|



Wezîrê
Rewşenbîrî yê
Hikûmeta
Kurdistanê-Hewlêr
Samî
Şoreş ji bo Avesta:

Hevpeyvînek
ligel Serokê
Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok
Hesen
Silîvanî:

Fermandarê
Giştî yê Pêşmergeyên
Zêrevan General Ezîz
Weysî:

Ji
bo kesên ku di sînorê
Hecî
Omran re derbasî başûrê
Kurdistanê
dibin:

Musteşarê
N. Barzanî yê
rewşenbîrî
û berpir.
Dezgeha Aras
Bedran
E. Hebîb

Berpirsiyarê
Komelgeha Sînorê
Îbrahîm Xelîl Hemîd Elî ji
bo AVESTA
axifî:

Hevpeyvînek
ligel rojnamevan
Farûq Hecî Mistefa
Ji
Hewlêrê merheba
Dilbixwîn
Dara

Hewcîyên
Jîyana Mirov
Hesen
Polat
>>>

Ev
sûret Azad Houramî ji
Amerîka
-Detroit-
ji Avesta
re diyarî
kiriye
Sernivîserê
AVESTA serokê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan
Barzanî ziyaret kir
|
|
|
Serokê
DEHAP di DTH de nabe endam jî |
|
Serokê
DEHAP û Hatip Dicle bi hev ketin
Istenbul-AVESTA:
Partiya
DEHAP xwe fesix kir û tevlî Rêxistina Civaka Demokratîk bû.
Serokê
DEHAP texmîn dikir ku ewê di DTH de berpirsiyariyeke bilind
bigire, lê belê ew weke endam jî nehate pejirandin.
Rojnameya
tirkî Akşam radigihîne ku Hatip Dicle (foto, çep)
bersiva serokê DEHAPa xwetunekirî Tuncer Bakırhan daye
û jêre gotiye: “here li herêma xwe xebatê bike... berdewam
|
|
Li
nivîskar û siyasetvan Mişel Temo derketina derve hate
qedexekirin
|
|
Qamişlo-AVESTA:
Hêzên ewlekariyê yên
Suriyê nehîştin berpirsiyarê rêxistina Teyar Al
Musteqbel ya kurdî li Suriyê Mişel Temo ji welat
derkeve.
Li
gora daxuyaniyeke rêxistinê, roja 30.08.05 Mişel Temo
xwestiye di sînorê Bab El Hewa re derbasî Tirkiyê bibe, lê
belê hêzên ewlekariyê li gora talîmateke ji wezareta
hundir ya suriyê lê qedexekirin ku derbas bibe.
Ji
Mişel Temo hate xwestin ku serî li asayîşê bide.
Komeleya
Mafên Mirovên Kurd li Suriyê RUWANGE daxuyaniyek li raya giştî
belav kir û xwedîderketina li nivîskar û siyasetvanên
Kurd derkevin û zorê li Sriyê bikin ji bo ku rê li pêşiya
binpêkirina mafên mirovên Kurd were girtin.
Weke
tê zanîn li nivîskar û rojnamevanê Kurd Îbrahîm Yosuf jî
hatiye qedexekirin ku karê xwe yê rojnamevaniyê li Qamişlo
û derverên din berdewam bike. |
|
PENABER
di rojnameya Libnanî Al Musteqbel de |
|
Rojnamevan
Farûq Hecî Mistefa di rojnameya Libnanî Al Musteqbel de nivîseke
danasîna pirtûka Penaber ya Dilbixwîn Dara, ku li Istenbulê
ji aliyê weşanên Elma ve hatibû weşandin, belav
kir.
Rojnameyê
diyar dike ku di Penaber de gelek caran rewşa penaberên
Kurd yên li Ewropa bi awayekî karîkaturî hate diyar kirin.
Penaber
bi dorferehî di rojnameya Al Musteqbel hatiye danasîn.
Hûn
dikarin wiha xwe bigihînin PENABERa di Al
Musteqbel de...
sûret
mezin bike |
|
ENCAMÊN
HEVKARIYA PDK-PUK Û DESTÛRÊ ÎRAQÊ |
|

