|
|---|
|
Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî
Chefredaktuer:
Dilbixwîn Dara
|
|
nivîsa
berê> KOBANÎ Şahînê Bekirê Soreklî
Yê kurd jî ji mêj ve li Australya dimîne.
Ew di jiyana xwe de di qonaxên ji hev cuda re derbas bûye.
Berê niştimanperwerekî kurd bûye.
Dû re xwe wek marksî dizanibûye, dû re ji niştimanperwerekî
bêtir bûye neteweperest… û îroj nema dizane ew çi navî li xwe bike.
Pêşveçûna temen, tecrûbeyên di jiyanê de, realîteya cîhanê
û hîn bi ser de jiyana li welatên ji hev dûr û di nav çandên cuda
de ew kirine mirovekî wisa ye ku xwe li her warî di eynî demê de hem
li mal û hem biyanî hest dike. Ya tirk û yê kurd ji mêj ve hev dinasin û carine
bi encama karine ew dikin jî rastî hev dihên.
Wan gellek caran di derbarê pirsên xwe bi siyasetê ve mijûl
dikin li gel hev axiftine, her dem bi dostanî.
Ber çend rojan, li dû hevnedîtina bi hefteyan, ew dîsa li hev
rast dihên. Yê kurd bi tenê
ye û ya tirk bi ciwanekê re ye. Bêguman
ciwana bi wê re yeke bi kêmasî “pêşverû” ye, yeke ji ew
ciwanên ku ji derve de ewropayî xuya dikin, lê bi dil û hişên
xwe “tirk” in, bi kêmasî li gor yê kurd. Ya tirk:
Tu li ku yî, looo! Hele were, hele were. Hûn bûne dostên emerikiyane, ne wisa! Yê kurd: Xweziya
wisa bûya! Eger ew dostaniya
Kurdan bixwazin û di daxwaza xwe de durist û dilpak bin, ma çima na?
Ya trik: Weee!
Kurd çawa bibin dostên Emerikiyan, ma wisa dibe?!
Yê kurd: Çima
nabe? Ma çi rêyên din hebûn?
Ma tu baştir dibînî ku bibûna dostên Seddêm?
Li milê din, emerikî çiqa xirab bin jî, ew ji faşîstên
tirk û ereb û faris çêtir in.
Ya trik: Ez
di bin karbidestiya faşîstan de nejîme û nikarim bibêjim emerikî
ji wan baştir in yan na. Nimûneyekê
bide min ku Emerîka tiştekî baş bo kesekî kiribe.
Yê kurd: Bo gellekan kirine. Bo
Tirkiyeyê, wek nimûne; bo dewletine ereb…
Ya trik: Çawa?
Yê kurd: Alîkariya aborî ya ku Emerîka sal bi sal dide Tirkiyeyê
û Misir, wek nimûne, û çeyiyên leşgerî û bazirganî.
Eger ne ji Emerîka bûya li welatên wek Erebistana Seûdî, Qeter,
Yeketiya Emîretên Ereb, Behrên û gellek aliyên din, heta li Lîbya jî,
xelkê wan deran ê hîn li dû hêştiran (devan) bûna.
Ya trik: Ew petrola wan talan dikin, ew bo xwe dikin, ne bo kesekî
din. Ma eger ne petrol bûya
emerikî diçûn wan deran?
Yê kurd: Tu hîn di bin bandora pirtûkên salên 50han û 60an de
maye, pirtûkên propagandaya li dij ‘impiryalîstan.”
Wek bi tirkî dibêjin, “dunya aliş-vêriş” e.
Binihêr! Xwediyê bîstanê
sêvan kîloya sêvên xwe bi 20 sêntan difroşe, lê ez û te kîloya
sêvan ji firoşgehê bi 2 dolaran dikirin.
Şirketên emerikî sûdê ji petrola wan werdigirin, lê bêpere
ji wan nastînin. Li milê
din, îroj rêxistina OPEC heye, rêxistina welatên petrolfiroş; ew
nerxê petrolê datîne.
