Hejmar 92

   

 

 

 

 

Çand, Huner, Wêje û Nûçeyên Rojane ... Kurdish Daily News

Chefredakteur: Dilbixwîn Dara     avesta@avestakurd. net      P.  O.  BOX: 1403,  53004 BONN-GERMANY

Medya kurdî

Partiyên kurdan

Saziyên cuda

Medya Tirkî

Medya Erebî

arşîv




Hevpeyvînek ligel

Behman Qobadî


Hevpeyvînek ligel helbestvan

Xelat Ehmed 


Hevpeyvîna li gel

hunermend Fatê


Hevpeyvîna ligel Çîroknivîs

Hesenê Metê


Hevpeyvînek ligel sernivîserê

rojnameya EVRO Behcet Hirorî


Hevpeyvînek ligel

sernivîserê rojnameya

Medya Ako Mihemed


serokê PSK yê berê

 Kemal Burkay

di hevpeyîneke taybetî de


Wezîrê Rewşenbîrî yê

Hikûmeta Kurdistanê-Hewlêr

 Samî Şoreş ji bo Avesta:


Hevpeyvînek ligel Serokê 

Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok 

Hesen Silîvanî:  


Fermandarê Giştî yê Pêşmergeyên

Zêrevan General Ezîz Weysî:


Ji bo kesên ku di sînorê

Hecî Omran re derbasî başûrê

Kurdistanê dibin:


Musteşarê N. Barzanî yê

 rewşenbîrî û berpir. 

Dezgeha Aras 

Bedran E. Hebîb


Berpirsiyarê Komelgeha Sînorê

Îbrahîm Xelîl Hemîd Elî ji

bo AVESTA axifî:


Hevpeyvînek ligel rojnamevan

Farûq Hecî Mistefa


Dilbixwîn Dara

Sernivîserê AVESTA serokê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî ziyaret kir

 

 

 


Nivîskarê kurd Ednan Beşîr piştî ji başûrê Kurdistanê vegeriya sûriyê hate girtin

Avesta: Nivîskarê kurd Ednan Beşîr piştî ji başûrê Kurdistanê vegeriya sûriyê ji aliyê hêzên Ewlekariyê ve hate girtin û ew ber bi Şamê ve birin, ta niha çarenûsa wî ne diyare.

Hêjayî gotinê ye ku Beşîr yek ji mêvanên Festîvala Duhokê ya Rewşnbîrî bû.


Serokê Kurdistanê, serokê Iraqê û serokwezîrê Kurdistanê dengê xwe bi "Belê" dane destûrê

AVESTA-PNA: Li bajarên Kurdistanê Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Kerkûk, Xaneqîn, Musul û gelek bajarokên din, ji sere vê sibê de bi dehhezaran Kurdan berê xwe dane sandiqên dengdana ji bo referandumê.

Serê sibê saat 7.00 li gora dema Bexdayê li herêma Al Xadra li Bexdayê serokkomarê Iraqê Celal Talabanî çû ser sandiqê û dengê xwe bi “Belê” ji destû re da. berdewam


Serokê Herêma Kurdistanê: Belê ji Destûrê re

“Qet tehlûkeyek li ser mafên Kurdan tune ye!”

AVESTA: Piştî serdaneke çend rojan ji bo Bexdayê û gotûbêjkirina pirsa Destûrê û mafên Kurdan di wê destûrê de, serokê herêma Kurdistanê vegeriya Kurdistanê û li paytext Hewlêrê bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin.

 

Barzanî di daxuyaniyeke çapemenî de, da zanîn û got bila Kurd xeman nexwin, mafên wan di destûrê de parastî ne û ew ne di xeterê de ne.

Serokê Kurdistanê Barzanî ji Kurdistan TV re diyar kir ku, wan li Bexdayê çarenûsa Kurdistanê gotûbêj kirine û wan encamên baş bi dest xwe ve anîne. Mesûd Barzanî got, "ji bo berjewendiya gelê Kurd li Kurdistanê wan ginek guhertin jî di reşnûsa destûra Iraqê de pêk anîne. Barzanî bal kişande ser wê yekê ku qet tehlûkeyek li ser mafên Kurdan tune ye."


18 sal zindan ji bo girtiyekî Kurd ji Kobanî

Kobanî-AVESTA: Dadgeha leşkerî ya Helebê di roja 13-10-2005 de 18 sal zindan dane xortekî Kurd yê bi navê Remzî Şêx Îs (ji Kobanî).