Şahînê
Bekirê soreklî
Di
nav Kurdan de lomekirin û rexnegiriya nerênî hema-hema sinçiyekî
neteweyî ne. Propaganda
û pesindana navxoyî ya rêxistinan li aliyekî, bi şêweyeke
gelemper Kurd kêm pesna hev û din didin.
Şarezayên perwerdekirina nûjen weha bawer in ku
gellek caran “positive
reinforcement” (pesindana erênî) ji “negative
reinforcement” (rexnegirî yan cezakirina nerênî) bêhtir
sûdmend e. Wek
nimûne, dema şagirtekî xwendegehê di maddeyekê de
encamên baş û di yeke din yên bed bi dest xe ew ê ji
bo morala wî şagirtî û amancên dûr baştir be ku
berê derheqê encamên baş de bihête pesindan.
Gotinek heye dibêje, “Derbarê satila nîvçe de yê
bixwaze dê aliyê tiji bibîne û yê nexwaze dê aliyê vala
bibîne.”
Di
nav 20-30 salên derbas bûnî de rexneyên gellekî tûj û
berdewam berdewam |
|
Mehmet
Uzun di bin tehdîda kuştinê de ye
|
|

-
Mehmet
Uzun ji bo La Figaro: „ez hatime tehdîdkirin… jiber vê yekê ji
Tirkiyê derketim“
-
Û ji bo MHA: "ez
nehatime tehdîdkirin..."
Istanbul-AVESTA:
Di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnameya frensî Le Figaro, nivîskarê
Kurd Mehmet Uzun diyar dike ku ew bi kuştinê hatiye tehdîdkirin.
Li
gora hinek nûçeyên medyayê Uzun di nava 250 rewşenbîrên
ku PKK ew xistine lîsteya kuştinê de cih digire.
Uzun
ji La Fogaro re dibêje wî tatîla xwe di nîvî de qut
kiriye û ji Tirkiyê derketiye.
berdewam
|
|
Li
Silêmaniyê Qaçaxciyên Entikeyên bi nirx hatine girtin |
|

Silemanî-AVESTA
Piştî
şopandikene ji nêzîk ve, hêzên asayîşa Silêmaniyê
dest danîn ser gelek tiştên Entîke yên bi nirx, ku 2
qaçaxciyan dixwestin wan birevînin derve.
Çavkaniyên
asayîşê li Silêmaniyê dibêjin, ew entîqe ji Bexdayê
hatine revandin û niyeta qaçaxciyan ewbûye ku wan tiştan
bibin li Iranê bifroşin.
Asayîş
radigihîne ku ew qaçaxcî niha li cem wan girtîne û di pêvajoya
lêpirsînê de ne.
Her
wiha li aliyê din, dewriyeke asayîşê 3 qaçaxcî
girtin. Wan jî dixwestin sandiqeke dîrokî pir bi nirx ku bi
ava zêr hatibû neqişandin birevînin derve.
Berpirsiyarê
Asayîşê li Silêmaniyê Serkewt Hesen diyar kir ku ew lêkolîn
û lêpirsînê berdewam dikin. berdewam |
|
Li
bakurê Kurdistanê li derveyî PKK partiyên nû têne
avakirin |
|
Şerafettin
Elçi... Abdülmelik Firat... Ümit Fırat
Istenbul-AVESTA:
Siyasetvanên
ku li derveyî PKK xebatê dikin dest bi hewldana avakirina
partiyên nû kirine.
Ev
şexsitey û grupên ku dest bi karê rêxistinî kirine,
ji du aliyan ve dixebitin: 1. serokê giştî yê HAK-PAR
Abdülmelik Firat, biryar da ku ji Enqerê dest pê bike. 2.
Wezîrê berê siyasetvan Şerafettin Elçi (foto) plana
damezirandina partiyekê dike. Tevgera
A. Firat wê roja Îlonê civîneke giştî li darxîne.
Ev
grup dixwazin ji Tevgera Civaka Demokratîk re ku Leyla Zana
û Hatip Dicle rêberiya wê dikin û bi dîrektîva PKK kar
dike, dixwazin bibin alternatîv ji bo çareserkirina pirsa
kurd..
berdewam
|
|
Wezîrê
hundir yê Kurdistanê Kerîm Şingalî:
“Bi
pêşmergeyan serê me bilind e”
|
|

