|
|---|
|
Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî
Chefredaktuer:
Dilbixwîn Dara
|
|
Te
çi divê..! Salih
Demicer
Ez
xweş dizanim ku Tu bê hejmar dilan dixî bin bandora xwe[melûlî û
dilsariyê di heyamekê de dikî para wan[ lê piştî demekê Tu wan
hemiyan ji bîr dikî[ û ew te di mezelan de weke xêzên li ser axê kêşandî
li şûn xwe dihêlin[tenê tu min dihêlî himbêz ji xwe re,û ez
bêgav dimînim ku te wek gêjgelekî di paşûla xwe de veşêrim[da
perwanên dil ji kêferat û tengirandina te biparêzim[ ma tu ji min re
hatiye afrandin gidî şînê.
Di
kurte bêhnên geş de tu di derûna min de amadeyî,di şahî û
buharên dil de tu çavdêr û dergevanî[ tu her ji çavên min
dikelî,di dêmên min de şax didî[
bêje
min lêê ... şînê.
mak
û jêdera kul û derdan
Tuyê
Kengî[devê Xwe ji kezeba vî dilî derîne.
neyara hêviyan.
dîwarê di navbera min û hênikiya berbangên tîrmehan de[
siya ku ji min naqete[mêvana mine her çax û dem[ tu sed cûre
daxî di hestên min de dihêlî her ku ez kenekî azad û berdayî li ser
lêvekê dibînim, tu sed çalî di rûbera canê min de vedikî
her ku ez gernejîneke ji dil li ser rûçikekî dibînim.
Kaniya
ahîn û kederan
tuyê Kengî pençên xwe yên tûj ji hinavê Omîdên ronedî
derîne û bihêle ez carekê, tenê Carekê Bêyî te, dûrî te,li
warekî ne di bin destê
Tede[çend kêlîlkan ji vî temenê Li nav çateriyan wenda
bibûrînim.
tuyê Kengî rawestî ey renca rû ji hesin[tuyê kengî ji dil
biweşî û hew min bispêrî kişwera ahîn û nalînan.
tu
rojekê nahêlî ku xwîna şahiyê
di vî rûyê qermiçî de bilive. tenê dil zane te çI pê kiriye
şînê, hîn termên cejn û rojên devliken di koncala merg û reşgirêdana
tede vedigevizine.
bêje
şînê
te
çI ji min divê!
Ger tu xwe li rehên vî temenî dihûnî û xweşiya wî
dimijî,da min bihêlî hejar,hêvî wenda
bê armanc[dîl û girtî ji mijûlbûna bê ber re ; bibûre tu li
warekî biyan veniştiye
. Pir neyaran konên
xwe li zozanên vî dilî vegirtin[û xwestin ziyanê bigihînin zeviyên
evînê[lê ew tûrikvala, bê ser û ber vegeriyan[tuyê bibe yek ji wan[
û Ezê bi pirûncekan kurte çaxên bedew ji dest te bigrim[ da ku ji xwe
re bikim siminyarên yad û têbîran.
Na na ku tu li min har dibî û agirê xwe bi min gur dikî
da ku pîroziya dozê her li ber çavên min li darbe, da ku
girêdan û civan di asoyên tede ji dil be ;ez te digrim li ser seran û
ji tere bi comerdî vedikim deriyên hevgihînê.
Ger tu hêlîna xwe di bin baskên min de ava dikî û taliyê
dikî rengê Jîna min da ku min bihêlî serî tewandî di mofirk û qelşên
honijandinê de,biçe ji nik min tu naghêje dek û pîlanên xwe .
Na na ger te divê Min bi tîna xwe bisojî[ û bi şeva xwe
cavên geşt û seyranên şax şaxîn di derûna min de kil
bidî[ da ku kel û coşa vî dilî bîhtir bibe û sîngê Wî
ferehtir bibe,fermo bibe serwer
û......
padîşha
canê min.
|
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2003 |