Rojnameyeke Çandî  Hunerî û Wêjeyî      Kurdish Online Magazine   Chefredaktuer: Dilbixwîn Dara    avesta@avestakurd.net  

 

 

Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê-Duhok Hesen Silîvanî:

- „Eger PENa KURD bixwaze ew dikare navenda xwe bîne Kurdistanê“

 

- "Em amadekariya festîvaleke Kurdistanî mezin li Duhokê dikin"

 

Başûrê Kurdistanê (Duhok)

Dilbixwîn Dara, Hêvîdar Zana

 

Di serdana xwe ya Duhokê de me navenda Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok ziyaret kir. Me hevdîtinek ligel serokê Yekîtiyê kak Hesen Silîvanî pêk anî û ev hevpeyvîna li jêr pêre çêkir:

 

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê xwe dispêre dîrokeke kevin, tu dikarî ji me re hinekî li wê dîrokê vegerî?

 

Yekîtiya Nivîskaran, roja 10ê Sibata 1970î destûra fermîbûnê ji Bexdayê wergirtiye. Di 23-24ê hezîrana heman salê de kongreya wê ya yekemîn hat lidarxistin. Piştre şaxên vê yekîtiyê li hemû bajarên mezin hatin vekirin. Wê demê li Dihokê 10 endamên yekîtiya nivîskaran hebûn û eger ne ji wan bûya wê niha ev yekîtî tuneba. Wê demê şert bû ku 10 endam hebin, kêmtir nedihate pejirandin.

 

Ji wê rojê ve û heta niha, Yekîtiya Nivîskaran li ser kar û xebatê ye. Ew nivîskaran kom dike, dihêle ku ew ziman û edebiyata Kurdî vejînin û biparêzin. Em her wiha spasdarên mamosteyên herêmê ne ku berî me ev xebat kirine û birêve birine.

 

Yekîtiya Nivîskaran bi çi awayî dixebite, ango programa wê çi ye?

 

Yekîtiya Nivîskarên Kurd, liqên xwe hene, li Duhokê, li Silêmaniyê, li Kerkûk û Hewlêrê. Her wiha li hemû bajaran centerên rewşenbîrî hene. Herçiqasî tu pêwendiya wan ya rasterast bi yekîtiya me re tune be jî, nivîskar alîkariya wan dikin û di bizavên wan yên rewşenbîrî de semîneran pêşkêş dikin. Yek ji xebata me ya sereke parastin û pêşdebirina  zimanê Kurdî ye. Her wiha em hewl didin ku kultûr û edeba Kurdî kom bikin, wek pirtûk çap bikin û semîneran jê pêşkêş bikin. Her roja pênşemê li bexçeyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê semînerek tê pêşkêş kirin. Hinek caran di heftiyê de du semîner tên pêşkêş kirin. Her wiha em pirtûkên nivîskaran jî çap dikin. Heta niha me 20 pirtûk çap kirine û hîna 35 pirtûk jî li ber çapê ne. Buhayê çapkirinê ji aliyê Yekîtiya Nivîskaran ve tê dayîn û pirtûk bixwe jî milkê nivîskar bixwe ye. Em berdewam alîkariya hevalên xwe dikin ku berhemên wan çap bibin. Nêzîkî nîvbuhayê pirtûkê em didin. Heta niha 107 pirtûk hatine çapkirin û em her di vî karî de berdewam in.

 

Kesên ku hûn pirtûkên wan çap dikin, pêwîste endamên we bin yan na?

 

Bêhtirî wan endamên me ne, lê hinek kes hene me pirtûkên wan çap kirine û ew ne endamên me ne. Em pirtûkên Kurdên ji beşên din yên Kurdistanê jî werdigrin û çap dikin. Berî niha me weke şandeke Yekîtiya Nivîskaran serdana Rojavayê Kurdistanê kir û me li wir gelek nivîskar û rewşenbîr naskirin. Me pirtûkên gelekan ji wan bixwe re anîne ji bo ku em çap bikin. Me li gel hevalên li Amedê jî pêwendî daniye û me xwestiye ku em çend pirtûkên wan jî çap bikin. Her wiha pêwendiyên me li gel hevalên li Qamişlo, Efrîn û Kobanê wan jî em axivîne û em li hêviya berhemên wan in. Em hêvî dikin ku ew ne bi tenê helbestan, lê berhemên li ser roman, çîrok, edebiyat û tiştên din jî bişînin. Mixabin, tiştê herî zêde ku ji me re tê şandin pirtûkên helbesta ne. Lê em ji bo hevalên xwe yên Duhokê jî helbestan çap nakin.