Remzî Şêx Îs bi sûcê kuştina

 leşkerekî hêza ewlekariyê di bûyerên 12 avdara 2004 de li Kobanî hatibû girtin.

Kuştina leşkerê istîbaratê xistibûn stûyê Remzî.

Ev demeke Remzî ligel 5 bira û bavê xwe girtîbûn. Dadgehê ji xeynî wî biryara serbestkirina hemû girtiyên din da...


Xelatgirê Nobelê Harold Pinter dostê Kurdan e

Avesta- Nivîskar, şanoger û lîstikvanê Înglîz yê navdar Harold Pinter xelata Nobelê ya Edebiyatê girt. Ew dostê Kurdan e. wî li dijî qedexeya li ser zimanê Kurd pirtûkek bi nave Zimanê Çiya nivîsand. Ew pirtûk di sala 1990 de ji aliyê Weşanên Doz ve li Istenbul hate weşandin. Zimanê Çiya lîstikeke şanoyê ye, ew qedexekirina zimanê kurdî pêşkêş dike. Harold Pinter di sala 1985 de ligel serokê PENa Navnetewî nivîskarê Emerîkî Arthur Miller çû Tirkiyê piştgiriya qurbanên zilma 12 Îlonê kir. Wan salan zimanê kurdî qedexe bû, li hember qedexeya li ser zimanê kurdî Pinter şanoya Zimanê Çiya nivîsand.


Li Dresdenê PENa KURD hevdîtineke wêjeyî pêk anî

Dresden-AVESTA: Li Almanya bajarê Dresdenê, PENa KURD ji bo nivîskarên Kurd û Alman hevdîtineke wêjeyî pêk anî. 

Serokê PENê Dr. Zerdeşt Hajo di  axaftina vekirinê de bal kişande ser wê yekê ku ew bi van hevdîtinan armanc dikin ku nivîskarên Kurd bigihînin hev û ji siyasetê dûr ew li berhemên hev guhdarî bikin.

Hajo got, derfetên wan têra wê yekê nakin ku ew çalakiyên wiha bi dorferehî pêk bînin: “PENa KURD rêxistineke serbixwe ye, heya niha wê tu alîkariyeke madî ji tu aliyan nestandiye, xebatên heya niha hatine kirin wan bi xwe ji endametiya endaman fînase kirine, heya gelek caran wan ji berîka xwe jî dane…” berdewam


Parlamentoya Ewropa: Leşkerên Tirk guhan jê dikin û çavan derdixin”

London-AVESTA: Rojnameya înglîzî The Guardian ragihand ku şandeyeke parlamenterên înglîz di parlamentoya Ewropa de Tirkiyê ziyaret kir û di encamê de gihişte wê baweriyê ku li wir îşkenceyeke pir giran heye.

Piştî vegera xwe parlamenteran daxuyaniyek dane û ragihandine ku li herêmên Kurd lê dijîn leşkerên Tirk “guhan jê dikin û çavan derdixin”  Yek ji endamên şandeyê Richard Howitt daxuyaniyek da The Guardian û got: “Tiştên ku me bihîstin pir ecêb bûn, hatiye îspatkirin ku leşkerên Tirk guhên Kurdên sempatiya wan ji PKK re hebû ye jêkirine û çavên wan derxistine…  berdewam


Ji wan gere!

Konê Reş (Qamişlo)

Serxwe çûne..!

Riçinekî(Gîhayekî) bi difre ne, jibîr kirine ku va payîz tê,  darê xwe dihejîne.. Vê payebûna derewîn ji wan re nahêle...   

Şev dirêjin . Şev bi dûv şevê de rêz dibin.Tu jî mîna cirnê kevirî ye, çendî hêza mîkutê textikî bi ser te de bê xwarê,  bêtir tu qewîn û navdar dibî...   

Ne xeme!

Riçin ji pêlêkirina rojan û pêyan re ye...   Xwe bi danîna pilan û projeyên ku,  tu wan ji qurm ve rake newstîne ..Va payîz hat,  bi hatina ecacokek ji ecacokên wê re, wê ji ber çavan winda bibin û di şûnd wan de,  wê xakek tazî û rût xuya bike...   