HESEN
ELÎ/HEWLÊR: Wezîrê
hundir yê herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî
fermandariya Pêşmergeyên Zêrevan ziyaret kir. Fermandarê
giştî yê Hêzên Zêrevan general Ezîz Weysî û
serlepkerên din pêşwaziya Şingalî kirin.
Di
serdana xwe de Şingalî bal kişande ser rola pêşmergeyan
û wiha got: “Pêşmergeyên Zêrevan roleke mezin di
ewlekariya Kurdistanê de dilîzin. Li Iraqê her roj bomba
diteqin, ewlekariya li wir di bin tehdîdê de ye, em li
Kurdistanê di nava ewlekariyê de ne, di vir de rola Pêşmergeyên
Zêrevan bilind e, em deyndarê wan in...”
berdewam
|
|
Îsraîla
Dûyemîn?! |
|
Mihamed
Elî COCO
Tevî
ku Ala Îsraîlê
li Ezmanê Dewletên Ereban bilind (direqise)!!, tevî ku gilêz
jî bi devê Ereban ketiye bo xatirê têkilî û pêwendiyên
bi dewleta Îsraîlê re!!, û tevî ku rêjîmên Ereban (nemaze
rêjîma Sûrî) bi dizî û aşkere
her roj sola Îsraîlê maç
dikin
û razîkirina wê û dosta wê
-Emerîka- dixwazin!!.
Lê
tevî vê gişî
jî,
ji
kevin da û heya bi îro Ereb li ser me Kurdan dibêjin ku em
Îsraîla Dûyemînin!!.
De
werin gelo
bibhîsin:
“Şûjina
xelkê
xuya nake,
derziya me xuya dike!!!
berdewam |
|
SERSAL |
|
Mihemed
Elî, Efrîn
Sersal çalakiyeke ji çalakiyên gelêrî ên Herêma Efrînê
ye, berê bi teşeyekî çalak û firehtir dihat çêkirin,
nemaze, wexta jiyana mirovan tekûz biçandin û berhemên
xwezayê ve girêdayîbû.
Sersal
bi resenê xwe diyardeyeke olî ye, ango ji baweriya ku xwedê
desthilatdarê her tiştî ye tê, û bêyî razîbûn û
pesenda wî, ne pêkan e tu tişt li ser rûyê zemîn
çêbibe. Heyama peydabûna vê têgînê vedigere destpêka
jiyana mirovê baqil, wê çaxê mirov hêma û sembolên
xwezayê wek hêzên nediyar dihesibandin, û roj ji rojê têgîna
ku ew hêz mirovne jîndar in, û ji ber ku hêzeke wan a
taybet heye, mirovên asan nikarin tu caran wek wan bibin
peyda bû, hingê raman û têgihêştina mirovê asan
navê xwedewandan li wan kir, û her hêzeke xwezayê bi
xwedewandekî hat bercestekirin, her wiha xwedawendê şer,
mirinê,berdewam |
|
Fîlma
"Kûsî jî dikarin bifirin" li Romanya
xelata yekemîn stand |
|
Delta
Danûb û Bahman Qubadî
Hoşyar
Ji
bo dîtina hin tiştên zanistî me pêwîst dît ku biçin
Delta Danûb, ew cihê ku çemê Danûb dikeve nav Derya Reş
li welatê Romanya. Dem 14 ê meha Tebaxê bû, ez û du hevalên
xwe yên Romanî bi turumpêla yekî ji wan ji bajarê „Cluj”
derketin û berbi Delta Danûb ve çûn.berdewam
|
|
Sefîrê
Lîbya li Swêdê kuştî hate dîtin |
|
Stockholm-AVESTA
: Li taxeke
paytexta Swêdê Stockholm sefîrê Lîbya yê li wir
Abdurrahman Sasi Zenbile roja sêşemê (23.08.05) di mala
xwe de kuştî hate dîtin...
berdewam |
|
Rojda
Gezgincî: Hem tecawizî wê kirin, hem jî poz jêkirin |
