|
|---|
|
Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî
Chefredaktuer:
Dilbixwîn Dara
|
|
KURTEÇÎROKA GIŞTÎ YA BABÎLON (ÎNOMA ÎLÎ) wergerandin: SALIH BOZAN
nivîsa berê
Va ava ji du hakarên
tevlihevbûn, yek jê nêrbû; ew ÎBSO bû, hakarê ava şîrînbû, yê
din mêbû, ew jî TIYAMA bû, hakarê ava şorbû.
Paşê, du Yezdan ji wan
hatin; LEXMO û LIXAMO. Piştî demeke borî, ji wan jî du Yezdanên
din peydabûn; EN|AR û KÎ|AR2, van
Yezdan jî ANO peydakirin; Yezdanê bi hêza xwe rik
kire bavpîrên xwe Yezdanên
kevnar.
Piştra Yezdanên dine nûjen
hatin. Pê demekê nakokî navbera van herdu nifşên Yezdanan de derket,
ji bilî ku Yezdanên nûjen bûne yek dijî Yezdanên kevnar, û cih li bavê
xwe Yezdanê kevnar ÎBSO teng kirin, û xwestin berdêla gêrevêrê û
korahiyê sazmendî li cihanê avabikin, karûbarê gerdûn di bin
fermanweriya xwe kin.
Vê kirdarê Yezdanên
kevnar xeyîdandin, loma rabûn di bin seroketiya Yezdan ÎBSO û jina wî
Yezdan TIYAMA de jibo vê pîlanê pûçbikin, û hêrsa van Yezdanên nûjene
li ber wan derketine rawestînin, û bi êrîşeke cengînî herin ser
wan. ÎBSO xwest zarokên xwe yên yezdane tineyî bike, û guh nede
nexwestina jina wî û vê yekê.
Berîku dest bi vê pilana xwe
bike, Yezdan AYA bi wî hişyar bû, û rabû wî asteng bike, û paşda
vegerîne. Bi cadû û şerdeweriya xwe ya pîroz hêza bavê xwe ÎBSO
pûçkir, û dawiyê lêbada, û ew ji holê rakir. Zarokekî xwe bû ew jî
"MERDOX" bû efirîdeyekî tikûz bû, weke çavên wî li ber wî
giranbû.
TIYAMA jina ÎBSO, pê kuştina
mêrê xwe gellek ji Yezdanên nûjen bi kînbû. Qasi karibû ji tolhildanê
re hêz amadekir, û ji bo vê mebestê cûrecûr dêw û şeytan
afirandin, û afirandîdeyên dine bi samdar, wek diwîşk, mar, ejdeh,
şêr, û hwd.
Ferman da kurê xwe KENKO; yek
ji Yezdanên krvnar, ji bo seroketiya vê tolhildanê, û bi efsanên pîroz
çekdar kir, rûpelên qederê dane wî, û ji xwe re kir mêr.
Ji ber ku AYA careke din bi vî
tiştî gişkî dazanîn , gellek xemgînbû ku wê va rewşa çi
guhartinê di çarenûsa Yezdanan de bike. Xwe avête Yezdanê kevnar EN|A
û piştgirî jê xwest. EN|AR navtêda
ji bo li ber koma TIYAMŞ derkeve, û ne tirse, ma ne ew yêku bi cadûya
xwe ya pîroz mêrê wê ÎBSO kuşt, lê ev
navtêdana bê sûdbû, ji Yezdan ANO xwest ku herê hinda TIYAMA ji
bo harbûna wê nermbike û wê aştbike. Belam ANO bi serneket û bi
tirseke mezin vegeriya cem bavê xwe E|NAR. Yezdanan di civîna xwe ya pîroz
de li ser vê rewşê danûstandin,
ji xwe pirsîn ka wê çibikin. Gişkî tirsiyan, û kesekî newêribû
herê cenga TIYAMA ya zordest.
Gava bêhêvitiya wan gişte
vê pîvanê, hate bîra Yezdan AYA ku kurê wî "MERDOX" xudan hêz
û şerdeweriyê ye, tembe lêkir ku ji ber Yezdanan dakevê vê cengê.