Ya trik: Tu jî di bin bandora çapemenî û propaganda rojavayî de
maye. Cîhana rojavayî xêra
kesekî naxwaze. Ew, bi
taybetî Emerîka, xwîna gelan dimijin.
Çavekî li dîroka wan xe, tu dê bibînî ku ew tiji kujtin û xwîn
û talan e.
Yê kurd: Lê yên xwîna Kurdan dimijin hinên din in!
Ya tirk: Ma ewropiyan xwîna wan û milletên Rojhilata Navîn
nerijandine?
Yê kurd:
Tu behsa duh ne pêr dikiye. Ma bitirpêr
jî Dewleta Osmaniyan nerijand? Yên
ku va bûn 50 sal xwînê li vê deverê dirijînin kî ne? Yên girtîgek tiji kirine kî ne?
Yên maf û azadî qedexe kirine kî ne?
Eger ewropiyan welatên Kurdan dagirtibûya rewşa wan ê ne va
rewşa bi tenî bûya. Lê
ez ji te pirsekê bipirsim: Australya
welatê aborjiniyan e. Înglizan
va welata bi dest xistin û îroj navê wê Australya ye.
Aborijinî tê de belangaztir hemwelatî ne.
Tu çima, wek istinkarkirinekê, ji welatê wan naçî der?
Tu çima hatiye li dewleteke rojavayî bi cîh bûye, eger tu ew
qas li dij wan î? Te hemwelatiya vî welatî girtiye, ji hemî mafan sûdê
werdigirî, lê tu li dij tevahaiya welatên rojavayî yî!!!
Ya trik:
Eger ne Emerîka bûya, ez ê li Tirkiyeyê bûma.
Eger Emerîka piştgiriya cûntayan nekiribûya û dest ji
welatê min berdabûya, ez ê nuha li wir bûma, çimkî Tirkiye dê
welatekî bi her hawayî xweş û serkeftî bûya. Egera lipaşmayîna Tirkiyeyê û tevahiya Rojhilata navîn
Ewropa duhinî û Emerîkaya îroj in.
Yê kurd: Gotineke
ta radeyeke bilind ji xeyalan e! Ez
bi xwe nema bi tevahî pê bawer im.
Ma gelo DYE bo hemî nexweşiyên Tirkiyeyê berpirsiyar e? Ma rewşa aloz li welatên
Afrîkayê, li alîne Asyayê, li Emerîka başûr…
Ya trik:
Baş diyar e ku tu di bin bandora mîdyaya rojavayî de maye. DYE
bo gellek tiştan berpirsiyar e.
Destên CIA di her warî de hene.
Ew û welatên ewropayî bo rewşa li Afrîkayê jî
berpirsiyar in. Heta di
derbarê hin pirsên xwe bi Kurdan ve eleqedar dikin jî CIA berpirsiyar
e. Ma tu dibêjî
PKK bi encama çi derket holê?
Yê kurd:
PKK bi encama siyaseta Tirkiyeyê ya hişk û…
Ya trik:
Û CIA.
Yê kurd:
CIA? Baş e, eger bi ya te be, çima
Ocalan hat girtin?
Ya trik: Sûda wan wisa xwazt, peywendiya PKK û CIA her hebûye…
Yê kurd: Çi heyf ku tu hîn îroj jî, û li vî welatê dûr,
rojnameyên tirkî dixwînî û bawer jî dikî.
Di
wan de her tişt heye ji bilî rastiyê.
Ramanên te ji pirtûkên propagandîst bi dest xistî jî êdî
“eski moda” ne…
Ya trik: heye
ku beşekî ji mîdyaya Tirkiyeyê piştgiriya dewletê bike, lê
ma ya kurdî jî ne wis ye? Ya vir jî ne wisa ye?
Yê kurd:
Na, ya vir ne wisa ne. Dezgeha
australî ya dewletî di şerê Îraqê de aşkere li dij DYE bû.
