Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî      Kurdish Online Magazine   

Chefredaktuer: Dilbixwîn Dara    avesta@avestakurd.net  

 

 

 DIBE  WELATPARÊZ?

Mislim kobanî 

Berî ku em di naveroka mijarêkevin dibe em welatparêzî naskin ji ber naveroka xwe gelekî girînge û dibe  bi awakî fere were şîrovekirin û hemî mirov nasîna welatparêzî nasbikin  ku karibin li gorî girîngiya wê xismetî vê gotinêkin û bi camêrî di berde bixebitin ji ber hemî welatên cihanê bi hewcî hemwelatê Xwene û tu welat wê nikaribin pêşde bi`in gava ku guh nede hemwelatên Xwe ji ber dîrokê danaskirin ku rêjîmin bi neqencî danûstandin bi hemwelatên Xwe re kirin hemî li dawiyê Ketin û nikaribûn li ser rêbaziya xweye nêrind berdewam bikirana wek rêjîma dîktetor li <RAQ> û hîn gelek rêjîmêm dî li ser vê riya neyê dûrist berdewamin، lê ez baş bawerim wê gelek rêjîmên dî li rojhilata navîn bêne guhartin ku li hemwelatên xwe Venegerin û ta berdewam be dibe têkiliyên dûrist ava bibin li gorî berjewendiya welêt dibin van xalên jêrîn de:

 

1-                          Berî her tiştî dibe karbidest û hemwelat xwe bibînin berpirsyar ji welatê Xwe re û berjewendiya gelember ya welat di ser ya kesan re bigirin.

2-                          Karbidest dibe bi berpirsyarî erkên hemwelat di hemî rewşan de pêkbîne li gorî zagon û belgeyên diwelî.

3-                          Karbidest dibe guh bide nêrînin hemwelatê Xwe ku ew jî hest bibe ku xwediyê Welate.

4-                           Dibe Hemî mafên hemwelat ciyê rêzgirtinêbin di hindirî welêt de.

 

Ev xalên jorî wê bihêle ku hemwelat bibe welatparêz û wê bi baweriyeke mezin bixwaze welat biparêze ji bivên (xeterên) ku bi ser  de tê û li ser vî bingehî wê karibin  xismetî welatê Xwekin û ji bilî vê yekê Bira tu rêjîm raman nebin ku karibin bê hemwelatê Xwe tiştekî avabik.  

VEGERE

 

 

©www.avestakurd.net 2001-2003