Wî va xwesteka qebûlkir, eger Yezdan bi seroketiya wî
venasîm bibin. Yezdan gişkî bi dawetekê civiyan, di vê dawetê
de xwarin, vexwarin, stran pêkhanîn, û cûdatî ji navbera wan çû.
MERDOX hilbijartin mîrza û şahê xwe, navê wî bilind û
payedarkirin, textekî bilind jê re avakirin, navê malbatên xwe li MERDOX
kirin, û çarenûsa cîhanê dane dest.
Hînga MERDOX rabû ku xwe
amadeyî cengê bike, bi tîr û kevana pîroz xwe çekdarkir torexefka xwe
ya pîroz rakir, li erebana xwe siwarbû û berê xwe da TIYAMA û koma wê
ji bo bi wan re di cengê keve. Di despêka cengê de MIRDOX her çar ba pêş
xwe de şandin ji bo riya rivê li wê bigre. Gava nêzikî hevalên wê
bû TIYAMA tirsiya û bizda, û rabû cadûyên xwe bixwine ji bo "MERDOX"
bikuje, lê wî torexefka xwe ya pîroz rêxist û
TIYAMA dîl girt, bahoz di hundirî wê
de berda ta zik repitî, wê çaxê tîra xwe bi avêtina mirinê avêtê,
zikê wê qulkir û dawiya wê hanî.
Hevalên wê kirin ku
birevin, lê MERDOX nehişt kessek ji wan ji ber
destî wî bifilite. Di torexefka xwe de ew komkirin, teve
serokê wan "KENKO", û rûpelên qederê jê standin, bi
mora xwe ew rûpelana morkirin û di sîngê xwe de parastin.
Paşê vegeriya hinda
TIYAMA, serê wê pelixand, şopên
xwînê ji gewdê wê qutkirin, xwîn û ba bihevre jê derket, Yezdanan va
tişta dîtin û pê şabûn, silav
li navê "MERDOX" kirin.
Termê wê bi du parçankir,
ji parçê jor ezman çêkir, û ji yê jêr zemîn, li ezmên tax û birc bêlikirin,
warê Yezdanan, bircê stêran, çaxa demê, û demsalan bêlikir.
Piştra MERDOX ramiya ku
gerege afirandîdeyekî biafirîne, ji xwîn û hestî û goşt, ji bo
ji Yezdanan re perestiyê bike.
AYA pêre got: bira yek ji
Yezdanan xuyabike ji bo afirandina ademîzadan, Bira Yezdan gişkî
bicivin û yazdanê gunehkar(3) pêşkêşbikin. Pêku MERDOX Yezdan
komkirin, ji wan pirsî, kê TIYAMA hêvote şoresê bira diyarbibe, kîjan
Yezdana bûbû sedema vê şoreşê?
Yezdanan bersiv dan ku KENKO
sedembû.
Yezdanan ew bi kilapçan girêdan û pêşkêşî
Yezdan AYA kirin. AYA xwîna wî rijand, Yezdanan ji xwîna wî û ji axê
mirov afirandin ji bo ji wan re perestiyê bike.
pêku afirandina mirovan temambû, Yezdanan perestgeha
EYSKALA li Babîlon ji MERDOX re damezirandin, û têde bi şahiyeke pîroz
civiyan, lave li ser payedariya
wî xwendin, navên TIYAMA yên girîngepîroz lê kirin, û her weha wî di
kesatiya xwe de hemû sîfetên wê komkirin.
********************* 1."CHAOS" peyveke Yonaniye: madeya pêşine
yaku hemû hebûn jê çêbû, hinek bi wateya "korahê" werdigerînin. 2.EN|AR: Yezdanê ezmêne, û KA|AR Yezdanê zemîne. 3.Yezdanê gunehkar: Yezdanê piştgirî ji
TIYAMA re kir. 4.wergerandin ji kovara "SOMER" yaku li
Şrakê çapbiye
hijmara: çileyapaşin(January) 1949.
|
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2003 |