Her weha bi pirranî hukûmeta austraî “neheq” raber dikir.
Pirraniya rojnameyên vir piştgiriya tevgera aştiyê
dikirin ku li dij hukûmeta federal ya australî û Emerîka bû.
Ez fêhm nakim tu çawa dikarî mîdyaya australî bidî hember ya
tirkî!
Ya trik:
Em vegerin ser dostaniya Kurdan bi Emerîka re…
Yê kurd:
Her du rêxistinên Kurdan baş kirin!
Gelê kurd weqa êş û jan dîtiye.
Dewleteke musilman rojekê
hatiye hawara wan? Hema ber
çend hefteyan hukûmeta tirk û hêzên wê dixwaztin wan bi zindî
bixwin! Çi rêyên din li pêş
Kurdan nebûn. Fersendek
hat û wan ew bi dest xist. Em
hêvî bikin ku emerikî dîsa şaştiyekê nekin.
Binihêr! Ez DYE
gellekî baş dinasim, dîroka wê jî dizanim û di ciwantiya xwe de
li dij wê û siyaseta wê di xwepêşandanan de jî beşdar bûme,
û min pirr caran li dij siyaseta wê nivîsandiye jî, lê dunya di
şûna xwe de ranaweste û siyaset jî dihêt guhrtin.
Li milê din, Emerîka çiqa “xirab” be jî, divêt mirov wê
bide hember yên din. Dû re: ma çima bo Tirkan û Ereban û Farisan danûstendina bi Emerîka
re serbest e; çima tenê bo Kurdan qedexe ye?!
Ya trik: Lê çi dê bi serê Kurdan bihêt eger emerikî îcar dest
ji wan berdin?
Yî kurd: Wisa diyar e ku te va pirsa xwe ji rojnameyeke tirkî girtiye.
Kurdan alîkariya emerikiyan kirin, lê xwe nefrotin wan.
Wan hêzên Seddam ji welatê xwe derhanîn û neketin erdê Ereban. Eger serokên Kurdan bi zanistî û maqûltî bi karê xwe
rabûbin û peymanên di navbera wan û DYE de îcar bi kaxez û îmze bin
tiştek nabe, lê eger bû jî Kurdan di dîroka xwe de gellek bêtar
dîtine. Bila, xwedê neke,10 000 yan tew nîv milyon Kurd dîsa bihên
kujtin. Ma dawiya wan ê bihêt?
Ma tiştekî
nû ye? Eger
siyasetmedarên welatên ku Kurdistanê parvedikin wek mirovên zanyar û
maqûl û adilmend fikirîbûna zatî hewce nedikir ku Kurd bibûna
“dostên Emerîka.”
Ya trik: Ez pêşniyaz dikim ku tu biçî vîdyoyên di derbarê
tiştên ku Emerîka li Kambodya û Çîliyê û şûnên din
kirine bibînî, û pirtûkên di derbarê CIA de bixwînî.
Heye ku tu wê demê ramanên xwe di derbarê Emerîka de biguherî.
Emerîka şêrpence ye û ketiya vê cîhanê, ji bilî xwe xêrê
li kesekî nake. Kurdan bi vê
kiryara xwe şaştiyeke mezin kirin û dê poşman bibin.
Çi heyf ku tu bi xwe jî îroj bûye piştgirê DYE…
Yê kurd: Bibexşîn, lê min van kilîşeyan dema ez 15 salîn
bûm bihîstine; cîrokên kevin in.
Min filimên vîdyo jî dîtine, pirtûk û gotarên propagandaya
komonîst jî xwendine û haye min ji gellek aliyên reş yên
siyaseta emerikî heye, wek min got, lê her tiştekî bi kêmasî du
aliyên xwe hene. Tiştekî
ji te re bibêjim: Eger em
Emerîka bi tevahî wek ku tu wê dixî wêneyê bipejirînin jî û eger
Waşington bo 100 salan karbidestiya Kurdistanê bike jî, ez bawer
nakim ku radeya stemkariya wan bigihê nîvê bêtarên ku dewletên tirk
hanîne serê Kurdan.