Qet bawer neke ku riçinê bi paye... berdewam


Wezîrê Hundir yê Suriyê Ghazi Kenan intîhar kir

Şam-AVESTA: Li gora nûçeyeke taybetî ji bo AVESTA, wezîrê hundirê yê Suriyê Ghazi Kanan, li bîroya xwe li Şamê intîhar kir. Kanan berê serokê istîxbaratên Suriyê bû li Libnanê. Tê gotin ku di kuştina serokwezîrê berê yê Libnanê Refîq Herîrî de tiliya wî heye. Di rapora Dozgerê Alman yê di kuştina Herîrî de berpirsiyar David Miles de, li ser rola Kenan di çalakiya kuştina Herîrî de pir hatiye rawestandin. Kenan xwe kuştibe yan jî hatibe kuştin hîna ne diyar e. 

Kenan 20 salan serokê istîxbaratên Suriyê bû li Libnanê...


Di televîzyona Alman de fîlmek li ser ANFAL

Berlin-AVESTA: Roja 16.10.05 saat 23.30 li gora dema Berlinê wê kanala 2. ya televîzyona Alman ZDF fîlmeke dokumentar li ser cînyeta Seddam ya bi navê ANFAL pêşkêş bike. ANFAL di 1988 de li dijî Kurdan pêk hat. Di vê Operasyona ANFAL de zêdetirî 182.000 Kurd bûne qurban, bi hezaran ji wan Barzanî bûn. Fîlma di bin navê Şopandina Cînayetên Seddam li Iraqê, ji aliyê Gwynne Roberts hatiye amadekirin.


Li ser Leyla Zana û hevalên wê biryara qedexeya siyasî

AVESTA: Li Enqerê Dadgeha 11. ya Cezayên Giran biryara qedexeya siyasî ji bo endamên DEP ya berê Leyla Zana, Hatip Dicle, Orhan Doğan û Selim Sadak derxist.

Her wiha dadgehê biryar da ku ewê nikaribin berpirsiyariya tu rêxistineke siyasî jî bikin.

Leyla Zana û hevalên xwe biryar standibûn ku ligel serokê berê yê belediya Entabê Celal Dogan roja 25 Cotmehê partiyekê ava bikin. Leyla Zana û Hatip Dicle, tevî vê biryarê jî gotin ku ewê xwe ji bo seroktiya partiya nû weke kandîdat pêşniyar bikin.


Angela Merkel dibe serokwezîra Almanya

Koalîsyona mezin di navbera SPD û CDU de çêbû

 

AVESTA- Piştî bazareke demdirêj serokwezîrê berê Gerhard Schröder û seroka CDU Angela Merkel, lihev kirin ku Merkel bibe Musteşara Almanya. Bi vî awahî Merkel yekemîn jine ku di dîroka Almanya de li cihê serokwezîriyê rûdine.

 

Li gora ajansa DPA wê 5-8 wezîrên SPD di hikûmeta nû de hebin...


Sê Rojên Tije û Şevek

Arşevê Oskan

Di roja înê, di wan kêlîkên ku gelek dilgirê ziman û gotina kurdî li hev civiyabûn, kongireya Hevgirtina Rewşenbîran despêkir. Wek hercar gazin, gilî, hevgirtin û carnan jî, hetikandin. Hevalekî bi hevokekê li ser nakokiyên ku di navbera endaman de çêbûbûn, got: „Heger me hemiyan lihev kiriba, ez guman ketibama, ku em ne Kurd in“. Daneşîneke tije gotin û têbînî, tije zimanê kurdî. Ji bilî zimanê kurdî, tu zimanên din nehatin peyivîn. Wan zimanên dinê, erebî, turkî, farisî... ji ber xwe şerm kirin, dema ku diser bîst dilgirtiyên zimanê kurdî lihev kom bûbûn, xatirê xwe xwestin û ji odeya kongirê derketin.  

Me ji wir berê xwe da sînemeya kurdî, me hêsirên Bêxal hijmartin, me di nêrîn û temaşekirina filimî de, (Hêsirên Bêxal) gelek birînên din dîtin, ... berdewam


Nivîskar Dr. Roya Tilooî serbest hate berdan

 

AVESTA: Ligora daxuyaniyeke nivîskî ji aliyê cîgirê serokê PENa Kurd Mustafa Reşîd, nivîskara Kurd ya ku ji li Iranê girtî bû, serbest hate berdan.

 

Ji bo serbestberdana wê ev demek bû ku PENaKurd di nava rêxistinên navnetewî û kurdî de kampanyayek vekiribû...


