|
du
helbestên wergerandî ji zimanê erebî
RIYAD
SALEH ALHUSEYN
Wergerandin:
Abdalhalim
Malla Mohammed
HîNBûN
Min
fincanek qehwe ji te re amade kir
Fincanek
qehwa gerim
Qehwe
sar bû
û
tu nehat
…
Min
gulek xiste camek av
Guleke
sor sor
Gul
çilmisî
û
tu nehat
…
Her
roj ez pencerê vedikim
Dibînim
pel diweşin
û
baran dibare
û
firinde dinalin
û
te nabînim
…
Ez
hîn bûme
Ku
qehwê ji dudwan re amade bikim
ku
guleke sor têxim camek av
ku
penceran vekim ji ba û baran û rokê re
Ez
hînbûme
ku
çavnêriya te bikim ey şoreşê
Movik
Ji
derewên gotinan
Ji
derewên bînan
Ji
derewên dengan
Derewa
hêjaye ku bawer bibe
(EW
EVÎN E)
Di
dorgirtina berê de
Di
dorgirtina îro de
Di
dorgirtina sibê de
Rev
ji jînê tune
Ji
jînê pêve
Gotina
xweşik
Gotina
bê hêvî
Gotina
xemgîn
Gotina
kêfxweş
Gotina
evîndar
Gotina
sade
Gotina
zendî
Tev
serî hildidin di jêra bêdengiya min de…
vegere
|