Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî      Kurdish Online Magazine   

Chefredaktuer: Dilbixwîn Dara    avesta@avestakurd.net  

 

 

 

Hevpeyvînek ligel rojnamevan û nivîskar Dilbixwîn Dara

(Edîtorê rojnameya AVESTA)

 

Hevpeyvîn: rojnameya DENG

 

Bi navê xaka welatî em bi dilşadî û kêfxweşî pêşwaziya we li ser zemînê kurdistanê dikin !! Gelo bi çi hest û derbirinê win dixwazin seredana xwe ya ji welat re pêşkêş bikin ?

 

Spas ji bo van gotinên we yên xweş. Tiştên ku ez niha pê dihesim, bi hêsanî nayên ziman. Dema ku berî 13 salan ez ji Kobanî derketim, min digot êdî ezê venegerim, weke ku li cem me dibêjin "çûn heye veger tune ye…" dê, bav, dost û hevalên min jî di nava wê êşa nevegerê de bûn. Ez naxwazim wê kêliya ku min xatir xwest bînim bîra xwe, rojeke gelekî dijwar bû, wê rojê şîn li mala me geriya… tê bîra min diya min kelogirî bû û got: "Emê êdî hev nebînin… helal be…"

 

Eve ez vegeriyam, û me hev dît. Ez nikarim hestên xwe ji we re şîrove bikim, ken û geriyê me tevlî hev bûye… hinek ji kêfxweşbûna digirîn, hinek jî dikenin û hêstir ji çavên wan têne xwar… tiştekî xweş e.

 

Tiştê ku ez bêhtir kêfxweş kirim pêşketina ku ez dibînim. Di her warê jiyanê de pêşketineke berbiçav heye. Tevî ku rewşa aborî xerabe jî, lê belê nivîskar, rewşenbîr, xort û keçên me di nava tevgereke baş de ne. Ez heya bi Eyn Dîwerê çûm, xebatên ku têne kirin hêjaye ku mirov pesna wê bide.

 

Berî ez ji bîr bikim, Kobaniya me, ya ku demekê malbatan nedihîştin keçên wan 9-10 salan bixwînin, niha bi dehan ji wan xwendevanên zanîngehê ne, ev min gelekî kêfxweş dike.

 

Ji pênasiyên rojnamegeriyê : Desaleta Çremîn–neynika civatê – Rûyê gelan ... hwd, Lê pênasiya we ji rojnamegeriyê û tevahiya amîrên agehdariyê re çi ne?

 

Li welatên pêşketî û demoqratîk bi rastî jî ragihandin hêzeke gelekî xurt e, em li van deran dibînin bê çawa nûçeyeke biçûk di rojnameyekê de dibe sedema rûxandina hikûmetê. Li Almanya kovarên mezin yên Weke Der Spiegel, rojnameyên weke Bild hene, ew hêzên gelekî mezin in, gelek caran weşandina nûçeyan di van kovar û rojnameyan de bûye sedema avêtina wezîran ji wezaretê. Ne tenê li Almanya, li seranserê welatên Ewropa wiha ye. Tiştê ku televîzyon bibêje û rojname binivisîne, yekser ser derbasî nava cikavê dibe û ji sed axaftinên serokwezîrekî bêhtir tesîr û bandorê li ser mirov çêdike. Bi rastî jî, ragihandin weke destelateke xurt tê birêvebirin.

 

Li gor serpêhatina we di amîrên agehdariya Med-TV, Radiyo SBS, rojnameya AVESTA, hûn agahdariya kurd çawa dinirxînin ?

 

Mixabin, medya kurdî hîna negihaye wê radeya ku jê tê xwestin. Sînorên medyayê li cem me teng in. Kovar û rojnameyên ku derdikevin, ji bo propagandeyê tên bikar anîn, piraniya wan ji bo hinek armancên siyasî derdikevin. Yanî medya me hîn negihiştiye rol û pêwîstiya xwe ya rastîn.