Serokê Kurdistana federe ji bo Washington hate vexwendin

 

Hewlêr-AVESTA: hate ragihandin ku serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo Washingtonê hate dawetkirin.

 

Li gora hinek çavkaniyan wê serok Barzanî ligel serokê Amerîka G. W. Bush hevdîtinekê pêk bîne. Hema çavkanî diyar dikin ku wê di van hevdîtinan de li ser rewşa Iraqê were rawestandin.

 

Di serdana xwe ya dawiyê de ji bo Hewlêrê, sefîrê Amerîka li Iraqê Zelmayî Xelîl Zade birêz Barzanî dawetî Amerîka kiriye... berdewam


Derçûna Dewreyeke Pêşmergeyên Zêrevan

AVESTA (HEWLÊR/HESEN ELÎ)

Di demeke wiha de ku roja referandumê ji bo Destûra Bingehîn ya Iraqê nêzîk dibe de (15 Cotmeh) li paytextê li Hewlêrê li serleşkeriya Pêşergeyên Zêrevan dewreyeke leşkerî der çû.

Di vê dewreyê de 200 pêşmerge derçûn.

Vê dewreyê roja 16 Tebaxê dest pêkiribû. Navê Dewreyê jî “Dewreya Tebaxê ya Perwerdeyê” bû. 16 Tebaxê salvegera damezirandina PDK bû.

Di merasîma derçûna Pêşmergeyan de ku saat 11.00 li gora dema Hewlêrê dest pê kir, Serleşkerê giştî yê Pêşmergeyên Zêrevan General Azîz Weysî, Parêzgerê Hewlêr Newzat Hadî, endamê Felek Dr. Abdulrahman, serleşkerê Pêşmergeyên Helgort General Helgort û gelek serleşker û berpirsiyarên saziyên leşkerî û sivîl beşdar bûn. ..

berdewam


Biranîna Koçkirina "17" Saliya Dr. Nûredîn Zaza

Mihemedê Seyid Husên / Qamişlo

Xoşewîstan: Komîta birêvebiriya, vegera salyadiya "17an" ya koçkirina hêja, xwedê jê xweş nemir, D.Nûredîn Zaza.

Birêzan: xûşk û birayên beşdar.

Berî her tiştî lîborînê, ji bo nebeşdarbûne xwe, ji komîta emadekar dixwazim, û ked, kêr û bizave we, di berevaniya, vê helkefta gewre de pîroz dikim û li gel silavên xwe yên germ destê we dihejînim.

Xûşk û birayên hêja.

Gelo.? Piştî van salên dirêj û xemsar, îro ji nûve sebaretî vî xweşmêrê buhabilind, nemir D.N.Zaza dê çi bi bêjim, bê gûman newaziyên coşa dil, salixên birîndar û tev derd û kul, li ber yadiyên xawer giranmatim. .. berdewam


PDK-Bakur û PSK protokoleke hevbeş îmze kirin

AVESTA-PSK û PDK-Bakur roja 08.10.05 li hev civiyan û li ser gelek babetên girêdayî siyaseta li bakurê Kurdistanê û başûr bi hev re protokolek îmze kirin. Em li jêr wê protokolê diweşînin:

 

PROTOKOL

Wek di daxuyanîya Mafên Mirovî ya Yekitîya Netewan û di Peymana Rêxistina Ewlekarî û Hevkarî ya Ewrûpayê de jî tê xuyakirin ku wek her neteweyekî mafê Neteweya Kurd jî heye ku di welatê xwe de azad bijî, di warê dehatîya xwe de, bi azadî xwedî mafê biryardayinê be... berdewam


Festîvala Duhokê

“Peyva kurdî sînoran dibezîne!”

 

Dilbixwîn Dara

Di navbera 22-24.09.05 de li başûrê Kurdistanê li bajarê Duhokê festîvaleke rewşenbîrî pêk hat.  

Festîval di bin vê diruşmeyê de bû: “Peyva kurdî sînoran dibezîne!”

Ev yekemîn car bû ku ji her çar perçeyên Kurdistanê ji sedî zêdetir rewşenbîr û nivîskarên Kurd, li Duhoka ku di her çar demsalan de şîn û xemilandiye, li hev dicivin û yek ji mezintirîn komcivîneke rewşenbîrî lidardixin.

