|
|---|
|
Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî
Chefredaktuer:
Dilbixwîn Dara
|
|
|
Çeteyên
Turkmenan Kerkûk di nava xwînê de hîştin
Navenda
Nûçeyln AVESTA-Kerkûk
Li
Kerkûkê di dema ku Turkmenan avahî û cihên kar yên hikûmetên sivîlan
şewitandin, di mudaxelaya hêzên hikûmetên de 3 Turkmen hatine kuştin. Li Toz Xor Mato, Turkmenan û ihtîmal heye ku gelek Basî jî bi wan re hebin, êrîşî qereqolên polîsan, avahî û otomobîlên hikûmetê û navendên rojnameyên ku bi kurdî derdikevin kirin. Gelek cih şewitandin. Hêzên Emerîkî operasyoneke mezin şêkirin û gelek kes ji êrîşbazan girtin. Berpirsiyarekî hêzîn Emerîkî diyar kir ku Cepheya Turkmen ev meşa mezin birêve biriye. Meşa ku nêzêkî 3 hezar kes têde ich girt, pankertên weke "Bila Hêzên Emerîkî ji vir derkevin... Em Çekdarên Kurd naxwazin... Kerkûk ya Turkmenan e..." rakirin û hema slogan avêtin. Turkmenan avêtine ser rojnameya Hewal jî û û texrîbatên mezin pêk anîn. Di
dema mudaxeleya hêzên Emerîkî de, 2 Turkmen hatine kuştin. Turkmenan
jî ji aliyê xwe bi sîlehan êrîşî dewriyeke Emerîkî kirin, lê
li wir jî 2 Turkmen hatine kuştin. Şêniyên
Toz Xor Mato dixwazin ku ew bi awayekî fermî bi Kerkûkê ve werin girêdan
ne bi Selahedîn ve. Weke
tê zanîn piraniya miletê vî bajarî Kurd in. Çavdêrên siyasî texmîn dikin ku Basî û kevneşopên rejîma Sedam Hisên li pişt texrîbatên wiha hebin
|
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2003 |