 

Berî Med-Tv, ez dîsa di nava xebata medyayî de bûm, rojnameya Berxwedan, kovara Rewşen, rojnameya Welat, kovara Avaşîn… heya bi Med-Tv, SBS û niha jî Avesta. Her cihekî ku ez lê xebitîm, stratejiyeke wê ya taybetî hebû. Ew stratejî li gora “kî fînanse dike” dihate diyar kirin. MED-TV kanaleke rêxistineke siyasî bû, wê rêxistinê ew kanal fînanse dikir, li gora siyaseta wê partiyê MED-TV dihate birêvebirin, rojnamevanekî nikaribû bi awayekî serbixwe têde bixebite û li gora prensîbên xwe “filan kesî” dawetî programa xwe bike yan jî filan mijara ku ew pêwîst dibîne bike program… yan jî nûçeyeke ku wê partiyê nerihet bike biweşîne… ne tenê Med-Tv, lê belê hemû weşanên ku siyaset wan fînanse dike, rewşa wan wiha ye, ev tev sînoran li dora xebata rojnamegeriyê  teng dikin. Radyoya SBS cudaye, ew radyoyeke dewletê ye, girêdayî hikûmeta Austuralya ye, tiştên ku têde têne weşandin bêhtir objektîv in.

 

AVESTA, weke ku tê zanîn rojnameyeke serbixwe bû, niha jî wiha ye. Me ji berîka xwe lê mesref dikir, ji xeynî pereyên aboneyan kesekî alîkariya me nedikir. Niha jî ez AVESTA li ser internetê derdixim, bi xwe lê mesref dikim. Hinek dibêjin filan partî filan alî AVESTA fînanse dikin, tiştekî wiha tune ye.

 

Di encamê de ez digihêm wê baweriyê ku medyayeke neserbixwe nikare baş bi pêşkeve û demoqrat be.

 

Ger ku mirov bêje ev rêxistinên kurdî bûne tûk û kelem di rêça nirxdarên – rojnamevanî, hunermendî, helbestvan ... û hwd – kurd de û bes alîkariya navdariya partî û serokên wan dikin !! win dikarin di derbarê vê mijarê de çi bêjin?

 

Niha, dema ku filan partî filan weşanê fînanse dike, heqê wê heye ku xwe di wê weşanê de bibîne. Lê belê divê ew weşan nebe lîsan halê wê weşanê, yanî ji xeynî wê paetiyê hemû xebatên din sansûr bike ne tiştekî rast e. Televîzyona filan partiyê eger ji xeynî wê partiyê tu xebatên din ên aliyên din nebîne, ev ne tiştekî rast e. Ez nabêjim şaşe ku partî kovar û rojnameyan derxînin, lê belê divê hinekî demoqrat bin, pir deng bin, dûrtir bibînin, ferehtir bûyeran binirxînin.

 

Girîngî û pêwistiyî û ziyanî û sûdeya azadiya gotinê û nerîna din di baweriya we de – di amîrên agehdariyê de çine ?

 

Demoqrasî tiştekî pir hêjaye, lê weke ku em hîna jêre ne amade bin. Ne tenê partî û serokên partiyan jêre ne amade ne, civak tev di rewşeke wiha de ye ku nikare tehemula demoqrasiyê bike. Di AVESTA de em dixwazin nêrînên cuda belav bikin, yanî bêhtir nêrînên cuda têde hebin, lê dema ku di AVESTA de rexneyeke li aliyekî tê girtin, roja din bomba bi ser me de dibarin û em bi weke piştgirên filan û bêvanan têne tewanbarankirin. Ev aliyekî pirsê, aliyê din jî hinek hene dixwazin vê nermbûna me şaş binirxînin. Gotarên xwe weke xençeran tûj dikin û tenê ji xwe re serokê filan partiyê dikin hedef, eger ku deh gataran binivisîne, her deh gotarên xwe jî bi armanca êrîşkirinê dişîne, ev jî tiştekî şaş e.

 

Dema ku ew gotin neyê weşandin, gotin hazir e, “Newêre belav bike”. Azadiya gotinê divê hebe, lê di çerçeveya prensîb û exlaqê rojnamegeriyê de be.