Li gora ku min bihîst Duhokiyan mazûbaniyike pir baş pêşkêşî mêvanên xwe kirine.

Keda kek Hesen Silêvanî di amadekirina vê festîvalê de bêguman gelekî mezin e. Ew bi xwe serokê şaxê Yekîtiya Nivîskarên Kurde li Duhokê... berdewam


YEKÎTIYA EWRÛPA, TIRKIYE Û KURD

 

HASAN KAYA-STENBOL

Tirkiye dewleteke ku bi dînamîkên derve hatiye amadekirin e. Ew kesên ku bingehê vê dewletê avêtin; li ewrûpa xwendin, fikr û ramanên Ewrupa pejirandin, bi yarmetiya Ewrupa hatin cemiyeta komela pêşveçûn û yekîtiyê (İttihat ve Terakki Cemiyeti) ava kirin, her wisa piştî vê komelê damezrînerên komarê Atatürk û hevalên xwe jî bi yarmetiya ewrupiyan plan û bernameyên xwe birin serî. 

Çawa ku Wahdetînê Sultanê Osmanî yê dawî di gelek axavtinên xwe yên bi ingilîzan re got, rêberên tevgera komarparêzan ne Enedolî bûn. Têkiliyan wan bi gel re nebû, jakoben bûn. Projeya komarê li ser masê, li jor hate amadekirin, dawî rewşa wê demê rê da ku komareke wisa bête avakirin. Dewletên wê demê, bi artêşeke ku ji çend hezarek siwarî û kadroyeke panzdeh-bîst kesî pêkhatî dihatin damezrandin... berdewam


Gotarên li ser Festîvala Roşenbîrî li Duhokê, 

di teraziya xwendevanekî da

Necib balayî

Di van çend rojên derbasbuyî de min hind nivîsên derheqî Festivala Roşenbîrî ya ku, li bajarê Duhok, di rojên 22 - 24-09-200an de hatî encamdan, xwendin.

Ez yek ji vexwendiyên festivalê bûm, û mijara min jî di Festivalê de(( Cografiya helbesta kurdî )) bu.

Roja 16 î mehê ji Firîngeha Prag ((Ruzyne)) ji bo Fringeha Stenbol ê firiyam, Li Firîngehê min hevalê xwe yê hêja Firat Cewerî tevî xanima wî dayika Yezdanî dîtin, Kek Firat ji, yek ji Mêhvanên Festivalê bû.

Serê sobê, roja 17î mehê her yek ji me bi Hêleke Asmanî ya cuda gihişt bajarê Amedê, ez heman Rojê, giham Deriyê Brahîm Xelîl, lê mixabin alê Tirkan, nehiştin ez derbasî alê kurdistana azad bibim, her çende hind Heval, Malbat û Birayên min li alê Azad li benda hatina min bun, lê ji ber ku, derbas buna li sinorên destkirid... berdewam


Reşnivîsa Destûra Iraqê di çend semînaran de

Avesta/H. Findî -Duhok : Rojnameya (El- Ehalî) ku rojnameyeke heftaneye û bi zimanê erebî li Bexda tê weşandin, ligel rêkxirawa nêvneteweyî ji bo belavkirina dadperweriyê çend semînarên taybetî di derbarê reşnivîsa destûra Iraqê de pêk anîn.

Semînara yekê ji aliyê Dr. Ferset Mer'î ve li jêr navê (Mafên milletê Kurd di destûra Iraqê de) li bajarê Amêdiyê hate pêşkêşkirin . berdewam


Çavdêrî Ji Festîvala Duhokê

 

Sedat Yurtdaş (Diyarbekir)

 

Di mêjûya 22-24 Rezber 2005an de, ji Amedê, li gel gellek nivîskar û helbestvanan, di nava rojên dawî de, ez jî lê mîna endamê “Navenda PENa KURD”, mêvanê “Festîwala Duhokê ya Rewşenbîrî 1.” bûm. Festîval din bin çavdêriya Parêzgerîya Duhokê, lê ji alîyê Yekitîya Nivîskarên Kurd Tayê Duhokê ve hate lidarxistin.

