Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî      Kurdish Online Magazine   

Chefredaktuer: Dilbixwîn Dara    avesta@avestakurd.net  

 

 

 

Ala Kurdan di navbera 

Bedir_Xanî û Barzanîyan de

 

Konê R

   

Di roja 9.6.1999 an de serokatiya ecûmanê wezîran  di hikûmeta herêma Kurdistanê de pirojeyê bilindkirina (Ala Kurdan) pêşkêşî perlemanê Kurdistanê kir,endamên perlemanê jî bi yek dengî ew piroje pejirandin.

 

Ala Kurdan, ew ala ku ji jêr ve  rengê keske, ji ortê ve rengê sipîye û rokek di nav de diçirise , û ji jor ve  rengê sore.

 

Bi ragihandina vî pirojeyê pîroz, gelek bûyer hatin bîra min, bûyrên ku bi Ala Kurdan ve girêdayî ne û pêre pêre ez vegerîyam sala 1919 an, ev sala ku Ala Kurdan tê de hatiye damezirandin.

 

Di destpêka sala 1919 an de, di civîneke (  Komela Tealî Kurdistan ) de li Stenbolê bi serokatiya serokê wê yê diwem (Mîr Emîn Alî Bedir_Xan), biryar hat standin ku xaka Kurdistanê ji hêzên Tirk û biyanîyan rizgar bikin  û serxwebûna Kurdistanê diyar bikin, ew Kurdistana  azad û serbixwe alek jêre divîbû hingê di wê civînê de Emîn Alî Bedir_Xan û hevalên xwe rengên Ala Kurdistanê bijartin, amade kirin û Ala Kurdan  danîn (eynî vê Ala niha ) da ku piştî qewirandina hêzên Tirk û biyanîyan wê Alê di asmanê Kurdistanê de bilind bikin.

 

Lê mixabin, çendî car wê Alê divabû xwe aşkere bike lê ne dihat aşkerekirin , bi dijwarî  dihat kirin, wê alê jî  ji cihê xwe yê veşartî ne dihişt ku neyarên wê têr razên.  û tevî rewşa xerab  vê Alê du carî asmanê Kurdistanê xemilandiye û dilê welatiyên xwe geşkiriye ; cara pêşîn di sala 1929 _ 1930 î de bû, di van her du salan de  ev Al ji rex ceneral Ihsan Nûrî Paşa û hevalên wî _ Şoreşvanên Aararatê _ ve hatiye bilindkirin li ser çiyayê Araratê. ; cara din di roja 22 _ 01 1946 an de bû, di roja beyankirina komara Mehabadê de li navtara çarçira.

 

Lê mixabin  di van her du caran de  ev Al bi darê zorê hat daxistin û ma qedexe.

 

Di sala  1932 an de Mîr Celadet Alî Bedir_Xan  kovara xwe (Hawar) ê li Şamê weşand, Mîr Celadet  yek ji serokên civata Xoybûnê û şoreşa Araratê  di hejmara 5 an de ji kovara xwe ( Hawar ) ê helbestek weşand avêtiye ser (Ala Kurdan):

 

Alê Kurdan  di nav rok

Çi bedew û bi heybet

Bi çar rengî, rengê te

Çi delal û çi xweşkok

 

Xêzek kesk û xêzek sor

Nav sipî û nîvek zer

Keskesore bi roje

Ev li jêr û ew li jor

 

Di hejmara 8 an de ji eynî kovarê (Hawar), birayê wî Dr. Kamîran Bedir_Xan  jî yek ji hîmdarên Xoybûnê  û berpirsyarekî  serhildana  Araratê bû , helbestek belav kir ser Ala Kurdan:

 

Ronahîya dil û çav

Diyarîya dê û bav

Pêşîra wî roj û tav

Spehîtiya ax û av

 

Ala Kurdan ser bi ser

Sor û gewre kesk û zer

 

