê ye.
Propagandaya
arzan, daliqandina wêneyên serdaran li her der û şûnê
û bikarhanîna mîdyayê ji bo pesindana serokan şanên
desthelatdariyên dîktator û gelên li paş manî ne.
Rûmeta serok û serdaran bi kiryar û berhemên wan e,
ne ku bi hejmara wêneyên wan.
Omêdwar im di salên serdarî û rêberiya cenabê we
de gelê Kurd li Herêma Kurdistanê bi gavên bezatir ber bi
aliyê şaristanî ji cîhanê ve biçe berdewam |
|
Gelo
raste em Kurd 40 milyon in..?
|
|
Rizgar
Kêsteyî
, Swêd
Em
Kurd di van salên dawî de di nava civîn û hevpeyvîn û
nivîsên xwe da berdewam behsa hindê dikin ku hejmara me di
gehe 35-40 milyonan. Helbet
ev ji aliyekî ve cihê dilxweşiyê ye ku em neteweyek
hinde mezinin, lê ji aliyekî din ve em piçek ji xwe şerim
dikin ku em gelekî hinde mezin di cîhanê de ta nuha bê
dewletin. Lê ew bixwe armanca nivîsa me ya vê care ne ewe
ka ev hejmara me ya mezin bo me başe yan ne. Belkî
mebesta me ewe em hindekî li ser vê xalê rawestin û bi çavekî
bêalî û realîzim temaşey vê meselê bikîn ka...
berdewam
|
|
PKK
hevalekî partiya Rêkeftin kuşt |
|
Heleb-AVESTA:
Li gora duxuyaniyeke partiya Rêkeftina Demokrat ya Kurdên
Suriyê, roja 12.08.05 li Helebê taxa Şêx Meqsûd, Kamîran
Mihemed (foto) kurê Avukat Mihemed Hemze, saat 22.00 li pêşiya deriyê
mala xwe ji aliyê PKK ve hate kuştin. Di daxuyaniya
Rêkeftin de tê diyarkirin ku Fîdaîyên PKK bi vê çalakiya
kuştinê rabûne.
Li
gora agahdariyên AVESTA bi dest xwe ve anîne, Kamîran
hevalbendekî Rêkeftin bû, ew zewicî bû û bavê zarokekî
bû.
Hate
ragihandin ku berî kuştinê ew gelek caran ji aliyê PKK
ve hatiye tehdîdkirin û jê hatiye xwestin ku dev ji Rêkeftin
berde.
berdewam |
|
Berê
me bi kuda ye? |
|

Salih
Kobanî.
Di
van herdu mehên dawiyê de rewşa navçeya me naziktir
dibe, û rûdan bi leztir diçin:
-
Serhildan li rojhilat.
-
Gulebarandin li xwepêşanderan li Sulêmaniyê.
-
Girtina Kurdistan TV bo 24 seetan.
-
Girtina rojnamevan Ako Mohammed.
Gellek
caran atmosfera li Sulêmaniyê weke nemûneya peyva azad
dihat e nîşandan, û cihê şahnaziyê bû ko li wir
bi dehan rojname têne der, bi dehan partî klub, komele…
hwd tên avakirin, lê îro polîsê kurd gulleyan dibarîne
li pêşanderên kurd yên ko derketin ji bo piştgiriya
rojhilatê Kurdistanê. !berdewam
|
|
Ferhengyar
Muhemedê Cemîlê Seyda Û xelata 43 salan
bi guhekî bo kurdayetiyê
|
|
Kerem
Yûsiv
Ji
me tê xwestin mîna her miletekî ku
em zaniyarên xwe ji bîr nekin û cihê wan bidne wan di nav
milet de , çimkî dema em cih didine wan em cih didine xwe di
pêşerojê de û jibîrkina me ji wan re anuha kuştineke
bisaxîtî ji wêje û dîroka me re ye , lewra em dimînin mîna
siyekê ji berhemên wan re di çûn û hatina wan de û ta di
mirina wa de.
Dîsa
navdarek , Ferhengyarek me diçe bêdeng û ne mîna çûna
sekretêr an endamê partiyekê
…kêmtir ji 50î kesî di dûv darbesta wî de bûn tevî
malbata wî , belê em wihane bi belengazê sityasetê û
diravan û ne wihane bi dewlemendan re û ev ne ku ez Seydayê
Ferhengyar Muhemedê Cemîlê Seyda nezan dibînim di siyasetê
de lê belengaz û dûr ji kursiyan ... berdewam |
|
RAST
XWANDIN Û NIVÎSANDINA TÎPÊN KURDÎ
|
|
Kemal
Tolan
Hêjayan,
ez bi dilxweşî di gelek rûpelên malperên me
Kurdan de dibînim ku piraniya wan gelek giringiyê didine çanda
me, xwandin û nivîsandina Kurdî. Ez li gorî dîtina xwe
dibêjim, ev karê wan erkekî netewiye û ji xwe li ser her
kurdekî ferze ku berî her tiştî xwe fêrî nivîsandin
û xwandina zimanê Kurdî bike. Bi dîtina min, ji ber ku her
yekê ji me li goriya îmkan
û zanîna xwe fêrî nivîsandin û xwandina zimanê dayîka
xwe buye û hinek kêmasiyên xwandin
û nivîsandina me hebin jî normal e.
berdewam |
|
Sernivîserê rojnameya Mîdya Ako
Mihemed
li Hewlêrê hate girtin |
|