|
Diyarbekir-AVESTA:
Li Diyarbekirê xezûranên jina Kurd ya bi navê
Rojda
Gezigincî
(15, foto), zor li wê kirin, ji bo ku biçe
karê fahîşetiyê bike. Wê ev yeka nepejirandiye, lê
bi zorê ew hatiye tecawizkirin, piştre jî pozê wê
hatiye jêkirin.
Malbatên
Amerîkî xwedî li Rojda Gezgincî derketin.
Van
malbatan bi riya sefareta Amerîka li Tirkiyê xwestin ji bo vê
jina Kurd, alîkariya madî pêşkêş bikin, her wiha
wan diyar kirin ku ew amade ne wê bibin li derve derman bikin.
Van
rojan her kes li Rojda digere. Lê belê ew wenda bû ye.
Malbata wê dibêje "wê xwe li Qiziltepe xwe veşartiye",
lê parêzerê wê jî diyar dike ku "ew derbasî
Suriyê bû ye."
...
berdewam
|
|
GÎHANEK
Û BIHNOK |
|
Ez dixwazim piçek li ser rastnivîsandina peyvên gîhanek û
li gel wan peyvan bikaranîna bihnokê(,) rawestim. Gelo di
zimanê kurdî û hînd-ewropî de mirov dikare piştî an
jî berî gotina gîhanekî îşareta bihnokê (vîlgulê)
bi kar bîne? Di
van demên dawî de dema mirov bala xwe dide çi nivîsarên
ser kaxez û çi jî yên înternetê, dibîne ku gelek nivîskar
piştî an jî berî
peyva gîhanek îşareta bihnokê(,) bi kar tînin.
Ez dixwazim di vî
warî de pêşî çend nimûne bidim û
peyvên gîhanek û îşareta bihnokê bi rengê
sor binivîsim ku pirsgêrek baş diyar û zelal bibe...
berdewam |
|
Li
Wanê endamekî PKK hate girtin |
|
Di
encama operasyoneke li Wanê endamekî PKK hate girtin.
Li
ajnansa Anadola tirkî, li navenda bajarê Wanê hêzên
ewlekariyê kadroyekî bi navê Özcan
Gözcü (Rojhat)
giritn. Nûçe radigihîne ku ew ew di dema derbasbûna otelekê
de li cadeya Kazim Karabekir hatiye girtin. Bi
kesê girtî re 1 kalaşnîkof û şarjor fişek
hatiye girtin.
Özcan
Gözcü
ji Dêrsimê ye. |
|
Nivîskar
û Hunermendên Kurd li Istenulê civîneke çapemeniyê li
dar xistin: |
|
“Daxuyaniyên serokwezîr Erdogan
hêviyek dan
çareseriya pirsa kurdî...”
Istenbul-AVESTA: Îro roja
22.08.05 saat 12.00 nîvro li Istenbul li otela KYA rewşenbîrên
Kurd di derbarê pêşveçûnên dawiyê de civîneke çapemeniyê
li darxistin. Di
civîneke çapemeniyê de rewşenbîrên Kurd li Istenbulê
piştgiriya xwe ji bo agirbestê diyar kirin û gotin,
destpêkirina şer wê ziyaneke mezin bigihîne doza kurdî...
berdewam
|
|
Pêşmergeyan
Kilîseya Dîrokî ziyaret kirin
|
|
BERTÎLLA/HESEN
ELI
Başûrê
Kurdistanê mozaîka kultura gelan e. Di her fersendê de
di navbera olan û gelan de têkiliyên germ çêdibin.
Fermandarê
Pêşmergeyên Zêrevan General Ezîz Weysî ligel heyetekê,
Klîseya Mar Marta (foto) ku 35 km. Bakurê rojhilatê Musuê
dikeve û berî zayînê di sedsala 4. de hatiye avakirin,
ziyaret kir. berdewam
|
|
Ezberkirina
Stranan
|
|