Qehremanê Ceng û şer

Qublegehê mê û nêr

Cayegahê can û ser

Afîtaba dar û ber

 

Ala Kurdan ser bi ser

Sor û gewre kesk û zer

 

Hêvîya xortan û mêr

Mihraba mizgeft û dêr

Şahê  evd û şahê şêr

Bi reng û bihne  zîv û zêr

 

Ala Kurdan  ser bi ser

Sor û gewre kesk û zer

 

Tevî xwînrijandina wek çem di şoreşa Araratê de û herifandina şoreşê , Mîr Celadet bê hêvî nebû  û dilê wî ma bi ser (Ala Kurdan) ve, Ala xwe jibîr nekir, piştî helbesta xwe bi çend heyvan, gotarek bi navê (Welat, Welatînî û Al) di kovara xwe de (Hawar) ê hejmara 9 an de weşand û têde got: (Her milet xweyîyê alekêye. Al namîsa milet û welate. Tevayiya heyîna miletan di ala wan de civiyaye.

 

Al namûs, rûmet û bextê miletane. Zarowên her miletî ji bona bilindî û biqedirbûna ala xwe, bêperwa xwe didin kuştin. Ala her miletî jêre behaye. Di cejn û şahînetan de qesir, xanî û koçeyan pê dixemilînin, di ber wê re diborin, silavan lê dikin, wê maç dikin, datînin ser serê xwe.

 

Alên miletên bi serxwe, di ser kelat û bajarên wan re li pêl dibin, di rêveçûna leşkerî de divekin pêşiyê.

 

Lê alên miletên dîl, wek ya miletê me, ji her derê bi derkirî, Li hevtewandî, li ser dilê zarowên wan de hilandîne.

 

Miletên dîl dixebitin, xwînên xwe dirjênin ko biyanîyan ji welatê xwe biqewirînin û alên xwe li ser kelat û bajarên xwe ji nû ve  daçikînin.

 

Ala her miletî bi çend rengean û bi şiklekî dine  Ala Kurdan ji jor ber jêr ve, ser hev ; sor, sipî û keske, di nava wê de roj diçirise.

 

Divêt zarowên Kurdistanê bixebitin û rojekê barê vê rayê hilînin, ber ezmanê Kurdistanê ve bilind bikin, li wê bi birûskinin, welatê xwe ser avahiya xwe a pêşîn vegerînin û di bin tava wêre bi serxwe û kamiranî bijîn.

Mîr Celadet Alî Bedir_Xan ) Piştî van gotinên Mîr Celadet Alî Bedir _Xan, êdî ez nema dizanim çi bibêjim ; di pesnê Ala Kurdan û parastina wê de. tiştê ku ez dixwazim bibêjim eve : piştî 80 ê salî ji danîna reng û amadakirina Ala Kurdan, piştî bi dehan şoreşên bi xwîn û bi hezaran şehîd.] va ji nû ve bi saya şoreşa Barzanîyê nemir, bi saya welatîyên bi rûmet, dilsoz û wefadar emê Ala xwe bilind bikin  di asmanê Kurdistanê de û serbilind û serfiraz emê di bin siya wê de bijîn.

 

Heger Mîr Emîn Alî Bedir_Xan û hevalên xwe Al danîbin û Ihsan Nûrî Paşa, Ferzende, Biro Hesko, Memdûh Selîm Wanlî û Haco Axa hwd.] li ser giriya bin, heger pêşewa Qadî Mihemed  ji bo wê hatibe bi darvekirin  û Barzanîyê nemir ji bo wê sînorên bi xwîn derbaskirin  ta ku xwe gihandiye Sovyêta berê, va îro bi saya welatîyên dilsoz û birûmet  ew Al li ser xaka kurdistanê bilinde[li ba dibe.]  û hêvî û xewnên wan gorbuhiştiyan  bûn rastîn û her bijî Ala Kurdan.

 

Bersiva Serhad Bapîr  »»»

VEGERE

 

 

©www.avestakurd.net 2001-2003