 

Şerte ku endamên Yekîtiya Nivîskaran ji başûrê Kurdistanê bin?

 

Di programa Yekîtiya Nivîskaran de bendek heye dibêje, divê nivîskarê endam ji Kurdistana Iraqê be. Lê belê me li Dihokê di konferansa xwe ya dawîn de, bi piraniya dengan biryar wergirt ku Kurdên ji beşên din yên Kurdistanê, ewên ku ji ber hinek sedeman hatine başûr, li vir dimînin û bi karê nivîsînê re mijûlin, dikarin bibin endamên me. Ez dikarim nimûneyekê jî bidim, Bavê Nazê ku êdî li Kurdistanê dimîne, endamekî yekîtiya me ye. Gelek kesên din jî hene ku bixwe ne ji vir in, lê li vir dimînin û endamên me ne. Me bi vê yekê pêl yasaya giştî ya Yekîtiya Nivîskaran kiriye, lê em vê yekê weke erkeke netewî dibînin.

 

Têkiliyên we li gel rewşenbîr û nivîskarên beşên din çawa ne?

 

Pêwendiyên me bi awayekî giştî li gel rewşenbîr û dam û dezgehên beşên din pir baş in. Em sê caran bi awayekî fermî çûne Rojavayê Kurdistanê, me serdana Qamişlo, Efrîn û Helebê jî kiriye. Me nêzîkî 150 kesî dîtiye û em li riyekê geriyane ka em çawa dikarin pêwendiya xwe xurt bikin û alîkariya wan bikin. Ev têkiliyên me jî her serkeftî bûne. Li gel Amed, Batman û Stenbolê jî em di nava pêwendiyan de ne. Gelek şandeyên me çûne wir û beşdarî festîvalên wan yên hunerî bûne, bi taybetî jî li Amedê. Ez bixwe jî li Amedê beşdarî Rojên Wêjeya Kurdî bûme û min semîner pêşkêş kirine. Em li wir çûne serdana PENa Kurd ya Amedê û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî. Em kêfxweşin ku pêwendiyên me li gel wan saziyan roj bi roj xurttir dibin. Herwiha me gelek caran gazî hevalên nivîskar kirine, ji Amedê, ji Batmanê, ji Helebê, ji Qamişlo û Efrînê, ji Sine û Mehabad. Em Yekîtiya Nivîskarên Kurd, dixwazin rewşenbîrîyeke netewî ava bikin û li ser piyan bihêlin. Tê zanîn ku Şaxê me yê Duhokê di vî warî de gelekî xurte û gelek xebat kiriye. Dîsa divê bê gotin ku em piştgiriyeke mezin ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibînin. Heger ne piştgiriya Hikûmeta Herêmê be, emê nikaribin pirtûkên nivîskaran çap bikin û herwiha qedr û rêza mêvanên xwe yên nivîskar bigrin. Em îro pê kêfxweşin ku Yekîtiya Nivîskarên Kurd bûye mala hemû nivîskarên ji perçeyên din û ji Ewrûpayê.

 

Tu projeyên we ji bo lidarxistina rojên wêjeyî hene?

 

Spas ji bo vê pirsê. Me projeyeke rewşenbîrî ya berfereh pêşkêşî cenabê parêzgar kir. Me ji bo projeya xwe, doza piştgiriya wan ya darayî kir. Em xwe amade dikin ku festîvaleke Kurdistanî ya mezin li Duhokê li dar bixin. Cenabê parêzgar xwe da ber hemû mesrefên pêwîst. Em li vir dixwazin spasiya wî bikin. Em hez dikin, di vê festîvalê de nivîskarên Kurd yên her deverê li vir bînin cem hev. Emê hem hevdû nas bikin û hem jî ewê bibînin ka Kurdistana azad gihîştiye çi radeyê. Emê wek seyranekê jî li Kurdistanê bikin. Projeya me ji 3 rojên wêje û edebiyata kurdî pêk tê. Me hez dikir em roja 12ê Tebaxê bikin, ji ber ku di wê rojê de liqê Duhokê yê Yekîtiya Nivîskaran hatiye damezirandin, lê mixabin weke hûn dizanin hevalên li Ewrûpa nikarin di demeke wiha kin de amadekariyên xwe yên weke standina vîzeyê û her wiha biqedînin. Me niha wisa biryar daye ku ev festîval destpêka meha 10an li dar keve. Em dixwazin hûn jî di wan rojan de mêvanê me bin.

 

Pêwendiyên we li gel PENa Kurd hene?

