|
|---|
|
Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî
Chefredaktuer:
Dilbixwîn Dara
|
|
|
Tirkiyê
Kurdan tehdîd dike: Sebra
me nema, emê mudaxele bikin! Ankara- Hesen Mehlî, Kerkûk-Avesta Rojnameya Kiwêtî El Qebes dinivisîne ku Tirkiyê Kurdan bi êrîşa li ser başûrê Kurdistanê tehdîd dike û dibêje: "Turkmen di xeterê de ne, em tehemul nakin, sebra me nema, emê mudaxele bikin" Generalê
Tirk Hesen Ozdemir nameyeke sert ji Mesut Barzanî û Celal Talabanî re
bir. Hesen
Ozdemir serokê Hêzên Taybetî ye, emê bi vî nameyê Kurdan tehdîd
bike û diyar bike ku ew ji berê bêhtir li dijî avakirina dewleteke
Kurdî ne û Tirkiyê wê tu caran destûrê nede tiştekî wiha. Li
aliyê din serokwezîrê Tirkiyê receb Teyib Erdogan got ku ew ji nêzîk
ve bûyerên ku li Kerkûkê pêk hatibûn dişopînin û wan ji Emerîka
re helwesta xwe anîne ziman. Nûnerê
YNK (Yekîtî Niştimanî Kurdistan) li Enqerê Berhroz Celalî jî,
Tirkiyê bi amadekariya êrîşa li ser başûrê Kurdistanê sûcdar
kir û got ku li pişt bûyerên li Kerkûkê Tirkiyê heye.
|
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2003 |