Kerîm
Sincarî ji medyayê çi dixwaze?
Hewlêr/AVESTA:
Wezareta
hundir ya Kurdistanê li Hewlêrê sernivîserê rojnameya
hefteyî Mîdya Ako Mihemed girt.
Berî
niha wezîrê hundirê yê hikûmeta Kurdistanê (Hewlêr) Kerîm
Sincarî (foto, çep) ekranên Kurdistan Tv tarî kirin. Niha polîsan dişîne
rojnameya Mîdya ku heftane li Hewlêrê derdikeve û sernivîserê
wê Ako Mihemed digire û wî bi sûcên giran tewanbar dike. Berpirsiyarê
nivîsaran yê rêjnameyê Ako Mihemed, ji hevkarê me re
diyar kir ku wan di hejmara 200 encama ankêtekê belav kirin...
berdewam
|
|
Hevpeyvînek
ligel rojnamevan Farûq Hecî Mistefa
|
|
“Di
nava Kurdan de partîtî hîn jî xurt e”
Hevpeyvîn:
Silêmanî/Mihemed
Hemo
Peyamnêrê
rojnameya libnanî Al Musteqbel û nivîskarê rojnameya Al
Hayat Farûq Hecî Mistefa (ji Kobanî) ji bo xebateke
rojnamegerî li başûrê Kurdistanê ye. Mihemed Hemû ev
hevpeyvîn ji bo Avesta pêre çêkir:
..berdewam
|
|
Amerîka
vîzaya çûna Neteweyên Yekbûyî nade serokê Îranê Ehmedî
Necad
|
|
 Parîs-AVESTA:
Berdevkê
wezareta derve ya Amerîkî di daxuyaniyekê de ragihand ku ew
difikirin li Ehmedî Nejad, serokê Îranê yê nû qedexe
bikin ku biçe beşdarî civînên Neteweyên Yekbûyî
bike li New York.
Ajansa nûçeyan ya
frensî AFP radigihîne ku Ehmed Nejad daxwaza vîzaya amerîkî
kiriye ji bo ku xwe bigihîne New York, lê belê heya niha
wezareta derve ya amerîkî bersivek nedaye.
Tu gumankirin ku
Mehmûd Ehmed Nejad di sala 1979 de li Tehranê beşdarî
girtina rehîneyên amerîkî bûye, li sefareta Amerîka li
Îranê.
..
berdewam
|
|
Wezîrê
Derve yê Îngiltere Robin Cook ji
ser çiya ket û mir |
|
London-AVESTA:
Wezîrê derve yê Îngiltere yê berê Robin Cook, di dema meşeke
çiyayî de li çiyayê Ben
Stack li Îskoçya,
ji ser hişê xwe çû ket.
Cook
bi helîkopterê rakirin nexweşxaneyê, lê belê hewldanên
doktoran tu encam nedan, li wir wî jiyana xwe ji dest da.
Robon
Cook (59) parlamenterê Partiya Karker bû, û serpkê Meclîsê
bû, lê dema ku Îngiltere ligel Amerîka êrîşî Iraqê
kirin, ew li dijî derket û ji seroktiya meclîsê û wezaretê
xwe paşve kişandibû. |
|
DESTHILATDARÎ
Û SERXWEBÛN
|
|
Hevpeyvînek
bi hunermendekî kurdî
serbixwe re
Miço
Kendeş
-
Gotina HUNERMENDÊ SERBIXWE bi dîtina we tê çi wateyê ?
*
Gava hunermendek li hundirî welat di bin sîya partîyan û
li gor nerîn û helwestên wan kar û xebata xwe ya hunerî
neke ; ew, pirr caran, wek
tirsok,
newêrek û kesekî ji berpirsiyarîyê direve binav dibe.
Jixwe ku navê sîxurî û hevalbendîya bi dijmin re jî bi dû
wî nekeve.
Gotina
SERBIXWE, bi rengekî ji rengan, gotineke nû ye di dîroka
mirov de ; di demên borîn de, mirovek di bin
desthilatdarîyên berdewam
|
|
Abdullah
Öcalan: “Dibe ku min bikujin”
|
|
Murat
Karayilan Tirkiyê tehdîd kir:
„Eger
ziyanek bigihêje
Öcalan
emê Ankara wêran bikin“
Frankfurt-AVESTA:
Serokê PKK Abdullah Ocalan di dema serdaneke zindanê de ji
birayê xwe Mihemed Ocalan re got: „Îhtîmaleke mezin heye
ew bi awayekî fîzîkî min ji holê rakin…“
Di derbarê vê
hevdîtinê de Mihemed Ocalan daxuyaniyek da ajansa Tirkî
ANKA û got ku, birayê wî gotiye, ...
berdewam
|
|
Li
Silêmaniyê meşek ji bo Kurdên Rojhilat |
|
Silêmanî-AVESTA:
Li Silêmaniyê kolana Salim meşeke mezin ji bo piştgiriya
Kurdidên Rojhilat pêk hat. Di
meşê de diruşmeyên weke “Bimire rêjîma Îslamî
li Iranê… Bijî
Berxwedana gelê me li Iranê… Bijî berxwedana li Seqizê…”
hatine avêtin.
Meşê
bi qasî 2 saatan berdewam kir.
Li
gora peyamnêrê me li Silêmaniyê hêzên ewlekariyê
nexwestine meş dirêj bike û bi teqandina sîlehan meşvan
ji hev belav kirine.
|
|
Serokê
Înstîtuya Kurdî li Tehranê û sernivîserê rojnameya Aştî
Behram Weled Begî:
|
|
“Emê
piştî girtina
Aştî
rojnameyeke
din derxînin…”
Bonn-AVESTA:
Berpirsiyarên
wezareta ferhengî li Îranê bi awayekî fermî rojnameya Aştî
rawestandin.
Rojnameya
Aştî li Tehranê ji aliyê Înstîtuya Kurdî ve bi
awayekî profesyonel derdiket û li Îranê û Kurdistanê
dihate belavkirin û yek ji rojnameyên herî baş dihate
naskirin.
Tîraja
Aştî 25.000 bûn û bi tevayî dihate firotin.
Aştî
bi du zimana derdiket, farisî û kurdî (8 rûpel kurdî, 8
farisî), di beşê kurdî de, rûpelek bi latînî bû... berdewam
|
|
Li
Saqizê 13 kurd hatin kuştin |
|

