|
|---|
|
Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî
Chefredaktuer:
Dilbixwîn Dara
|
|
Ehmed
Huseynî Û
Jana Seyda Receb
Dildar
Ehmed
Huseynî êş û jana welat gelek kişandibû, dilê xwe, bi zimanê
dayikê têr û tije mijandibû, çand û dîroka kurdî di nav heş
û mêjûyê xwe de bi mîrkutan kutabû û berê xwe dabû Swedê. Pirtûkên
wî berê li Ewrûpa çap bûn, em rebenê Xwedê bibûn nêçirvan û di
nav malperên înternetê de bi dû helbestên wî ketibûn. Mala Weşanxaneya
Avesta avabe ku pirtukên wî di sala 2002’yan de bi navê Dîwan çapkir
û me ji gelek derdan xelas kir. Di helbestên Ehmed Huseynî de nalîna
welatek heye. Kerba neteweyeke bindest rijiyaye nava ristên wî û evîn
dilop dilop nuqutiye ser rûpelên pirtûkê... Her
pênc rexên hebûna te Her
sêzdeh mehên sala te Her
heyşt rojên heftiya te Her
pênc demsalên çavên te Têra
min nakin
Stirana
qonaxa şewitî Bi
dûmanê şa nakin Wekî
li jor jî hatibû gotin, Ehmed Huseynî zimanê mileta xwe wekî şîrê
dayika xwe têr û tije vexwariye û her kite, her bêje yek bi yek di nav
mêjû de hatine daliqandin. Ji bo kîja ristê kîjan peyv hewcebin wan
digre û bikartîne. Helbestên wî wekî kaniyeke ji bin zinarekî bilind
biteqe, bi dengekî xweş, bi coş û bi rengekî zelal bi ser
welat de diherikin. Kuça
Hunerê ya Amed di mîhrîcanê de tije keç û xort bûn yên kurdî dişopandin
bi taybetî jî yên helbest lêdikirin bi Ehmed Huseynî xenî bûn.
Ciwan li dora hunermendê bi rî, bi berçavk û bi şoqe diciviyan û
ristên helbestan rê nedidan hev. Kurdên digotin “kurdî di edebiyatê
de ne dewlemend e, em nikarin xwe pê îfade bikin” dema hunermendê hêja
guhdarî dikirin, didîtin ku edebiyata kurdî gihîştiye kîja qadê
û serên xwe bera nav şeqên xwe didan. Ehmed
Huseynî bi mêjûyekî zelal û bêguman dîrokê şîrove dikir,
çîroka me li ber çavên me radixist. Bang li ciwanên kurd dikir, digot
ji bo biryarê hûn dereng nemane, biryar bidin û ji bo zimanê xwe
karbikin. Bibin endamê heskirê zimanê kurdî. U
keçek ji Başûr, jana welatekî rist bi rist bi evîna dilê xwe
honabû, bibû endamê heskirê zimanê neteweyeke bindest, xewnên xwe bi
zimanekî şêrîn li ber me radixist û hêviyên xwe bi keçan re,
bi jinan re parve dikir. Brînên bê derman di nav dilê wê de jan didan
û dayika xwe dikir şirîkên janên xwe... Dayê
Bêhna
şewatê Ji
lorînên te dihatin Û
Amûd Weke
pêteke agir
Di
payîzeke bêbext de Diçirisî Helbestên
Jana Seyda jî di sala 2000’î de ji aliyê weşanxaneya Avestayê
bi navê Şeva Dawî hat çapkirin.Werê xwanê ye ku gelek berhemên
xurt rêya Jana Seyda dipên. Dîsa dixuye ku ew ê gelek keç û jin yên
hîna derneketine holê dê di edebiyata kurdî de roleke mezin bileyizin. Ez
li ser navê bajarê qedîm, Ameda şewitî ji Ehmed Huseynî û Jana
Seyda re, ji bo wan rojên xweş gelek spas dikim û bi hêviya hevdîtineke
din...
|
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2003 |