Dilbixwîn
Dara
Wê
rojê ez li ber ekranên televîzyonên kurdî bûm. Di van
televîzyonan de gelek programên ku ne hêjayî temaşekirinê
ne hene. Gelek kesên ku nizanin li kamerayan binêrin,
nizanin baş bi kurdî bixwînin, nikarin bi mêvanên xwe
re bi rihetî bidin û bistînin, pirsên xwe ji bîr dikin,
pirsan di cih de nakin… pirsên ku dikin jî guh nadin
bersivan… û hwd. derdikevin pêşberî te
Jixwe
spîkerên kurmancî, hinek ji wan hene “nêr” û “mê”
ji hev nakin der. Rêziman tevlîhev dikin. Ez heta niha jî fêm
nakim, ew kes çima ranabin ji xwe re li karekî din nagerin.
Di
wan ekranan de hinek bûyerên din jî hene gelekî balkêş
in... berdewam
|
|
Rewşenbîrên
Kurd li ser kaniya Helebçe tîna xwe bi ava Tirkan dişkînin
|
|
Mihemed Hemo/Silêmanî
Di rojên
11,12,13.8.2005 de naçeya Edeb û ronakbîriya HELBÇE festîvalek
bi rêvebir. Di hola Şehîdên Helbçe de gelek nivîskar,
helbestvan û rewşenbîrên Kurd amede bûbûn, her roj jî
firavîn û şîva mêvanên xwe li ser kaniya Serçavkê
didan, ew kaniya wek 2 km. dûrî Helbçe ye. Lê kaniyeke her
kesekî carekê av jê vexwaribe, her bi hesreta vexwarina wê
avê dimîne, hîngî aveke wê kaniyê xweş û zelal
heye û li şûneke xweş e. Lê mixabin gava em mêvan
çûn ser kaniyê, kursî û maseyên xwe rêz kirin ji berî
her...
berdewam |
|
Musteşarê
Nêçîrvan Barzanî yê rewşenbîrî Bedran Hebîb li
Bonnê hevdîtinek ligel rewşenbîr û nivîskarên Kurd
pêk anî |
|
Bonn-AVESTA:
Musteşarê serokê hikûmeta Kurdistanê yê rewşenbîrî
û Berpirsiyarê Dezgeha ARAS Bedran Hebîb li Almanya bajarê
Bonnê hevdîtineke berfereh ligel rewşenbîr û
nivîskarên Kurd pêk anî.
Di
vê hevdîtinê de Bedran Hebîb bi dorferehî li ser rewşa
Kurdistanê rawestiya û diyar kir ku li wir bingeha dewleteke
kurdî tê danîn, Bedran Hebîb got: "Gelek
pirsgirêkên me hene, weke Destûr, Kerkûk û sînorê
Kurdistanê… lê belê tevî hemû pirsgirêkên jî, em li
wir ji bo hemû gelê Kurd di avakirina Kurdistanê de
dixebitin… ew der ne tenê ji bo gelêbaşûre, ew ji bo
tevayî gelê Kurdistanê ye, cihê her Kurdekî li wir heye,
mafê her Kurdekî di wê … berdewam |
|
Çêştî
Micêwir* Û Hejar Mukriyanî |
|
Muhsin
Seyda
Bavê
wî kitêbek ji kitêbên dîroknivîsê ereb
Ebdullrehman Elsiyûtî dixwend gava mizgîniya jidayikbûna
kurê wî danê, wî jî navê xwediyê kitêba di destê
xwe de li kurê xwe kir,lê nedizanî ku hejmara berhemên
kurê wî dê ji yên Elsiyûtî derbasbe û ne jî
dizanî ku Ebdullrehmanê wî dê bi navekî dî derbasî
cîhana helbest û nivîsê bibe; bi navê Hejar.
Navekî
wekî jiyana wî, jiyana penaberî û belengaziyê, jiyana
şahidê têkçûna yekemîn komar di dîroka kurda ye
hemdem de. Hejar Mukriyanî, ew jî wekî hin navdarên kurd,
piştî jiyaneke dagirtî ji serpêhatî û bûyeran bîranînên
xwe nivîsîne, bi taybet ji bo kurê xwe Xanî ku ji çar
kuran her ew tenê maye. Seydayê Hejar " Çêştî
Micêwir "di demekê de nivîsiye ku îdî ne tenê
çavên wî lawaz bûne, lê çavên bîr û hişên
wî jî lawaz bûne (ji hezar tiştên ku hatine serê min
sed nayên bîra min).rp2. berdewam |
|
Kurdê
li serê çiyayê Everestê: Mihemed Hewraz: |
|
“Wê
dîrok bibêje ka min çi ji bo Kurdan kiriye”
Hêvîdar
Zana/Nexede (Rojhilatê Kurdistanê)
:
Ew
di sala 1348 (hicri)an de li bajarê Nexede ji dayikbû. Di
heman salê de, malbata wî ji ber sedemên siyasî ji bo
bajarê Kaşmer hat sirgûnkirin. Di sala 1350 de careke
din vegeriyan Nexede. Mihemed Hewraz di sala 1354an de dest bi
xwendinê kir. Wî di sala 1366an de xwendina xwe ya bilind
kuta kir û dîplomaya xwe ya beşê aborî wergirt. Xwendina
wî aborî bû, lê meraqa wî çiyavanî bû. Di encam de jî
wî ji bo pêkanîna xeyala xwe, grûbeke çiyavaniyê bi navê
Qendîl damezirand û dest bi perwerdebûnê kir. Di sala
1376an de li Pakistanê derket...
berdewam |
|
Computerên
xwe ji vîrusên "W32.Zotob.E"
û "W32.Esbot.A"
biparêzin
|
|
AVESTA:
Van
her du vîrusan li CNN, New York Times û ABC xistin.
Li
Amerîka, Almanya û Asya ev her du vîrus ketine PC an.
Navenda
Ewlekariyê ya Symantec daxuyaniyek da û got ev her du vîrus
tehlûke ne. Hate
ragihandin ku vîrusa ''Zotob.E'' tenê dikare Windows
2000 xerab bike. Ev vîrus nikare zerareke xerab bigihîne sîstemên
(Win95/98/ME/NT4/XP)
.
Ev vîrus PC di deqeyekê de vedimirînin.
kesên
bixwazin xwe ji van vîrusan xelas bikin bila serî li vê
navnîşanê bidin: http://securityresponse.symantec.com
|
|
Makyaj
çi dike û çi nake |
|

