Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî      Kurdish Online Magazine   

Chefredaktuer: Dilbixwîn Dara    avesta@avestakurd.net  

 

 

 

Dilbixwîn can, roj baş

Gelek sipas, ku te di rûpelên xwe da propoganda Riya Teze kir. Piştî wê gelek kesan ji min ra name nivîsandin û piştgirîya moralî kirin.

 

Hinek kesan jî soz dan ku alîkarîya peran bikin. Lê ji wana hîç kesî jî alîkarîya peran ne kir. Tenê hukumeta herêma Kurdistanê biryar girtiye alîkarî bike, lê ew alîkarî hela negihîştîye Riya Teze, lê şik tune ku wê bigihîjê.

 

Ez hêvîdar im tu vê nameya min jî belav bikî û sipasîya min ji wan kesan re bêjî, ku ji bo Riya Teze dilê wan êşîya. Lê ez pir şaş mam li ser wan kesan, ku sozê peran didan bo alîkarîya Riya Teze û hîç kesekî jî ew soz bi cî neanî. Çima? Ez nizanim! Belkî hinek kesan ew alîkarî bi rêyekê şandibin jî, bira bêjin kengê, çawa û çiqas û ji kê ra.

 

Rojnama ku bi deha salan bê alîkarîya gelê xwe derketîye, niha jî bê alîkarîya gelê xwe dikare derkeve.

 

Silavên germ ji bo we hemûyan.

 

Birayê we - Têmûrê Xelîl.

temur_xelil@hotmail.com

 

VEGERE

 

 

©www.avestakurd.net 2001-2003