AVESTA-NetKurd:
Seqiz: 13 şehîd û du ji wan zarok in, rewş dijwar
e!
Agahdariyên
ji bajarê Seqiz, rojhelatê Kurdistan tên pevçûnên dijwar çêbûne
navbera xwepêanderan û hêzên dewltê ji polis, asayş
û ittlaatan. Dewletê
hêzên zêde anîye bajar da rewşa ne aram kontrol bike.
Xelkê kurd bi ber,
dar û her tiştê bikeve destê wan berevaniya xwe dikin
... berdewam |
|
Hevpeyvînek
ligel Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok Hesen Silîvanî:
|
|

"Ji bo kurdî tîpên latînî, bi gelekî ji tîpên
erebî baştir in"
Başûrê
Kurdistanê (Duhok)
Dilbixwîn
Dara, Hêvîdar
Zana
Di
serdana xwe ya Duhokê de me navenda Yekîtiya Nivîskarên
Kurd-Duhok ziyaret kir. Me hevdîtinek ligel serokê Yekîtiyê
kak Hesen Silîvanî pêk anî û ev hevpeyvîna li jêr pêre
çêkir:
Yekîtiya
Nivîskarên Kurdistanê xwe dispêre dîrokeke kevin, tu
dikarî ji me re hinekî li wê dîrokê vegerî? ..
berdewam
|
|
Kesên
ligel Leyla Ferîqî kar dikin ji “pozbilindiya” wê
ne razî ne
|
|

