|
|---|
|
Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî
Chefredaktuer:
Dilbixwîn Dara
|
|
|
Navenda Nûçeyên AVESTA - Köln
Li ser daxuyaniyeke hunermend Seîd Gebarî, ku Komkarê û PSK mafê wî xwarine, Komakar daxuyaniyeke nivîskî belav kir, û bi riya e.mailê kopiyek gihişte AVESTA em daxuyaniyê ji raya giştî re belav dikin: KOMKAR,
Bunsenstr 7, D-511145 Köln 14.08.03 Ji
bo Bîrûrayê Kurd Di
hinek malpera Kurdî da daxuyanîya hunermend saîd Gebarî heye, ku têda
gotîye. KOMKAR û PSK teda li min dikin, “maf û cefa min dixwin” Her
usa Saîd Gebarî gazî rêxistin û partîyên sîyasî dike, ke xwedî
li wî derkevin. Em
wek KOMKAR ev e 25 sal in, ku kîtap, kaset, poster û hwd yên Kurdî
belav dikin, difroşin. Me bi dehan hezar kasetên Şivan Perwer,
Nizamettîn Arinç, Nasir Rezazî û yên hunermendên din firotîye,
pirtûka dehan nivîskar wekî M. Emîn Bozarslan, Cegerxwîn, Qanadê
Kurdo, Eskerê Boyîk belav kiriye. Me heyama van 25 salan da bi dehan
şev û xwepeşandan, şahî amade kiriye û bi sedan
hunermendên Tirk, kurd û Elman di wan çalakîyan da beşdar bûye,
ku Saîd Gebarî jî di nav wan da ye. Heya îro tu nivîskarek, tu
hunermendek negotîye, ku “KOMKAR haqê kîteb an jî kasetên min
nedaye. Ez derxistîme şevê lê haqê min nedaye”. Lê Saîd
Gebarî dibejê... Em
ji Saîd Gebarî dipirsin: KOMKAR û PSK kengî li ku û bi çi delîlê
mafê te xwarine, têda li te kirine? Saîd Gebarî adresa me, telefona me,
cîyê me baş nasdike. Heya çend sal berê niha ji avahîya KOMKARê
dernediket. Dûr neçîîn, perar derkete şahîya Newroza merkezî û
berpirsên KOMKARê jî li vir bûn û Gabarî jî wan baş nasdike.
Çima van tiştan behs nekir? Em
gazî Saîd Gebarî dikin, ku bila were navenda KOMKARê û ji me ra bêje
me çawa têda li wî kiriye? Me çawa maf û cefa wî xwarîye? Eger
na, Saîd Gebarî jî dibe mufterîyekî dîn... Komîta
Karger a KOMKAR
|
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2003 |