Di
rastiya xwe de meriv nan ji destê gellek lîstikvanên navdar
nagre. Lê vê makyajê gellek kesên nebedew dewlemend û
navdar kirin. Derket holê ku gellek ji lîstikvan, model û
muzîsyenên navdar newek xweşikî û bedewbûna xwe ne.
Di navbera makyaj û bêmakyajbûna wan de ferqek gellek mezin
heye. SkyNews ê rastiya gellek navdaran derxist holê. Gellek
navdar û stêrkên ku bi milyonan kes heyranên wan in, di
jiyana xweya rojane de ne wek bedewbûna xwe ne. SkyNews ê
rastiya gellek navdar, stêrk, lîstikvan, spîker, muzîkvan
û gellekên din raxist ber çavan. Hinek ji wan ev in.
berdewam
|
|
Li
bajarê Kobanî polîsan milet dan ber lêdanê: 50-100 girtî
hene |
|

AVESTA
– Kobanî
Di
roja duşemê 15-8-2005 an de, katjimêr 18:00 û dema ku
cemawerê Partiya Hevgirtina Demoqrat ( PYD ) xwestin di
boneya 15 tebaxê de xwepêşdanekê di bajarê Kobanî de
li darxin, hêzên ewlekariyê û polîsan bi bombeyên deranîna
hêsiran û av û lêdanê êrîşî millet kirin, cemawer
jî kevir diavêtin wan, derdora 2 katjimêran cemawerê kurd
û polîsan êrîşî hev dikirin, û piştî ku
millet belav bû, hêzên ewlekariyê û polîsan ranewestiyan
û bi nav bajar ketin û bi qamçî û ço berdewam |
|
Feqîriyê
derba xwe li keran jî xist
|
|
Li
welatên paşketî temenê keran: 9
sal
Li
Ewropa temenê keran: 35
sal
Feqîrî
ne tenê emrê mirovan, lê herweha ê keran jî kin dike. Li
Etiyopyayê-ku welatê herî feqîr ê dinyayê ye- emrê
keran 9 sal e, lê kerên Ewrûpayê jî 35 salan dijîn
Avesta-Navenda
Nûçeyan: Li
Etiyopyayê qedir û qiymeta keran di ser hertiştî re ye.
Jiber ku li vî welatî her kar bi keran dibe, êdî ew
bûne parçeyek ji jiyana Etiyopiyan û jiber vê jî qedrê
keran pir tê girtin. Lê mixabin, feqîrî û xizaniya li
Etiyopiyayê derba xwe li emrê keran jî dixe û nahêle ku
ew temenekî bextewar û dirêj bijîn. Li Amerîka û Ewrûpayê
temenê keran digihê 35 salan, ...
berdewam
|
|
Erdogan emir da
RTUK ê: Dest bi weşanên Kurdî bikin |
|
Avesta
Navenda nûçeyan
Serokwezîrê
Tirkiyê Erdogan Serok û endamên RTUKê qebûlî meqamê xwe
kir û di vê hevdîtinê de ji wan re got ” divê êdî
jibo saziyên ku dixwazin bi Kurdî û zaravayên herêmî weşanê
bikin destûr bê dan”.
Wek tê zanîn, berî bi du salan jibo weşana ziman û
zaravayên herêmî zagona fermî derketibû lê heta niha ew
neketibû jiyanê... berdewam |
|
NAMEYEKE
VEKIRÎ BO SEROKÊ HERÊMA KURDISTAN
BIRÊZ
MESÛD BARZANÎ
|
|