Hewlêr-AVESTA:
Leyla Ferîqî li başûrê Kurdistanê li Hewlêrê
klîpeke nû dikişîne.
Ji Swêdê tîmek ligel wê ye.
Ji
Diyarbekirê grupeke folklorê di klîpê de dilîze. Ew tenê
dizanin bi kurdî bireqisin, lê belê Leyla ji wan lîstika
Balê dixwaze.
Çend keçikên ciwan ku ji Diyarbekirê hatibûn Hewlêrê ji
bo ku di klîpa Leyla Ferîqî de bilîzin, ji peyamnêrê
AVESTA re ragihandin ku “tu nemaye ew ji qehra Leyla re vereşin…”
Ew gazinan dikin ku Leyla (foto, Medya) bi xêrhatina wan
nekiriye û ew di nava mêvanên din de biçûk kirine û ji
wan re gotiye: “hûn ne hêjayî hatina vir in…”
berdewam |
|
Wezîrê
Pêşmergan Hemîd Efendî jina 5. anî |
|
jina
5. temenê wê 26 sal in!!!
Hewlêr-AVESTA:
Wezîrê Pêşmergeyan (hikûmeta
Hewlêr) Hemîn Efendî jina 5. anî ser 4 jinan.
Ji
ber ku li gora îslamî anîna jina 5. ne rewa ye, Hemîd
Efendî li berdana jineke xwe maye heyirî.
Efendî
bi riya telefonê ji rojnameya hefteyî Mîdya re diyar dike
ku wî her tişt bi riya şerîet û zagonê kiriye.
Wezîr
Efendî navê jina xwe ya nû jî dibêje: “Navê wê
Awat Merûf e
(foto, Hawlatî), temenê wê 26 salin û ji kolêja zimanê înglîzî
zanîngeha Selahedîn derçû ye…”
Awat
Merûf jî ji aliyê xwe ve daxuyaniyek da rojnameya Zarî
Kurmancî ku li herêma Soran derdikeve got: “Ez bi vê
zewacê gelekî kêfxweş im, eger ku min hez nekiriba min
nedikir” Gelo
wê jina 6. qismetê kîjan keçê be?!
|
|
|
Wezareta
hundir ya Kurdistanê ji bo 24 saatan Kurdistan-TV girt |
|

Li
gora daxuyaniyeke Kurdistan TV di ekranê de, ji ber hinek
sedemên ku diyar nake, wezareta hundir ya Kurdistanê biryara
rawestandina weşandina KTV 24 saatan daye.
|
|
Mesûd
Barzanî: „Em bazara li ser mafên xwe napejirînin“ |
|
Hewlêr-AVESTA:
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro roja Duşemê piştî
civîna polîtbîroya her du partiya PDK û YNK daxuyaniyek da
rojnamevanan û got: “Di destûra Îraqê de em napejirînin
bazar li ser mafên me were kirin…”
Barzanî
got: “Tiştên Kurd dixwazin ne gelek in, ew xwediyê hîn
zêdetir mafan in…”
Mesûd
Barzanî wiha berdewam kir: “Munaqeşe li ser pirsa
federasyon, pêşmerge û Kerkûkê nabe…”
berdewam
|
|
Silêman
Demîrel:
”Îroj
100 hezar pêşmerge hene ew rênadin em derbasî başûr
bibin“
|
|
NetKurd-AVESTA:
Serokkomar û serokwezîrê Tirkiyeyê yê kevin Silêman Demîrel
îroj di televizyona CNN-Tirkê de beşdarî bernameya
zindî ya bi navê
Ankara
kulisi bû.
Di
bernameyê de gotinên balkêş hatin kirin. Mijara
bernameyê kurd û Kurdistan bû û herweha beşdarvan li
ser rojevê jî rawestiyan
Bernameçêkir
ji Demîrelî pirs kir û got ku ew ê pirsgirêka kurdan çawa
çareser bibe? Demîrelî waha bersîv da: ”Li Enedolê, ev
hezar sal in ku dewlet heye û tu caran dewleta kurdan çêne
bûye! Lê di dinyayê de 30 milyon kurd hene û ne îroj, em
berê jî dibên ku wek di prensîbên Nillsonî jî de hatiye
diyar kirin, mafê her neteweya heye ku bibe dewlet. Lê
em gelê Enedolê
giştik ji vê dewletê nên dixwin, divê em sînorên vê
dewletê biparêzin. Feqet çênabe ku kesek bêje, ”ez kurd
im” û tu jê re bibêjî ku na, tu tirk î!
berdewam |
|
Fermandarê
Giştî yê Pêşmergeyên Zêrevan General Ezîz Weysî: |
|
"Barzaniyê
nemir ji bo min serleşkerekî nimûne ye"
Ji
Hewlêr-Başûrê Kurdistanê
Dilbixwîn
Dara
, Hêvîdar
Zana
foto:
Hesen Alî
...
berdewam
|
|
Sernivîserê
AVESTA serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan
Barzanî ziyaret kir
|
|

