Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî      Kurdish Online Magazine   Chefredaktuer: Dilbixwîn Dara    avesta@avestakurd.net  

 

     

Sernivîserê rojnameya Medya Ako Mihemed ji bo AVESTA:

 

“Li Kurdistanê li ser rojnamegeriya kurdî sansur heye!”

  

Hewlêr-Dilbixwîn Dara

Em bûne mêvanê rojnameya Medya. Birayê hêja Ako Mihemed em vexwendî bîroya xwe kirin. Me jî dixwest em hev bibînin û ji nêzîk ve xebatên wan binasin.

Kekê Ako yê gelekî mutewazî bi mêvanperweriyeke baş pêşwaziya me kir.

Me jî ew serdan weke delîveyekî dît ku em vê hevpeyvîna jêrîn pêre çêbikin.

Rojnameya Medya: Hejmara yekemîn ya rojnameya Medya di Newroza 1996 de derket. Ev nêzîkî salekê ye ku heftane bi 12 rûpelan derdikeve. Sernivîserê yekemîn yê rojnameyê şehîd ket. Ew di 01.05.2000 de hate terorkirin.

 

Rojnamegerî li Kurdistanê di çi rewşê de ye?

 

Li Kurdistanê rewşa rojnamevanan ewqasî nebaş e, ji bo biyaniya eger carekê xerab be, ji bo me du caran xerab e. Mixabin heya niha li Kurdistanê zagonên rejîma Baas ji bo xebarê rojnamegeriyê têne bikar anîn. Her wiha tehdîdên gelekî cidî li ser me hene, em bi xwe di bin tehdîdê de ne. Di Medya de bîr û rayên cida têne belavkirin. Di wî beşî de hinek piştgiriya xebatên olî dikin, hinek li dij in, lê em bi xwe nûçeyên di derbarê pirsên olî de bêalî belav dikin. eger ku mirov li tehlûkeyan bifikire, li Kurdistanê jiyana rojnamevanan ne di aramiyê de ye, tehlûke zor e.

 

Navê partiya YNDK li ser rojnameya we heye, lê hûn ne weke organeke partiyê Medyayê derdixin? Hûn zehmetiyan nabînin?

 

Nexêr em tu zehmetiyan nabînin, lê gelekî başe rojnameyek serbixwe derkeve. Li Kurdistanê dewlemendek tuneye rabe û bibêje bila ev pereyê min ji bo derxistina rojnameyekê be. Her wiha li Kurdistanê zagoneke wiha tuneye ku bibêje her kesê rojnameyekê derxîne bac (derîbe) ji ser radibe. Li vir hem pirsgirêkên qanûnî hene, hem jî yên belavkirinê. Pirsgirêkên madî jî gelek in. Ez vê jî bibêjim YNDK bi derxistina vê rojnameyê karekî baş kiriye, hem jî ji bo xwe hem jî ji bo medyayê.

 

Pirsa ziman jî heye gelo, weke zaravayên kurmancî û soranî?

 

Bêguman gelek e. Weke nimûne rojnameya ku li Duhokê derdikeve li Hewlêr û Silêmaniyê kêm tê firotin, her wiha ya ku li Hewlêrê û Silêmaniyê derkeve kêm li herêma Behdînan belav dibe.

 

Yanî karekî madî jê nayê?

 

Na! Li Kurdistanê derxistina rojnameyekê ji aliyê madî ve zerar e. 

 

Li Kurdistanê li ser medyayê sansur heye gelo?

 

Belê heye. Sansurên civakî, olî, siyasî û di gelek warên din de hene.

 

Astengiyên we yên sereke çi ne?

Xebatkarekî rojnameya Medya

 

Li Kurdistanê ji bo medyaya biyanî weke rojnameyên erebî, gelek îmkan têne pêşkêşkirin, lê ji bo medyay kurdî tiştekî wiha tune ye. Gelek caran organên Partî û Yekîtiyê, rojnameya Xebat û Kurdistanî Niwî daxuyaniyêm berpirsiyarên hikûmetên ji ajansên biyanî werdigirin. Em pêwîstiyên nadin medyaya xwe. Ji bo rojnemaya Medya ev pirsgirên hîn mezintir e. Astengiyên madî hîna baş nehatine çareserkirin. Hinek kêmasî hene, em dixwazin li bajarên mezin peyamnêran deynin, derfetan ji bo wan peyda bikin.

 

Rojnameya Medya li seranserê Kurdistanê belav dibe?

 

Ew li seranserê başûrê Kurdistanê belav dibe. Her wiha li hemû bajarên mezin û hinek bajarokan peyamnêrên me hene.

 

Hûn difikirin rûpelan zêde bikin?

 

Belê em plan dikin 4 rûpelên din zêde bikin, emê bikin 16 rûpel. Her wiha em difikirin rojnameyê rengîn derxin û reklaman bigirin.

 

Hûn tu rojnameyan ji xwe re weke raqib dibînin?

 

Na!

 

Di navbera rojnameyan de munafese di çi rewşê de ye?

Em bi xwe tu rojnameyan ji xwe re weke munafis (raqib) nabînin. Karê me geleke û em ji vê yekê re ne vala ne. Hinek car çêdibin ku em hefteyekê du hefteyan rojnamyên ku tê gotin gelekî başin nabînin. Lê belê dilê me bi her rojnameyekê xweşe ku başbe, her wiha dilê me hîn xweştire ku li Kurdistanê rojnameyên baştir derkevin. Her çiqas rojnameyên azad ku bikaribin bi azadî binivisînin zêde bin, ewqasî jî mecal ji bo me zedetir dibe.

 

Li gora ku min dît hejmareke mezin ji rojnameyan derdikevin, tu vê hejmara zêde çawa dinirxînî?

 

Xebatkarekî rojnameya Medya

Ew ji aliyekî ve baş e, ji aliyê din ve xerab e. Mixabin li başûr heya niha rojnameyeke li gora standartên navnetewî derneketiye. Hefye ku Kurdan Al Şarq Al Awsat’ek nebe, em zêde bi erebî dixwînin, ji ber vê yekê rojnameyeke erebî weke nimûne didim. Heyfe ku Kurdan Al Hayat’ek nebe. Rojnameyeke kurdî ku li Hewlêr, li Istenbul, li Ewropa were çapkirin û belavkirin, yanî rojnameyeke giştî û profesyonel be, li seranserê cîhanê were belavkirin. Wekî din zêdebûna rojnameyan li Kurdistanê rojnamevan xistine ezmeyekê. Mixabin her kes xwe rojnamenûs dibîne, hinek kes hene ABC rojnamenûsiyê nizanin ne tenê li yekê li deh rojnameyan dinivisînin, ev tê wê wateyê ku li Kurdistanê kalîteya rojnameyan ne gelekî baş e. jixwe hinek rojname hene raportên wan li gora salên 60’nin. Negihiştine standartên rojnamegeriya modern û pêşketî. 

 

Bi hêvî me hûn di xebata xwe de serkeftî bin, gelekî spas.

 

Ez jî spas dikim û hêvîdarim hûn demeke xweş li Kurdistanê derbas bikin, ji AVESTA re serkeftinê dixwazim.

 

VEGERE

 

 

©www.avestakurd.net 2001-2005