Şahînê
Bekirê
Soreklî
Brayê
gellekî hêja Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê.
Slavên
germ ji cenabê we re rêdikim û hêvîdar im hûn di nav rewşeke
şad de bin.
Biryara
ku wêneyên we ji ser dîwaran rabin biryareke şaristaniye
li gor dem û dewrana welatên pêşkeftî ye.
Girtina vê biryarê pîroz dikim û ji we re spas
dikim ji bo vê yekê. Daliqandina
wêneyan bi şêweyeke ji usûlê der ne layiqe serokên
hemdemî û xwedan prensîpên pesindanê ye.
Propagandaya
arzan, daliqandina wêneyên serdaran li her der û şûnê
û bikarhanîna mîdyayê ji bo pesindana serokan şanên
desthelatdariyên dîktator û gelên li paş manî ne.
Rûmeta serok û serdaran bi kiryar û berhemên wan e,
ne ku bi hejmara wêneyên wan.
Omêdwar im di salên serdarî û rêberiya cenabê we
de gelê Kurd li Herêma Kurdistanê bi gavên bezatir ber bi
aliyê şaristanî ji cîhanê ve biçe berdewam |
|
Gelo
raste em Kurd 40 milyon in..?
|
|
Rizgar
Kêsteyî
, Swêd
Em
Kurd di van salên dawî de di nava civîn û hevpeyvîn û
nivîsên xwe da berdewam behsa hindê dikin ku hejmara me di
gehe 35-40 milyonan. Helbet
ev ji aliyekî ve cihê dilxweşiyê ye ku em neteweyek
hinde mezinin, lê ji aliyekî din ve em piçek ji xwe şerim
dikin ku em gelekî hinde mezin di cîhanê de ta nuha bê
dewletin. Lê ew bixwe armanca nivîsa me ya vê care ne ewe
ka ev hejmara me ya mezin bo me başe yan ne. Belkî
mebesta me ewe em hindekî li ser vê xalê rawestin û bi çavekî
bêalî û realîzim temaşey vê meselê bikîn ka...
berdewam
|
|
PKK
hevalekî partiya Rêkeftin kuşt |
|
Heleb-AVESTA:
Li gora duxuyaniyeke partiya Rêkeftina Demokrat ya Kurdên
Suriyê, roja 12.08.05 li Helebê taxa Şêx Meqsûd, Kamîran
Mihemed (foto) kurê Avukat Mihemed Hemze, saat 22.00 li pêşiya deriyê
mala xwe ji aliyê PKK ve hate kuştin. Di daxuyaniya
Rêkeftin de tê diyarkirin ku Fîdaîyên PKK bi vê çalakiya
kuştinê rabûne.
Li
gora agahdariyên AVESTA bi dest xwe ve anîne, Kamîran
hevalbendekî Rêkeftin bû, ew zewicî bû û bavê zarokekî
bû.
Hate
ragihandin ku berî kuştinê ew gelek caran ji aliyê PKK
ve hatiye tehdîdkirin û jê hatiye xwestin ku dev ji Rêkeftin
berde.
berdewam |
|
Berê
me bi kuda ye? |
|