|
|
Musteşarê
Nêçîrvan Barzanî yê rewşenbîrî û berpirsiyarê giştî
yê Dezgeha Aras
Bedran
Ehmed Hebîb ji avesta
re axifî |
|
Serokerkan
Babekir Zêbarî Pêşmerge ziyaret kirin
|
|
Avesta
/HEWLER/H.ALİ
HASAN
Serokerkanê
artêşa Iraqê Babekir Zêbarî fermandarê Hêzên Zêrevan
general Azîz Weysî li Hewlêrê ziyaret kir.
Di
serdana xwe de Zêbarî bal kişande ser ewlekariya li herêma
Kurdistanê û got: “pêşmerge roleke mezin di
ewlekariya Kurdistanê de dilîzin, ji ber vê yekê ez hatime
vê derê, ez hatime we pîroz bikim...”
General
Weysî jî ji aliyê xwe ve bi xêrhatina Serokerkan Babekir Zêbarî
kir û got: “hatine we ji bo me şerefek e, pêşmergeyên
me ne tenê di ber parastina Kurdistanê...” berdewam |
|
Li
Hewlêrê Konferansek li ser Terorîzmê tê li darxistin
|
|
Hewlêr-AVESTA:
Di hevdîtinekê de ligel oldar û zanyarên dînî, serokê
Kurdistanê Mesûd Barzanî ji wan xwest amadekariya
lidarxistina konferansekê li ser terorîzmê bikin.
Li
gora daxuyaniyeke Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî, wê ev
konferans bi awayekî hevbeş di navbera hikûmeta Silêmanî
û Hewlêrê de çêbibe.
Berpirsiyarê
Ragihandinê di wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî de Merîwan
Neqişbendî diyar kir ku ji bo li darxistina konferansê
komîteyek hatiye avakirin û wê ev komîte di hefteya pêşiya
me de civîna xwe çêbike.
berdewam |
|
Tirkiyê
bi awayekî fermî mohra Kurdistanê qebûl kir
|
|
Hewlêr-AVESTA:
Rêwiyên
ku ji başûrê Kurdistanê derbasî bakur dibin mohra hikûmeta
herêma Kurdistanê li ser pasporta wan dikeve. Di
4 vê mehê de hikûmeta herêma Kurdistanê biryar da ku
mohra hikûmeta herêma Kurdistanê li ser pasporta rêwiyankeve.
Li
gora rojnameya Evro, hikûmeta Tirkiyê vê mohrê qebûl
dike, tevî ku li wê derê navê Kurdistanê bi hemû awahî
qedexe ye.
|
|
AVESTA
derbasî kampa Penaberên Kurdên Suriyê li Duhokê bû
|
|
Kampa
Penaberan, Duhok-AVESTA:
"Me
bişînin welatekî din"
Ekîba
AVESTA derbasî kampa penaberên Kurdên Suriyê bû li Duhokê.
Nêzîkî
130 kesî li Kampê dimînin. Zarok, jin, keç, kalepîr û
ciwan ligel hev di bin çadiran de ne, her hinek ji bajarekî
hatine, hinek ji Efrîn, malbatek ji Kobanî, lê piraniya wan
ji herêma Qamişlo, Dêrîk, Hesîçe û deverên din in.
Penaber
bûne du beş, beşek dixwaze li Kurdistanê bimîne,
rewşa wan baştir e, hikûmet karûbarên wan birêve
dibe, ew ji rewşa xwe razî ne û dixwazin li Kurdistanê
niştecih bibin...
berdewam
|
|
|

EV
REKLAMEK E

Li
Stokckholmê semînerek
li
ser 80 saliya Serhildana
Şêx
Seîdê Pîran

Seqiza
şêrîn..!


Şovenîzm
ji ku… bi ku ve
(Tîroj)
Li
ser kerekê şerê birakujî
dest
pê kir


rojnameyeke
nû

VEBÛNA
ZAGROS TV
Û
PÊŞKETINÊN NÛ
Serhad
B.
RÊNAS
(AMED)
DVD
ya Destana
Dewrêşî
Evdî derket

|

|
|
Fatê
Were Civatê -1- |
|