Ya trik:
Ez li dij wê stemkariyê me.
Yê kurd:
Lê ne bi qasî ku tu li dij Emerîka yî!
Bibexşîn bo va pirsa min:
Gelo te rojekî ji berpirsiyarekî tirk re nivîsandibe ku bila
hema bi qasî ku Tirkên li Almanya û australya mafên çandî û siyasî
bi dest xistinî bidin 20 milyon Kurdên Tirkiyeyê?
Ta turk:
Tu pirsan li nav hev dixînî.
Tirkan jî li wir hemî maf bi dest nexistine.
Ew jî dihên girtin, êşkencekirin…
Yê kurd: Wey!!! Hebûna
Kurdan hatiye qedexekirin, mirovtiya wan hatiye îhanetkirin…
Keça ciwan bi hevala xwe re (careke
din): Artik brak yaho!
(Êdî bese, lê)!
(…) Dilên her du kesên ku bi salane hev
û din dinasin, ya tirk û yê kurd, çiqa ew bi dostanî xêtir ji hev
dixwazin jî, qe nebe piçekî ji hev sar dibin.
Keça ciwan ya bi ya tirk re di navberê de aciz dibe û di dema
axiftinê de çendîn car “birak yaho” dibêje û şermok geh paş
ve û geh pêş ve diçe-dihêt.
Li dû xatirxwaztinê yê kurd di navbera xwe û xwe de mat dimîne
ku çawa kesên wisa bi dehan sal li derve dijîn û ji aliyê ramanî de
nahên guhertin, tu dibêjî qey duhinî ji welatên xwe derketine!
Ku çawa ew DYE wek mirovekî, ew jî mirovekî diz û xêrnexwaz,
dihesibînin, li hember wê bi nefret diaxifin, lê ji otomobîlên emerikî,
kompiyûterên emerikî, cigareyên emerikî, lo hema ji her tiştê
emerikî hej dikin û heta di jiyana xwe de razeke emerikiyan dikin!
Bêyî guman ya tirk jî dê di derbarê
yê kurd de hin gotin ji hevala xwe re gotibin û heye ku ew jî di derheqê
wî de mat mabe. Lê bivêt-nevêt,
çemê jiyanê her rêya xwe didomîne û hemî ramanên mirovan jî di
nav de. Kurdbûna me jî me
bernade. Em biçin serê
dunyayê jî, ew ê jî bi me re koç bike.
Ta ku yên din dest ji me bernedin, em bixwazin jî kurdbûna me jî
dê dest ji me bernede.
Va şerê dawîn li Îraqê ku tê
de kurdan êş û janeke kûr nedîtin gellek kes hêrs kirin, bi
taybetî di nav Tirkan û Ereban de.
“Dostaniya” Kurdên başûr bi emerîkiyan re tew ewên ku
xwe wek “piştgirên” mafên Kurdan dizanin jî xeyidanidin.
Wê rojê min dostek dît, Kurdekî ji binê xetê ku li Sydney
şofêrê taksiyan e. Gote min ku di rojên dawîn yên şerê Îraqê de wî
erebek ji şûnekê gîhandiye yeke din.
Bi rê ve yê ereb jê re gotiye: “îcar yên rast n---- me Kurd
bûn!” Ez keniyam û min
pirsî, “Lê te çi got?”
Dostê min got, “min jî jê re got:
Ya Exî, va bûn 40 sal ku hûn din—Kurdan.
De bila ew jî piçekî di we n--, ma dunya dê hilweşe!!!” Hêvîdar im xwendevanê hêja ji bo
gotinên li jor bibexşîne, lê carine gotineke ser taxê serê deh
newalan dibire û ji deh pirtûkan bêtir ji heqê rewşê dihêt der.
|
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2003 |