 

Em li gel şandeyekê ji vir çûn Amedê û em bûn mêvanên PENa Kurd. Me birêz Zerdeşt Haco, Mistefa Reşîd û gelek biraderên din naskirin û em li gel hev hatin vir. Heger ew bixwazin şaxên xwe li vir vekin, ew azad in û deriyên me ji wan re vekirîne.

 

Hûn piştgiriyê dikin?

 

Em hez dikin. Ew bixwazin navenda xwe li kîjan bajarê Kurdistanê deynin, dikarin deynin û xebata xwe bidomînin. Heger bixwazin dikarin navendeke xwe li vir vekin û xebata xwe ya li Ewropa jî her bidomînin. Ez di wê baweriyê de me ku wê Hikûmeta Kurdistanê di aliyê darayî de hemû pêwîstiyên wan temîn bike. Bi taybetî jî birêz Nêçîrvan Barzanî ku bi awayekî berfereh piştgiriya nivîskar, şanoger, sînemager, werzişvan û hunermendan dike. Îcar heger Kak Zerdeşt û hevalên xwe biryarê bidin ku navendeke xwe li kurdistanê vekin, wê sedî sed piştgiriyeke qewîn li pişta xwe bibînin.

 

Çi hewldanên we ji bo pêşxistina nivîsandina bi herfên latînî heye?

 

Di destpêkê de ez dixwazim bibêjim ku Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Duhokê ji sedî sed di wê baweriyê de ye ku divê di pêşerojê de nivîsandina Kurdî bi herfên latînî be. Me di kovara xwe Peyv de ji destpêkê ve û heta niha cî daye latînî û rûpelên bi Kurdiya latînî her carê zêdetir dibin. Em di wê baweriyê de ne ku tîpên latînî, bi gelekî ji tîpên erebî baştir in. Em dizanin ku xelkê me yê li bakûr û rojavayê Kurdistanê û yên li Ewropa jî her bi latînî dixwînin û dinivîsînin. Birastî gelek nivîskarên me yên ku bi tîpên erebî dinivîsînin hene û ew pir baş jî dinivisînin, lê berhemên wan nagihên ber destê hemû Kurdan û ew nayêne naskirin. Min bixwe gelek pirtûkên xwe kirine latînî û çapkirine. Hevalên min digotin Keke Hesen ma wê kî van pirtûkan bixwîne, min ji wan re got, ez ne ji bo we dinivîsînim, ez ji bo wan milyonên ku bi latînî dixwînin dinivisînim. Encex tîpên latînî me bigihînin hev dû. Em bixwe ji bo vê yekê gelekî hewl didin û em kêfxweşin ku herdû satelaytên me jî KTV û Kurdsat girîngiyê didin nivîsandina bi herfên latînî. Perwerdeya fermî jî hewl dide ku biryara fêrkirina tîpên latînî derxîne. Ev jî pêngaveke mezin e. Her wiha ez dixwazin bi vê munasebetê bibêjim ku li Duhokê kovarek bi navê Nûbûn derdikeve ku xwerû latînî ye. Ew ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ve tê derxistin, lê xebatkarên wê hemû endamên me ne û xelkên Duhokê ne. Ez di wê baweriyê de me ku emê di pêşerojê de ji vê pirsgirêkê xelas bibin.

 

Tu xebateke we ya taybetî ji bo wergerandina pirtûkan heye?

 

Yek ji pirsgirêkên me yên sereke jî ev e ku heta niha tu dezgehên me yên fermî ji bo wergêranê çênebûne. Tiştên ku têne wergerandin jî hewldanên şexsî ne. Min bixwe heta niha du berhem wergerandine zimanê Erebî. Min hewl da ku ez helbestvan û çîroknivîsên Kurd, bi xwendevanên Ereb bidim naskirin. Lê ez dikarim bibêjim ku niha hizreke mezin li ser vê pirsgirêkê tê kirin û tê gotin ku divê dezgeheke mezin ji bo karê wergerandinê hebe. Amadekariyên vî karî jî hene. Em weke Yekîtiya Nivîskaran piştgiriya xebateke wiha jî dikin. Kesê ku bixwaze pirtûkeke giranbûha ji zimanê wê yê orjînal wergerîne, em amadene jê re çap bikin.

 

Gelekî spas ji bo vê hevpeyvînê û em hêvî dikin deriyên we herdem ji bo hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurd vekirî bin.

 

Ez jî spasiya we dikim, ser çavan hatin.  

 

VEGERE

 

 

©www.avestakurd.net 2001-2005