Nik her çar parçeyên Kurdistanê, ji gellek welatan din yê dinyayê jî nivîskar, lêkolîner, helbestvan, dîroknas, civaknas û rewşenbîr hatibûn. Tevlî mazûvanan hejmar di ser du sed kesî re hebû. berdewam


Li Mehabadê keçeke Kurd xwe bi benzînê şewitand  

AVESTA: Li navçeya Sarîm Begê ya girêdayî Mehabadê keçeke Kurd bi navê Munîre ji ber zoriyên jiyana malê bedena xwe da ber agir. Munire (21) dereng ji bajêr vedire mal. Birayên wê ji ber ku dereng vegeriyaye mal şerê wê dikin û wê wê bi bênamûsiyê tewanbar dikin, ew jî tehemula vê yekê nake, benzînê bi ser xwe de dirijîne û agir berdide bedena xwe. Ji sedî 90 ji bedena Munîre şewitiye, ew rakirine  nexweşxaneya Urmiye. berdewam


Şahê Swaziland Mswati III. jina 13. anî

 

AVESTA-Associated Press: Şahê Swaziland Mswati III (37)  cara 13. zewicî. Jina nû navê wê Phindile Nkambule (17). Meha hezîranê Mswatî jina 12. anî bû. Ew berî wê bi sê hefteyan cara 11. zewicî bû. Piştî 3 hefteyan wî jina 12 anîbûn. Piştî anîna jina 13. Şah Mswatî li jina 14. digere. Ew dibêje wî hîna nedîtiye, dema ku bibîne ew merasîma zewaca bi jina 14. re pîroz bike.


Festîvala Duhokê Îsmaîl Beşîkçî xelat kir

PLAKÊTA ÎSMAÎL BEŞÎKÇÎ HATE PÊŞKÊŞKIRIN

AVESTA-Stenbol(Z. Ronahî Zinar)

Festîvala ku bi rêkxistina Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok bi diruşmeya “PEYVA KURDÎ SÎNORAN DIBEZÎNE”  22-23-24 îlonê, li Duhokê hate li darxistin û ji hemû beşên Kurdistanê rewşenbîr û nivîskar beşdar bûn, Waliyê Duhokê birêz Temir Remezan Koçer çavdêrî û sponsoriya vê...berdewam


Hesen Silêvanî lêborîna xwe ji wan nivîskaran dixwaze ku ji bo Festîvala Duhokê ya Rewşenbîrî nehatibûn vexwendin

AVESTA: Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok Hesen Silêvanî daxuyaniyeke taybetî bi riya telefonê da AVESTA û di derbarê nevexwendina hinek nivîskarên Kurd de ji bo Festîvala Duhokê, diyar kir ku tu mebesteke taybetî di vê yekê de tune bûye. Birêz Siêvanî wiha got: “ev 15 salin Kurdistan azad e, Kurdistan mala her Kurdekî ye, şert nîne vexwendineke fermî hebe ji bo ku rewşenbîr û nivîskarên Kurd werin beşdarî festîvaleke rewşenbîrî bibin. berdewam


Behman Qobadî li Batmanê sînemaya Yilmaz Güney vekir

Batman-AVESTA: Di nava çalakiyên 3. festîvala Heskîfê ya Çand û Hunerê de Sînemaya Yilmaz Güney haye vekirin. Di merasîma vekirên de serokê belediya Batmanê Hüseyin Kalkan beşdar bû. Sînemayê bi fîlma RÊ dest bi kar kir. Di merasîma vekirinê de gelek hunermend beşdar bûn.Weke tê zanîn her sal li Batmanê festîvala huner û çandê tê li darxistin û di vê çalakiyên de gelek hunermnd, rewşenbîr û nivîskarên Kurd berhemên xwe pêşkêş dikin.


Jiyana hunermenda canemerg Merziye Rezazî:

30 Sal Rêya Dijwar: Ji Pêşmergatîyê Heya Stranbêjîyê

 

Kakşar Oremar 

Xeberek wisa nexweş di demjimêr 11.00ê sibeha roja yekşemê(18.09Rezber.05) da mejiyê min qifil kir. Gêj û heyran, min nedizanî çi bêjim û çi bikim. Dil nedixwest xeberekî wiha xemgîn bawer bikim, lê dema ku mamosta Necmeddîn Xûlamî(hevkar û hevalê Nasir û Merziyê yê salên dûr û dirêj) bi rêya telefonê got:“ Kakegiyan malman xera bû, Merziyeş çû…“ êdî xebera reş zû li her derê belav bû. Careke din gotina bav û kalan ket bîra min ku dibêjin:“ Mirin ji guhê mirov jî nêzîktir e.“

Sal 1998 bû. Merziye ji bo piştgîriya xebata siyasiya Kurdên bakurê  ...berdewam


Navenda Statestîka Kurdistan vebû

Kopenhagen-AVESTA: Berpirsiyarê Navendê Berevan Kehreman e, ew bi xwe ji başûrê Kurdistanê ye.

