|
Hejmar 40, 01 Şibat 2003 |
![]() |
|---|
|
Rojnameyeke
Çandî, Hunerî û Wêjeyî
|
|
|
|
(AVESTA
– Istenbul) Di
vê hevpeyvînê de Ciwan li ser albuma xwe ya nû DERYA axifî. Di hevpeyvînê de kovar li ser biyografiya Ciwan Haco dinivisîne û beşekî ji jiyana wî ji xwendevanan re pêşkêş dike. Milliyet pesna Ciwan Haco dide û diyar dike ku ew mezintirîn hunermendê Kurd yê muzîka rock, blues, pop û cazê ye. Li
ser jiyana Ciwan Haco Milliyet wiha dinivisîne: „Ciwan Haco di 1957 de
li Suriyê hatiye dinyayê. Ji bo xwendina universîtê ew çûye Almanya,
li wê derê bi şêweyên muzîkê re bûye nasdar. Di muzîk û
gotinên wî de aşq û siyaset tevlî hev dibe.. heya roja îro Ciwan
Haco 11 album çêkirine, lê tenê 9 derketine..." Albuma
Ciwan Haco ya nû navê wê DERYA ye, ewê ji aliyê Ses Plak ve derkeve.
Di derbarê vê albuma xwe ya nû de Ciwan wiha dibêje: „Ez
dizanim kesên ku li min guhdarî dikin ji rojhilata navî in... Ez bi vê
berhema xwe dixwazin hinek deriyên nû vekim. Min şêweyekî cuda
tecrube kir, bi taybetî min giranî da ritimê... Ez di hewldana
modernekirina muzîka kurdî de me... ez ji kesên ku li min guhdarî
dikin rica dikim ku dengê min bilind bikin û guhdarî bikin, wê demê
ewê bizanibin ez çi dixwazim...“ Di
vê albumê de piraniya stranên Ciwan Haco li ser evînê ne. Di derbarê
vê yekê de ew wiha dibêje: „Li
dinyayê tiştekî ji aşqê xweştir heye? Evîn di ser he tiştî
re ye. Ez mirovekî pir hesas im, ez pir zû jî aşiq dibim...“ Sitrana
ku di alumê de bala miro dikişîne Hez Dikim, li ser vê stranê jî Ciwan wiha dibêje: "Berî
6 salan ez aşiqî keçeke hunermend bûm, min ev stran ji wê re nivîsand,
ew jî niha weke min zewicî ye, em bi hev re stranê dibêjin...“
|
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2003 |