 

Gelo win dixwazin rojnameya AVESTA çi ji civaka kurd re pêşkêşkeî bi gotineke din: AVESTA çi dixwaze ?

 

Bi giştî armanca me ewe ku em rojnamegeriya kurdî ya heyî bi pêşxînin. Pêwîstiya me bi rojnamegeriyeke demoqrat û azad heye. Rojnamegeriya me ji sedsalî zêdetire ku heye, lê belê gelekî qels e, divê niha bi dehan rojnameyên kurdî derketibana, ji yên rojane de bigirin heya bi kovarên mehane. Lê ka! Em hewl didin ku gelek dengan, gelek pênûsan di Avesta de bigihînin, heya dereceyekê jî ez texmîn dikim em gihane armanca xwe.

 

Armanceke me ya din jî ewe ku em bikaribin dengên nû, qelemên nû, rojnamevan û nivîskarên nû bibînin, em dibînin jî, ev min gelekî şad dike. Me di AVESTA nivîskarên ku xwediyên tecrûbeyên bi salan in, û yên ku nû dest pê kirine gihandine hev… Ez nabêjim em di destpêka rê de ne, lê belê hîna gelek bi me lazime ku em bikaribin rojnamegeriyeke profesyonel pêşkêş bikin. Ev çend salin Avesta heye, berê li ser kaxetê dihate çapkirin, niha li ser Internetê rojane tê nûkirin û her meh bi qasî 50 hezar car tê ziyaretkirin, em hewl didin ku berferehtir bikin.

 

Win çawa rol û asteya nivîskarên kurd dinirxîninî û çine piroblem û astengên ku di navbera rêvebirên rojnamegeriyê û nivîskarên kurd de çêdibin ?

 

Min li jor jî got, divê em hewl bidin ku em bikaribin bêhtir profesyonel bin, ji sînorê probagandayê derkevin. Dema ku me dît rojnamevanek, yan jî rojnamevanek diçe pêş, divê piştgiriya wî were kirin, neku li pêşiya wî kele werin danîn, ev jî rengekî profesyonalîzmê ye, em kînên şexsî deynin aliyekî û weke rojnamevanên serbixwe –heya ku girêdayî partiya bin jî- tevbigerin.

 

Tevî hemû astengiyan jî, hebûna internetê tevgereke xurt xistiye nava me, reqabeteke mezin heye, reqabeteke demoqratîk rê li pêşiya xurtbûn pêşketina xebatinên rojnamegerî vedike.

 

Niha mehê bi sedhezaran kes dibin mêvanên malperên kurdî, ev tiştekî baş e.

 

Di gotina dawiyê de, û li ser zemînê welat – li kurdistanê – win çawa koçkirina kurdan berve welatên biyaniyê dinirxînin ?

 

Xerîbî tiştekî xerab e. Bawer bike tiştekî ku weke xerîbiyê mirov biêşîne tune ye. Hinek texmîn dikin ku xerîbî mirov mezin dike, lê qet jî ne wiha ye. Ev der welatê xelkê ne, kesekî ku nû ji welat tê li van deran di kampên penaberan de perîşan dibe. Tu nivîskar dibî, rojnamevan, yan jî şaîr dibî, qet ji wan re ferq nake, te davêjin kampan û nahêlin tu bikaribî dostekî xwe jî ziyaret bikî. Hinek kesên ku li welatin dibêjin “em xwedan dîploma ne, şaîr in, nivîskar in, doktor in… wê bi çavekî cuda li me binêrin.” Ne wiha ye.

 

Tu caran naxwazim rewşenbîrên me, li van deran di kampên penaberan de bibînim ku perîşan dibin, û rûmeta wan binpê dibe.

 

Ji we re serkevtinê dixwazim û hêvîdarim hûn her serkevtî bin

 

SPAS

   

hevpeyvîn di malpera Hevgirtin de jî hatiye belavkirin 

 

http://www.hevgirtin.org/PDF Files/deng/50/7_8.pdf

 

VEGERE

 

 

©www.avestakurd.net 2001-2003