Kehreman ji Avesta re ragihand ku ”xebata ew birêve dibin xebateke serbixwe ye û zanistî ye,  her wiha ew xebata ya statestîkê bi awayekî digital li ser înternetê berdewam dikin...”

Berevan Kehreman diyar dike ku ew amade ji bo rojname, dezgeh, partî, rêxistin û fîrmayên Kurd statestîkan bêpere derxînin.

Kehreman li ser armanca wan ji vê xebatê wiha berdewam dike: ”Armanca me ewe ku miletê me bizanibe ka ew di çi radeyê de ye, çi dihizire, û pirsgirêk çawa dikarin werin çareserkirin...”

Statestîk bi teknîka herî modern encam dide, berdewam


QERF Û LAX

 

M. Kendeş

Qerf çalakîyeke mirovane ye, mirov ew di hemî qonaxên hebûna xwe de bikar dihanî ji bo armancên cur be cur ; carne bi mebesta nizmkirin û daxistina qedrê kesne navdar û carne bo zikşûştina ji neyaran û raberkirina wan wek qeşmer û barûteyan. Ango qerf wek rengek ji rengên heyfhilanînê bikar dihat.

   

Di ev rojan de û di nav civakeke şaristane de, mebest ji qerfan nema êşandin yan birînkirina hestên kesan e (yan divê wesa be), ne jî ew dikevin babeta sixêf û xeberan yan jî zikreşîyê û heyfhilanên kor. berdewam


M. Ali Erbil Kurd derket

Hem Kurd e, hem jî Neqişbendî ye

 

Istanbul-AVESTA: Mehmet Ali Erbil li Kurdistanê û Tirkiyê yek ji komedyenên navdar e. Programa ku ew pêşkêş dike reytingan derbas dike.

Heya niha kesekî nizanibû, lê eşkere bû ku ew neviyê şaîrekî Kurd e.

Kovara Nûbihar ku li Istenbulê bi zimanê kurdî derdikeve, di nivîseke xwe diyar kir ku wê arşîvek bi dest xistiye ku têde diyar dibe ku Mehmet Ali Erbil neviyê Şêx Es’edê Erbîlî ye, ew bi xwe jî şaîrekî Kurd bû ye. Kovar berdewam dike û dinivisîne ku Şêx Es’edê Erbîlî tevî mirîdên xwe di bûyerên Menemen de hatiye daleqandin. berdewam


"Sozialamt"a Kurdistanê

 

Hêvîdar Zana, Dilbixwîn Dara - Duhok
Li başûrê Kurdistanê heta niha jî pêkanîna ewlekariya hundirîn pirsgirêka sereke ye. Lê ev nayê wateya ku ji ber sedema ewlekariyê karekî din nabe û nayê kirin. 

 

Di 13-14 salên derbasbûyî de hema bêje temamê saziyên dewletî û civakî hatine avakirin û ew roj bi roj di nava hewldana xwepêşxistinê de ne. Bêguman ev nayê wateya ku her sazî bi rêkûpêk kar dike û berhemên baş diafirîne, lê hebûna her saziyê bersiva pêwîstiyekê dide û civak roj bi roj bi rêkûpêktir dibe. berdewam


 

 

Hejmar 92

Cotmeh (2005)


Pêşmergeyekî ZÊREVAN


Nanim devê

Seyid Feysel Mojtavî


PEYAMA KURD

56 derket


Pêşangeha pirtûkên

kurdî li Hamburgê vebû


Ji bo kesên dixwazin ji xwe re li

Almanya cihekî vekin, NAVEND

pirtûkeke rênîşandanê derxist


Leşkerên Korî fêrî reqs û

dîlana kurdî jî bûne

foto: Azad Leşkirî


"Kurd Neviyên Mîdya" ne

Pirtûka Mînorskî bi kurdî derket

wergerandin:  Elî Cefer


Fatê Were Civatê -1-


"Penaber"


PENABER di rojnameya

Libnanî Al Musteqbel de

  webmail       ©www. avestakurd. net    2001-2005