Salih
Kobanî.
Di
van herdu mehên dawiyê de rewşa navçeya me naziktir
dibe, û rûdan bi leztir diçin:
-
Serhildan li rojhilat.
-
Gulebarandin li xwepêşanderan li Sulêmaniyê.
-
Girtina Kurdistan TV bo 24 seetan.
-
Girtina rojnamevan Ako Mohammed.
Gellek
caran atmosfera li Sulêmaniyê weke nemûneya peyva azad
dihat e nîşandan, û cihê şahnaziyê bû ko li wir
bi dehan rojname têne der, bi dehan partî klub, komele…
hwd tên avakirin, lê îro polîsê kurd gulleyan dibarîne
li pêşanderên kurd yên ko derketin ji bo piştgiriya
rojhilatê Kurdistanê. !berdewam
|
|
Ferhengyar
Muhemedê Cemîlê Seyda Û xelata 43 salan
bi guhekî bo kurdayetiyê
|
|
Kerem
Yûsiv
Ji
me tê xwestin mîna her miletekî ku
em zaniyarên xwe ji bîr nekin û cihê wan bidne wan di nav
milet de , çimkî dema em cih didine wan em cih didine xwe di
pêşerojê de û jibîrkina me ji wan re anuha kuştineke
bisaxîtî ji wêje û dîroka me re ye , lewra em dimînin mîna
siyekê ji berhemên wan re di çûn û hatina wan de û ta di
mirina wa de.
Dîsa
navdarek , Ferhengyarek me diçe bêdeng û ne mîna çûna
sekretêr an endamê partiyekê
…kêmtir ji 50î kesî di dûv darbesta wî de bûn tevî
malbata wî , belê em wihane bi belengazê sityasetê û
diravan û ne wihane bi dewlemendan re û ev ne ku ez Seydayê
Ferhengyar Muhemedê Cemîlê Seyda nezan dibînim di siyasetê
de lê belengaz û dûr ji kursiyan ... berdewam |
|
Sernivîserê rojnameya Mîdya Ako
Mihemed
li Hewlêrê hate girtin |
|

Kerîm
Sincarî ji medyayê çi dixwaze?
Hewlêr/AVESTA:
Wezareta
hundir ya Kurdistanê li Hewlêrê sernivîserê rojnameya
hefteyî Mîdya Ako Mihemed girt.
Berî
niha wezîrê hundirê yê hikûmeta Kurdistanê (Hewlêr) Kerîm
Sincarî (foto, çep) ekranên Kurdistan Tv tarî kirin. Niha polîsan dişîne
rojnameya Mîdya ku heftane li Hewlêrê derdikeve û sernivîserê
wê Ako Mihemed digire û wî bi sûcên giran tewanbar dike. Berpirsiyarê
nivîsaran yê rêjnameyê Ako Mihemed, ji hevkarê me re
diyar kir ku wan di hejmara 200 encama ankêtekê belav kirin...
berdewam
|
|
DESTHILATDARÎ
Û SERXWEBÛN
|
|
Hevpeyvînek
bi hunermendekî kurdî
serbixwe re
Miço
Kendeş
-
Gotina HUNERMENDÊ SERBIXWE bi dîtina we tê çi wateyê ?
*
Gava hunermendek li hundirî welat di bin sîya partîyan û
li gor nerîn û helwestên wan kar û xebata xwe ya hunerî
neke ; ew, pirr caran, wek
tirsok,
newêrek û kesekî ji berpirsiyarîyê direve binav dibe.
Jixwe ku navê sîxurî û hevalbendîya bi dijmin re jî bi dû
wî nekeve.
Gotina
SERBIXWE, bi rengekî ji rengan, gotineke nû ye di dîroka
mirov de ; di demên borîn de, mirovek di bin
desthilatdarîyên berdewam
|
|
|

DAWETNAME
ji bo pêşengeha
"Silav ji Kurdistanê"

Karîkaturek
ji
Rêber Kalo

Pirtûkeke
helbestvana
Kurd
Şêrîn Şêxo derket

EV
REKLAMEK E

Li
Stokckholmê semînerek
li
ser 80 saliya Serhildana
Şêx
Seîdê Pîran

Seqiza
şêrîn..!

Şovenîzm
ji ku… bi ku ve
(Tîroj)
Li
ser kerekê şerê birakujî
dest
pê kir


rojnameyeke
nû

VEBÛNA
ZAGROS TV
Û
PÊŞKETINÊN NÛ
Serhad
B.
RÊNAS
(AMED)
DVD
ya Destana
Dewrêşî
Evdî derket

|

|
|
Fatê
Were Civatê -1- |
Rojnameya
Aştî

Rojnameya
Aştî
ku
li Tehranê derdiket
hate
girtin

"Penaber"
|